|
Eskerê
BOYÎK FERMAN
E
Ji bo komkujya Þengalê Ferman e, dayê ferman e, bavo ferman e, Komkujîke giran e, Dîsa fermana serê me Êzdiyan e, Þengal diþewite, Xûn û hêsir tev diherikin Qubê Laliþê reþ girê dan e, Agir li dilê me ketye
Hewar hey hewar, hewar hey hewar Þengal Kurdistane. Na, negrî bira, negrî dayê Em ketine destê qetil-qana
vê dinyayê, Erd
diþewite, cihan teng bûye, Rastî
ker û kor bûye, Kes hewara Êzdya nayê Negrî bira, negrî dayê.
Ferman e, dayê ferman e, bavo ferman e Ferman nîne qetlyam e, Nalîna birîndara, zarezara sêwyan e, Keç û bûka kezyê xwe jê kirine danîne ser meytan e, Cî û war wêran bûne, gund û þên tev hilþyan e, Ezdî dîsa tev êþ û azara xwe tenê man e… Agir li dilê me ketye Dibêjin ne av e, ne nan e, ne derman e Hewar hey hewar, hewar hey hewar, Þengal Kurdistan e… Na, negrî bira, negrî dayê, Þîn û girî Þengalê nayê, Ware þêr û pilingan, kela berxudana hezaran sala, Kelemê çevê xweyin
- neyaran Van wewîk û reþêlara neyê rayê, Negrî
bira, negrî dayê… Ferman e, dayê ferman e, bavo
ferman e Ferman nîne qetilyam e, Êzdîxanê da þîn e, þîna
giran e, Mêrxwes û egît lihev civyan
e, Dest
tewar kirine, ji qehrê difetisin, metel mane Nizanin çawa xûnê bi xûnê
paqijkin Ku ev zulm bêheyf nemîne… Hey wex, bavo, hey wex dayê, ev
çi agirzeman e… Hewar, hey hewar, hewar hey hewar, Þengal Kurdistan e, Na negrî bira, negrî dayê Em sond duxun: em bi Laloþa Nûranî sond duxun, Heta êzdîk hebe
li dinyayê Þengala êzdiyan bê Êzdî nabe, Þengal xelkêra namîne, namîne dayê. Negrî, negrî bira, negrî dayê… Ferman e, dayê ferman e, bavo ferman e Ev ferman nû nine, ya heftê û sisyan e Komkujîke giran e… Hezar salin ser sere me ev qetilin û ev qan e. Ev neheqî û xezeb, ev weþitya
wêran e… Xûna zar û zêçên me wanra buhuþt, wanra axert-îman
e… Edî li ber
çwvane Kê ne qetl, kê ne we’þ, kê ne dêw, kê kafir Û kê jî mexdûr û qurbnê wan e… Þengal diþewite, Agir li dilê me ketye Hewar hey hewar, hewar hey hewar Þengal Kurdistan e… Ferman e, dayê ferman e, bavo ferman e, Þengal diþewite Nalîna birîndara, zarezara sêwyan e, Keç û bûka kezî jê kirine danîne ser cangoryan e, Çyayê Kurdistanê reþ girê dan e, Xûn û hêsir tev diherikin, Agir li dilê me ketye, Hewar
hey hewar, hewar ferman e Þengal
Kurdistan e… Kurdistan jî birîndar û wêrane, Dest van neyara da þermezar û perîþyan e… 20. 08. 2007. |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org