|
HECÎYÊ CINDÎ - 100 / 1908 – 1990 /
Eskerê Boyîk, E.Boyik@web.de
Wextê mirov li pala çîyakî dijî, li nav qûç û newal, gelî, mêrg, zozanê wî digere (îlahî xortanîyê da), tê bêjî bilindayî, reng û rewþê wî ewqas navîne. Her tiþt jê ra sade û xezayî tên xuyakirin. Bi bêxemî li ber xisûsya, nexþ û nîgara ra derbaz dibe, gelek tiþtî jî navîne. Lê gava ji çîyayê xwe dûr dikeve, di nava deþt û quçên xerîb da li pey xwe dinhêre, nû bilindaya çîyê, bedewiya mêrg-çîman, gelî-gebozê wî, tem û zelaliyê avên kaniyê sar, xweþî û baþyên zozanê xwe texmîn dike... Bîra wan dike û tê derdixe, ku ew jî pirtîk ji wî axê ye... Ez vî warê xerîb rûniþtime, pey xwe dinhêrim û nû texmîn dikim, ku ez di nava malbatek rewþenbîraye çawan da mezin bûme: Kê bûne mamostayên min? Min pismamtî, hogirî û hevaltî bi kê ra kirye? Ez bi navê wan xwe kubar û serbilind dibînim: Erebê ÞEMO, Hecîyê CINDÎ, Emînê EVDAL, Qanatê KURDO, Þekroyê Xudo, Þikoyê HESEN, Fêrîkê ÛSIV, Casimê CELÎL, Qaçaxê MIRAD, Nado MAXMÛDOV, SEMEND SYABENDOV, Mîkayêlê REÞÎT, Elîyê EBDILREHMAN, Sehîdê ÎBO, Ûsivê BEKO... Nav pir in, bîranîn kûr, dûr û þîrin. Min tek navê hinek remetîya da. Her yek bilindayîk, maqûlek, þîrhelal û karkirê kûltûra gelê xwe... Eger Kurdê Ermenîstanê, Gurcistanê, rêspûblîkayên Asya Navîn û parek ji yê Azêrbaycanê nehelyane, mane, ziman, çand, deba kal-bava bîr nekirine, di wî warî da emekê van rewþenbîrên me pir e. Ez ked û emekê rewþenbîrên Kurdên Ermenistanê yên din nimz nakim, lê bi heqî Hecyê Cindî malxê wê mala rengîn bû, alîkar, þêwrdar, xemxur û rêvaberê tevan bû. Hecîyê Cindî wek zanyar, nivîskar, folklorzan, ronakbir navekî pir eyan û gewre bû ne ku tenê di rewþenbîrya Kurdên welatê Sovyêtê, lê di nav rewþenbîrya temamya gelê Kurd û Kurdistanê da. Dîroka çanda Kurdên Sovyêta berê, xazma ya Kerdên Ermenisranê di nav dîroka gelê Kurd ya hezera sala da, bûyareke geþ, biriqandineke ronkayê bû. Sala 1920 girtî heta hilwesina welatê Sovyêtê kar û baren Kurden Ermenîstanê yên kûtûrî, çadî, zanestî di werê kurdeyatyê da, (axaftinên radyoya Erêvanê bi zimanê Kurdî, weþendina rojnema Rîya Teze, weþena bi hezara pirtûkên edebî, zanestî, zimanzanî, dîrokî, perwerda zarokan bi zimanê dê û gelek destketinên mayîn) ji gelê Kurdî bin zulm û zora dagerkiran ra bû bîr û bawarîya xeparastinê, çira hêvya heyîtyê û azadyê. Ne ku tenê di nava wê malbeta rewþenbîrî, lê ya temamya Kurdî da, dijwer meriv karibe þexsyetekî usa gewre bibîne, ku emekekî ewqas mezin kiribe di nav karê pêþdabirina çanda kurdî da çiqas profêsr Hecyê Cindî. Ew rewþenbîrekî welathiz bû, xerîbdost, xweyê kûltûr û edeba bilind. Kurdeyetî, xwenaskirin û xweyîkirna nirxên miletyê rênîþa jîyana wî ya sereke bûn. Ronakbirên usaye gewre dîroka gelan da li ser tilya tên hesbkirin. Yekîtya Sovyêtê da ew Kurdê ewlin bû, kû dereca doktorê zanestyê stend. Meydana
çand û emirjîyana Kurda û kurdzanya weletê Sovyêtê da bawarkî tu tiþt
bêyî Hecîyê Cindî nehatye kirin. Her wara da nav û karê wî berbiçav
dikevin. Nava
folkilorzanya Sovyêtê da ew wek “ Bavê zargotina kurda” dihat
naskirin. Di
nav jîyana xwe ya dirêj da wî karekî ronakbîrîyî usa mezin kir, ku
qewata merivê normal der e. Ew
xudane bi sedan pirtûkên kurdzanyê, zargotinê, pêdagogyê, edebyê,
dersa bû. Romana wî ya giranbiha HEWARÎ ji romanên edebyeta Kurdî ewlin
e, bi deha zimana hatye wergerandin, destanîneke edebyeta kurdî ye. 400 zêdetir
gotar û xebatên wî yên zanyarî kovar û pirrtûkên cuda da bi kurdî,
ermenî, rûsî û gelek zimanên din hatine weþendin. Hê
xortanya xwe da, sala 1936 tev Emînê Evdal ewî FOLKLORA KURMANCA weþand. Ev berevoka giranbiha ( 610) rûpel çevkanîke
zargotina Kurdaye nemirye û çiqas diçe qîmetê wê bilintir dibe Hecîyê
Cindî 30 þaxên destana KER Û KULIK,172 kilamên bengîtyê, 41 ê govendê,
66 ê seva zarokan, 11kilamê Evdalê Zeynikê, gelek þaxên destanên
MEM û ZÎN, DIMDIM, ZEMBÎLFROÞ, XECÊ Û SYABEND, MEMÊ Û EYÞÊ, DEWRÊÞÊ
EVDÎ, KOROXLÎ, ROSTEMÎ ZAL û gelekên din ji nav gel berev kirye, weþandye. Berevoka
wî ya “Meselok û xeberokên
cimeta kurda” 880 rûpe e, xebateke zargotinêye fundamental e
giranbihaye. Lêkolînên giranbiha û fundamental in li ser destanên KER Û KULIKÊ SILÊMANÊ SILÎVÎ, KOROXLÎ, ROSTEMÎ ZAL, derheqa dengbêjya kurdî da û derecên zargotinêye din. Kurden Sovyêtê bi ELFEBA û kitêbên wî yên dersa mezin bûne. Ew e xudanê ELFEBA kurdîye kirîlî. Bi tercma wî çend berevok ji nivîskarên cihanêye gewre bi kurdî hatine weþandin. Jîyana wî Kurdzanê mezin efseneke nenivîsî ye. Îsal temam dibé 100 salya ji dayîkbûna wî nivîsar û folklorzanê Kurdî bi nav û deng. Zanyarê gewre pir ji Kurdistana xwe hiz dikir, xerîbyê da di xewna wî azaya Welatê wî bû… *** Ew
havîna timê dihate gundên meye pala çîyayê Elegezê, ji devê kal-pîra,
çîrokbêja, zana zargotin dinivîsîn. Dema ew dihat, caw di nav gel da
bela dibû, digotin Hecîyê Cindî hatîye. Em zarok, tomî li ser hev dibûn
û me ji dûr va lê mêze dikir. ELFEBA
ku em dibistanê da pê hîn
dibûn, wî nivîsî
bû. Gel
pir hiþ lê dikir, qedirê wî zanibûn. Giþka bi serbilindî û kubarî
cem gelê cînar navê wî didan. Sala
1961-ê, wexta ez li bajarê Yêrêvanê ketime xwendina bilind, rojeke payîzê,
min devtera xwe ya helbesta hilda, çûme Akadêmya Ermenistanê ya Zanyaryê,
cem Hecîyê Cindî. Ew
rasthatin qet ji bîra min naçe. Naha
dilê min davêje, þerm dikim, gavekê pêþ da diçim, gaveke paþ da. Ha
dixwazim paþ da vegerim, çûyîna xwe ji rojeke din ra bihêlim, ha jî
difikirim: "Vê rojê çêtir tûne." Xulese,
ha min culet da xwe, ha poþman bûm, gîhîþtim ber derê oda wî. Wî çaxî
ew serokê Sêksîya Nivîskarê Kurda bû rex Yekîtiya Nivîskarên
Ermenistanê û Beþa Rohilatzaniyê ya Akadêmiya Ermenîstanê da serokê
koma Kurdzaniyê bû. Ez
li ber derê oda wî sekinîme, þerm dikim, dêrî bikutim, herme hundur. Xulese,
min derî xist. Ji hundir deng hat: "Mitêk!" (Yanê warne
hundur). Min derî vekir. Di odê
da ew tenê bû. Bi beþereke xweþ li min nêhêrî. -
Tu Kurd î? Min
serê xwe hejand. -
De pêþ da warê, þerm neke! Ware
li ser vî kursî rûnê. Ez
li ser kursiyê ku wî nîþan dabû, rûniþtim. Min xwe da naskirin. -
Erê, erê tu ew xortê Belî yî ji Qundexsazê. Ez te, seva
xwendina bilind pîroz dikim... Qundexsaz, -ewî navê gundê me wekiland,
demeke kete nava mitala,- gundê we da 30 sal berê min dersdarî kirye.
Kurmacîya gundê we xweþ e... Wura min him dersê zimanê kurmancî dida
zarokê gund, him jî ji wan hînî kurmancî dibûm... Wextekî dijwar bû...
Lê heta naha çima nayêyî xanê, pismam! Xwendekarê me giþk tên-diçin.
Ji min ra gotin yekî Qundexsazê jî Înstîtûtê hatiye hildan... Bela
dibûrîne, ha! Min tê derxist, wekî ew
îdî derheqa min da zane. Guhê ronakbîrên me li
ser her qewimandinekê bû, ku jîyana gel da dibû. Wana qîmetekî mezin
didan xwendin û pêþdaçûyînê. Hersal çi ji destê wan dahat dikirin,
wekî ji cîwanê Kurd gelek zanîngehê Ermenîstanê da qebûlbin. Diçûne
cem dersbêj, profêsor û serokên zanîngeha, navçîtî dikirin; ji wan hîvî
dikirin, dostaniya xwe wan ra didane kêranînê... Pey êntîyamê qebûlbûnê,
îdî Yêrêvanê da civaka Kurda teva zanibûn çend xort û keç ketine
xwendina bilind. Dest pê kir hinek xweþî
û laqirdî derheqa qebîla Bela û gundê me da gilî kir. Em tev kêfxweþ
bûn. Ji berbirbûna wî, min jî bîra kir, ku eva Hecîyê Cindî ye, nivîskar
û zanyarekî mezin e. Pê ra
ketime xeberdanê... -Usan e tu nebîyê serokê
êla Heseniya Ûsiv Begê yî. Tu zanî xwendîyê ewil li nava Kurdên
meye Ezdîyên Ermenistanê da kalkê te bûye. Paþê bû endamê
parlamênta dewleta Ermenistanê. Bavê wî: Hesen Axa serokê Êzdîyên Ûrisêtê
bû. Cara ewil ewî lawê xwe þande xwendinê û wî edetê bêkêr, ku
digotin: "Xwendin ji Êzdîyan ra heram e" ji nava gel rakir. Bi
navçîtiya wî, sala 1900-î dewleta Ûris li sê gundên me, Êzdiyên
Kurd da (Zor, Qundexsaz, Bacelû) mektebên zimanê ûrisî vekirin û hukumî
li ser xelqê kir, ku zarokê
xwe biþîninne mektebê. -
Rast bêjim min ew melûmetî
nû dibihîstin. Ez seva gilîkî din çûbûm, lê ewî serecema axaftinê
usa guhestibû, ku min nizanbû çawa mena hatina xwe jê ra bigota. Waxt jî
derbaz dibû... Ewî jî derheqa gundê me, mala kalkê min da digot, ha
digot. "Heyran eva evqas tiþt ji ku zane, -ez difikirîm û min qirar
kir mena hatina xwe ji rojeke din ra bihêlim, xatirê xwe jê bixwazim,
herim. Min ew pir mijûl kir, þerm e." Ew bû ezê rabûma, niþkêva
navbirî da axaftina xwe û pirsî: - Em ketine xeberdanê,
min nepirsî xwendina te çawan e? Çawa cî bûyî? Em çi dikarin alî te
bikin? Min razîbûna xwe got û
devtera helbestên xwe nîþan
dayê. - Ha, þiêra jî dinivîsî?
-devter ji destê min girt. Demekê lê nihêrî û got,- hela evê bixwîne. Min xwend. - Ya peyê ra jî... Min 6-7 helbestê biçûk
jê ra xwendin. - Na, nivîsarê te da
pirîsk hene, -got,- he´vtîya tê, li mala nivîskarên Ermenîstanê êvarîya
me heye. Tu jî ware, him tê nivîskaran nas bikî, him jî li wir þiêrekê-duda bixwîne. Çika þayîrê
me çi dibêjin. Usa ez ketime nava refê
wan maqûla. Ji wê rojê heta sala
1990-î, wextê çû ser
dilovaniya xwe, 30 salî, bawerkî hevtê tunebû ez rastî wî maqûlî
nehatama. Bîranînê pir xweþ bi wî va girêdayî ne. Ne ku ez tenê, guhê
wî li ser rewþenbîrê me ye wê demê teva bû. Bi
destanînê me va kêfxweþ dibû, tengasiya da digîhîþte me. Di
mala xwe da jî, alîyê xweyîkirina ziman, erf-edet, rabûn-rûniþtandinên
miletiyê da nimûne bû. Wextê diçûyî mala wî, teyê bigota ketî
maleke eþîrê ya qedîmî... Keda
wî pir e. Ez pir tiþtî jê hîn bûm. Xweyê merîfeta bilind bû. *
* * Hecîyê
Cindî Cewarî, sala 1908-a li Qeza Qersê, gundê Emençayîrê ji dayka
xwe bûye. Wê demê Qers di bin bandora dewleta Rûs da bû. Sala
1914-a dest bi þerê Cihanê yê Ewlîn dibe. Cîhan li hev dikeve. Dewleta
Osmanîyê berê devê þûrê xwe dide gelê Êrmenî. Kurdê
Êzdî ra jî rojên reþ tên. Rûsyayê
da jî dest bi Þoreþa Oktobrê dibe. Leþker û qewatên Rûsa dikþin,
diçin. Ew war dimîne devê "Roma reþ" da. Leþkerê Osmanî û
Alayên Hemîdiyê mîna peranya gura dadikutine heremê. Dewleta Tirk Kurdên
musulman û Êzdî yên wê heremê
jî radikin dijî hev. Êzîdîyê Wanê, Surmelîyê, Qersê, gund, mal û
milkê xwe dihêlin, ber bi Ermenistanê direvin. Mala bavê Hecîyê Cindî
jî direvine Ermenistanê, gundên navça Elegezê. Ji xelayê, nexweþiya,
zulm û qana Tirka qira evda tê. Ji þeþ neferê mala bavê Hecî, tek ew
û birayê xwe dimînin. Ew jî sala 1919-a dikevin sêwîxana Amêrîkayê,
ya li bajarê Alêksandirapolê (Gumrî). Di
sêwîxanê da gelek telî-tengîya divîne, heta zimanê dîya xwe jî unda
dike. NIvîskar, derheqa wan sala û rasthatIna xwe bi ulmdarê mezIn Qanatê
Kurdo, ku wê demê ew jî sêwîkî mîna wî bû, usa dinivîse: "Sala
1926-a ez ji paytextê Gurcistanê, ji Tiflîsê vedigerîyame Ermenistanê;
êtîmxana bajarê Lênînakanê, li kîderê dimam. Apê min Têlîyê
Esed, ku îdî li bajarê Tiflîsê dima, ez verêdikirim. Li îstasyonê,
hema pêiberî me niþkêva dengekî wa bihîst: ´Oro, ro-ryo, - hinekî ji
me wêdatir yekî soltemizkir, li kincêd mine ne êd cî dinhêrî û
dikir, ku bi min ra xeberde. Bextê xirab, îdî ew çend sal bûn min
kurmancî ji bîr kirbû, nizanbû bi pakî xeberda. Gava, ku min dengê xwe
nekir, ewî bi laqirdî çend xeberê dinê gotín, çika çira ´xwe
nagirim´ pê ra xeberdim. Apê min wê demê ha-hanga nêzîkî wî bû, çiqas
min tê derxist gotê, wekî ´kurmancî nikare xeberde.´ Hêja wî zilamî
halê min fem kir.. Wê le´zê me bi teherekî nasya xwe da hevdu. Ez pê
hesyam, wekî navê wî Qanat e, di mekteba Apo da (Hakob Xazaryan) dixwîne
û pê ra jî tê wê derê sola temiz dike, ku çend kapêka qezenc bike. Wî
çaxî te digot me herdu cahila halê hevdu fem kir û wextê xatirxwestin,
rêketinê, qe nizam çawa bû em rabûn çûne dest û rûyê
hevdu..." Bêguman
nabe, dixwîne, gelek ronakbîrên Ermeniyaye paþwextiyê ra, ku ew jî mîna
wî sêwîxanê da bûn, dibe nas, hevaltiyê dike û qirar dike xwe pêþkêþî
pêþdaçûyîn û çanda gelê xwe bike. Bona mîaserkirina wan merema xwe
pêwîst dibîne zimanê xweyî dê carke din hînbe. Sala
1929-30 li gundên Qundexsaz û Elegezê dersdariyê dike. Wextekî kin da hînî
zimanê kurdî dibe. Paþwextiyê em tev þede bûn, ku zimanê wî çiqas
delal û xweþ bû. Wê
demê Yekitîya Sovyêtê hewl dida xwe, ku li welêt da problêmên paþdamayînê,
nexwendîtiyê da gavên girîng bavêje; wan çareser bike. Li Ermenistanê
xebatên girîng di nava Kurda da jî dahatine kirin. Li gunda teva da
mekteb vebûbûn, bajarê Yêrêvanê da Têxnîkûma Kurdaye
dersdarhazirkirnê vebû, dest bi weþana rojnama RÎYA TEZE û axaftina
radyoya Yêrêvanê yên bi zimanê kurdî bûn. Gerekê bê gotin ew kar li
cîyê vala pêk dahat. Kurdên jêhatî, xwendî pir kêm bûn. Gel halê
koçeriyê û nîvkoçeriyê da bû; haj çand û kûltûra xwe jî tunebûn.
Vê pirsê da dostên Kurdan, ewladên gelê Ermenîya pir alîkarî dan. Sala
1930-31- Hecîyê Cindî, di têxnîkomê da dersê zimanê kurdî dide,
rojnama RÎYA TEZE da serokîya beþê çandî dike, tevî kevaniya xwe,
Zeyneva Îbo usa jî radyoya Yêrêvanê da xeberbêjiyê dike. Ewladê
gelî hêja tê derdixist, ku eger paþwextiyê da karibe kêrî pêþdaçûyîna
çand û kûltûra gelê xwe bibe, pêwîst e zanebûnên kûr. Sala 1933-a
ji bo xwendina doktoriyê dikeve Aspîrantûrayê; beþa lêkolîna zargotinê
dibijêre û temamya jîyana xwe pêþkêþî beravkirin, çapkirin û lêkolînkirna
wê ye zanyariyê dike. Saya
rûnermî, xebathizî û zanebûnê piralî li nava dinya Ermenistanê, ya
zanyariyê da tê naskirin. Hema wê salê jî dibe endam û hîmdarekî Yekîtiya
Nivîskarên wê Rêspûblîkayê. Salek pey ra li bajarê Moskvayê kongrêya
Nivîskarên Sovyêtê derbaz dibe. Ew bûyareke mezin bû nava jîyana wî welatî da. Nivîskarê dinêeyan
tevî kongrê dibûn. Hecîyê Cindî jî tevî çend nivîskarên Ermenî
ya bi nav û deng diçe kongrê. Li wir rastî gelek nivîskaran tê, bi
geleka ra dibe nas. 30 salî zêdetir ew endamê serokatiya Yekîtiya Nivîskarên
Ermenîstanê bû, serokê beþa nivîskarên Kurd. Sala
1937-a Yekîtiya Sovyêtê da dest bi rojên giran, zulm û rêprêsîya bûn.
þipûka Stalînîzmê serê bi mîlyona evdên bê sûc xwar. Neqenca ra
meydan vebû. Hebs û lagêr tije girtî bûn. Evdên am-tam dihatine
girtin, gulekirin, zar-zêça va unda dibûn. Sîbîra sar bi seda, hezar
evda ra bû goristan. Kurd jî bêpar neman; hatine girtin, sirgûnkirin,
gelek bê ser-berate çûn, unda bûn, venegeryan. Gelek rewþenbîrên
Kurd, yê wê demê jî ketin devê wan rêprêsyan. Destpêka
sala 1937-a di rojnama KOMÛNÎST da miqalek çap bû. Sernivîsa wê bû
"Cesûsa ji Yekîtiya Nivîskaran raqetînin". Li wur da derheqa
Hecîyê Cindî da jî dihate gotin. Çendekî þûnda wî jî ji kar
derdixin û 18-ê Adara sala 1937-a dikine hebsê. Ew
dihate gunekarkirin bona bîr û baweriyê miletçîtiyê, bona ku Xalit Celîl
Zade, yê "kontrrêvolûsyonêr" di mala xwe da xweyî kiribû û
xebatê cî kiribû (Xalit Celîl Zadê Kurdê musulman bû, ji zulma Tirkan
revyabû Ermenistanê), boy piþtgirtina Erebê Þemo yê "kontrrêvolûsyonêr",
boy namê wî tevî Celadêt Bedirxan hene (Heyf, ku ew name hema wê salê
hatine þewitandin), ji boy, ku ew serokatiyê Êzdîyan dike dijî Yekîtiya
Sovyêtê û þer-þiltaxên din. Salekê
di hebsê da dimîne û bi piþtgirtina hinek rewþenbîrên Ermenî tê efûkirin.
Pey efûkirinê ra jî demeke dirêj kar nadinê. Bi navçîtiya nivîskarê
mezin yê Rûs, Alêksandir Fadêyêv, hildidine xebatê. Sala
1940-î Hecîyê Cindî, dîsêrtasîya doktoryê ya ewlîn, bi têma
"Ker û Kulikê Silêmanê Silîvî" xweyî dike. Ji
pey salên rêprêsya ra temamya ocaxên çand û kûltûra kurdî, ku di
Ermenistanê da hatibûn damezirandin, têne dadan. Kar û bar nîvcî dimînin.
Xebatkarê wan ji hev bela dibin. Ronakbîrê hêja bêguman nabe, kar-barê
xwe, bi hêvya rojên ron berdewan dike. Miqala
xweye derheqa Hecîyê Cindî da prof. Þekroyê Xudo wa dinivîse: "Di
vê dema giran da Hecîyê Cindî xebata xwe, ya zanyariyê û lîtêratûryê
va bû berbînî, taqet bona çanda me, xwe da ber giranya mezin, wekî ocaxên
çanda me netemirin, bigîhîjne rojên fireh". Sala
1941-e hukumata Ermenîstanê bi spartina hukumata merkeziyê qirar kir ku
Elfabeya Kurdaye Latînî biguhezin ser hîmê girafîka Kirîlî. Ew kar
sipartin Hecîyê Cindî. Wextekî kin da wî ew kar pêk anî û Elfabeya nû
aliyê hukumatê da hate qebûlbûn. ELIFBA nû bi tîpê Kirîlî seva
dibistanê gundê Kurda hazir kir û sala 1946-a da çapkirnê. Bi vê ElÎfbê,
ku heta naha deh cara çap bûye, ne ku tenê zarokê Kurdê Ermenîstanê,
lê usa jî yê Gurcistanê, rêspûblîkayên Asîya Navîn xwendin û hînî
nivîsandina zimanê dayîkê bûn. Nîvê
salên 50-î di Ermenîstanê da dîsa rojên xweþ
seva pêþdaçûyîna çand û kûltûra Kurda hatin. Dîsa dest bi
çapkirina rojnama RÎYA TEZE, axaftinên Radyoya Yêrêvanêye herrojî bûn.
Têxnîkûma Kurdaye dersdar hazirkirnê vebû. Hecîyê Cindî tevî karê
xweyî hîmlî barê van ocaxa jî hilgirt. "Gava sala 1955-a RÎYA
TEZE dîsa weþana xwe ji pey
navbira devedevî du desala
ra berdewam kir. Hecîyê
Cindî tevî hogirê xwe, êtnograf û
nivîskarê Kurd Emînê Evdal dersdariya me, xebatçîyên RÎYA
TEZE kirin; wekî em zanebûna xwe ya zimanê kurdî kûr bikin..."
-katibê rojnamêyî wê demêyî cawdar prof. Þekroyê Xudo bîr tîne. Sala
1959-a di Akadêmiya Ermenîstanêye zanistîyê da
Beþa Rohilatzaniyê tê damezirandin. Li wir Hecîyê Cindî 8 sala
serokatiyê Koma Kurdzaniyê dike. Akadêmiya Ermenîstanê jî ji bo emekê
wî yê mezin dereca Kurdzaniyê da û zanebûnên piralî bêyî xweyîkirna
dîsêrtasyayê navê Doktorê Zanyarya fîlologîyê didne wî. Zûtirekê
navê profêsoriyê jî distîne. Salê 1968-74-a di Fakûltêta
Rohilatzaniyê da ya Unîvêrsîtêta Yêrêvanê ya dewletê demekê beþê
Kurdzaniyê vebû. Profêsor Hecîyê Cindî li wur lêksîya zman û
edebyeta Kurda dixwend. Profêsor
Hecîyê Cindî, temamya jîyana xwe pêþkêþî folklora gelê xwe kir. Bi
hezara nimûnê wê berev kir; ji undabûnê xilaz kir, derheqa pirsgirêkên
wê ye tevliheve-ne eyan da lêkolîn û îzgeriyê giranbaha ji me ra hîþt.
Sala 1936-a wî û Emînê Evdal FOLKLORA KURMANCA çap kirin. Eva berevoka
çavkanîke zargotina Kurdaye nemirîye û çiqas diçe qîmetê wê
bilindtir dibe. Eva berevoka, hela dema Komara Mahabadê aliyê Qazî Mehmed
da bilind hatye qîmetkirin. Folklorzanê
eyan bi 5 cildan hikyatê gel (salê cuda), berevoka MESELE Û XEBEROKÊN
CIMETA KURDA, ku 800 rûpel e (sala 1985-a) neÆir kir. Lêkolînê wî ye
giranbiha derheqa êposa Dimdimê, tevgirêdanên afrandinên Þêkispîr
biryarên folklora Kurda ra, varyantên /þaxên/, Rostemî Zal û Koroxlî
li nav zargotina Kurda da, mêtodolojîya çêbûna stran, efsane, çîrokên
mêraniyê, þîn û þayê û hwd... Hecîyê
Cindî xebatên berbiçav kirye di dereca zmanzaniya Kurdî da, usa jî
gelek helbest û kurteçîrok nivîsîne. Wextê
mirov kirina folklorzanê mezin ra dibe nas, ecêvmayî dimîne, ku mirovekî
çawa karibûye mîrateke ewqas mezin pey xwe bêhêle: -
15 kitêbên folklorzaniyê û edebyatzaniyê; -
12 berevokên zargotinê; -
7 kitêbên zanistiyê yê pêdagogiyê; -
33 kitêbên dersa; -19
berevokên tercema; -
Romana HEWARÎ... (kurdî, ermenî, ûrisî) Kar
û barên wî ji alîyê Yekîtiya Sovyêtê û hukumata Ermenîstanê bi
layîqî hatin qîmetkirin. Ew hêjayî navê Þuxulbanê
Zanestiyê yê
Emekdar bû, kîjan
didane zanyarên mezine bi nav û deng. Usa jî bi gelek ordên û mêdala
va hatye rewakirin. Lê qîmetê mezin ew hurmet û nav e, ku wî dilê gelê
xwe da hîþtiye.
* * HEWARÎ
kul û jana gelê Kurd e, êþa
bi dewr û zemana. Bi jîyana êlekê nivîskar temamya nakokî û problêmên
nava gel da, sebebên bêtifaqî, bindestî û hejariya wî tîne holê û
li ber xwendevana radixe. Roman
li ser qewimandinên bûyî hatiye nivîsar. Nevs û nîgarên romanê tev jî
mirovên eslî ne, qewm-pismamên nivîskar in. Ew bûyêr çawa derbas bûne,
ça qewîmîne û çawa hebûne, usa jî bê zêdekirin, reng û awazên zêde
rokirye ser kaxêz. Wî, mîna çîrokbêjekî odan, bi zimanekî delal, di
derheqa kal-bavên xwe; êla Sîpka da gilî kirye. Heta navê evda, cî û
wara, sal û dem jî neguhestîye. Mirov bê þaÆþî
wê romanê dikare hesav bike dîroka Kurdên Êzîdî, yên êla Sîpka,
di dema nîvê sedsaliya 19-an heta nîvê sedsaliya 20-î. Bi
nûçekê derheqa þoreþgerekî Þoreþa Oktobrê, yê eslê xwe Kurd, Fêrîk
Polatbêkov da roman dest pê dibe.* Fêrîk,
dema Þoreþa Oktobrê Ûrisêtê, li herema Sîbîrê bê ser û berate
unda dibe. Xwîþka wî, Nûrê Polatbêkova û xizmê wî derheqê da tu tiþtî
nizanin. Pey gelek salan ra serokatiya rêspûblîka Ermenîstanê namekê
ji Rûsyayê distîne. Nivîskarê namê, hevalê Fêrîkî berê, nivîskarekî
Rûs e; hêvî dike derheqa kal-bav, qewm, gund û warên þoreþgerê mezin
da melûmetiya jê ra biþînin. Nivîskar
wê cawê dike firêta romanê û dîroka kal-bavên Polatbêkov ya êla Sîpka
li ber xwendevana vedike. Sedsaliya
derbazbûyî da êla Sîpka, ku eslê nivîskar jî jê tê, dibe du parçe.
Malmezina wan, malbata axa perçekî va diqulibin ser ola Musulmanyê, xwe
dispêrin dewleta Osmaniyê û bi hêlandayîna dewletê, bira-pismamê xwe
ye ser ola kevn têne xezevê. Dest bi neheqiyê, zulmê û tiragêdîya êlê
dibe. Qewm-pismam hev temûl nakin, dikevin qirka hev, dibine neyar. Yên ku
berê þîn û þayê hev bûn, xal-xwarzî, ap-birazî bûn, keçê wan malê
hev da bûn, serê xwe li ber hevda didan, nanê hev heram dikin, heta xêra
bavê hev jî naxwin, dibine "dîn dijmin"... Gilî digîhîje
qirkirinê. Tev leþkerê Osmaniyê, bi serokatiya mala axê êrîþê
dibine ser Êzdîyên Sîpkî, ku qirkin. Jinek diçe pêþiya wan laçka
serê xwe vedike davêje ber pîyê wan. Xîreta miletiyê dilê axê da þîyar
dibe, gura zapitê Osmaniyê nake, ji xwestina xwe poþman dibe. Êzîdîyên
Sîpkî dinhêrin îdî wura jîyan nabe, boy parastina ol û heyîtiya xwe,
bi zehmet direvin wî warê Qersê, ku bin hukumê dewleta Rûs da bû. Wura
ji xwe ra gunda þên dikin, dijîn. Dewleta
Rris alîyê hinek xalên heqê îsaniyê da ji dewleta Osmaniyê pêþdatir
û dêmokratîtir bû. Wura zulma li ser evda ya seva dîn-meshefa, miletyê
û ziman tunebû. Her kesî karibû aza, serbest ola xwe bihebanda,
eyd-erefatên xwe derbazkira. Ev qewlana, bi heqî jî Êzdîyan ra xilazbûn
bûn. Lê
vira jî zordarî û neheqiya çînovnîk-quluxçîyên dewletê, axa û begên
Kurdan li ser xelqê sade kêm nîbû. Vira jî ruþet, talan, dizî û
xiravî hebûn. Dewleta
Rûs mala Emerîkê Polat dike malmezina wan, Elîyê lawê Emerîkê jî
dike axê wê êlê, pêra jî quluxçîyê dewletê. Egît axayê birayê
Elî axê, keçeke dergîstî bi destê zorê direvîne. Dema revandinê xwîþka
keçikê tê kuþtin. Seva wî sûcî Egît û du hevalên wî sirgûnî Sîbîrê
dikin. Hevalek wur ji qewlên sirgûniyê û serma Sîbîrê dimire. Halê
Egît axê jî giran dibe, mecbûr dibe qewlên Êzîdîtyê biteribîne û
jineke Rûs ra bizewice. Du law û keçek wan ra dibin: Fêrîk, Baso û Nûrê.
Egît axa jin û zarokê xwe va vedigere gundê xwe, Dîgorê. Civaka Êzdîyan
jinika xaçparêz qebûl nakin. Jinik zarokên xwe hildide carke din paþda
diçe. Wura dê û zarok dikevne halê xirav. Egît axa dizewice. Namê ji Fêrîk
distîne, ku dîya wan mirye, zarok bêxweyî mane. Egît diçe Nûrê û
Baso tîne. Fêrîk, çimku xwendinê da bûye, wura dimîne. Ew jî havîna
tê cem bavê, paþê diçe xwendinê. Dest
bi þerê Hemdinyayêyî Ewlin û Þoreþên Rûsyayê dibin. Qewatên Rûsan
ji heremê dikþin, diçin.Ew dimînin devê leþkerên Roma reþ û alayên
Hemîdiyan da. Rojên reþ tên. Êzdî dîsa cîþihitî dibin, direvne
Ermenîstanê, li gundên êzdîyaye pala çîyayê Elegezê. Rêva qira wan
tê. Lê bi revê ew xilaz nabin. Xûnxur digîhîjne gundên Elegezê. Çem
bi xûna evda dikþe. Elî axê bi cizaret dikujin. Koka Êzdîyan tê. Bi
hezaran zarok êtîm dimînin, nava wanda usa jî xudanê vê romanê. Tava
Þoreþa Oktobrê dide Ermenîstanê da jî. Êla birîndar dîsa ser xwe da
tê, lê Fêrîk Polatbêkovê þoreþger usa jî venagere... Ev
tiragêdîya kal-bavê xwe, ku þedekî wê jî nivîskar bi xwe bûye, bi
hostatî tîne li ber çavên xwendevana. Bi
keser derheqa axa, beg, serokeþîrên qure, nezan, qafseqet, erf, edetên
gele bêkêre zîyandar û nezanî, xizaniya gelê Kurd da dinivîse. Mirov
dema pirsgirêkên romanê da hatine bilindkirin dinhêre, tê bêjî yê îroyîn
in; dîsa ew neyarê xwînrêj in, dîsa nav Kurda da bêtifaqî, qebîlatî,
nakokî, nezanî, dîsa rev û bez, koçberî, penabirî... Romanê da tê
gotin, ku xilaziya gel tifaq û yekîtŸyê da ne. Zimanê
romanê xweþ û gelêrî ye. Bi mesele, metelok, xeberok û stranên gelêrî
roman hatiye xemilandin. Her gotinek li cîyê xwe da ne, bêy þirovekirin,
þîret, temî û sipartinê zêde, ew jî qîmetê romanê hê bilind
dikin. Dîdem, sifetê romanê usa rind hatine nîgarkirin, reng û rewþ
usa baþ hatine kiþandin tê bêjî wêneyên çîya, gelî, geboz, zozan,
guhêr û gundên Kurdan e. Ev
romana delal destanîneke edebyata Kurdê Sovyêtê ye. Pêwîst e her
Kurdek wê bixwîne. 24.11.1998
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org