|
Dr.
Eskerê BOYÎK
Pêvajoya wa çiqas xêre ewqas jî
xirave. Him serokatya Êzdyan, him jî meclîsa wê ya ruhanî bêtaqetin wî karî rêva bivin, merkezeke zanyarî nîne, pêþya wan çewtyan bigre, payê oldarên Êzdiyan, yên pirê jî, ku haj ayîna dîn hene, nexwendî ne. Nizanin çi lîstik ser bawarya wan tê kirin. Üsane zanestya bawarya êzdîyatyê jî ji alyê merkezeke zanestî va gerekê bê rêvabirin, nehêlin xeletî û nezanî hêlîna xwe tê da wî vîyê pîroz da daynin, bawarya suruþtîye wek ava kanyên zelal bi þik û derewan þêlûkin.
Vê demê fikirên yekkirina êzdîtyê û zerdeþtyê, ji bingeha kurdîtyê qetandina Êzdiyatyê, hinek fikirên çewte derheqa þexsyetên Xas û Babçekên vê bawaryê da, ku li nav civaka Êzdiya da nayên qebûlkirin gelekî tên nivîsar, girtûgohkirin. Çiqas jî, Êzdî dizîva yan eþkere, ji wan fikiran a’cizin, dîsa ew fikirana tên wekilandin. Eva bawarkî 30-40 sal e pirsa yekkirina Zerdeþtyê û Êzdîtyê rojava medya Kurda dernayê. Em rind zanin ku hineka bi zanyarî û bi zorê ew fikir kirne rojavê û çiqas jî xeletyên wê fikirê derdikevne ber çavan dîsa hinek „ nivîskar„ dinivîsin, ha dinivîsin. Zerdeþtî bawarîke Rojhilatê ye, oleke kevnar e pîroz e, ji pey xwe heykelên dîrokî yên giranbhaye zêrin hîþtine. Kitêba pîroz Avêsta maye... Ev hemû cîyê þahnazî û qimetên bilinin. Lê dîsa ne civaka Êzdyan, ne jî Zerdeþtî vê fikirê qebûl nakin. Ez oldar nînim naxwezim bikevme kûraya pirsgirêkê, lê min di nav wê civakê da jîyana xwe derbaz kirye û tucar ji tu oldarî, tu mezinekî êzdiyan navê Zerdeþt, navê Avêstayê û ew navên Avêstayê da têne gotin nebihîstye. Çiqas ez bi têkstên ola Êzdiyan ra nasim dîsa tu cîyan navên jorgotî nayên bîranîn...Erê, gelek tiþt di nav herd ola da mîna hevin, lê cudatî xalên bingehîn da nin. Pirsa din, ku civaka Êzdîyan pê dêþe , dîsa hinek nivîskar û lêkolînvanên eslê xwe va Êzdî û ne Êzdî, hîmbûyî li ser hinek melûmetyên dîrokî þexsyeta Þîxadî Ereba û musulmanyê va girê didin. Eva bi rû va tê bêjî pirsgirêk nîne ji bo Þîxadî jîyana xwe ya zanyaryêye herî gulvedanê da, bi rezadilî hatye nav Êzdiyan, bawarya xweTawisî Melek anye û bûye rêberekî wê olêyî herî mezin, sîmvola êzdiyatyê... Lê bin wê zelalyê da sirreke sergirtî veþartîye, rehê kîjanê ji dîrokê tên. Ku bêjin þexsyetekî musulman hîmê vê bawaryê danye, usane Êzdîtî oleke serbixwe, bawarîke kevn nîne þêwekî musulmanyê ye... Ya ewlin gerekê bê zanîn çevkanyên wan melûmetîyan ji ku tên, çine... Ew ji nav ulmê dînê êzdiyan, bîranîna vê civakê tên yan ji nivîsarên xêrnexwezên vê bawaryê da hene? Eyane ewê ew melûmetî pey xwe hîþtine hîmlî nexwez û neyarê êzdyatyê bûne, oldare ereba bûne, meremê wanî hîmlî ew bûye, bi çi cûreyî dibe bira bibe, gelên wê heremê nav cihana Ereba da bihelînin. Wê demê êzdyatî jî Kurdistanê da li ser rêya wan kelemekî herî mezin û sert bûye. Usane her nivîsarên ku ser Êzdiyan û êzdyatyê hatine nivîsar gerekê wek “rûnê helandî „ neyên qebûlkirin. Gotî bi þik û zanyarî nêzîkî wan çevkanyan bibin. Ji lêkolînkirina nivîsarên derheqa Þîxadî û ulmê êzdiyatyê ez hatime ser wê bawaryê, ku Þîxadî þexsyetekî Kurdî dîrokî, bi koka xwe va Êzdî bûye. Dinivîsin, ku Þîxadî li gindekî Libinanê Betfar (kurmancî Kune Miþk) hatye dinyayê, xortanya xwe da çûye Bexdayê, li cem zane û fîlîsofên bi nav û deng xwendye, wek zanyar, xwedênas, dewrêþe helbestvanekî wê demêyî mezin hatye naskirin paþê vegeryaye Þamê û paþê hatye Hekarye nav Êzdiyan, usane, dinivîsin, ereb e û musulman e... Vira pirs pêþda tê çima hatye Þamê û ji wura jî nav Êzdiyan? Bi texmîna min nêzîkî rastyê ye ku wê demê Þamê da yan nêzîkî Þamê civakeke Êzdiyaye mezin hebûye, Betfar jî ku pir dûrî Þamê nîne gundekî Êzdiyên koçber bûye. Þîxadî wek dewrêþ, fîlîsof û þexsyetekî naskirî, bi bîr bawaryê êzdîtayê vegeryaye nav civaka xwe û ne tenê, tevî komek qewm û hevalbendên xwe diçe Hekaryê li nav kûraya Êzdiyan. Xuyaye wê demê lîstik û xeterên mezin li nav dorpêça nexweza da, li ser vê civakê û vî dînî hebûne. Þîxadî haj wan hemya hebûye. Wekî dijî wan lîstik û xeteran bigre, hed û seda ku berê da fikirî bye, li nav Êzdya da datîne. Ew hed û sed usa bi aqilî û hostatî hatine danîn ku eva devedevî 8-9 sedsalan e bûye sûreke pola dora êzdîyatyê û heta îro jî dijî zor û zulma xêrnexwezan vê civakê diparêze. Eger Þîxadî Ereb bûya, ewyê kurmancî (zimanê Êzdiya) nizanbûya, tucar wî û Êzdyan ji hev fem nedikirin û hev qebûl nedikirin. Eger Þîxadî musulman bûya, wê biçûya li nav musulmana hîmê terîqeteke nû danya, çawa hinek hevalên wî kirin, paþê jî bi qanûnê îslamê evdê musulman ku ji ola xwe dertê, yan lê dûr dikeve qetla wî helale. Di wê dewrana olperestya hiþk da kuþtina evdekî wek Þîxadî musulmanyê ra dijwer nî bû. Lê ji dîrokê xuyaye Þîxadî derengya kaltya xwe, bi emrê Xwedê kiras guhertye. Navbera wî û gelek þexsyetên musulmanyê yên bi nav û deng pir xweþ bûye, gelek Þêxên musulmanan ku sirr û kiryametên wî bivînin hatine Laliþê mêvanya wî. Rojhilatzanyê da û evdên bawaryê din ra Þîxadî wek þexsyetekî dîrokî ye ,weke gelek þexsyetên din. Rastya Þîxadî, þexsyeta Þîxadî tek Kurdên êzdî ra pêwîste, ji bo bi dewrana ew ne ku tenê wan ra simvola hebandinê bûye lê ew gîhandine asta meleka û Xwedê. Ew kirine ala here jorîn û pey çûne. Usane, wê bawaryê bi fikirên bê hîm û ne cîda nava evdên Êzdî da gerekê nekine bin þikê. Pêwîste, zanyarya êzdînasyê bîranînên civaka Êzdî derheqa Þîxadî da ,tev ulmê bawarya êzdîtyê bikine hîm, bi melûmetyê dîrokîyî yên nêzîkî aqila, þexsyeta Þîxadî binirxînin, ku þikê dilê bawarmenda da pêþda neynin û dewya wan bi fikirên nerast sexte neyê þikênandin. Niha pirsgirêkeke êzdîtyê ya gelekî êþ û piroblêm, ku bûye sebebê bêtfaqyê û jihev femnekirinê ew pirsa gelo Êzdî Kurdîn yan na... Ev rastya bê þik e kurdeyatya Êzdiyan timê demên dîrokî, ku gelê Kurd bi tifaqê, yekîtyê kare pirs û pirobilêmên xwe çareserke, neyarên kurdan vê pirsê tînine meydanê. Bi texmîna me dewya salên heyþtêyî, sedsala çûyî, heta niha tu tiþtî ewqas zirar nedaye civaka Êzdiyên, tifaq û yekîtya wan çiqas pirsgirêka Êzdîtyê-Kurdîtyê. Bi wê dubendyê mala Êzdyên Ermenistanê xirav bû. Niha jî li nav Êzdyên Þengalê da hinek bi vêdutîretyê bextê Êzdîxanê ra dilîzin. Eger serokatya Êzdiyan, hinek zanyarên naskirîva, hevkî bi dilêþî nêzîkî vê sextekarê bûna, bixwestana, karibûn zû dewyî vê dutîretyê banyana. Lê heta niha fikira wan e bi dil û rast derheqa vê pirsê da min nebihîstye... Çima? Ez nizanim... Niha dem hatye û mecal jî hene, ku êzdînasyê wek beþekî kurdzanyê bê danîn li ser hîmê zanestya esil. Ne ku kê rabe, çi fikir serê wî ra derbazbe (êdî ez derheqa nezanya zimên da nabêjim) bi texmîna xwe vê derheqê da binivîse, yan bi xêrnexwezyê û neyartyê dutîretyê bike nav gelê Kurd, nivîsar gerekê encamên lêkolînên zanestî bin û bivin hevîrê tifaq û yekîtyê. Gerekê rê nezanyê, lîstikên xêrnexwezan bê girtin. Derheqa
vê fikirê da wedeye hukumata Kurdistana Baþûr, serokatya Korî Zanyarî
Kurdistanê, Merkez Laliþ (Dihok), serokatya Êzdyan (civakî û ruhanî),
Komelên Êzdyan yên Ewropayê û Rûsyayê bifikirin. Wedeye merkezeke ÊZDÎNASYÊ
ya rêk û pêk bê demezirandin. 07. 03. 2006
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org