|
Eskerê
BOYÎK KESER Bûyarên li Þêxanê dest dayî pir dilê min êþandîn. Yekcar
dû tiþt ketine bîra min: Ya
ewlin: Kurdistana Azad, ev pêvajoya dijwer e nazik, çaralî bi
neyar-dijmina va dorpçayî û dijminê navxweyî… Ya duda: Jera dîndijminatya reþ, ku bi dewranan zordar
û bawaryên dagerkir kirine qafê evdên kurd, lê kirine havênê hevtemûlnekirinê,
hevheramkirinê, neyartyê, bêtifaqyê. Kîjanê mala Kurdan wêran kirye,
bûye sebebê vê bindestya dewrana, vî halê gel û malwêranya welêt. Rast,
çiqas jî wan bûyaran dilê min êþandin, fikir û ramanên min tev li
hev kirin, qîrîn û hewarek di nav minda çê kirin, ji bo Kurdistana Azad
û wî perçê gelî ji ber xezeva fermanan xilazbûyî, lê dîsa min hestên
xwe zevt kirin û ne xwest wê derheqê da binivîsim. Eva
bûyareke kurdewarye. Nexweþîke gelê Kurd ya bi êþ e. Birîneke kûr e,
derdekî gelêrye. Ne ewqas birîna Êzdiyan e, çiqas ya temamya gelê kurd
e. Min
dixwest seva wan bûyaran, ne ku tenê Baþûr, lê heçar perçên
Kurdistanê û ji welêt der bibya qîrîn, hewar-gazya gelê
kurd, xazma ya giregir, rewþembîr, sîyasetmendar, oldarên meye Kurdên
musulman. Partî û komele, sazî û dezgehên kurdan pêþda bihatana, gilyê
xweyî xêrê bigotana... Min
dixwest vê kîna birakujyêyî dewrana, dilê wan jî bêþanda, bigotana
êdî em ew gelê xapyayîyî cahil nînin, em kurd neheqya kurdaye usa
hindava kurda da qebûl nakin. Kurdên
qafterî û olperest ra bigotana: Çavê xwe vekin, li dora xwe dost û
neyarên xwe ji hev cudakin! Êdî bese! Dewra vir û derewan,
xapandinê derbas bûye. Sedsala 21 ê ye. Bese! Lê keraya dewranaye giran dîsa mîna
ewrê bêreng, xêncî çend birqdanan, ji cî nehejya… Ev kerayî, ev bêxemî, rast gotî, cî ji gelek fikarara vedike… Wê kerayê dilê min êþand… Ez ne wak evdekî Êzdî lê wek nivîskarekî
Kurd ji vê kerayê û bêxemyê nerehetim. Zor sipas serokên herema Kurdistanê
û serokatya Êzdyan ra ku bi zanebûn û xemxurî tev geryan, nehîþtin ew
agirê çêbûyî gurbe, bûyar berfire be. Ew zulm zû
kirin bin kontrola xwe… Zor sipas wan teka-tûka hevala ra,
ku bi dilêþî û welethizî hestê xwe derheqa vê bûyarê da elam
kirin… Ne tenê
ji bo xatirê Êzdiyan, lê ji bo serketina
pêvajoya kurdewarîye îroyin, himberî
bûyarên wa kerayî û bêxemî
avê berî ser dewla aþê neyarê Kurdistanê dikin…Îro li Baþûr
himber Êzdyan ev bûyar çê bûye, sibê jî kare cîkî din, bûyareke
xezevtir dijî hinek kurdên din çêbe… Sebebê çêbûna bûyarên wa hela hê jî li nav civaka kurda da pirin û kûrin. Ez ne wê bawaryê da me, ku sûcê çêbûna vê bûyarê tev dijmin-nexwezên Kurdistana azad va bê girêdan, wan cezakin û alîkî bisekinin. Te bîra
min, wextekê, dema weletê Sovêtê da karekî xirav, yan tiþtekî neqenc
dijî qanûnê dihate kirin, pirsgirêk çê dibûn, yan tevçûn û nerazîbûn
li nava gela da pêþda dihatin, rayedaran digotin: „ Ev bermayên kapîtalîzmê
ne“ bira hiqûq çareserke. Nedixwestin kûrî nava meselê bin. Paþê ew
pirsgirêkên „ bermayên kapîtalîzmê „ ketine ser hev, bûne bomb û
dilê welêt da teqyan. Dewî li ber çava ne.. Gerekê gelê kurd, rayedar û rewþembîr
bizanbin, ku meselên wa tek bi kêranîna qanûnên
hiqûqê çareser nabin. Deh yan sed tevbûyê vê bûyarê cezakirin, hinek
evdên bêsûc ji ser kursyê wan avîtin, çareserya meselê nîne. Ev bûyara navxweyî, tiþtekî nû nîne, tenê qewimandinên niha va girêdayî nîne. Ew ji dewrana tê. Dîndijminatyê, hev temûlnrkirinê, bêtifaqî û neyartya navxuyî, welat gîhandine vê malwêranyê. Dîroka kurda da deqên tenîye wa kêm nînin. Kesî ewqas zirar nedaye kurda, çiqas kurdan bi xwe, kesî xûna kurdan ewqas nerêtye, çiqas kurdan bi xwe, kesî rêya azadyê li ber kurdan negirtye, çiqas kurdan bi xwe. Kurdan her kesî ra xizmet kirye, wan ra bûne piþt û alîkar, serê xwe li ber wanda dane, zulm û zora wan temûl kirine. Lê hev temûl nekirine. Xelkêra tifaq çê kirine, tifaqa xwe xirav kirine. Derewa xelkê ji xwera kirine heqî û îman, nanê hev heram kirine, nanê xelkê xwera kirine tiberk… Fikir tele, lê rastye… Gerekê em kurd, çareserkirna bûyarên
wa hêvya serokekî duda, yan partyakê dudava nehêlin, bi gelêrî, bi
tevayî, bi civakî rabine dijî van nerindyan û wek malbetekê çareseryê
bigerin. Dema
meriv wen çênd dîdemên, ku dizîva, bi tirs ji bûyarên Þêxan hatine
kiþandin dinhêre sawê dikþîne, ewqas kîn û jer hindava Êzdyan da,
ewqas zulm û xezev serê kurdên olpereste wê deverê (Êla Gorana) da çima kom
bûyê. Êrîþkar hîmlî jî gêncîn. Gelo ew qet perwerde nebûne? Kêne
mamostayê wana? Ew çawa bû di nava seheta da ewqas evden bi kîn û jer,
sîlihkirî li hev civyan, bi êrîþ û gazyên cihadê, dijminatyê,
qirkirinê hiçûmî mal, dukan û cîyên pîrozên Êzdiyan kirin. Heta
polîs jî di nav êrîþkara da hene… Gelo li wur qet komek evdên
xerxwez, yên bi vîjdan tunebûn ku pêsya wê êrîþa xezevê
bisekinyana. Pirs pêþda
tê çima heta niha jî gêncê kurda hindava kurda da bi xezev têne
perwerdekirin? Ji minra gotne gelek endemên herd partyên Kurdistanî, heta ewê îro li deverên Êzdiyan da berpirsyar û desthiletdar in nanê Êzdiyan naxun… Xwelî
serê wî welatî be ku evdên usa wê azakin… Lê wekî qewatên desthiletdarya herêmê negihîþtanê? Lê wekî dewsa kek Mesûd û Mam Celal hinek olperest bûna? Lê wekî hinek Êzdiyan jî dest ji ber xwe hildana, rahîþtana çeka? Lê wekî… Dîsa
fermana bi sirê? Kê-kê,
lê min ev tiþt, vê dewrê da, ew jî vê dema seva gelê Kurd nazik da,
qet bihar nedikir… Çend sal pêþda ez li Bakûrê
Kurdistanê li rîspîkî bûme mêvan Axaftina
me li ser xîreta kurdaye miletyê bû. Kalê gilîk got, qet ji bîra min
naçe. Got: „Dijminê kurd di serê kurd da ne. Kurd gotî ji serê xwe
neyarê xwe bavêjin. Wî çaxî azadya Kurdistanê li ber dêrî ye.“ Gelo bi kuþtina kurda, kurdê
Kurdistanê çêkin? Bi keser gerekê bê gotin heta niha jî ne rewþembîrya kurdî, ne jî sîyasya kurdî, ne jî cihana kurdîye civakî, hela bi dil guh nedane van pirsgrêkaên navxweyî, van nexweþî û birînên xweye dewranaye êþ. Piranya zane û rewþembîrên kurd,
êdî ez derheqa xelkên sade da nabêjim derheqa hev, ol û meshevên hevda
pir kêm zanin, qedir nadine bîr û bawarî, erf û edet, sîmvol û cîyên
heve pîroz, di piþt hevva qelpin, bi neyartî bawarya hev dinhêrin, piþta
xwe hev girê nadn. Serê wan derheqa hevda çiqas bêjî tiþtên nerast,
buxdan û þiltaxê neyaran seva wan gotî, tiþtên xirabva dagertîye.
Carna derheqa hevda tiþtê usa dibêjin
ku serê evdên normal da cî nabe… Heta vê gavê jî nijarperestya kurdîye navxweyî ya olî, zaravî, elfebê, heremî hidûden gelêrî da cî nabin û li nava gelê kurd da nahêlin tifaq, yekîtî çêbe, xîret û kara miletyê bi tumerî cîyê xwe bigrin. Roja îro jî meriv kare bi seda mînaka
ji sîyasetmendar, rewþembîr û giregirên kurda bîne, ku wan ne ku tenê
çevê xwe li ber bûyarên wa, nakokyên di nav civaka kurdî da girtine,
lê rex neheqan sekinîne, alî wan kirine… Ka dîroknasya kurdî, nivîskaryê, rewþembîryê, civaknasyê ji bo çevê evdên kurd vekin çend lêkolînên dîrokî, roman, þano, çirok, gotar derheqa van nakokyan, derew û virên dagerkira da, tevkujyên navxweyî, fermana da nivîsîne? Ka partyayên meye sîyasî dijî van nakokyan çi kar kirine? Ka têlêvîzyonên kurdî da çend berneme hatine weþandin? Ka çend oldarên kurd e welatparêz
derheqa olên kurdistanî da rastî mirîdê xwera gotine? Usane perwerdeke rastyê, perwerdeke
ji bo kar û xîreta miletyê li nav gelê Kurd da gerekê bê meþandin.
Çi di kara gelê medane, çi ya gelê meye, çi ziman, ruh û heyîtya
gelê me diparêze gerekê em alîkarê wan bin. Em ne bi berçevka, lê bi
rastyê, bi culet gerekê roja xweye îro, dora xwe, dîroka xwe binhêrin.
Her kesayetya dîrokî gerekê bi emelê xwe, bi qencî û kêmanîyê xwe dîrokê
da cîyê xwe bigrin. Serê bavê Kurden musulman jî, serê
bavê Kurdên êzdî jî, yên elewî, kakayî jî, usa jî serê bavê
kurmanca, sorana, zaza, gorana, lora, serê bavê hemû partî, hêz, komele
û komên kurdan, azadya wan, rizgarî û azadya welêt, qewata wan yekîtyê,
hev temûlkirinê, ji hev hizkirinê da ne. Yekîtya bê qelp, yekîtya bi
zanebûn, bi xîret û ruhê kurdî, bi xemxurî girtina qedrê bawarî,
erf-edet, eyd erefat, cîyên heve pîroz wê ji wan ra rêya azayê veke.
Yan xapandin, gilî-gotinên vala, soz û gazinên welatparêzyêye sexte,
tucar tu kar nedane û ne jî wê bidin… Ev bûyar cêribandineke tel bû û þikir ji xwedê wa kete bi kontrolê… vê pêvajoya dewletbûnê da, wextê Kurdistanê da destûr û dokûmêntên din tên qebûlkirin gerekê bi hiqûqî pêþîgirtina bûyarên wa hesav bê hildan, ol û netewên kêm kes bi fireyî bên parastin. Di vê nuxtê da hiqûq gotî sert
be. Dema rêfêrêndyûmê nêzîk dibe. Ez bangî hemû Kurdên êzdî dikim, ji bûyarên wa, sozên xelkêye vala, bangewazyên hinek êzdyên firotî û qafseqet nexapin, bizanibîn azadya wan, bextê wan û ewledan , bi dewî ji helandin, zulm û zordestê xilazbûna wan welatê wan Kurdistanê û gelê wan va girêdaye. 26. 02. 2007
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org