Eskerê BOYÎK

 

KARWAN DIKÞE

                                 li pey karvên, weke berê,

                               Dîsa xema kesî nîne

                               Kenekî ten, qerf û kîne…

                              

Karwan dikþe.

Ne serîye, ne jî dewî,

Ne serkêþe, ne jî xweyî,

Kê unda bû, kê warek dît,

Kê bû qurban, kê bû þihid…

 

Ne due’aye, ne nimêje,

Hêsirin tel, xûn dirije,

Ser oxira karvan da qerf

Bayê bêwa lorîneke tel dibêje,

Karwan dikþe.

 

Ne devene, ne delîlin, ne guman e,

Ne zingîna zengilan e,

Mîna berê ne karvanê

Xiþir û xemil, zêr zîvan e,

Ji wêrana Kurdistanê

Bazirganya me Êzdiyan e.

 

Eþyakî bêrûmet û pir arzan e…

 

Karwan dikþe.

 

 

Dewr-zemana dikþe-dikþe

Dewî nayê,

Vegert nine,

Welat kîn e, xûne kîn e.

Bira piþta birê nîne.

Bira-birê, xûn-xûnê nahebîne,

Neheqya qan, kîna xwe reþ

Ser xelkê da dibarîne…

Xelk direve…

Karwan dikþe…

 

Welatê wan, yê wan nîne,

Welet piþt wan va dimîne…

 

Paþt wan agir, kîn û xûn e

Pêþyê tarye, undabûn e,

 

Undabûn e,

Poþmanbûn e,

Tunebûn e…

 

Xemxur nîne, xêrxaz nîne,

Kesek nîne berê karwên vegerînê-

Dewyê li vê revê bîn e,

Dewyê li vê kînê bîn e…

 

Dilê min da tek axîn e,

Ax axîn e…

Xema kesî  ax, axîna min jî nîne…

 

24. 06. 2008

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org