|
|
- Eskerê
BOYÎK
-
-
- DOSYA
BARZANÎ DI SINDOQA STALÎN YA POLA DA
-
-
-
-
-
- Dîroka
gelê Kurd bi serhildan û þerê azadaryê dewlemend e. Dema meriv van
herd sedsalên dewî mêze dike bawarkî tu wexta Kurdistanê da agirê
berxwedanê vênesyaye. Bi seda hezara þihîdê me hene. Navên, ku di
dîroka me da bi herfên zêrîn hatine nivîsar pirin. Em li ber bîranîna
wan teva bejna xwe ditewînin. Lê di nav wanda cîyê Mele Mistefa
Barzanî bilind û cudaye. Tê bêjî li nava çîyayê Kurdistanê da
serê herî bilind, herî bi ewra pêçayî, herî kubar yê herî
gewre, ku mirov nikare bigihîjê ewe.
-
- Barzanyê
Mezin agirê berxwedana Kurdan ji qalibê heremeke Kurdistanê, ji qebîltyê,
ji nav ol û civakîya teng derxist û kir agirê netewî. Ew agir usa
gur û geþ kir, ku ronayî û germaya wî kete ne ku tenê dilê Kurdên
heçar perçên Kurdistana birîndar, Kurdên li dervayî welêt lê bi
navê wî gelê cihanê jî halê Kurd û Kurdistanê hisyan.
- Çiroka
jiyana Barzanyê mezin efseneke mêranyê, weletparêzyê, merivhizyê,
heqyê û kurdewaryê e. Ev çîrok ji
efsena jî hêjatir û bilindtire. Ji bo her efsenek ji alyê yan
gel, yan nivîskar, yan hunermendekî
da tê efrandin, çêkirin, bûyar û tiþtên bûyî û nebûyî,
rastî û xiyalî tên tevlihenkirin û efrandinek çê dibe, him tê
bawarkirin, him nayê bawarkirin.
-
- Efsena
jîyana Rêberê gelê Kurd rastîke, ku wî bi
emrê xwe, bi kirin û hereketê xwe, bi welatparêzî, qehremanî
û culetya xwe, bi bîr û bawaryên xweye kurdewarîyêye bêqelp
efrandiye. Ev efsena qehremanyê, ku gelê mera gerekê bibe kitêba
dershildanê, fêrbûna weletparêzyê, hê jî kêm hatye lêkolînkirin,
gelê kurd ra kêm hatye ronîkirin, derheqê da kêm hatye nivîsar,
gelek qetên wêye zêrin hê jî, di bin tarya demên emrê wîye giran
û sindoqên dagerkir û dîktatorên cihanêye zalim da bi nivîs û
nenivîs veþartîne…
-
- Ewledê malbeta welatparêz hê zarotyê da
dagerkir û neyarên welet û gelê xwe nas kir, zulm û xezeba wan
himberî gelê Kurd bi xwe
tem kir û wan neheq û zalimara kete di nav dew û dozeke dijwere dûr
û dirêj.
- Se salya xwe da tevî dayka xwe li Mûsilê hat
girtin, sala 1915 a dema 12 salîyê da dît çawa bi hukumê Welyê
Osmanî Silêman Nezîf paþa, ku bi xwe Kurd bû, li bajarê Mûsilê,
ji bo kurdewaryê bavê wî Þêx Ebdulselam darda kirin.
-
- Ji bo azaya welatê xwe bû pêsmergekî sondxwerî,
jîyana xwe dîyarî azaya welatê xwe kir, çiqas jî dijwerî, tengasî,
sirgûnî, xerîbî dît, rojên here teg da jî bêguman nebû, serî
ber tu dîktatorê zalim danenî, þûrê xweyî heqyê û welatparêzyê
tucar nekire kalên, her dera þerkarya xwe bi mêranî pêjda bir,
bawarkî heçar perçên Kurdistanê da jî ji bo azaya gelê xwe þer
kir, ji bîr û bawaryên xwe gavek jî paþda navît û gelê xwe ra bû
sond-due’a netewî.
-
- 76 sala Rêberê Mezin
jît. Þerkarya xwe da wî, sînorên ku dagerkiran li nav axa welêtê
wî da kiþandine nas nekir, li kîderê pêwîstî hebû þervanê
xweva xwe gîhand wur.
- Bawarkî temamya jîyana
xwe wî di nav pêþmergên xwe da, çeka wî dêst da, tim li cêrga pêþin
da, cîyê herî bi agir û dijwer da derbaz kir. Çiqas jî berê wî
dane sirgûnyê û xerîbyê tucar ji bo þexsyeta xwe, ji bilindaya
berjewendyên gel û walatê xwe nehatye xar.
-
- Piþtî bi alîkarya hêzên
esmanî yên Birîtanî serhildana Barzanîya, ya li Baþûr têk çû,
bi armanca alîkaryê Komara Dêmokratîke Kurdistanê, di meha Oktobirê
Barzanîya bi hêzeke mezin, derbazî Rojhilatê Kurdistanê bûn.
Barzanî ji alyê Hukumata Mihabadê da wek gênêral hat hilbijartin û
bû serleþkerê wê Komarê.
-
- Derfetên vê gotarê
mecalê nadin, ku derheqa wan bûyarên diramatîk e dîrokî da
berfireyî bê þirovekirin, qîmetkirin. Derheqa Komara Mihabadê,
serokkomarê wêyî efseneyî Qazî Mihamed û rola Gênêral Mistefa
Barzanî wek serleþkerê wê da meriv kare pir
binivîse.
-
- Ez dixwezim li vir çend fikirên Serokkomarê
qehreman Qazî Mihamed bi kurtî derheqa Mistefa Barzanî da bîr bînim,
kîjan wî dema dadgehkirinêa xwe cawa pirsên serhingê dewleta Îranê
daye:
- „Min
alayê Kurdistanê daye destê Mela Mistefa Barzanî û li ser milên wî
ye, ji vî çiyayî bo yê din û ji vî bajarî bo yê din, ji vî
welatî bo yê din dibe, heya rojek wê li ser tevayan çîya û
bilindahîyên Kurdistanê bête hildan û biheje, pirr bawer bin ew roj
wê bête.“ .
- „Ez
nikarim hemû sexlet û taybetmendîyên Mela Mistefa Barzanî ji we re
bas bikim, hûn jî qet nikarin bi temamî Barzanî nas bikin, ji ber ku
eger ez bêjim qet hûn pesend nakin ku dujminê xwe bi van hemû kiryar
û reftar (helwest-War) û sexletên baþ û ciwan nas bikin, ji ber ku
di rêza dujminatîya we de ye.“
„Baþ e, lê tenê di çend ristekan (hevokan) de dikarim bêjim
Mela Mistefa Barzanî, di dîrokê de, ji mêrxasî û merdinî, þeref
û mirovayetî û azayetî û nerevîn û keramet û netirsî çiqas kesên
mezin hebûne, Mela Mistefa jî yek ji wan e. “
- „Ji ber ku Mela Mistefa û Barzanî hêvîya paþeroja
milletê Kurd in û min jî alayê Kurdistanê daye destên wan, ew dê
wê alayê biparêzin û heya roja wî bête, alayê Kurdistanê wê li
cem wan be.… Hêvîya min ji xwedayî ew e, ew ala bi destê pirrhêzê
Barzanî li ser vî xanîyê ez têde tême dadgehîkirin û hemû cihên
bilindên Kurdistanê bilind bibe û biheje.“
„…Mela Mistefa Kurd e û Kurdistan mala hemû Kurdekî ye û Mela
Mistefa wek mirovek ji beþekê mala xwe hatîye beþek din, hemû kesekî
ew maf heye li her cih û alîyekê mal û milkê xwe rûne û ev
mafê wî ye.“
- Bi wî teherî rêvabirnên gel e esil ber neyarê
xwe derheqa heval û hogerên xwe da dibêjin…
- Bi texmîna min serok û rêvabirên meye niha
gerekê ji Qazî Mihamed: Sihîdê Kurdî herî mezin dersê hildin.
-
- Ji ji pey têkçûna
Komara Mahabadê Mistefa Barzanî çekdarên xwe va berê xwe da Welatê
Sovyêtê.
- Yanzdeh salê emrê wî (1947-1958) ew jî salê
temenê wîye here aktîv li Welatê Sovyêtê, li nav sînorên wêye
pola da derbaz bûn. Ew dem salên rêjîma Stalîn, yên weke navê
wî dîktatorî hiþk, dijwer, berk, sar,û bêrem bûn. (Peyva stal yanê
pola).
-
- Tê bêjî li nava lêkolîn û nivîsarên derheqa
Rêvabirê Mezin da ew sal valayî bûn, yan jî bi fikir û firazên
tomerî dihatin tijekirin. Ez, wek xwendevanekî pir kêfxweþ bûm bi
pirtûka nivîskarê Kurdî navdar Wezîrê Eþo, ya bi sernavê DOSYA
BARZANÎ DI SINDOQA STALÎN YA POLA
DE, ku ji alyê Yekîtya Nivîskarên Kurd-Dihokê da hatye weþandin.
Pirtûk tê bêjî wê valayê hevkî tije dike û ronayîke bi rastî
davêje li ser kar û barên Rêvabirê Mezin û bûyarên wan salan. Çiqas
jî xudanê vê pirtûka biçûk dinivîse, ku ev pirtûk kurtaya lêkolîn-kitêba
wîye li ser kar û barê Barzanyê Nemir li Sovyêta Berê, ku niha nivîsandina
wê cî tîne, helbet di wî karê pîroz da em jêra serketinê
dixwezin, lê dîsa jî vê pirtûkê da bi zanestî gelek xal, pirs û
pirsgirêk bi nû va hatine ronîkirin û þirovekirin.
-
- Sîyasya Welatê Þovyêtê usa bû xêncî
piropanga pesndayîna sîyasya dewleta
Sovyêtê, partya Komûnîstyê, qeydê sosyalîzmê, her tiþt û bûyarên
din ji gel veþartî, dizîva, di çarçova KGB (Komîtêya Amintya
Dewletê) dihate pêkanîn. Nivîskar rast dinivîse, ku: „… nava
wan hemû salan da… li ser wana (Barzanya E.B) peyvek çiye medya Sovyêtê
da nehatye weþandin…“
- Nemê ku Barzanî Stalîn ra þandine jî bê caw
mane…
-
- Melûmetyê ku ji piþt van 11 salan derheqa sirgûnya
Barzanya da mane hinek bîranînin (biranînê Gênêralê KGB Pavêl
Sudoplato, Yêvgênî Pirîmakov û hivd )
û nivîsarên sindoqên KGB da veþartîne. Ew nivîsar jî ku
veþîtî û bêbextya sîyasya Sovyêtê veþêrin yan hatine
tunekirin, yan jî usa veþartîne ku dîtina wan dijwere.
-
- Pirtûkê da, Wezîrê Eþo wek nivîskar-dîrokzanekî
bi tercûbe bi kurtayî li ser van pirsgirêkên hîmlî hatye
rewastandin:
- -hinek egerên rola Welatê Sovyêtê di
demezirandina Komara Muhabadê û têkçûna wê da.
- -sebebên çûyîna Mistefa Barzanî û çekdarên
wî li Welatê Sovyêtê.
- -berbirbûna rêvaberya wî welatî berbi Barzanyan
û sebebên wê helwesta bêbextyê.
- -sîyasya Welatê Sovyêtê, partya wêye Komûnîstyê
û partyayên Komûnîstyê yên dagerkirên Kurdistanê berbi pirsa
Kurdan.
- -Rola Barzanî di geþbûna welatparêzyê-kurdeyetyê
û demezirandina sazyên kûltûrî, çandî, zanestî li nav Kurdên
Sovyêtê da.
-
- Bi texmîna min nivîskar heqe, ku derdikeve dijî
wê fikrê, ku giva weletê Sovyêtê Komara Muhabadê çê kir û têkçûna
Muhabadê jî rûyê wêda bû. Dema em li dîroka gelê xwe dinhêrin,
her deman wexta hevkî firsend çê bûne, gelê Kurd jî ji bo azabûna
xwe ew mecal dane xebatê. Hê despêka salê 1930 î li Rojavayê Kurdistanê dijî
rêjîma dagerkire Îranê tevgereke azadaryê ye xurt çê bûbû,
karne xurt dihatin kirin. Qazî Mihemed pêþyê yek ji lîdêr, paþê
bû rêvabir û seokê wê tevgerê. Usane hazirya wan hebye.
- Çiqas jî tekîlyên serokatya leþjerên Sovyêtê
bi Mahabadê ra hebû jî, lê leþkerên Sovyêtê neketin nava axa
Mahabadê. Mahabad wek erdekî nêytral navbera leþkerên Sovyêtê û
Înglîterê da ma. Hêzên Îranê ji wur kiþyan çûn. Tevgera Kurdan
jî bi serokatya Qazî Mihemed ew mecal dan xebatê û ji xwera Kumara dîrokî
bi navê Mahabadê saz kirin.
- Mixabin emrê Komarê kin kiþand. Kurda ra mecal
çê nebûn Komara xwe biparêzin.
-
- Ji pey herba cihanê ya duda ra, gorî peymana
navbera Amêrîkayê, Birîtanyayê
û Welatê Sovyêtê, hevpeymanan Sovyêt mecbûr kirin, ku ew jî wek
Birîtanya leþkerê xwe ji Îranê derxe. Bi derketina leþkerên Sovyêtê
qewatên Îranê ra rê vebûn, ku êrîþê bivin li ser Komarên Kurda
û Aziryaye nû demezirandî.
-
- Helbet, eger bêjin, ku gunê Sovyêtê têkçûna
Komara Kurdada tune bû þaþye. Sovyêt herbê da ser ketibû. Rûmet
û navê wê li cihanê da bilind bûbû, karibû gemê serokatya Îranê
bikþîne, nekir. Durûtya Sovyêtê werda dîhar bû, ku rûva nîþan
dida giva piþtovanyê Komarên Azerbêcanê û Mahabade dike, pêra jî
Îranê ra hev kiribû, ku himber Komarên Kurda û Azerya pêtrola Bakûrê
Îranê werbigre…(Paþê serokatya Îranê Sovyêt di pirsa wergirtina
pêtrola Bakûrê Îranê da jî xapand ). Komarên Kurda û Aziryan bêpiþt
man. Serokên Komara Azirbêcana Îranê revyan. Hêzên Îranê devera
wan di nav xûnê da xeniqandin. Kurda texmîn kir, ku dijî hêzê Îranêye
giran þerkirin bêfikire. Serokkomarê Kurdistanê Qazî Mihemed, wekî
çi hatibû serê xelkên herema Azerya neyê serê xelkê Mahebadê
biryar girt bi xwe tesmîl be, xwe bike qurban û nehêle Mahabad jî
bikeve halê Komara Aziryên Îranê…
- Xwendevan bi xwe zanin dewyê bûyar çawa meþyan.
-
- Piþtî têkçûna Mahabadê, Barzanî Ala
Kurdistanê ji Qazî Mihemed wergirt û bi 500 leþkerên xwe va dest bi
meþê kir berbi Welatê Sovyêtê. Meþa ku dîrokê da bi navê „ meþa
dirêj“ eyane ( 350 km) 52 roja kiþand. Serleþkerê qehreman nav hêzên
neyar yên Tirkyê û Îranê ra, bêy
zirara mezin, li ser çyayê Agiryê ra, 18 ê Hezîranê hêz xwe
gihande hidûdê Welatê Sovyêtê.
-
- Pirs pêjda tê çima Barzanya çûne Welatê Sovyêtê,
neçûne deverek din?
- Xudanê pirtûkê bi çevê dîrokzanyê bûyarên
wê demê analîz dike, kûr û dûr li ser wan radiweste,
cawa pirs û pirsgirêkan bi zanestî dide û sîyasya hukumdarya
Sovyêtê ya sexte û
xapandinê himber wan û pirsa Kurdî rexne dike.
- Serketina Welatê Sovyêtê herba hemdinyaêye duda
da qedrê wî welatî di nava dinyayê, xazma li nav gelên bindest da
bilind kir, wana azaya xwe di hevkarî û alîkarya wî welatî da didîtin.
Bi fikira min Barzanî, wek evdekî dûrdîtî, texmîn dikir ku dora wî
û leþkeran tev weletên dagerkir û neyarin. Cîyê, ku hiþê wî lê
dibirî Soyêt bû. Bi guman bû, ku ew weletê xwe elam dike piþtovanê
gelê bindest wê alîkarya gelê wî jî bike. Ev fikir ji herd nemê
Barzanî, ku Stalîn ra þandye rind tê xanê.
-
- Lê çawa em divînin, gotin û emelê Sovyêtê
hev nedigirtin, li bin postê berxada bi rastî weþekî ac veþartî bû.
Ew weletê xwe elam dikir piþtovanê gelên bindest, alî zulmkar û
dagerkira dikir. Ji bo berjewandyên xwe karibû wan „heval û hevkarên
„ xwe birfoþe.
- U usa jî bû dewsa alîkaryê bide wan nûnerên
gelê bindest, ku ji bo alîkaryê xwe avîtibûn ber bextê wê, wan
digre û sirgûn dike. Vira þexsyeta Serokê Komara Azerbêycanê Mîrcefer
Bagîrov tê ortê. Qedera Barzanyan dikeve destê weþekî wek Bagîrov
û KGB ê.
-
- Bi rastî sîyasya Hukumdarya Rûsyayê ji berê da
di werê pirsgirêka kurdî da tim erênî nî bûye, wurda evdên wek
Bagîrov, neyarên Kurdan rola mezin lîstine.
- Kurdzanên Rûs berê berê da sîyasya hukumdarya
welatê xwe ya çewt himberî pirsgirêka Kurd texmîn kirine û nerazîbûna
xwe nîþan dane,rexne kirine. M.S Lazarêv, gotara xwe ya „ Urisêt
û Kurdistan“ da bi heqî dinivîse, ku armanca Sovyêtê ne çareserkirina
doza kurdî bû… dixwest wê dozê bike aletekê bo sîyaseta Sovyêtê
di Rojhilata Navîn da.“ We gotarê da ew sîyasya Weletê Sovyêtê
himber tevgera Barzanya bi tûndî rexne dike.
- Siyasya Partyayên Komûnîstyê yên welatên
dagerkirê Kurdistanê ku bi Kurda hatibûn dagertin, ji wan hineka da
Kurd serok û rêvaber bûn, bi serokatya Partya Komûnîstên Sovyêtê
hindava doza Kurdî da xapandin bû. Nivîskarê pirtûkê heqe, ku
dinivîse: „ Gorî bîr û bawaryên Partya Komûnîstên Sovyêtê û
… Partyayên dagerkirê Kurdistanê yên Komûnîstyê Kurd gotî bendê
bimana hetanî wan welatan da bi destê wan dêmokirasî
bihata çêkirin… û di nava çarçova wê dêmokirasya
wan dewleta da Kurd bigihîþtana
heqê xwe… gorî vê bîr û bawaryê heqê kurda yê cudexwezyê,
veqetandinê ji welatê dagerkir tune bû…“
-
- Li bin wan lozûng û bawaryên çewt da
Kurd demeke dirêj hetine xapandin, çepên Kurda peyda bûn, wan
berjewandyên gelê xwe kirine quebana bîr û bawaryên komûnîstyêye
sexte.
- „ Ewana bûn Lênînvan, Stalînvan, Tiroskîst,
Maoçî û nizanom îdî çî lê her tenê nebûn Kurd.“
-
- Barzanyê Mezin salê jîyana xwe li welatê Sovyêtê
da her tiþt bi çevê xwe dît û sextekarya
sîyaseta Komûnîsta ya xapandinê rind fem kir. Þerkarya xwe
da amintya xwe Sovyêtê neanî.
- Pirtûkê da derheqa van pirsgirêka bi hûrgilî
hatye nivîsar.
-
- Tenê ez fikirekî dixwezim zêdekim: Hilþandina
Welatê Sovyêtê bi mîlyona evdên wek min ra tiragêdya sedsala 21 bû.
Em temamya jiyana xwe bi dilsozî, wê dewletê ra, bawarkî nanoziko
xebitîn û hilþandina wê ra me her tiþtê xwe unda kir. Lê dîsa jî
ez þikirbûna xwe ji Xwedê tînim, ku ew welatê sextekaryê û zulmêyî
gewre hilþya, eger hilneþya ez bawar nakim dew û doza Kurda li Baþûr
wê bigihîþta vê derecê…
-
- Pirtûka Wezîrê Eþo ez berbi bîranînên rojên
buhurî birim. Wek xewna þevê tê bîra min sala 1956 a, gava Barzanî
hate gundên berpala çyayê Elegezê li Komara Ermenistanê û gundê
mera jî derbaz bû. Ez wê demê zaroke mektebvan bûm. Gundya ra gotin
„ Barzanî tê“. Me nizanbû Barzabî kî ye, wê ji ku bê û çima
tê? Tek tiþtek berbiçev diket, nava gunda, dora rêya û mekteba
paqij dikirin. Xelkê tê derdixistin, ku ew mirovekî pir mezine ( Wî
wextî ji bo mirovên mezin ew yek dikirin). Heta wê demê me qet nedîtibû,
ku mirovekî Kurd bê û hazirya usa boy xatirê wî pêk bînin. Evê
yekê hiseke netewî dilê xelkê da vê xistibû û me bi kubarî çevê
gelê cînar dinhêrî: „Binhêrin, merivên me yên mezin jî
hene“.
- Wê rojê gund-gundîtî derketibûn dora rê.
Seyarên, ku Batzanî û koma pêra di nav mera derbaz bûn. Gotin li
gundê Elegezê seyare rawastyane. Barzanî hazirara axivye.. Þaya
rasthatinê li gundê Cercerîsê ( navê niha Dêrik) pêk hatibû.
- Ji pey çend sala ra
navê Barzanî cihan hilda. Agirê berxwedana azadaryê bi hezara kîlomêtra
dûr, xerîbyê da gihîþte me û dilê me da jî agirê welatparêzyê
geþ kir. Ez wê demê êdî xwedkarê zanîngehê bûm. Ji bo derheqa
tevgera Baþûr da melûmetyên nû bibihên her roj em odên rojnema
RYA TEZE û Radya Kurdî ya Yêrêvanê da dicivyan. Civînên beþa nivîskarên
Kurd zû-zû dibûn. Þebeqê zû ji bo nûçeyên nû me rojneme dikirîn,
guhê me sr radyoyê bûn. Me Koma Xwendevanê Kurd li Yêrêvanê
demezirand. Civînê me ser wê tevgerê bûn.
- Û eger mecal bidana me, îmkan hebûna, xort û keçê
me wê teva çek hildana bihatana tev refên pêþmerga, bin ala netewî
da, ji bo azaya welatê xwe, welatê Barzanyê nemir þerkirana…
-
- Gelek Kurdên navdar, serokê partyan hatin nava
Kurdên Ermenistanê, lê ji pey tu kesî hizkirin, nav û bîranîneke
usa nema çawa pey Barzanyê Mezin. Geleka mavê zarokên xwe danîn
Barzanî, kilam û helbest hatine efrandin…
-
- Pirtûka Wezîrê Eþo di nav lêkolînên derheqa
rêvabirê Mezin da xebateke giranbiha ye, cîyê
layîq digre û hêjayî qîmetekî bilinde.
-
- Heyf ev pirtûka bi qîmet ji alyê rêdaksyon û
weþenxanê da gelekî bê
berpirsyarî û peþbûrde hatye weþandin. Dewsa peyvên Îran -Þîran,
Îngilîtera-Þîngilîtera, kiþyan-ki?yan, çarçove-þarçove u gelek
peyvê din hatine weþandin…Ev þaþî cîkî duda nînin, seranserî
pirtûkê ne, kîjan ji bo xwendina pirtûkê gelekî zemetya derdixe.
Em gumanin weþanxaneyê vê
kêmasyê hesav hilde û carke din pirtûkê biweþîne.
-
- 19. 10. 2007
-
-
-
-
-
-
|
|
|