Çend Fîkîr Li Dor Helbestvanîya Cegerxwîn
ya Welatparêzîyê
Dr. Eskerê Boyîk
Bi bawarîya min
helbestvanîya Cegerxwîn ji HEWARa bi nav û deng dest pê dibe.
Kovara HEWAR rêça
xwe, ya kûr û dûr di nav çanda gelê Kurd da hîþt û çiqas dem derbas
dibe, ew rêç bêtir ferih û ronayî tê xanê. HEWAR bû medresek, bingehek,
rênîþek ji bo pêþxistin, dewlemendkirin û xwenaskirina mejûyê rewþembîrîya
Kurdî. Bû kanîyek, ji wan kanîyên çîyayên Kurdistanê, yên gur û avxweþ,
pirav û avzelal, ji kîjana çem û cew kiþyan, bûn Erez, Dicle û Ferat,
herikîn berbi warên welêtê perçekirî, ketin dilê her însanekî netewa
Kurd. Li ser rîya gel, ya bi zemetê dijwar, ji bo xweparastin û xwenaskirinê
bûn ruh, ronayî, kel û hêvî...Û niha jî, rewþembîrên Kurd bi ava wê
kanîyê tîbûna xwe ya çandî, zanîstî, ruhî diþkênin, jê hîn dibin û
dema dikevin tengasîyên zanîstîyê, ber bi HEWARê dibezin...
Wî halê
Kurdistanê yê teng da, dema dagerkiran bi zulm û xezeva xwe, welatê Kurdan
ji gelê Kurda ra kiribûn zindan, sîyasîya tunekirin, kokbirkirinê dimeþandin,
li ber çavê cihanê her dewlemendîyên gelê Kurd: dîrok, ziman, çand, heta
nav û heyîtya wî jî înkar dikirin, HEWAR hate hewara gelê xwe...
Ji pey qewimandinên
Sivêrê û Lozanê yên dîrokî ra, Kurd bi nemamtî hatibûne xapandin. Welatê
wan perçe - perçe bûbû, nerazîbûn û serhildanên Kurda li nav xûnê da
hatibûn pelçiqandin, welat wêran kiribûn, xelk li nav tengasîyên aborî,
civakî û bin nîrê neheqiya miletçîyên dagerkir da bûn. Kurdistan, xasima
ya Bakûr, li bin zulma kemalîzmê da bûbû cîyê girtin, sirgûnî, kuþtin,
rev - bez, xelayî û nexweþîyan.. Asîmîlekirin û ji holê rakirina gelê
Kurd bûbû armanca dewleta Tirka ya sereke û eþkere...
Civaka Kurd jî
yekrû nî bû. Li nav eþîr û qebîlên fêodal da yekîtî, tifaq, hevgirtin
tune bû... Gel nexwendî, cahil, feqîr û þûndamayî bû. Piranîya zane,
rewþembir û dîndarên Kurda jî, çawa bi dewr û zemana usa jî wê demê bi
çand, ziman û ruhê dagerkiran hatibûne perwerdekirin û mîna wan difikirîn.
Yên welatparêz, pêþewitî û pêþverû jî yan darda kiribûn, yan hebs û
zindana da dizêryan yan revîyabûn xerîbîyê. Payê serekeþîr û dîndaran
jî ji bo kara þexsî, malbetî xwe didan alîyê dagerkiran... Dagerkiran jî,
ne bi tenê ruhî lê bi fîzîkî jî armancên ji holê rakirina gelê Kurd
danîbûn pêþya xwe.
Welatparêz û pêþewitîyê
netewa Kurd tê derdixistin, ku wê demê hêz, yekîtî û qewata Kurda, ya
anegor jî tune, ku pêþîya wê tofana neheq bîgrin. Ronakbirê mezin Mîr
Celadêt A. Bedirxan, digel birayê xwe Dr. Kamîran A. Bedirxan kovara xwe
HEWAR va, mîna helbestvanê Kurdî mezin Ahmedê Xanîyî, rahîþtinê pênûsê,
bi rîya rewþembîrîyê, zanîstîyê sekinîn dijî wê zulma dagerkiran û
gotin: "Em hene, Kurdistan heye, Kurdistan welatê me ye...Em in xweyê wî
welatî, wê çandê, wî zimanî, dîrokê, miletîyê..." HEWAR bû zanîngeh,
zîyareta Kurdewarî, ya heyîtîya gelê Kurd.
Kê li wê zanîngehê
ra derbaz bû, ji kanîya wê, ya zanîstî av vexwer, kê li ber wê zîyareta
Kurdbawerî bi zarê dayka xwe due´a kir, bûn sondxwarîyê parastina navê
gelê xwe, bi bîr û bawarîyê here bilind jiyana xwe pêþkêþî azadîya
gel, welêt û pêþxistina çanda wê kirin. Bawerkî teva jî, xerîbîyê da,
tengasî, zor û zemetê jîyanê dîtin, hebsa û sirgûnîyê da zêryan,
bextewarîya þexsî jî para wan neket, lê tucar ji wê rîya pîroz
derneketin: Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qadrîcan, Nûredîn Zaza, Qedrî Cemîl
Paþa, Ehmed Namî, Hesen Hiþyar... Navne qedirgiran û hizkirî li nav netewa
Kurd da...
Gelo ev navdarên
Kurd li dora Celadêt Bedirxan necîvyana, jêra nebûna alîkar, HEWARê bibya
ew xizna rengîn û zengîn? Yan ew rewþembîr mekteba HEWARê derbas nebûna,
wê bigîhîþtana wê zanestîyê, bawarîyê, bilindayê, welatparêzîyê û
naskirinê? Dijwar e mirov wê bersîvê bide... Mîr Celadêt Bedirxan mîna sêrbazkî
bi þivka xwe ya qudretî ew ruh û ronayî, ew kel û agir tev gîhandin hev û
mora xwe, ya heyîtîya gel li dîroka me, sedsala bîstan xist...
Dr. Nûredîn
Zaza di derheqa Osman Sebrî da gotîye: Þagirtê zimanzan û ronakbîrê Kurd
Mîr Celadet Bedirxan bû, li ber destên wî hînî zimanê nivîsandinê bû
û ji ber zimanê axaftinê baþ dizanî, zû jî hînî zimanê nivîsandinê bû.
(Kovara PIRS, hej. 6. 1998)
Bi
texmîna min evê fikirê mirov kare derheqa wan rewþembîran tev û usan jî
di heqê Cegerxwîn da bêje.
Cegerxwîn
yek ji wan sê helbestvanên Kurdê mezin bû, yên bi zaravê kurmancî dinivîsîn
(ew, Osman Sebrî û Qedrîcan), ku ji HEWARê dest bi gavavîtinen xwe yê
helbestvaniyê kirine û li nav edebîyeta gelê xwe da gîhîþtin bilindaya
neteweyê...
Cegerxwîn
gelek helbestên xwe dîyarî HEWARê, xweyê wê Mîr Celadêt û hevalên xwe,
yên wê demê kiriye, qîmetekî bilind daye karê wan. Ew HEWARê nav dike
"gulistana zarê me", "bistanekî berxweþ û zûgiha" û di
helbesta JÝ HEWARÊ RA (Kitêb I, rû. 141) derheqa xweyê wê da wa dinivîse:
Li
ber wê heye baxçevanek mezin,
Þahinþah û paþa ye ew xwendekar.
Serefiraz
û comerd e ew baxçevan
Didî her kesî wî berê abidar.
Qelen
kêm û erzan e pêsed qirûþ,
Bixwazin ji Alî Celadet bi xar.
Helbesta PÊNCÝKA MÝN Û ZÝBÊRÊ KURD da (Kitêb I, rû. 162) derheqa Celadêt
Beg da wa dinivîse:
Ey
þehê alîcenab, wey hakim û bextiyarê Kurd,
Wey Þerefxanê cihan, wey bingehê hewarê Kurd,
Kawisê zêrînkulah, wey Ristemê serkarê Kurd,
Serwerê alîcenabê qewmê Kurd, xemxwarê Kurd,
Baîsê fexrê gerohê miletê xembarê Kurd.
Kovar halekî aborîyê yê pir dijwar da dihate weþandin. Helbestvan bang li
gel dike ku kovara xwe xweyî derkevin:
Hewar
e hey hewar e, çiman wusan dinalî,
Seyd heyf û seyd mixabin bê zîv û zêr û mal î...
(Kitêb
I, rû. 144, ji helbesta JÝ KÝRYARÊN HEWARÊ RE).
Her
demê rewþenbîr û rewþenbîrîya Kurdî li nava halê aborîyî dijwar da
karê xwe meþandine, dewlet tune bûye, gel kesîb, nezan û nexwende bûye. Yê
hevkî zane jî bi zimanê cînara hatibûne perwerdekirin, kurmancî nizanbûne...Hindik
xweyî kovarê derneketine. Li wî halê dijwar da jî HEWARê bi rewþenbirên
dora xwe va, bi rêvabirina xweyê dûrbîn û zanyar va gelê Kurd ra bûne
ronaya geþe heta hetê...
Cegerxwîn
helbestine delal dîyarî herd helbestvan, hevkarên xwe yê HEWARê Osman SEBRÎ
û Qederî CAN kiriye, qîmetekî hêja daye helbestvanîya wan.Wan jî bi
helbest û nivîsarên xwe da poêzya hevalê xwe bilind qîmet kirine
Ez
dijî wan lêkolînvana me, ku ji alîyê bilindaya helbestvanîyê da qîmetê
mezinayê didine ji wan yekî yan yê din. Her yek ji wan di warê xwe da, alîyên
tebyetmendîyên xwe yê helbestvanîyê, bîr - bawerî, cûre, kûrayî ,
teqil û bi hêzbûna gotina xwe va helbestvanê cuda ne û dijwa re efrandinên
wan himberî hev bê kirin. Lê tiþtek eþkere heye û tu kes nikare înkar
bike, ku nav û deng, berhemên Cegerxwîn zeftir li nav gelê Kurd da belabûyî
û naskirî ne...
* * *
Dema
mirov kovara HEWAR vedike û rûpelên wê dinhêre, dibîne ku kovar bi
helbestan dagirtî ye. Navê pir helbestnivîsan, li nav wan da usa jî navên
navdarên me yê wek Osman Sebrî, Qadrîcan, heta Celadêt û Kemûran
Bedirxanan jî bi xurtî kovarê ra derbaz dibin… Lê nav û berhemên wan tu
kesî ewqas di nav gelê Kurd da bela nebûne, nehatine naskirin û hiskirin, çiqas
yê Cegerxwîn.
Çima
gel Cegerxwîn bi carekê va hemêz kir? Sebeb çi bûn?
Cawa
pirsê pir rehet e û li ber çava ne. Cegerxwîn lawê gel û sondxwarîyê
azaya wê bû. Ji dilê evdên zêrandî diaxivî, kul û derdên wan distira,
destê xwe danî bû li ser birîna gel, bû dengê Kurd û Kurdistanê,
hizkiriyê xwendevana.
Nalînek
tê guhê min, lê winda û nihan e,
Agir berda dilê min, tev bû pêt û dûxan e,
Barek da ser milê min, lê barekî giran e,
Dane ser hev kulê min, hemî derd û bela ne.
Dengê kê ye dinalî, nalenala welat e,
Dikî gazî,dikalî abin çaxê xebat e,
Kurd û zaz û celalî, tev de çêkin civat e,
Kes xwe nedin vî alî, îro roja felat e.
Xortên
Kurdan þîyar bûn, guh nadin van nemerdan,
Bav û kalê me rabûn hemî mirin ji derdan.
Derdên li wan giran bûn, îro li me çi ser dan.
Ne wek bav û bira bûn, yara xwe ji dest xwe berdan…
(Kitêb
I, rû. 18, ji helbesta DESGÝRTÎYA XORTAN).
Gelo evdekî Kurd hebe ku ev peyv, ev xet û fikir nêzîkî dilê wan nîbin…Helbestvan
bi dilovanî û welatperwerî hestên gelê xwe, yên here nazik ra axivî.
Ji
bona her kesek yarek heye ê min welat yar e
Belê, çi bikim di destê dijminê xwînxur û xeddar e
Çiqas
pesnê giran bêjim, nikarim ez bidim zanîn
Çeleng û nazik û þeng û þepal û þox û cebar e
………………………………………
Evê soza min û dilber eger bimirim di vê rê de
Ji vê dinya xweþ û þêrîn Cegerxwîn jî, ne bê par e.
(Kitêb
I, rû. 300, ji helbesta EVÎNDARÊ WELAT ÝM).
Cegerxwîn
di kûrma agirê tevgera gelê xwe da mezin bû, gîhîþt. Sekinî alîyê xelqê
bindest û zêrandî, bi helbestên xwe yên bi hêze zelal nîþan da sebebên
xizanî û bindestîya wan. Her xeteke helbestên wî bang in ji bo hiþyarbûnê,
xwenaskirinê, þerkarîyê, azadbûnê dijî zordarên der û hundur.
Ey
dil li qiraxê çemê Amed rûnê sergerdan,
Rind çevên xwe veke, tamaþa ke welatê Kurdan.
Li bajarê Amed çikandine çend sêpî,
Bi wan ve daliqandîne cindiyê zazan.
Li alîkî tac û teylesan bê xwedî ne,
Li alîkî kolosên kevej ketine bin lingan…
Ji berîka xwe destmalekê derxe û çevên xwe,
Paqij ke, ji wan hêstirên xwe wek tav û baran.
………………………………………..
Ax birano, ez nexweþ im, nexweþê welatê xwe,
Derdê min jana zirav e, serxwebûn derman.
(Kitêb
I, rû. 64, ji helbesta DE BÝGRÎ LÝ SER TAC Û SERA).
Li
nav wan rewþenbîr û welatparêzên ku dora komela XOYBÛN û kovara HEWARê
civyabûn Cegerxwîn yê tek û tenê bû, ku ji nav gelê sade, maleke gundîyê
kesîb derketibû, zor û zemetîyê jîyanê, birçîbûn, tezîbûn, zordestîya
hukumdarên der û hundur dîtibû, sêwî mezin bûbû. Hevalên wî yê qelemê
tev lawê axa, bega, serokeþîra, dîndarên dewlemend bûn. Rast e, halê wan
jî wê demê ne tu hal bû, ew û malbetên xwe va jî ji alîyê dewletê va
hatibûn sirgûnkirin, zêrandin, pelçiqandin, li nav tengasîyê aborî, sîyasî
û civakî da bûn, lê ew usan hatibûn perwerdekirin ku nikaribûn mîna
Cegerxwîn bi hêsanî biketana li nav civaka evdên sade, pale, cotyar û rêcber
ra: kul û derdên wan bizanbiyana, pirsgirêk û nakokî bidîtana.
Cegerxwîn
bi xwe li nav wê civakê sade da bû. Dema kete medresa olî ew civak, bi
tengasî û pirsgirêkên xwe va li ber wî bêtir ronayî bû.
Cegerxwîn
êdî xortekî têgîhîþtî bû, ku medresa olî da dest bi xwendina xwe kir.
Di wan medresan da feqeh tevî zanebûnên dînê îslamê usa jî cem melayên
welatparêze zane, dîroka gelê xwe ya dijwar ra dibûn nas, li nav bîr-bawerîyên
Kurdewarîyê ra derbaz dibûn, berhemên helbestvanên Kurde mezin û nirxên
helbestvanîya gelên rojhilatê re dibûn nas. Gerekê bi heqî bê gotin gelek
medresên Kurdistanê merkezên zanistîya ziman, dîrok, edebîyat û medenîyeta
Kurdî bûn, cîyê Kurdayetîyê û welatparêzîyê. Þêxmûsê feqeh
efrandinên Melayê Cizîrî, Feqihê Teyran, Melayê Bateyî, Ahmedê Xanî û
gelek helbestvanên Kurdên berî xwe, di wan medresa da mihand, ji wê kanîyê
av vexwar û li ser mîrata wane dewlemend qesra helbestvanîya xwe ava kir… Lê
ew çiqas pey tiradîsyayên helbestvanên meye kilasîk çû, emê paþê li
ser wê pirsê rawestinin…"Melayê Cizîr deryak bû, ku min tasek av jê
vexwariye",- helbestvanê mezin paþê bi xwe nivîsye.
Salên
xwendina medresa da ew bi temamî ket nav cihana zargotin, erf- edet, rabûn- rûniþtandinê
gel, civaka dîndaran nas kir… Dît, ku ew civak jî, çawa dûrva tê xanê
warekî ewqas jî paqij nîne. Li rex mela û seydayên zane, welatparêz,
nezan, cahil, sextekar û heval - alîgirên hukumdarên zalim jî kêm nînin.
Wan salan ew bawerkî temamîya Kurdistanê gerya. Celadet Alî Bedirxan derheqa
wan salê Cegerxwîn da wa dinivîse: "Gelek neketin navê ew Þêxmûsê sêwî
û þivan bû feqeh Þêxmûs û çevên xwe li dinya zanistîyê vekir."
"Herwekî
di Kurdistanê de adet e, Þêxmûs her û her medreseyên xwe diguhestin. Piþtî
ko medreseyên deþtê de xwend, çû welatê Soran û jê gihaþtiye heta deþta
Lêhîcanê, di nav Kurdistana ecem da."
"Þêxmûsê
sêwî yê ko bi revê bû, bû feqeh êdî gîhaþtî bû rada seydatiyê. Wî
seydaê ko piþtre di nav Kurdan de bi navê Cegerxwîn deng bidaya." (Kitêb
I, rû 15, ji pêþgotinê).
Dema
Cegerxwîn peyayî meydana helbestvanîyê bû di dîroka gelê Kurd da wextekî
pir bi aloz û bi qewimandinan dagirtî bû. Herba cihanê ya yekemin, hilweþîna
împêratorîya Osmanîyê, ji nû va bi hovîtî perçekirina Kurdistanê, bi
alîkarîya axa, beg û dîndarên Kurda hatina kemalîzma miletçî li ser
desthilatdarîya Tirkyayê, gulvedana pantûrkîzmê, panîslamîzmê, înkarkirina
maf û navê gelê Kurd , serhildanên Kurda yê li nav xûnê da pelçiqandî,
serok, axa, beg û dîndarên welatparêze dardakirî, halê gelî nemir - nejî…Yekî
mîna Cegerxwîn nikaribû bi rehetî bisekinya û halê gel û wlatê xwe binhêriya…
Di
helbesta HEY QEHREMAN MÝLLETÊ KURD (Kitêb I, rû. 278) da dibêje:
Hey qehremanên milêtê Kurd þerme tu razî
Meydan bidî dijmin û li qada te bibezî
MÊRANE
RABÝN XORTÊN KURDNSTAN (Kitêb I, rû. 275) da dinivîse:
Mêrana rabin xortên Kurdistan
Dijmin tev girtin ev bax û bustan.
Helbesta
bi nav û deng KÎME EZ? (Kitêb Î , rû. 9) da êdî hewar û gazîya wî ye:
Kîme
ez ?
Kurdê Kurdistan
Tev þoreþ û vûlqan
Tev dînamêt im
Agir û pêt im
Sor im wek êtûn
Agir giha qepsûn
Gava biteqim
Dinya dihejî
Ev pêt û agir
Dijmin dikujî
Kîme ez?
Ez
im rojhilat
Tev birc û kelat
Tev bajar û gund
Tev zinar û lat
Ji destê dijmin
Dijminê xwînxwar
Xurt û koledar
Ji rom, ji fireng
Di rojên pir teng
Bi kuþtin û ceng
Parast, parast
Parast min ev rojhilat
Kîme ez ?
Þoriþa
Oktyabirê li Rûsyayê, ji alîyê bindest, karkir û gundîya va hilþandina
qesrên padþatî û desthilatdarîyên kevnare zordestîyê, bîr û bawaryên
sosyalîzmê, ku mîna hewake xweþ dihatin, digîhîþtin Kurdistanê jî, nêzîkî
ruhê helbestvanê azadîhiz bûn…
Van
hemya agirê welatparêzîyê yê gur û gewre di dilê Þêxmûsê feqeh da vêxistin,
ew kirin CEGERXWÎN, deng , îsaf û wîjdan, leþkerê azadîya Kurd û
Kurdistanê.
*
* *
Çawa
tê zanîn dîroka helbestvanîya gelê Kurd kevnar e û ji kûraya dewrana tê
(*). Hê di sedsalên 11 - 12 - an da li nav Kurdên êzdî da helbestvanên
xurt, yê wek Hesedê Al Tewrî, Xidirê Zênde, Pîr Reþê Heran, Pisê Cemî,
Þêx Fexrê Adîyan hebûne û berhemên wan heta roja îro jî wek qewl, beyt,
due´a, dirozgeh, bi gilîkî têkstên pîroz yê ola êzdîyatîyê têne
parastin û jîyana dîndarî û civakî da tên kêranîn.
Ew
berhem bi çap, serecem, teqil û kêþeya xwe Kurdewarî ne, bi serkêþa pênçaya
(tilya) xumarî hatine nivîsar ji helbestên erebî û farizî yê dema xwe
cuda dibin. Rast e di wan da bîr û bawarîyên dînê êzdîyatîyê, yê dema
Þîxadî û pey ra hatine dayîn, lê bi mijar, felsefe, cure, teql û naveroka
xwe va berhemên edebî yên giranbiha ne.
Ev
berhemên giranbiha nikaribûn hema usa, cîyê vala bihatana efirandin. Usa ne
berî wan jî helbest û helbestvanî li nav Kurda da pêþketî bûye.
Dîroka
dûr û dirêj da gelê Kurd gelek tiþtê xwe unda kirine, pir tiþt ji bêxweyîtîyê
hatine bîrkirin, gelek tiþt ji alîyê ola nû û dîndara va hatin heramkirin
û tunekirin, gelek jî li nav tarîya dîrokê û kelefên bêxweyî da veþartîne.
Ji
ber sedemên eþkere, ne ku tenê tiradîsyayên helbestvanîya Kurda yên
kevnar, lê usan jî berhemên helbestvanên jor gotî û tiradîsyayên
helbestvanîya zerdeþtîyê, helbestvanên Kurde sedsalên navîn ra bi fikira
temamî nebûn hîm, ruh û çavkanî… Helbet, helbestvanên Kurde sedsalên
navîn ji hinek bîr û bawarîyên gelê xwe yê kevnar jî nikaribûn xwe
xilazkin. Gelek tiþt jî ji derîya zargotina gel hildan, lê ew jî bi cure,
teqil û naverokê va bi ruhê dema xwe veguhestin, bîr û bawerîyên ola nû
kirin li nav wan…
Kurdzana
rûse eyan M. V. Rûdênko dema derheqa destana Selîm Silêman "ÛSIB Û
ZELÎXA" da dinivîse, fikireke wa dibêje: "Eva giþk nîþan dide,
ku edebîyeta Kurdî di peydabûna xwe da bi adebîyeta erebî, farzî, tirkî
û folkilora kurdî va girêdaye." (M. V. Rûdênko, YÛSÛF Î ZÛLÎXA, kûrdska
lîtêratûrnaya vêrsî, M. 1973. avtorêfêrat dok. dîs.)
Belavbûna
ola îslamê ra zimanê erebî, ji bo ew zimanê kitêba pîroz QURAN bû, gelên
ne erebe musulmanbûyî ra bû yê olî û resmî. Gelek
ziman di bin giraniya erebî da hatin pelçiqandin, bîrkirin. Ne ku tenê ziman
lê gelek gel û medenîyetên berî îslamê yên kevnar jî bêrûmet û bêqîmet
unda bûn...
Çiqas jî bi
sedsalan giranîya erebkirinê li ser Kurdan bi dijwerî hate meþandin, lê ji
bo îslambûna Kurda pir dirêj kiþand û dibe ew bû sedem, ku Kurdan mîna
gelek gelên din ziman û netewa xwe unda nekirin. Pêra jî li nav mîr, hakim
û dîndarên Kurd yê welatparêz da bere - bere hiþyarbûna hestên netewî
meydan hazir bû ji bo pêþdabirina çanda netewî.
Helbestvanîya
Kurda, ya kilasîk, çawa bûyareke dîrokî di sedsalên navîn da di medreseyên
oldar û qesrên mîr û hakimên Kurde welatparêz da dest pê kir û li ser hîmê
helbesta îranî û helbestvanîya ereba ya hevgirtî ava bû.
Ew helbestvanîya
kilasîk, warê kîjanê hîmlî Îran û Erebistan bûn, edebîyeteke pir
bilind û ecêb bi hunerî bû. Hostatîya helbestvanan digihîþte rada here
bilind. Bi zimanê bijare, zimanê maqûl û hakima, hukumdar û giregira dihate
nivîsar. Helbestên wan koçik û serayên þah, padþa û sultana , medreseyên
þêx û mela da dihatin xwendin û ew dixemilandin.
Wê dewrê sertacên
edebîyetê yê nemir xuliqîn, efrandinên usan ku qesra edebîyeta cihanê
niha jî dixemilînin. Wê helbestvanîyê hemû gelên rojhilata navîn kire
bin bandora xwe. Kurd jî, ku xelkekî wê heremê bû û musulman bû,
xwendin-nivîsandina wê erebî, farizî û osmanî bû, pêra jî bi xurtî
zimanê xwe diparast, nikaribû ji wê bandorê der bima.
Rast e li nav
dewrana da gelek ewledên gelê Kurd bi zimanên desthilatdaran efirandine, ji
bo wan xebitîne, dîroka wan xemilandine û hîmlî nav wan da helyane, hatine
bîrkirin . Lê hineka jî zimanê dayka xwe, kurmancîya xwe, ya þîrin li ser
her tiþtî ra girtine û bûne rûmet, serfinyazîya gelê xwe.
Rûpelên diroka
helbesta kurmancî ya kilasîk xemilandine: Elî Herîrî, Melayê Cizîrî,
Feqiyê Teyran, Melayê Bate, Ehmedê Xanî, Smayîlê Bayazîdî, Þeref Xan, Mûrad
Xan, Sîyêhpûþ, Axayok, Mewlana Xalid, Hacî Fetahê Hezroyî, Mela Yêhyayê
Mizûrî, Mela Xelîlê Sêrtî, Þêx Evdilrehmanê Taxê, Þêx Nûredînê
Berfikanî, Mensûr Gergasî, Bekir Begê Erzî, Pertew Begê Hekarî, Þêx
Mihmedê Hadî û gelekên din.
Bi texmîna min
edebîyeta Kurda ya kilasîk hê bi edebîyetzanîya zanyarî û xurt nehatiye lêkolînkirin,
analîzkirin û qîmetkirin, her helbestvanekî cîyê xwe, yê layîq li nav dîroka
edebîyeta gelê xwe da negirtîye. Xebatên edebiyetzanîyê da tek navê
hineka têne bîranîn. Ya lape baþ, çend peyv derheqa cîyê dayîkbûn û jîyana
wan da tê nivîsar, lê kar û berhemên wan çi bûye, çi kirine, ew cîya
vekirî û vala dimîne, ji bo wê karê jî pir kêm xwendevan haj berhemên
wan hene.
Di nav navên berî
CEGERXWÎN, yên jorgotî da, (yên bi zaravê kurmancî nivîsîne) hostên
helbestê yên here mezin, nav û berhemên kîjana mirov kare bê þik dayne li
rex helbestvanên rojhilatê yê here bi nav û deng, Melayê Cizîrî, Feqiyê
Teyran, Mela Batê û Ehmedê Xanî ne...
Ji van her yekî rêça
xwe ya xisûsî li nav edebîyeta Kurda ya kilasîk da vekiriye û ewleda ra hîþtîye.
Qîmetê mezinî layîq ne ku tenê edabîyetzanîya Kurda daye wan, lê ji alîyê
zanyarên bîyanîya va berhemên wan bilind hatine qimetkirin. Mînak,
rojhilatzanê dinê eyan, Kurdzan Î. A. Orbêlî dema derheqa Ehmedê Xanî da
diaxive, li nav diroka edebîyeta rojhilata navîn da sê nava ji bîr tîne: Fîrdewsîyê
Faris, Þota Rûstavêlî yê Gurc û Ehmedê Xanîyê Kurd, wan hersêk
bilindayê helbestvanîya rojhilatê dide rex hev.
Avakirina helbestê
li cem Melayê Cizîrî digîhîje pêlka here bilind. Helbesta wî da rîtmovka
der û hundur, ewaz, reng, teqil û întonasya bi lîrîzma evînê, ya bêqisûr
li hev têne hûnandin û dibin yekîtîke suruþtî. Helbestên Cizîrî cûre
û serecemên xwe va hevgirtî û bêqisûr in, xezna peyv, dîdem, nexþ û nîgaran
e. Ew dengbêjê evînê ye, li cem wî evîna paqije here bilind, evîna Xwedê
ye. Zimanê wî yê koçik û serayê padþa û hakima, medresê þêx û mela
ye.
Helbesta Feqîyê
Teyran jî mina ya Melayê Cizîrî hevgirtî, xemilandî û kûr e, lê tê bêjî
bêtir nêzîkî za dikeve û ruh dide dîdeman, reng û nexþan. Huba wî îsanî
ye. Zimanê wî sivik e, nêzîkî yê gel e. Ewe menî, ku helbestên wî li
nav gel da gelekî bi zar belav bûne... Hostatîya helbestvanîyê da ji Cizîrî
dadixe.
Melayê Batê bi
MEWLÛDA xwe ya kurmancî va eyan e. Ji alîyê helbestvanîyê, felsefê, xwedênasîyê,
zanyarîya Îslamê da Mewlûda wî efirandineke giranbiha ye. Bi texmîna min
meznayîke vî helbestvanî jî ew e, ku dewsa mewlûda erebî, mewlûda kurmancî
anî meydanê, bi wê xweyî zimanê gelê xwe derket. Zimanê Mewlûda kurmancî
zimanê gelê sade ye...
Ehmedê Xanî
yekem ronakbirê Kurdî mezin bû, ku bindestî û feqîrîya gelê xwe li nav
dorpêça gelên musulman da texmîn kir û gîhîþte zanyarîya xwenaskirina
miletîyê. Fikira sazkirina dewleteke miletîyê bi zimanê Kurdî, pêþxistina
Kurdewarîyê pêþda kiþand, pêwîstîya "padþakî" Kurd seva gelê
xwe dît.
Celadêt Alî
Bedirxan derheqa Xanî da wa dinivîse: "Xanî ew mirov e, ko gava xelkê
Ewropayê hevûdin ji bo dozên mezhebî dukuþtin, li miletê xwe hiþyar bûye,
dil kiriye û xebitiye miletê xwe jî hiþyar bike û wî bigîhîne azadî û
serxwebûnê." (HEWAR,
N 33, rû 9; sal 1941.)
Xanî
fîlosof , felsefa wî kûr û pirqet e, ya jîyan, evîn û heyîtyê ye. Evîndarê
cemal û cîwanîya Xwedê ye. Helbestvanîya wî bi çap û pîvanên hunermendîya
bilind û bê qisûr hatiye hûnandin. Mem û Zîna wî bi temamî Kurdewarî
ye. Zimanê wî bi peyvên kurdî, erebî, farizî hev vegirtî pir giran
e…Bawerkî zimanê tu helbestvanekî Kurd ewqas giran nîne çiqas yê Xanî,
xasma di destana Mem û Zînê da.
Xanî
jî tesewûfê da mîna helbestvanên Kurde jorgotî sofîkî musulman e.
Dîroka
helbesvanîya gelê Kurd, xazma ya kurmancî nîþan dide ku berî Cegerxwîn
helbesta Kurdî rêke dûr û dirêj derbaz bûye. Ji pey wan heçar helbestvanên
gewre yê sedsalên navîn ra, meydana helbestanîya Kurdî heta niha jî vala
ne maye, gelek helbestvan hatine - çûne, lê di nav wan da Cegerxwîn
helbestvanê herî bi nav û deng bû, ku mora xwe helbestvanîya Kurdî ya
sedsala bîstan xist û eva bawerkî ji heftê salî zêdetir e li ser zarê gelê
xwe bûye kilama xwenaskirinê, berxwedanê, azadîyê, bûye îsaf û vîjdanê
gelê Kurd.
*
* *
Ehmedê
Xanî bi dûrbînîya xwe, di dema xwe da zordarî û neheqiya herd împêratorên
dagirker, yên welatê wî li nav xwe da pare vekiribûn, li ser gel û welatê
xwe dît, qezya li ser ruh, ziman û çanda netewa Kurd texmîn kir û bi
temamya hêza xwe rabû dijî wê neheqiyê. Dît, ku ewledên gelê Kurd, yên
zane û xwendî ziman, çand û medenyeta xwe ya netewî bêxweyî hîþtine,
xelqê ra xizmet dikin. Banga azayê kir, pêwîstîya padþa û dewleta Kurda,
çêkirina Kurdistanek serbixwe pêþda kiþand.
Gerdî
hebûye me padþahek,
Layiq bidîya xwedî kulahek,
Taîin bibûya ji bo wî textek
Zahir vedibû ji bo me bextek.
Ewî
qelsî û kêmasîya xelkê xwe, sedemên bindestîya Kurdistanê texmîn dikir,
ku ev gelê kevnar, xweyê dîrok û çanda mezin, ev gelê mêrxas eger tifaq,
hevgirtin û yekîtîya wî hebe Rom, Ereb û Ecemê jî jêra "xulamtiyê"
bikin. Yanê çawa gelê Kurd wan ra xizmetê dike, usa jî wanê xizmeta Kurda
bikira.
Gerdî
hebûya me îttfaqek,
Vekra bikira me înqiyadek,
Rom û Ereb û Ecem temamî
Hemyan ji me ra dikir xulamî .
Lê
gelî nezan û nexwendîye, tarî û xewa dewrana da ne, bêtifaq û bêserî
ye, ziman û çanda wê jî ji alîyê dagirkirên ruhî va hatine bêrûmet û
bêqîmetkirin, ew dewa pêþxistina zimanê Kurdî, gulvedana çanda gelê xwe
dike, alîgir e, ku li nav gel da tevî edetên olî usa jî cejin, eyd û
erefatê Kurdî yê netewî, kevnar neyêne bîrkirin, bên pêkanîn. Gelo MEM
Û ZÎNa nemir da nitirandina cejna NEWROZê û bîr xistina gelek eyd û erefatên
Kurda yê kevnar þedetiya wê fikirê nînin? Ew mîna gelekên din efrandinê
xwe bi zimanê dagirkir û serdestan nanivîsî, bi kurmancîya xwe nivîsî, ku
xelk nebêjin Kurd "bê esil û bê kitêb in".
Da
xelk nebêjin ku Ekrad
Bê merîfet in, bê esil û binyad,
Envayî mîle xudan kitêb in
Kirmanc tenê dibê hêsibin
Hem ehlî nezer nebûn ku Kurmanc
Eþqî nekirin ji bo xwe armanc.
Lê gelo çima ew bîr û bawarîyên ronakbirê mezin li nava xelkê Kurd da
bela nebûn, bi sedsala hatine bîrkirin? Çima li bin toza nezanîyê û perda olê, ya dewrana yê
giran da man? Çima heta dawîya sedsala 19 - an û destpêka sedsala 20 - î jî
kes negihîþte kûraya fikirên wî?
Xanî
bi dûrbînîya fikirandina xwe weke çend sedsala ji mîr, hakim, dîndar û
rewþembîrên Kurde dewra xwe dûr didît. Heta helbestvanên Kurdên berî
Cegerxwîn jî tênegîhîþtin fikirên helbestvanê nemir.
Wan
teva jî nikaribûn ji qalibê biratîya musulmanîyê, çarçova sofîzmê û
ji nav dîwarên helbestvanîya berê derên, xilazbûna gelê Kurd ji belengazîyê,
mezlûmîyê û bindestîyê di heyrana Mehmed pêxember da didîtin.
Cegerxwîn
mîna bahozê kete li nav helbestvanîya Kurdî (kurmancî), qeyd û bendên
dewrana, yên eþkere û veþartî þikênand, avît alîkî. Di qalibê
helbesta kilasîk da, ne tenê rîya Xanî berdewam kir lê li nav hidûdên
helbestvanîya berî xwe da nema, dîndarîya mizgevt û jîyana cîyê germe,
rehet qebûl nekir, nebû rewþembîrekî li nav çar dîwaran, dengbêjê
hakim, axa û began, derket kolana, gîhîþte civaka evdên karkir û mezlûm,
bû leþker, þervanê rîya azadarîyê, bû seydayê gelê xwe...
Seyda
ji Xanî fikira azadîya gel û welatê xwe hilda, ku xelk jê fem bike felsefa
wî ya kûre pirqet û zimanê wî yê giran da alîkî, ji Mele Batê jî zimanê
wî yê xelkê yî sade hilda, dewsa methê Pêxember nav û azadîya Kurdistanê
danî.
Ji
berî Cegerxwîn helbestvanê Kurd, payê pirê, mîna rewþembirên gelên din,
yên musulmane ne Ereb, xwe ra kiribûn xeyset efrandnên xwe da, bi fireyî cî
didan peyvên Erebî û Farsî.
Çawa
M. Emîn Bozerslan dinivîse: "Wan bawer dikir, ku kêranîna peyvên Erebî
reng û rû dide nivîsarên wan, rûmeta nivîsaran bilind dike û nivîsarên
wan alîyê edebî da digîhîjne radeke bilind". Cegerxwîn dawî wî
xeysetê nerast jî anî, helbestên xwe, ku alîyê hemya va bên femkirin bi
zimanê xelkê nivîsî û hewil da bere - bere bigîhîje paqijaya zimanê Kurdî.
Wî ne ku tenê guh da zimanê (kurmancîya) nivîsarên xwe, lê usa jî lêkolînên
zimanzanîyê, yên giranbiha kirin: DESTÛRA ZIMANÊ KURDÎ û du birên
FERHENGA nivîsî û weþand.
Eger,
çawa me berê jî got, dema Xanî da xelkê Kurd li nav nezanîyê û xewa olê
da amade nî bû dengê helbestvanê welatparêzî azadîxwaz bibihî, fikira wî
femke, lê dema Cegerxwîn di alîyê dîrokî va cuda bû. Bûyerên hiþyarbûna
gela, yên mezin û bingehîn çawa li cihanê, usa jî li Kurdistanê da qewimî
bûn. Þerkarîya gelan ne ku tenê dijî dagirkeran bû, lê usa jî civaka
bindest dijî zordar û kedxwarên hundur nava têkoþînê da bûn. Þoriþa
Firansîayê ya bûrjûvaziyayê pêk hatibû, nêzîkî hidûdên Kurdistanê,
li Rûsyayê da þoriþa Oktyabirê alt kiribû, karkir û gundyan nîrê padþatîyê
û zordestîya hakim, dewlemend û milkedaran hedimandibûn, bûbûn xweyê îrada
xwe. Gelek gelên bindest gîhîþtibûn
serbestîyê. Ji pareke Kurdan, ku wî welatî da (Welatê Sovyêtê) dijîtin gîhîþtibûn
hinek mafên miletîyê, jî wan dengên xweþ dihatin. Kurdistanê da jî
serhildanên mezin dijî dagirkeran çê bûbûn. Xelkê Kurd li ser xwe didîtin
çawa zulma dagirkiran, usa jî zordestîya axa, beg û þêxên netewa xwe. Didîtin,
ku payê axa, beg û dîndarên wan, yên pirê ji bo berjewendîyên xwe, yê
sexsî û malbatî alîyê dagirkeran disekinin. Helbestvan sekinî alîyê xelkê
Kurdî bindest û bi qelema xwe ya tûj derket ne tenê dijî dagirkirên welatê
xwe, lê usa jî dijî zulma axa, beg û dindaran:
Þêx
û beg û axa dijmin in, xweþ mêrin
Bindestê xelkê ne, ji we ra wek þêrin,
Bêþê we distînin, serê we diþkênin,
Gund û mal ê wan, hûn birçî, ew têrin.
Dema derheqa
helbestvanîya Cegerxwîn da tê axaftin, lêya axlêvê, ya li çiyan dikeve bîra
min. Ji pey berf, bager, sur û seqamên zivistana dijware dirêj ra, niþkêva
bîna biharê tê, tav dûrva diqijilîne, germ dikeve tamarê erdê, werzeba ji
germistana tên, berf û cemed teyax nakin, dihelin û jorda diþiqitin. Bi xwe
ra her tiþtî diherifînin, tînin. Heta zinarê mezin jî li ber teyax
nakin… Carna hinek tiþtên pêwîst jî li ber hêza wê xirav dibin…Û lêyî
bi guregur berjêr tê, kilama azaya çîya distirê, li nav kilamê da carna
awaz û peyvên ecele jî hene, peyvên ne cî da… Cegerxwîn ji usa hat, mîna
lêya gur, mîna bahozê, mîna vûlkanê, da pêþîya gelê xwe û rîya
dijwar ra, berê wê da ber bi bahara jîyanê.
Þoriþ
im, bahoz û mij im,
Pijqîn û gij im, hewîr dirijim,
Diteqim, dipeqim dijmin dikujim,
Pêt im, agir im xwe ranagrim,
Kuþtin û talan, firmêsk û giryan,
Halan û þewat ketim rojhilat,
Diqurijim dijmin dikujim.
Agir im
Venamirim: agirê dilê dîya,
Dilê sêwîya, dilê hejara,
Dilê bêzara, dilê birçîya,
Bi pêþve diçim diqurjim.
Þoriþ im
Þoriþa Kurd im, bi ah û derd im
Ew Kurdên gernas cengawer, mêrxas,
Destê xwe dan hev xencer tiving
Hawir dibazin bi halan û ceng,
Weke þêr, wek piling.
Dijmin dikujim,
Þoriþ im
(Kitêba Î, rû.
69, ji helbesta ÞORÝÞ ÝM, AZADÎXWAZ ÝM).
Ji pey
"zivistana" dîroka xwe ya dirêj ra gelê razayî þiyar bûbû, jê
ra dengbêjekî wek Cegerxwîn pêwîst bû, þoriþvanekî sondxwerî, yê bê
tirs. Û gel dengbêjê xwe dît, jê hiz kir, peyvên kilama wî ji dilê gel
dihatin...Ji bo wê jî helbestên wî mîna lêyê Kurdistan dane ber xwe, zû
bela bûn .
Helbesta KÎME
EZ? (Î - 9) da
dibêje:
Ezim
ew Kurdê serhiþk û hesin
Îro jî dijmin ji min ditirsin.
Bîna barûdê
Kete pozê min,
Dixwazim hawir
Biteqim ji bin
Dîsa wek mêra
Bikevin çîya,
Naxwezim bimirim,
Dixwezim bigirim
Kurditana xwe
Axa mîdîya
Kîme ez?
Helbestên
wa, ku bang in, hewar û gazyê serhildanê, þerê azadyê ne li cem Cegerxwîn
pir in. Mirov kare bi dehan nimûna bîne. Helbesta PARTÎZAN (Kitêb Î, rû.
54) da meremê xwe dîyar dike, dinivîse ku bi dil û zanebûn ji xwe ra ew rê
bijartîye:
Min
daye ser vê rê ji dil
Zanîbe partîzan im ez,
Nabim xulamokî kesî
Da zanibî rêzan im ez…
.......................
Destê xwe bavêjim tiveng,
Li ser çiyan qêrîn û ceng,
Pêþ de hrim halan û ceng
Zanim ne pir arzan im ez.
Helbestên
ZÝNCÎR JÝ GERDENÝM
ÞÝKEST (Î - 73), XABÛRÊ (Î - 88), FÝDAKARÊ WELAT ÝM (ÎI - 193), FORT
Û PORT (ÎI - 202), FERAT ÝM - KÊFERAT ÝM (ÎI - 215) û gelek helbestên
din da tê xanê, ku helbestvanê þoreþger ji bîr û bawarên xwe, ji sonda
xwe paþda venakiþe, wê her tiþtî rîya bijartî da bide rihîna gel û
welatê xweyî hizkirî. Helbesta KURDÝSTAN (Î - 34) da dibêje: "Heçê
kesê te bixwezî (Kurdistan, E. B.) divê canê xwe bi tedî". Û bi rastî
jî wê oxirê da ewî tu tîþt nehêvîþand, çi ji destê wî hat bi þîrhelalî
kir.
Evîna
welêt li cem wî digîhîje rada here bilind:
Camek
ji çirava kanyên welatê xwe
Nadim bi ava Zemzem û Heyat û Kewser,
Himek
ji kevirên zinar û latên xwe
Nadim bi elmas û yaqût, zêr û gewhar,
Keç
û bûk û pîrên Kurdistan
Nadim ji hor û suruþtên bûhiþtê yekser.
(Kitêb
I, rû. 414 , ji helbesta WELAT ÞÊRÎN E)
Helbestên KURDÝSTAN (I - 121), KÎME EZ? (Î - 9), BÊ TE HÊÇ ÝM WELAT (Î
- 28), KURDÝSTAN (Î - 34-), EZ Û YARÊ (Î - 93) û gelekên din da nîþan
dide ku welatê wî tev xêr û bêr e, baxçê gula ne, derdê dila ne, buhuþt
e, kana meden, zîv,zêr e, welatê þêr, piling, pelewan û xweþmêra, xweyê
medenîyet û dîroka kevnar maye bin destan:
Welatê
min digote min birazî
Li nezmê guh bidêre ger dixwazî,
Cegerxwînî, kurê min tu ji derdan
Silavan zû ji min bigîhîne kurdan.
(Kitêb
I, rû. 273, ji helbesta GOTÝNA WELAT).
Yan:
Ax
birano, ez nexweþ im, nexweþê welatê xwe,
Derdê min jana zirav e, serxwebûn - derman.
(Kitêb I, rû. 64, ji helbesta DE BÝGRÎ LÝ SER TAC Û SERA).
Helbestvan
ji bo azadîya Kurdistana xwe banga serhildanê dike. Ew rind zane, ku wê dorpêça
dagirkira da, wî halê welêtî sinifî û cihana bi berjewendîyan dagirtî
da, azadî û rizgaîya welatê wî pir dijwar e û bedelên mezin dixwaze.
Helbesta LÝ SER
ÇÝYAN KETÝM da dinivîse:
Heval
megrî çîya herdem
Cîyê xweþmêr û þêra ye,
Dîwarê serxwebûna Kurd
Ji laþê xurtemêra ye,
Serfirazî bilind e, lê
Bi xwîn û kotek e û zor e
………………………….
Gelek þerme ku em sax in
Û dijmin hê di nav bax in.
Xweþ
hatiye gotin.
Seyda
qîmetê mezin dida xwendin û zanebûnê. Sebebekî mezin yê bindestîya gelê
Kurd û halê welêt cahiltî û nezanîya gel da didît:
Dijminê
meztir ji van bê xwendin û nezanî ye,
Korî û neyektî û bêbextî zanim sêser e.
(Kitêb
I. rû. 45, ji helbesta RÎYA RAST Û DÝRÝST).
Xwendin
nebî kes naçe pêþ,
Peyda dibin pir derd û êþ,
Her dem dibin destê neyar,
Em dê dibin xûkî û bêþ.
Ev
tac û þewket xwendin e,
Ev dîn û dewlet xwendin e,
Ev serbilindî xwendin e,
Ev dewlemendî xwendine.
(Kitêb
I, rû. 430, ji helbesta XWENDÝN).
*
* *
Dema
meriv berhemên Cegerxwîn ra dibe nas, ew mîrata dewlemend, ya wî li pey xwe
hîþtîye dixûne, tê derdixe, ku wî helbestvanê gewre karekî çiqas mezin
ji bo pêþxistina çanda gelê xwe kirye, karekî usa, ku ji qewata evdên sade
(normal) dere. Û wî ew hemû bi xwûdan û xebata xwe, bi hizkirin û zanebûn
kiriye, zanibûye, ku dewsê tu karê nastîne, xêncî çarkirina nexwaz û
neyara.
Aqilbendekî
gotiye: "Evd heye cihan daye piþta xwe. Evd jî heye rabûye li ser piþta
cihanê rûniþtîye. Yê, ku cihan li piþtê, wî karî borcê xwe hesab dike,
kere - ker borcê xwe diqedîne, mineta wî tu kesî tune. Yê li ser piþta
cihanê rûniþtîye, xweyê hukum û dewlemendîyê ye, li ber sifra tije rûniþtîye…Ew
him ji sifra cihanê pir dixwe, him ji pir gazin e… "
Cegerxwîn,
bi rastî jî, cihana Kurdî, ew cihana bi pirsgirêk, kul û derdan dagirtî,
ew cihana giran, ew birîn û derdên bê derman, di temamîya jîyana xwe da,
da piþta xwe û bi serfinyazî pêþda bir.
Wî
halê welatî dijwar da, bû þervanê azadîyê, ne ku tenê kilama rizgarîya
gelê xwe stira, banga þoriþê û serhildanê kir, lê bi þexsê xwe jî, bi
kar û bar û jîyana xwe jî ji bo azadîya Kurdistana xwe rêyên çareserîyê
gerya.
Celadêt
A. Bedirxan wa dinivîse: "Piþtî temamkirina xwendina xwe, Þêxmûs
melatîya gundan dikir…. Vê jîyanê jî gelek dom nekir. Cegerxwîn dev ji
melatîyê berda û dest bi cotkarîyê kir. Di
gel kurmancan du gund ava kirin. Navê gundê ko bi xwe tê de rûdiniþt kiri bû
Ceheneme. Seyda ji bo Cehenemê digot, ma ji xwe ne welê ye: miletê ko ne bi
ser xwe ye ma sekana wî ne ceheneme ye".
"...Cegerxwîn
wextê ko dev ji melaîtya gundan berda bergehê xwe jî guhert. Cib û þaþik
avêtin, riha xwe a dirêj û çar kenar ediland û dawîyê kete qelefata xortên
vî zemanî...."
".... Seyda
þûrê xwe jî ji kalên kiþandî bû, bera pûl û latên îtiqadên batil û
xurafeyan dida, þerê neyarê hundur dikir, li kurmên darê li kurmêm ko dar
dixwerin digerya. Ew kurmên ko seydayê Xanî berî sê sed salî pêþ me
kirine."
"Seyda rast
bi rast bela xwe da bû mîr û beg û axa û þêxan. Ji lewre ji xwe re dijminê
xurt û dijwar peyda dikirin. Carna cîh lê teng dibû: lê seyda, bê perwa,
þûrê xwe di ser serê wan re vediweþand û eþkere digote wan, ez dikim bi vî
þûrî serê we jêkim..." (Kitêb I, rû 13-14)
Osman Sebrî jî,
halê Kurdistanê yê heta salên sîyî, tîne li ber çavan û tesîra wî halî
li ser seyda wa dinivîse: "Þêx Sêîdê remetî di þerrê serxwebûnê
rabû bû. Lê mixabin ku bêbextî û dilreþîya þêx û axan nehîþt ku ev
xebata welatî biçe serî, Þêx Seîd bindest û dîl, gelê Kurd jî þerpeze
û bê rûmet kete ber dest û lingê neyar. Ji bo çavþikandina milletê Kurd,
kuþtin, bi agir sotin, serjêkirin, ji welêt derxistin, heps û nefî kirin,
di vî warî de herçiya ji Tirkan hat, derheqa milletên Kurd de tesîr
nekirin. Van kirin neyar, ruhekî nuh di seydayê me de hiþyar kir û hizkirina
Kurd û Kurdistanê xiste dilê wî."
"Berî
istandina îcazetê Cegerxwîn bi feqetî çû bû Kurdistana Îraq û Îranê.
Vê gerra han jî di canê Seyda de þopeke çak û ronak hîþtibû. Derdê
millet hêdî - hêdî bîr dibir. Millet jî nezanî û bêtifaqîyê dîl û
bindest mabû: þêx û mela, beg û axa ji van kêmasîyan berpirsyar bûn. Ji
lewre berê xwest þêx û melan ji wecibê wan hiþyar bike. Lê dema dît, ku
wan çav dane xwarina malê millet û bindestîya wî, û dest dane destê
neyaran û xulamîya wan: xîreta Seyda qebûl nekir ku di nav wî refê bêbext
û bêrûmet de bimîne, rabû cibbe û þaþik avêtin û wek camêran destên
xwe vemalan û daket qada xebata welêt." (Kitêb Î, rû; 267-268).
Cegerxwîn sebebên bindestî-feqîrîya welat û gelê Kurd ne ku tenê li nav
hukumdarîya dagirkirên zalim, lê usan jî þexsiyeta axa, beg û þêxên
xulamê dagirkira da didît, nezanî û cahiltîya gel, bêtifaqîya di navbera
eþîra û qebîla da didît. Helbestvan texmîn dikir ku bêy tivingê welat ji
dagirkira rizgar nabe. Banga serhildanê dikir.
Hukumê þoreþa
Oktyabirê û herba cihanê ya duda da altindarîya welatê Sovyêtê li ser wî
pir bû. Îdêyayên sosyalîzmê û komûnîzmê yê hûmanîstîyê, ku wê
demê cihan dabûne ber xwe û zû bela dibûn, nêzîkî dilê wî bûn. Ewî
xilazîya gel û welatê xwe li rîya sosîyalîzmê û markisîzmê da didît.
Helbestvanê me sekinî alîyê xelkên bindest, zêrandî, alîyê karker û
gundîyan, biratî û tifaqa wan sitira. Xewna wî bû Kurdistanek bi wekehevîya
hemû evdan...
Çawa rîya wî ya
helbestvanîyê, usan jî jîyana wîye þexsî û malbatî li nav dijwarîyên
aborî, sîyasî û alozyan ra derbaz bû... Ji bo mîaserkirina bîr û bawarîyên
xwe ew kete li nav komela, partîya, rêxistina, karê sîyasî kir. Dema
Kurdistana Baþûr da bîna bayê azadîyê hat, çû Bexdayê zanîngehê da
dersên zimanê Kurdî da, demeke kin derket çîya digel pêþmerga tevî þoriþa
Baþûr bû, ji bo bîr û bawerî, kar û barê welatparêzîyê dewleta Sûryayê
çend cara ew girtin, kirne hebsê, çû Lîbnanê, dawîyê da mecbûr hate
welatê Swêdê...
Kuda jî çû, çi
cefa jî kiþand, Seyda tu cara ji îdêayên xwe, ji sonda xwe paþda nesekinî.
Azadîya Kurdistana xwe bîr nekir.
* * *
Me berê jî got,
ku Cegerxwîn hema di gavên helbestvanîya xwe, ya ewlin da bû dengbêj û þervanê
azadîya gel û welatê xwe. Mîna lêkolînvanekî þeraza wî kul û derd,
nexweþî û pirsgirêkên civaka Kurd, sebebên bindestîyê, xizanîyê û perçebûnê
giþk derxistine li ber çavan, "elek û bêjing" kir û li rîya çareserîyê
gerya.
Hiskirina wî
berbi welêt ewqas pir bû, xwestina azadîya gelê Kurd dilê wî da ewqas
mezin bû, ku tu tiþt, yên li ser rîya hiþyarbûn, xwenaskirin, azadî û
serxwebûna gelê Kurd bûbûn asteng, qeyd û bend nehêviþand, li ber tu tiþtî
neket, nesekinî rûmet û sîyanetên berê, qesrên hevgirtina eþîrtîyê-
olperestîyê, yên fêodal, heta hinek bawerîyên civakê yê kevnare pîroz jî
di helbestên xwe da hedimand, vejend, kevir li ser kevira nehîþt û ziyana
wan yek bi yek derxist, raxist li ber çavê xwendevana...
Ev
bûye sed salên we
Kûçik duxun malên we
Keþe û þêx û mela
Li we dikin teþqela.
Axa û mîr û paþa
Wek hirça û gornepaþa
Ew tev beg û efenî
Lê win jî wan ra gundî.
(Kitêb Î. rû.
372, ji helbesta JÝ XWEDÊ DÝVÊN Û EM FÝRÝNGA DÝDÝN).
Olperest
û êlperest
Navên Kurd bibî serbest.
(Kitêb Î, rû.
300 ji helbesta HOVÎTÎYA DÝJMÝN).
Qata
Kurdên xwedî mal
Bi dijmin ra bûn heval.
(Kitêb Î, rû.
349, ji helbesta ALEQEMÞE)
Dijmin
ku em derxin bi zor
Avên çeman em bibin jor
Zaz û Hekar û Bext û Lor
Pir xweþ bikin vî warê min.
(Kitêb Î, rû.
296, ji helbesta KÎ HÝLGIRÎ VÎ BARÊ MÝN).
Dewlemenda
kodik xistîye nav lingên xwe,
Guh nadêrin ka belengaz çima nal-nal in
.........................
Ji dijminan ra egîd
/ û comerd û nandar in,
Ji xwe ra parsek û / bêmirês û pergal in.
(Kitêb I, rû. 24
ji helbesta XEWA BÝRÇÎYAN NAYÊ).
Bi texmîna min
dest ji karê dindarîyê berdana wî jî, ji meremê xwe ji kap û bendên
civaka cahil xilazkirin e, ku serbest bikaribe dijî kevneperestîyê û kelemên
li ser rîya azadîya gel sekinî þerkarîya xwe bimeþîne. Seyda di wê rê
da pir pêþda çû û gîhîþte fikirdarî û femdarîke usa serbest û fire,
ku bi zanîna min heta niha jî tu nivîskar, hunermend, rewþembîr û sîyasetmendarê
Kurd negîhîþtiye wê bilindayê.
Helbestvanê mezin
usa xwe dîyarî xilazbûna gelê xwe kiribû, ku heta hunermendîya xwe ya
helbestvanîyê jî, ku bê þik pir bilind bû, ji bîr û bawerîyên xwe:
azadîya Kurd û Kurdistanê ra kire qurban.
Sebebên bindestî
û xizanîya Kurda ewî di nava nezanîyê, bêtifaqîyê , "êlperestî û
olperestîyê" da didît:
Kurmanc
hemî axa û beg û mîr û mela ne,
Hikmet ev e her dem ko belengz û geda ne.
Axa
û began destê sitem daniye ser wan,
Talanker û diz û keleþ û bê ser û pa ne.
Þêxan
û melan xiþt û def û xayet û Enwar
Wek gurzê giran dane milan, þêrê Xuda ne.
(Kitêb I, rû 21,
ji helbesta JÝ BER DERDÊ EWAN).
Helbesta DESTÊ ÞÊX
MAÇÎ MEKÝN (Kitêb I, rû, 26) da dibêje:
Destê þêx maçî mekin ew þêx ne qutbê razî ye,
Tac û þewket tev xebata destê sar û tezî ye.
Ev
ne din e, dîn mebe, dîn serxwebûna milet e,
Ser mebe ber lingê þêx, kengê Xwedê jê razî ye.
Çawa hemû destanên
Seyda, usan jî ZEND-AVÊSTA, kîjan bi raya min tomerîbûna bîr û bawarîyên
wî ye, bi helbest û fikirên wa dagirtîne. Vira da ew bi ol û bawerîyê ne
ku mîna Mela Batî berê xwe dide Pêxember, lê ol û bawarîya xwe azaya
weletê xwe hesab dike. D
Helbesta OLPERESTÎ
(Kitêb ÎI, rû. 122) da bi dûr û dirêj li ser olê, bwarîyê disekine û
dinivîse:
Meger
ko ereb bûne bindest û jar
Bi ola xwe dîsa li me bûn siwar
Zimanê
xwe xistin cihê zarê Kurd
Çiqas ez bibêjim hemî jan û derd
……………………………….
Hinek bûne þêx û hinek bûn mela,
Welatê me talan kirin teþqela.
Bi
kurtî dibêjim belam pir dirêj
Serê me þikandin bi rojî, nimêj
…………………………………..
Bes e zû þiyarbe ji vê rê veger
Gelek pîs û xwar e, tu bes pê de her
Tu
ola xwe dayne welatperwerî
Xwedî ristevan û xwedî rêberî
Helbesta MÝHEMED
NEÇÛYE EZMAN (Kitêb ÎI, rû. 173) fikira xwe bêtir hûr dike û bawerîya
xwe da dûr diçe. Dema derheqa Mihemed pêxember da dinivîse wa dibêje:
Mehmed
ne çûye, ne jî karibû
Xema miletê xwe ewî xweribû
Mezin
bû, giran bû gelek birêwer
Ku Quran wî çêkir bi zêr û zeber
…………….............…
Di îro tu bawer bike vê ji min
Mihemed mirov e seza û mezin
Belam
xweþ bizane ne pêxember e
Þahinþah û zana û xweþ rêber e
Bi
zanîn mezin kir welatê ereb
Li pey wî belavbûn li rast û li çep
Li wê demê gotina fikirên wa, ew jî civakeke mîna civaka Kurd, ya cahil da,
tiþtekî laqirdî nî bû û culetê mezin va girêdayî bû. Lê helbestvanê
me sondxwarê azadîya gelê xwe bû û tu tiþt, çi ku zîyan dida gelê wî
nedihêvþand.
Îdêayên sosyalîzmê
û komûnîzmê, ku li welatê Sovyêtîyê þoriþa Oktyabirê da li ser ketibûn,
û cihan dabûn li ber xwe zû bela dibûn nêzîkî dilê wî bûn. Helbestvan
bi bawerîke xurt azadîya gelê xwe di wê rê da didît. Helbesta MARÞA ÞÊWRÊ
(142-2) da ji bo serhildanê bangî karker û gundîyên Kurd dike:
Mêrê çê bin, piþta me ye yekîtîya Sovîyat
Çare nîne dê bi mênî her ji bo ne ev welat…
Li cîyên din wa dinivîse:
Li jor me Sovyat, serbilind hunermend
Piþtmêr ji bo me, bû kela, bû derbend.
(Kitêb
Î, rû. 61, ji helbesta SERSALA SALA - 1959).
Kurdo serê xwe rake, dostê me ne Hind û Çîn,
Kela mêra li piþt me, paþmêrê me Stalîn.
(Kitêb I, rû. 332, ji helbesta DESTÊ ÎSMÊT ÞÝKANDÝN).
Ew
di helbestên xwe, yên EZ NÝZANÝM ÇÝ BÊJÝM (Î - 304), PARTÎ ME (Î -
49),
PORT
Û ÞÎRET (Î - 149), EY KURD ÇÝ KESÎ TU (I - 322), KÎ DÝVÊ ÞER, KÎ DÝVÊ
SELAM (I - 335), MÎHRÊCANA BÊRLÎNÊ (I - 333), ÎHLAM JÝ ÞAÝREKÎ ERMEN
(I - 342), PEYMANA ETLASÎ (I - 343), EZ MIROV ÝM (IV - 136) û gelek - gelek
efraninê din da welatê Þovyêtê, welatê karker û gundiyan, dost û alîkarê
gelên bindest divînê, biratîya gelan, aþîtîyê, dostanîyê distirê û
þerê împêralîstên þerxwaz dike...
Ji
pey altindarîya yekîtîya Sovyêtê di herba cihanê ya duda ra bawerîyên
Seyda ber bi wê dewletê bêtir xurt û qewîn bûn.
Welatê
xwe elam dikir piþtovanê gelê bindest û zêrandî, pêþîkarê karkir û
gundîyan, alîkarê þerkarîya wane azadarîyê, ala wekhevî, biratî û azadîya
hemû gelan, dijî dewletên rojava / Împêralîst / sekinîbû, dûrva gelên
mîna Kurda yê bindest ra bûbû sîmbola xilazbûnê. Ne tenê Cegerxwîn, lê
bawerkî temamîya komele, partî, rewþembir û þexsiyetên Kurdan, yê pirî
hindikî hiþyar ew dewlet ji bo gel û welatê xwe piþtovan, guman û heval
dihesibandin. Di rîya Þoriþa Sosyalîstîyê da azadîya Kurda didîtin. Pir
helbestên Seyda da ev fikira bi dengekî bilind tê gotin. Em mînakekê bînin:
Ev riya dirêj me hinek kin kir xweþ bi çûna xwe
Li þûna esfilt me ev rê raxist tev bi xûna xwe
Ev riya Markis, ev riya Lênîn me jî daye ser
Ey nesilê hê bê, ji bo te me hiþt çend þop û eser.
Ilham dan me kuþtina Qayser, kuþtina Hêtlêr
Bi zor em gihan rêza mêrên çê, pale û karker.
Ilhama mezin (Þêwr Oktobir) inqilaba sor
Deng daye dinya, hiþyar kirin kerr, ji çav kirin kor.
(Kitêb
I, rû. 342, ji helbesta ÎLHAM JÝ ÞAÝREKÎ ERMEN).
Li
nav civaka Kurd da, hinek nivîskar, sîyasetmedar, partîvan ewqas "pêþda
çûn", ku pirsgirêkên Kurd û Kurdistanê ji bîr kirin û çawa întêrsîonalîst,
ketin li pey biratîya gelan, pirsgirêkên gelên mayîn, tevgerên wan. Di
dema Cegerxwîn da helbestvanên Kurde usan hene, ku efirandinên wan, bawerkî
payê pirê dîyarî tevger û þerkarîya gelên Vîyêtnamê, Koryayê,
Kambocyayê, Afrîkayê, Asya û Amêrîka Latînî hatine kirin. Eva jî çeptîke
çewt bû di dîroka azadîxwazîya gelê me da.
Lê
bi rastî gerekê bê gotin, Cegerxwîn, derheqa çi da jî nivîsî pirsgirêkên
gelê xwe ji bîr nekir, ew çewtî tê derxist, rast nêzîkî pirsê bû:
Rêça me ya rast û durust,
Ez nadim ser rêça kesî,
Ez dijminê kevneperest,
Rêça me ye xweþ Markisî.
Lê Markisî çend perçe ne
Yek rast e, yên mayîn derew,
Ji wî yekî pir hizdikim,
Çibikim bi nanê garis ?
(Kitêb
IV, rû. 53, ji helbesta EZ NADÝM SER RÊÇA KESÎ).
Helbesta EZ MIROV ÝM (Kitêb IV, rû. 36) fikira xwe zelaltir dike:
Markisî me, dixwazim,
Li her derî dibezim,
Kûbî me - serfiraz im,
Berî her tiþtî Kurd im.
Sofyêt
im birêwer,
Emrîkî me divêm þer,
Asyewî me bê tevger,
Berî her tiþtî Kurd im.
...............................
Lê ez Kurd im marksî,
Kara xwe nadim kesî,
Naxum nanê bi tisî,
Berî her tiþtî Kurdim.
Ez
Kurdekî dilbirîn,
Li nav dînan bûme dîn,
Hetta ciger me kir xwîn,
Berî her tiþtî kurdim.
Fikirên sosyalîzmê û komûnîzmê, ku Kurda jî wek gelek gelên bêmafê,
bindestê din, jê bawer dikirin û pey diçûn, îdêayên pîroz, yê hûmanîstîyê,
mirovhizîyê, azadîhizîyê û wekehevîya evda bûn. Wana ew hemû di Yekîtîya
Sovyêtê da didîtin û ew dewlet ji xwe ra piþtovan, alîgir û pismamê herî
amin hesav dikirin, rêyên xilazbûna xwe hevaltî û piþtovanîya wê va girê
didan.
Pêþîrojê
nîþan da, ku ew usa nîne. Gotin û kirinê wê dewletê ji hev nagrin. Li ber
perdê tiþtekî dibêje, li piþt perdê lap tiþtekî din dike.
Gelê
Kurd ra ew dewlet tu cara nebû piþtovan û alîkar. Wê li bazara sîyaseta
xwe, ya rojhilata navîn da Kurd çawa perê hûr dane xebatê. Cîyê ku kara wê
dixwest derxist meydanê, cîyê din bi nemamtî piþta xwe dida wan û ew
difirotine zulmkar, dîktator û dagerkirên rojhilatê.
Bûyerên
serhildana Araratê, Komara Muhabadê, þerkarîya Barzanîya þedê wê yekê
ne. Ew welatê giva "piþtovanê gelê bindest" dijî Kurdan hevaltî
û alîkarî heta dîktator û miletçîyên wek Kemal Atatûrk û Sedem Huseynê
xwînxwar ra jî kir. Eger Yekîtîya Sovyêtê niha jî hebya dijwar bû, rêjîma
Sedemê neîsanîyê li Ýreqê da bihata hedimandin.
Rast
gotî Yekîtîya Sovyêtê dawîya salên sîyî êdî ji rîya sosyalîzmê dûr
ketibû, bûbû welatekî dîktatorîyî dergirtî. Li wur tu dêmokratî nema bû,
mafê evdan bi hovîtî dihate pelçiqandin. Dîktatorîya komûnîstîyêye
berk, xêncî zordestî û hukumê xwe, tu edelet, qewl û qanûn nas ne dikir.
Salê dawîyê ew dewlet bûbû cîyê dizîyê, xiravîyê, berdîla, miletçîtîyê,
mafîyayê.
Û
ji bo wê yekê jî fikirên sosyalîzmê, ew îdîayên pîroz, yê wekhevtî,
biratîya evdan, azadî û gulvedana civakê, þerkarîya dijî neheqîyê,
kedxwar, koledar u dagirkeran bi mînaka wê dewletê, ya xwe ra digot "
sosyalîstî ", di çavê gela da herimîn.
Usan
e ew îdêayên, ku þexsiyetê wek Cegerxwîn diparastin û derheqa wan da nivîsarên
delal dinivîsîn xiyal, bîr û bawerîyên wan þexsiyeta bûn. Ji bo li wê
dewleta dergirtî da her tiþt dizî va û veþartî, ew jî pir berk veþartî
dihate kirin. Heta evdên wê dewletê jî nizanbûn li dora wan çi diqewime,
haj kar û barê dewletê tune bûn.
Propaganda
qelpe derew, dûrva ew dewleta canawire bê wîjdan çavê xelqên dilsax da
kiribûn merkeza heqiyê û rastîyê. Bi texmîna min helbestên Seyda yên bi
wê naverokê nivîsî, (usan jî ewê pesnê STALÎNÊ dîktator wan da tê
gotin) gerekê bi vê zanebûnê bêne lênehêrandin û lêkolînkirin.
Seyda
hûmanîst û merivhizekî mezin bû. Efrandinên wî da fikirên delal hene
derheqa rê û dirbên þerkarîya gela ya miletîyê - azadarîyê, rizgarîya
evdên bindest ji kedxwar, koledar û dagirkiran, bi rîya xwendin, zanebûn û
xwenaskirinê hiþyarbûna gelan, þerkarîya dijî kevneperestîyê, miletçîtîyê,
olperestîyê, êlperestîyê, bi rîyên biratî, wekhevtîya evdan, aþîtîyê
û hevfemkirinê, çêkirina civaka azad, saxlem û hwd…
Ew
di helbesta xwe, ya bi sernivîsa ALEQEMÞE (Î - 349) da dibêje, ku gundî û
karkirên Tirk jî mina yên Kurd bindest in "qata" kedxwar, ya axa,
beg, kapîtalîstan da dizêrin. Bi raya wî gerekê hêzên azayîxwazê herdu
gelan bivin yek û þerkarîyê bikin ji bo azadîya xwe.
Qatê jêrê tirk û kord
Tev birçî ne, tev zigûrd.
Divê ew dest bidin hev
Xebat bikin roj û þev,
Bixin destê xwe ew der,
Herdu bibin xwedî pat.
Yanî
bibin du dewlet,
Dostê hev bin du milet.
Di
helbesta ÇAVSORYA DÝJMÝN
(Î - 319) da dinivîse:
Bibin
bi dost û heval
Xwedî zêr û xwedî mal,
Destûr bibî dêmoqirat
Dêmokirata Rojhilat
Qad û xwendin tevayî
Wekehevî û birayî.
Derheqa olperest û êlperesta da dibêje:
Kurd nexwendî, perîþan
Dimirin ji bo gezek nan
………………………….
Em li jêrin, ew li jor
Li me dikin zilm û zor.
………………….
Olperest û êlperest
Navên Kurd bibî serbest.
(Kitêb Î, rû. 300, ji helbesta HOVÎTÎYA DÝJMÝN).
Ez difikirim, eger Cegerxwîn Kurd nî bûya, piþt û mecal wî ra jî çêbûna,
salên efrandarîya wî yên gur da derxistana meydana cihanê…Wê ji Nazim Hîkmêtê
tirk û gelekên din kêmtir nav û deng qazanc nekira.
Dibe
ev alîkî da jî xêre, ji bo niha kes nikare bêje, ku Seyda ji bo kara þexsî
ketîye tora berjewandîyên hêzan, dewletan, yan sîyasîyan. Ewî çî kir ji
bo azadîya Kurd û Kurdistanê kir. Ew sondxwarê azadîya gelê xwe bû û
heta dawîya jîyana xwe jî tu gav paþda navît.
*
* *
Bi
tam û ji her alya va lêkolînkirin, analîzkirin û qîmetkirina helbestvanîya
Cegerxwîn karekî dijwar e û xebata edebyetzanîyê, ya demdirêj û berfire
dixwaze. Lêkolînkirina her berhemeke wî cude-cude (kîjan ji bo qîmetkirna
helbestvanîya wî pêwîst e), kare lêkolînvanê ne ewqas pispor bike li nav
gêjgeringekê û ew bikaribe ji wê xaosa fikira xwe xilazkirin pir çetin e.
Berhem pir in. Him pircûre û pirserecem in, him jî bawerkî her heyþt dîwanê
çapkirî da helbestên bi fikir, gotin, heta çapê û naverokê va jî nêzîkî
hev pir in. Helbesteke wîye nû dixûnî helbesa berê dikeve bîra
xwendevan…
Cegerxwîn
ji alîyê avakirina helbestê, têxnîka nivîsarê, kêþeyê, teqlê, li hev
anîna bend û rêza, bi texmîna min ji qalibê helbestvanîya kilasîk ya
rojhilatê ewqas jî dûr neketiye.
Hinek
helbestên wî, yê evîndarîyê hene, ku helbestên Melayê Cizîrî û Feqîyê
Teyran tînin bîra xwendevanan.
Tebyetmendîyên
cihana helbestvanîya Seyda jî pir in:
-
Helbestvanên rojhilatê yên klasîk di avakirina helbestê, teknîka li hev anîna
rêz û benda, yên hundur û dawîyê, bijartin û kêranîna peyvan, kûraya
fikrê ya dîyar û binxet va digîhîjin hunermendîya here bilind. Eger ji wê
nivîsarê bixwazî xetekê yan peyvekê derxî yan ji cî biguhezî, helbest
seqet dibe, xirab dibe, diþkê, bi hewas nayê xwendin.
Cegerxwîn
çiqas jî hostayê avakirina helbestê bû (xet û malikê avakirina helbestê,
yên pir ecêb û xweþ cem wî hene) ewqas jî guh nedaye wê zêrkeriyê, ji
bo wê zêrkeriyê mecal nedida helbestvan, ku fikirên xwe di nava wî qalibê
teng da bîne ziman. Wî ji bo azadîya welat û gelê xwe dixwast ecele gotinên
xwe gel ra bêje, gel hiþyar ke, rake serhildanê, þoreþê… Û ku tev ji wî
femkin, bawerkin gotina xwe pir sade û zelal digot.. Ew þervanê azadîya
welatê xwe bû, þoreþger bû, dema wî tune bû bikeve pey wê zêrkeriyê, kîjanê
ra kar û dema dûr û dirêj pêwîst bû…
-
Cihana helbestvanîya Seyda mîna deryakê ye, pir ber û fire ye, ji pêra jî
þivêta çemê ji çîya tê gur û hur e…Lê kûr nîne. Helbestvan fikirê
xwe, nêt û meremên xwe heta dawîyê hûr dike, derdixe li ber xwendevana
radixe, di bin xetê da ji bo fikirandinê xwendevanê xwe ra tiþtekî veþartî
nahêle. Bi texmîna min ev rê Seyda bi zanebûn bijartîye, ji bo rind zanibûye
dereca xwendevanê xwe…Carna helbestekê da fikirên xwe dubare, sêbare dike
û astengîyê navbera xwe û xwendevanê herî sade da jî nahêle…
-
Helbesta Cegerxwîn sîyasî ye. Rind tê xanê ku helbestvan di kîjan tebyê
da sekiniye, kara kê xweyî dike û li pey kîjan hêza sîyasî diçe. Ew bi bîr
û bawerîyên xwe wê sîyasîyê va girêdaye, sedî- sed bi bawer e ku bi wê
rê welat û gelê wî wê bigîhîjine azadîya xwe. Ferih tê femkirin, ku
helbestvan ew rê ji bo karê þexsî, nav û rûmetê, yan ji bo kara civakeke
teng ne bijartîye. Ew pir rind haj qezya û tengasîyê wê rê jî heye, lê
bi zanebûn, bi culet dide ser wê rê, rîya azadî û rizgarîya gelê xwe …
Li rîya sîyasî da ew piraktîk e, têorêtîk nîne. Sîyasîya wî, þerkarîya
wî jî ne tenê seva perçêkî Kurdistanê ye, lê seva temamîya gelê Kurd
û hemû gelê bindest e.
Sîyasya
wî jî hiþk, bêruh, yekalî û bê kompromîs nîne. Sîyasî helbesta wî da
di tev hestên welatparêzîyê, merivhiziyê, rastîyê û heqîyê bi hostatîya
bilind hatiye hûnandin, bi nexþ-nîgar, teqil û ewazên gelêrî, yên
Kurdewarî hatiye xemilandin, helbest kirye bûyereke nû li nav dîlana
helbestvanîya Kurdî da.
-
Cegerxwîn helbestvanê gelêrî ye. Hidûdên helbesta wî û zargotina gelêrî
pir nêzîkî hev in û carna usa dibe, ku ew hidûd namînin. Mirov tirê ew
helbest efrandinên gelêrî ye sedsala ne. Gelek
helbestên wî bi xwe stiran in. Dema mirov dixwîne, tê bêjî xwendinê ra
ewaz û mûzîka wan jî tê bihîstin. Tê xanê Seyda dengbêjekî pir mezin bûye
û eger bilind jî nestira ye, dilê wî timê jêra stiraye. Ew þureta
helbestvanîyê, ya pir mezin e, ku Xwedê dide kêm helbestvana,
- Helbestên Seyda
bi gotinên pêþîya va dagirtîne. Bawerkî tu helbestvanê Kurd ra weke wî
li hev nehatiye usa þeraza, cî da û bi nêta tomerî helbestê da gotinên pêþîya
bixebitîne. Ku xwendevanê herî nezan jî jê fem bike, ew bi cûrekî rehet,
sade, zelal, di cî da, kîjan di avakirina helbestê da pispoya bilind dixwaze,
gotinên pêþîya kêr tîne û bi wan bawerîya fikirên xwe li nav xwendevana
da xurttir dike.
- Zimanê wî yê
xelkê sade, yê karker, þivan û cotkaran e. Tu astengî, tengasî, hidûd,
pirsgirêk alîyê zimên da navbera wî û xwendevana da namîne… Ji bo wê jî
efrandinên wî di heçar perçê Kurdistanê da û ji welêt der zû hatin
naskirin û hizkirin.
- Helbesta Cegerxwîn
hizira evîna welatê bindest e, banga serhildanê ye, qîrîn, hewar û gazî
ye ji bo xewa dewrana hiþyarbûnê, temî ye ji bo yekbûn û tifaqê, zanabûn
û xwenaskirinê, bihêzbûn û rêxistinbûnê, kilama biratîya xelkên cihanê
yê bindest e, gazina eþkere ye dijî hukumdar û kedxwarên mirovatîyê…
Bona wê karê jî helbestên wî siloganên þoreþ û serhildanên azadîyê
ne, rêklamên kolana, gazîyên mîtîng û þevên eyd û þaynetîya ne,
gerekê bilind û bi his bêne xwendin. Helbestên usan gel ra dibin rênîþ,
al, silogan û bi mîlyona evdan pey xwe dibin þêr ji bo azadîyê…
Dijwar e du
helbestvanên cuda himberî hevkin, lê bi texmîna min çawa helbesta Mayakovskî
ya bi hêz bû seva prolêtarên Rûsyayê di dema þoriþa Oktyabirê da, ûsa
jî helbesta Cegerxwînê Kurdistanê ra, di roja helbestvanîya wî ya ewlin da
heta roja îroyîn…
Bi tomerî Cegerxwîn
dengê gelê Kurd e, qîrîna wê ya azadîxwezîyê ye, dengê gelê bindest e.
Tu þayîr û nivîskarê Kurd di nava gelê xwe da, li heçar perçê Kurdistanê
usa nehatiye naskirin û hiskirin, çiqas Cegerxwîn e. Helbestê wî bûne
kilam, bûne gotin li ser zimanê her kesî ji þivana girtî heta dewlemenda,
nexwendîya girtî heta zanyara, atêîsta girtî heta bawermenda, musulmana
girtî heta êzdîyan. Her qatên civaka Kurd Cegerxwînê helbestvanê xwe
hesav dikin û berhemên wî hiz dikin…Cegerxwîn helbestvanê temamîya gelê
Kurd e!
* * *
Ji bo lêkolînê
min ev herçar kitêbên Seyda kêr anîne, ku ji alîyê Weþaxana DENG da neþir
bûne. Nimûne jî min ji helbestên wan kitêban anîne.
1. CÝGERXWÎN. Þiêr
- I, DÎWANA YEKEM, (1 - 266), ÞÊWRA AZADÎ, (267 -268) Weþana DENG, Stembol,
1992.
2. CÝGERXWÎN, Þiêr
- II, KÎME EZ, (1 - 281), RONAK, (282 - 443). Weþana DENG, Stembol, 1993.
3. CÝGERXWÎN, Þiêr
- III, ZEND - AVÊSTA, (1 - 178), ÞEFAQ, (179 - 335). Weþena DENG, Stembol,
1997.
4. CÝGERXWÎN, Þiêr
- IV, HÊVÎ, (1 - 234), AÞÝTÎ , (235 - 454), Weþana DENG, Stembol, 2000.
(*) Gilî derheqa
helbesta Kurdi ya bi zaravê Kurmanci da ne. Baba Tahîrî Uryan ku sedsalên
9-10 a da jiyaye, rubayiyêt xwe (Çarin) eyan e. Wi bi zarave Lori nivîsiye.
Helbestvaneke rojhilatê yê mezin e.