Eskerê BOYÎK

 

EM GEREKÊ QATÎ KURDISTANA XWE BIN

 

Dîrokê da gelê me di bin destê xelkê da pir zêryaye û îro jî dizêre. Nav, ziman, welat, heyîtîya me bi zora þûr ji alyê dagerkira va timê hatye înkarkirin. Hebûna meye madî û ruhî hatye talankirin. Namûs û þeref nehîþtine. Kurd welatê xwe da timê malwêran û derodero bûne. Sirgûnî, rev û bezê, mecal nedane ku  çend bavkên me li cîkî bêne çelkirin. Xûna me wek çem kiþyaye. Kurdistana perçekirî û zulma îro têda tê kirin ber çevan e, evdên Kurd dikujin û nahêlin xelk ser cinyazên xwe jî bigrî... Ku destê wan bê nahêlin kurdek li ser wê axê bimîne, kîjanê ra dibêjin Kurdistan...

Em Kurd, xazma rewþembîr gotî vê yekê rind zanibin. Dîroka me ye. Axîna kal-bavên me, timê walatek kurdewarî, jîyaneke bi rûmet bûye. Gotineke pêþya heye, dibêjin: „Miletê mêriv bive kevir, çoka mêriv keve, naêþîne“...

Û îro derîkî xêrê gelê me ra vebye, em dikarin ji vî halî xilazbin.

Demên dîrokê hene, ku jiyana gelan û civakan da hêjayî sal û dewranên dirêjin. Gelê Kurd ra jî demeke usa hatye. Eva çend salin Baþûrê welêt da  firsendeke zêrîn çê bûye, firsendeke usa ku kare ne tenê wî beþî, lê temamya Kurdistanê da dewyê qeyd û zincîrên dagerkirin û bindestya bi dewrana bîne. 

Dîrokê da Kurd pir cara xapyane, demên waye ferz, firsendên dîrokî ji destê xwe berdane.  Tê bêjî qeder vê carê jî Kurda dicêribîne. Rêke pir dijwer û bi kelem ra wan  berbi ronaya azadyê, armanc û hîvyên kal-bavan dibe.

Ji wan ra welatekî wêran, dorê çiqas bêjî welatên dagerkir, neyar û xêrnexwez, xweyîn û çevnebar, bi pirobilêmên der û hundir va dagirtî mîrat maye. Þaþî, tênegihîþtin yan kêmanîke biçûk kare her tiþtî xiravke.

Gerekê em bi çevê rastyê halê gelê xwe û sîyasya cihanê binhêrin. Xema tu walatê mezin, tu kesî îro azaya gelê me û welatê me nîne. Hela hineka ra guhestina nexþnîgarya vê rêgîonê qet dest jî nade. Kara wan hela ne ku meda lê dagerkirên walatê me da heye...

Azaya gelê me, azaya Kurdistana me tek ji me-kurdara lazim e, zarokê mera, nebî-nebîçirkê mera, peyhatyê mera lazim e... Usane em gerekê  qatî vê zaroka xwe ya pêçekê da bin. Em-Kurd gerekê bi her cûrayî wê wek çevê xwe ji neyar û xêrnexwezan, ji çevnebhar û xweyînan, ji bêxîret û bêbextan biparêzin. Nenhêrin îro kê û çi hêz li ber çerxa rêvabirya vî karê pîroz sekinîne. Em wan hiz dikin yan na ? Em gerekê ji wan ra bivin piþt û alîkar... Eger alî wan nakin, dijminatyê jî nekin...

Mala wan camêran jî ava, mêrika dixebitin.

-tu dema Kurdistan ewqas nêzîkî serxwebûnê nîbye çiqas niha.

-demên dîrokêye wa lihevketî da, tu cara Kurdistanê da aramîya wa tunebûye.

-qedir û rûmeta kurda tu dema cihanêda ewqas bilind nibûye çawa niha.

-tu dema serok û rêvabirên kurda bi zanebûn, mêranî û xîret tebyê xweyîkirna welatê xwe da nesekinîne çawa niha.

-tu dema bext û çaranûsa kurda ewqas destê kurda da hîbye çawa niha...

Neyarên Kurd-Kurdistanê van ji kurda çêtir dibînin...Telik û mecalên wane berê yên xapandin û xiyanetê niha pak naxebitin.Em kurd gerkê qatî xwe û vê Kurdistana xwe bin, ku avê nekine dewla aþê piropaganda dijminên welatê xwe û nekevin telka wan.

Vê dewyê hinek tiþt dibin, kû mêriv nerehet dikin. Meriv difikire: „ Gelo dîsa Kurd...“

Van roja hinek malperên kurda da fizildûman rakirine derheqa „zindankirina Dr. Kemal Seyîd Qadir da.“ Ez wî camêrî nas nakim. Dibe neheqî jî lê hatye kirin?  Eger usa be, ez bawarim rêvabirya Kurdistanê wê zûtirekê wê pirsê  çareserke.

Lê tiþtek heye gotî em rind bizanbin û bêwede nekin hewar-gazî. Niha seva demezirandina Kurdistana Baþûr dema derbazbûnê ye. Sazyên nû yên rêvabirin û dewletbûnê çê dibin, sîasya der û hundur tê destnîþankirin, qirar û qanûnên dêmokratîk tên demezirandin, bijartin çê dibin, pirsa çaranûsa gel safî dibe. Demên wa yên derbazbûnê da, dijmin û xêrnexwez ku nehêlin ew pirosês pêjda here,  rêvabiran, yan destanîn û karê kirî çevên gel û cihanê da reþkin, pirobilêm û tevlihevyan çêdikin, pirovakasyon û sabotajên cûrbicûr dadixin. Dîrok nîþan dide, kîderê zû û wededa  pêþya bûyarên usa digrin, wan vala derdixin, paþê serketin rehet dibe. Pêwîste, nokarên neyarên kurda, wededa bersîva xwe bistînin, anegorî qanûnan bêne cezakirin... 

Hinek pirobilêmên navxweyî yên biçûk jî ku meda çê dibin gotî zû bên çareserkirin, nehêlin ji „mala“ me derên, bivne benîþtê devê neyar û nexwezan. Niha dem pir nazik e, çevê cihanê li Kurdistana Baþûr e û mafê tu medyake kurdî tune dûrva heryê bavêjê û bive çevkanya þer û þiltaxan...

Bira heval nefikirin ku ez alyê desthiletdara me, dijî dêmokrasyê û azaya peyvê dertêm, na, vê demê, ku bextê gelê me li ser mêzîna sîyasya cihanê ye, gotî ji me her kurdîra çarenûsa Kurd û Kurdistanê ya here sereke û ji her tiþtî bihatir be...

Cendek pêþda, berî hilbijartina konflîkta dor hêza Îslamya Kurdistanê çêbûyî pir dilê min êþand. Kurda destê kurda zyan dît.Ya ewlin, bi texmîna min gotî her hewldaneke veqetandinê û bêtifaqyê (kê jî hebe) ji alyê gel va bi rastî bê dîtin û tûndî bê þermezarkirin. Vê roja bavo-bavoyê yên gelê xwe ra nînin, astengya li ser rya azaya wê çê dikin gerekê wan bidine femkirin ku cîyê wan nav gelda tune. Ya duda jî gerekê destê wan evda bê girtin yên bêtifaqyên dikin meine û konfilîktên birakujyê çê dikin...Ew herd alî jî bin defa dijmin da direqisin.

Gotî nekevin pey dijwerî û tengasyên heyî, bi gotin û sozên der–doraye derew e vala, alîkarya wan (jera xiyanetê) neyên xapandin, rind zanibin paþîroja gelê kurd, serketina vê gav axa pîroz  va girêdaye...

Pirsek jî ku pir min dêþîne û pir acizim ew pirsa domandina herd  hukumatên kurdistanî ne... Y a h o, heta kengê ev dûalîzma bêrûmet wê berdewam bike... Çevê me wê rê da av birî, heyran! Bû çi, ku çareserîk jêra nayê dîtin ? Çîye, kursyên wezîrtyê bextê  Kurdistanê bihatirin?

Tirsa min ew tirse, ku dibe rojek bê ev dûalîzm bive kevirekî giran û bikeve ser rîya yekîtya fêdêrasyona Kurdistanê...

Îro çevê temamya kurdên cihanê li qewimandinên Kurdistana Baþûrin. Rojneme, kovar, malper, radyo, têlêvîzyon bi gotarê derheqa Kurdistana aza da dagirtîne. Her kes dinivîse. Li rex peyva rast ya bi qîmet, pesindayîn, payî, gotinên valaye þîrin, dirûtî, gevezetî, devpenî, qelpîtî, wa gotî amintya xwe nîþandan jî pirin...

Gerekê kes ji wan pesin, paya û mezinkirnên derew nexape, rehet nebe, rêya berbi azayê hê nû dest pê bûye, pir dijwer û dirêj e. Her kurdek, ji rêvabirên sereke girtî heta kurdekî sadeyî weke min, gotî vê yekê bizanbe û çi cûreyî karibe bive parêzerê vê zaroka pêçekê, kîjanê ra dibêjin Kurdistana azad. Kîjan kurdê bikeve xiyanetê, gerekê cîyê wî ne erd hebe, ne ezman.

 

26. 12. 2005.

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org