Eskerê BOYÎK

 

Keça Êzdî bûye bela serê Êzdiyan…

 

Hê du-sê meh berê hewar-gazyên Êzdiyan ku ji Baþûrê Kurdistanê dihatine standin û kampanya nebxêr ya ji bo kuþtina keça Êzdî çapemenyê da dihate meþandin ez mecbûr kirim nivîsareke wa binivîsim:

                            BANGA MIN

     LI GELÊ KURD Û HEMÛ QEWATÊN AZAYÎHIZ

Van rojên dewyê ji Kurdistana Baþûr gelek nûçeyên nebixêr seva halê Êzdiyan têne stendin. Kuþtina keça Êzdî kirine me’ne, çawa temamya Îreqê usa jî herêma Kurdistanê êrîþ ji pey hev têne ser vê civaka kêmjimare bê piþt. El Qaîda, hêza Îslamyê ya  têrorîste e’yan  û partyayên olperese radîkal, berê neyartya xwe dane  Ezdiyan.    Mizgevtên bajarê Mûsilê û hinek mizgeftên herema Kurdistanê, kanalên têlêvîzyonan banga qirkirna Êzdiyan dikin.

Kampanya pilankirîye kirêt raya cihanêye giþtî ya azayîhiz jî kirye nava þaþyan. 

Gelê bêþûcî-bêgune fermaneke nû ra rûbirûye.

Çendek pêþda, li bajarê Mûsilê 24 evdên Êzdî yên karkir, ji bo êzdî bûn ji nav karkirên musulman û xirîstyan bijartin birin, bi hovîtî kuþtin, 700 xwendevanên Êzdî ku zanîngehêên bajarê Mûsilê da dixwendin, mecbûr xwendina xwe hîþtin, revyane herema Kurdistanê, Êzdiyên ku wî bajarî da dijîtin giþk ji wur revyane.

Ya xeter ewe, ku ew dijîtî û neyartîya dijî êzdiyan derbazî  Kurdistanê bûye. . Bajarên Kurdistanê da jî êrîþ û bangên neyartyê yên dijî êzdyan pir bûne û berdewamin. Îrade kare ji bin kontrola qewatên heremê yên bêqezyabûnê derê, bibe þerê olî.

Pij vê kampanya kir da hêz û dewletên neyar sekinîne.

Dijwer nîne bê texmînkirin, ku bin vê kampanya neyartyê da çi meremê gemar veþartîne. Dema Rêfêrêndyûmê ji bo pêkanîna xala 140 î nêzîk dibe. Zanîn Êzdi kurdin, tiþtekî wan, ku  wan êrebava girêde tune û ewê e’se bisekinin alyê Kurdistanê.

Dixwezin êzdyan bitirsînîn, ku Êzdî þên û werê xwe bihêlin birevin, dijminatyê bikine nava Kurdên musulman û êzdî, aramî û edlaya herema Kurdistanê da heye tevli hevkin.

Ez, wek nivîskarekî Kurd bangî temamya partî, hêz, komelê Kurdaye sîyasî, civakî, rewþembîrî, olî yên heçar perçên Kurdistanê û cihanê û temamya gelê Kurd dikim, destê nepak û neyara bigrin, nehêlin xeletyê ku bi dewrana hatine  kirin biwekilin û civaka Êzdiyan bikeve devê fermaneke xezeve nû.

Ez bangî qewatên cihanê yên azadîxwez dikim Êzdiyan biparêzin.

                                                                     Eskerê BOYÎK  Nivîskar

03. 05. 2007

 

Lê ji bo hal hevkî aram bûbû, û ji bo agir gur nekim min ev nivîsara xwe tu cîya newaþand…

Ez ne koçekim, ne jî koçekya-moçekya bawar dikim lê tiþt hene, ku ji halê çêbûyî diniqitin dilê mêriv. Nizanim çima ji bo bûyareke xirab tirs ketibû dilê min.

Bûyara Þengalê qewimî…

Rast, dilê temamy gelê Kurd êþya

Pêþyada hatye gotin: „ Xwedê hew mezintir neke“.

Neyarê ev qetil kirî di hinek alyada gihîþtye armanca xwe, tirs-xof ketye li nav xelkê, rev û beze.

Hêzên berpirsyar gerekê hiþyarbin nehêlin neyar qetla xwe berdewamkin û Þengala Ezdyan reng û dêmogirafya xwe biguheze, bê êzdî be…

 

Vê dewyê mallperên me-kurda da hate nivîsar ku derheqa Duea-keça Êzdî da du cîya fîlm têne çêkirin…

Ji wê bûyara kirêt girtî heta îro hewar-gazya rewþembîr û evdên Êzdîye, ku wê kampanya dijî civaka Êzdyan rawestînin, ew dijminatyê himberî vê civakê li nav dinya musulmanyê da gur dike, ku ew perçek ji pilana neyarê Herema Kurdistanêye, ku vê dema Îreqê da bêqanûnî û kaose ew kare bive sebebên bûyarê xirab…kesî guh nedida wî dengî, malper bi vîdyo fîlma kiþandî, gotarên þermezarkirinê dagirtî bûn…Ew hemû hindik bûn hinek hunermend û nivîskarên meye navdar bi wî navî kilam û helbest, destan û roman çê dikirin…

Niha jî ew fîlm?

Gelo pirsgirêk û birînên Kurdistanê ewqas hindikin, gelo bûyarên kurdaye balkêþe din êdî tunene, ku hunermend û sînemekêþên me û yên wan fînanse dikin ji bo bûyara Duayê nîsanî cihanê bidin ketine cêrgê, ewqas destvekirî û dilþewatin ?…

Ka çend fîlm derheqa serhildanên Þêx Þihîd û Þeyîd Riza, serhildana Agiryê, bûyarên Muhebadê û kuþtina Qasimlû, derheqa fermanên Êzdyan, halê Kurdên Elewî û bi hezara bûyarên gelê meye dilêþ da hatine çêkirin… Di nava civaka gelê Kurd ya fêodal da salê bi hezara bûyarên wek ya Duayê dibin… Pirs pêjda tê, çima sînemevanê me nava wan pirsgirêka da tek bûyara kuþtina keça Êzdî bijartine…

Ev yek cîyê fikirandinê vedike…

Bira xwendevan nefikirin ku ez alîgirê zulm û zora li ser jinême.

Min dixwest ew kevirê davîtine Duaê li min ketana, tek ew bûyara kirêt pêk nehata û ew keça cîwan bigihîþta mirazê xwe…

Gilyê min derheqa  bê sebeb ji alyê hineka da reþkirina dêmê civaka Êzdyan û gurkirina dijminatyê ye li dora wan.

Ez, wek merivekî Kurd  hêvî û reca sînemevan û yên wana fînanse dikin dikim, çêkirna wan fîlman rawestînin, nebin alîkarê vê kampanya  qetil ku dijî Êzdîtyê tê meþandin… Pirsgirêkên gelê Kurd, yên layîqî fîlman pirin…

 

Eger vê civakê ra nikarin bivne alîkar, zirarê jî nedinê…

 

                                                                                           Eskerê BOYÎK

 23.08.2007

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org