Eskerê Boyîk
 
                           KESERA ÇIYAYÊ AGIRYÊ
 
Dest min dane pirtûka Yîlmaz Camlîbêl „Gilîdax Bêxwedî nîne“ yan „Serhildana çyayê Agirîyê“ ( Weþana DENG; 2005). Di nava van çend mehên dewyê da cara dudan e ez vê pirtûka hêja dixûnim û bi hizkirin tev nivîskarê pirtûkê fikirê va diçim nav bûyarên rojên buhurî, wan rojên tiragîk e dijwer, rojên mêranyê, serbilindyê, rojên oxirmên giran, ku dîroka me da bûne efsena welatparêzyê û berxwedanê.
Kek Yîlmaz wek çîrokbêjekî odayî zarxweþ bûyaran usa delal, rehet, usa sade, berfire, bi sirê radixe li ber çevê xwendevanan, tê bêjî tu pirsên terî nahêle û tev wî meriv gav bi gav gund û zozanên çyayê Agiryê digere, dikeve nava ruhê xwesmêr û egîtan, wan dibe mêvan, halê gelê Kurd û xezeva dewleta xûnrêj divîne. Dewyê da kesera çyayê Girîdaxê, tev kesera Biroyê Hesikê Têlî, serok û xweþmêrekî serhildanê li mêriv tesele dibe... Kesereke giran, kevn û kûr, wek giranî, kevnarya wî çyayî  û gelê Kurd.
Em-Kurd miletekî ecêvin...Miletên din, ku bûyareke biçûk jî di dîroka wan da diqewime dikine çîya, heta-hetayê bîr nakin, dikine kitêb û heykel, lêkolîn û dîrok, sîneme û kilam, þikyat, datînin ber data dinyayê. Dikine temî û þîret seva  temamya gelên xwe, ewledên xwe, gelên xwe bi bûyarên usa perwerde dikin, ku dost û dijmin, xêrxwez û xêrnexwez, welatparêz û xweyînan naskin û bîr nekin.  Me kurdan ra, tê bêjî bûyarên usa bûne tiþtine a’dî. Em carna wan bîr jî naynin. Dibe, ew xeyset jî ji wê tê ku jîyana gelê me da ewqas pir serhildan pêk hatine, ku em kurd hînî wan bûne? Yan ji serhildanekê heta ya din wedê me tinebye ku bûyaran bi rastî binirxînin? Wedê me tunebye ku em li ser þihîdê welatê xwe bigrîn jî.. Dijmina nehîþtye em rastya xwe rast bivînin. Dijmin nehîþtye ku em êþa xwe xweyî derkevin.
 Ji pey hilweþîna dewleta Osmanyê ra neheqîke pir mezin Kurda hat kirin. Kurdistan kirne çar parça û kirin bin nîrê çar dagerkirên xezev. Kurd bi nemerdtî xapandin. Dagerkiran di pirsa kurdî da ziman hevra dîtin, ji hevra bûne piþt, xwestin bi çî cûreyî hebe dewyê gelê Kurd, Kurdistanê û pirsa kurdî bînin. 85 sal ji wê neheqyê derbaz bûne. Neyarên gelê Kurd çiqas diçin devxûn dibin, çi cûre zulm-zor, delk û fen heye dijî vî gelî didin kêranîn  Lê gelê  Kurd jî tu cara neþkestye, tesmîl nebye, ew neheqî qebûl nekirye û bawarkî ji roja ewil heta niha „Þûrê kurd tu cara neketye kalên“. Þerhildan û bûyarên wî teherîye bîçûk û mezin dijî dagerkiran di pey hev Kurdistanê da berdewan kirine û îro jî didomînin...
Nizam çima minva usa tê xanê, ku dema em derheqa serhildana da diaxivin, navê wan didin, payê pirê bi fikir û peyvên arzan e sade ( pesindayîn ) rûva wan dinirxînin, navê merivekî-dudava girê didin. Eger derheqa serhildana dinivîsin jî tenê derheqa qedera seroka da werimî dinivîsin, bêxem rex tiragêdya pij perdê ra derbaz dibin... Payê gelê meyî pirê haj wê zulmê nîne ku dema serhildana û ji pey wan bûyarên dijwer ra anîne serê gelê kurdî sade.
Bi texmîna min ev pirsgirêk him rewþa ku Kurdistane navda ne, him jî bêxemî û zeyîfbûna rewþembîrya me va girêdaye... Me nikaribûye wan bûyaran helkin, ronkin, vejînin, kûraya wan ronayîkin bikine malê gelê xwe û cihanê. Niha, bi rastî, ordîke mezin rewþembîrên me pêþda hatine, wedeye berê me bikeve dîroka me.
Ev pirtûka bi qîmet tê bêjî bi dilê min hatye nivîsar, temamya weneyên serhildana çyayê Agiryê bi cûrekî zanyarî nivîskar radixe ber çevê xwendevanên xwe. Rind tê xanê ku xudanê pirtûkê  merivekî pispor, ji her alyava zanyarê wî cî-warî û wê serpihatyê  ye.
Serhildana Agiryê bi tebyetmendyê xwe ji Serhildanên Kurdan yên  berî xwe tê cudabûn. Eva wek yê berê bin serokatya seroke’þîr yan serokoldarekî da tev ranebye. Eva bin rêvabirina   hêzeke Kurdaye xurt: Xoybûnê bi tevbûna rêvabir, oldar û serekeþîrên kurdaye bi nav û deng, bi qumandarya serleþkerekî perwerdekirî da mesyaye û ji hemû qatên civakê tevî serhildanê bûne, bûye tevrabûneke netewî.
Bi 13 nuxtên fikirkûr nivîskar bi dokûmênt û melûmetyên barkêþ tebyetmendyên vê sehildana netewî dinirxîne û bûyaran bi sê demên wede da analîz dike:
Dema yekemîn; di bin rêvabirya Biroyê Hesikê Têlî da ji 16.05. 1926 a heta 20.09.1927 a ajotye.
Dema duwemîn, di bin rêvabirya Xoybûnê da ji destpêka sala 1928 heta 14 Îlona sala 1930 kiþandye. Þerê dewîn 7 heta 14 Îlonê pêk hatye. Eskerên Tirka bi hevkarya eskerên Îranê û Sovyêtê hêza Serhildanê þkênandin e.
Dema sêemîn 14 Îlona sala 1930 heta payîza 1932 kiþandye. Ji pey têkçûna serhüldanê ra hinek serekdesteyên kurd berxwedana xwe domandin e...Û ji tunebûna çeka, xwerinê, îxaneta hinek eþîran, bin zulm û zora hevkarya eskerên tirk û ecem da temirye...
Pirtûkê da navê 180 þervanên serhildanên têne dayîn.  Nivîskar bi hinek salixyên kurt keseyatî, egîtî û mêrxwesya wan xweþmêran tîne ber çevan. Biroyê Hesikê Têlî temamya malbeta xwe va tevî serhildanê dibe: dayka wîye 110 salî: Mirdêsî Xanim, pîreka wî Rabî Xanim, du bira û pênc lawê wî, birazî, xwerzî, jinxwerzî... Tev jî þihîd dikevîn.
 „ Mirdêsî Xanim ... sala 1928 an da li ber bombebarankirina firokan ji sîngê xwe birîndar bû. Îhsan Nûrî Paþa çû xatirê wê pirsî. Mirdêsî Xanimê awa bersîv Îhsan Nûrî Paþa dabû : „ Lawo, ez êdî pir pîrim. Ez dizanim mirina min nêzîk e. Sed þikir ji Xwedê ez ji bo miletê Kurd dimirim“.
Derheqa mêranya Biro da xetên wa pirtûkê da hene: „ Li ser têkçûna serhildanê, Biro pêþnyareke gele barkêþ ji serokatya serhildanê ra kir û got: „Werin em jin û zarokê xwe bikujin. Bira namûsa me nekeve destê Romê. Em jî heta mirinê li himberî Romê þer bikin.“
Îhsan Nûrî Paþa pêþnyarê qebûl nake. „Di dewyê da êrîþî Ordya Tirka kirin. Cembera ordya Tirka qelaþtin. Lê vê carê jî ordya Îran û Sovyêtê derketin pêþya wan. Sala 1930 an di 14 Îlonê, leþkerên Îranê der û dorê Biro girtin. Fermandarê ordya Ecema, pêþnyarek birê Biriyê Hesikê Têlî kir: „ Tesmîlî  me bin. Çek û pûsatên xwe bidin me. Em tekîlî we nabin.“ Pêþnyar nehate qebûlkirinê. Di girê Sîra da 3 roj û þeva þer kirin. 17 Ilonê bi jin û zarên xwe va tev hatin kuþtin.“  
Serhildanê da, pîrekên Kurd tev zilaman, çek dêstê wan da bi efatî þer dikin ji bo nav-namûsa gel û weletê xwe. Serekî da mêrxwesekî serhildanê Ferzende Beg giran birîndar dibe. Dayka wî Asya Xanima birîndar deylî bûka xwe Besna Xanimê dike: „ Besê, kurê xwe hilde, bireve, xwe xilas bike, belkî nebyê min rojekê firsend dibîne, tola bavê xwe hildide.“ Lê bûk wê pêþnyarê qebûl nake. Çeka mêrê xwe hildide û dijî leþkerên Îranê þer dike. 17 Îlonê sala 1930 î, malbet tev tên kuþtin. Kilamê da wa tê gotin:
 
Asyayê bi sê denga dikir gazî
Digot, Besrayê rebenê rabe bireve
Dergûþa milê te lawîne,
Tu destê Elfesya bigre
Ji nav þêr derîne.
 
Besrayê digot Asyayê, dayê
Tu çawa gotinên waha ji min ra dibêjî
Bila dergûþa milê min
Dora lingê mala Emer Axa
Herdu peyayê mala Mistefa Axa tev bigere.
 
Paþê kilam wa berdewan dibe:
 
Hela bala xwe bidin dîya Elfesîyaye
Ketye mava þerê giran
Weke þêra tol hildaye.
Wele tu þêr î. Haza qîza þêran î
Lêxe, dîya min bî, lêxe,
Þêr li her derî þêr e
Çi mê ye, çi nêr e...
 
Kilameke din da ku dîsa ser mêranya egîtên Serhildanê tê gotom mêrxwesya jina Kurd wa tê nîþandan:
 
Ez Zeynê me, Zeyna Hemo me
Gura serê çyê me,
Wele nabe, tu car nabe
Heft bavê Romê were
Zeynê tesmîlî wana nabe...
 
Mînakên wa pirtûkê da pirin. Bi efatîke efseneyî þervana nav-namûsa xwe xweyî kirine, serê xwe danîne di oxira weletê xwe da... Þureta serleþkeryê û mêranya serokê þerhildanê Îhsan Nûrî Paþa, pîreka wî Yaþar Xanimê, egîtî, weletparêzya serekeþîr, oldara girtî heta gundyên sade wê efsena tragike bedew di dîroka me da dixeminin... Xalis Begê Sîpkî, Þêx Evdilqadir, serokê eþîra Sekan, Mûsayê Berikî- endemê Xoybûnê, Hesen Hiþyar- dîroknas, nivîskar, Seyîd Evdilvahap- Hesesorî, Têmûrê Semsikî- axayê eþîra Þemsika, Memo û Nadir Beg-lawên Kor Huseyn Paþa, endemên konsêya þerê Agiryê, Þêx Zahar- alim û rewþembîr, birayê wî Þêx Evdirehman, Reþoyê Silo,Seyîdxanê Ker û gelek gelekê din...Pirtûkê da ev wane bi hostatî hatye nîgarkirin.
Bi qirar û sipartina dewletê eþkeren Tirk xezev û zulm anîn serê evdên Kurd e sivîl, xûna xelqê bû çem kiþya, gund û þên wêran bûn, xelk dero-dero û malwêran kirin...
Ji dokûmêntên Xoybûnê tê kivþê ku rêvabirên serhildanê çiqas aqil û bi tercûbe nêzîkî pirsa û bûyaran bûne... Lê çi bikin, çawa kilamekî da tê gotin „ Ezê çi bikim dîwane tenge milê mîrê zirav lê hilnayê...“  Þesid þervanê Kurd dijî 22 hezar eskerên Tirkaye sîlihkirî, 52 firokan, dorpêckirî, pîþtgirya hêzên Îranê û Sovyêtê û bêdengya cihana dilkevir...
Nivîskar bi dokûmêntan sifetê sîyasya Kêmalîzmê, dijminatî û neyartya dijî gelê Kurd tîne meydanê. Her tiþt, her hewildan, her qirar û qanûnê cimûryeta tûrkîzm dijî kurdîtyê ye, her tiþt ji bo helandin û ji holê rakirina vî gelî ye... Helbet Kemalê kor jî çû, peyhatyê wî jî çûn, peyhatyê wanê jî bimirin... gelê Kurdê bijî û wê hebe... Lê mafê tu kurdî (yê ku xwe kurd hesav dike) xazma  rêvabirekî kurd tune vê rastyê, xûn û bîranîna þihîdên serhildanan pêpezke û pesnê wî weþê kurdxûr bide...
Dîrok dide kivþê ku amintya dewleta Tirk tu cara bi kurda tinebye...Eva rastya dîrokê ye... Kurdan çiqas biratî xwestine, destê biratyê çiqas jî dirêjî wan kirine, bi kîn û neyartî wan ew yek dîtine. Kurd çiqas jî ji wê hukumdarya qelp ra amin bûn e, berda þer kirin e, xûna xwe rêtin e, eger kurdîtya xwe înkar nekirine, dewletê ew dijminê xwe hesav kirine. Gelek þervanên vê serhildanê, ji alyê Tirka dijî Ordya Rûsa þer kiribûn. Hela hineka, nav wanda usa jî Biroyê Hesikê Têlî ser hidûdê Îranê pêþya hinek þervanên Kurde serhildana Þêx Sihîd girtibûn, wan ra þer kirbûn, ku nehêlin derbazî Îranê bibin... Lê ew jî ji neyartya dewleta Tirk xilaz nebûbûn û qirara sirgûnya wan hatibû dayîn...Hema ev yeka bû sebeb ku Biroyê Hesikê û piþtovanê xwe derketin çiyê...usa dest bi serhildanê bû...
Ji boy vê jî gerekê Kurd vê rastyê femkin ku îdîologya tûrkîzmê tucar heyîtya kurdîtyê li rex xwe qebûl nake. Bese, bi xewnerojka  bxapin...
Þerekî xurt, bi rêk û pêk, bi qewl qanûnê leþkeryê û herbê alyê Kurda va hate kirin. Konsêya þêr, desteyên þervana, dadgeha leþkerî hatibûn demezirandin. Cil, nîþan û ala þervanan hebû. Rojnema destnivîsar dihate berdan, daxuyanyên Xoybûnê nava gel da dihatin belakirin, hinek þexsyetên xweyî hukum û qedir hatibûn wezîfedarkirin çawa welî, qayneqaym yan serokên nehyan. Her tiþt dihat kirin ku þaþyên serhildanên berê neyên berdan.
Pirtûkê da gelek dokûmênt, wenêyên dîrokî,  raporên derheqa þêr da, kilamên ser mêrxwesên serhildanê hatine weþandin
Carna dibêjin þaþîke serokatya serhildana Agiryê hevkarya wan bû tev partya Ermenya ya Daþnak. Ji bo ew partya welate Sovyêtê da qedexe bû û çawa dijminê Þoriþa Oktyabirê dihate dîtin. Giva ji wê menyê jî Sovyêtê alîkarî neda serhildanê. Ez wê bawaryê da me, ku eger hevkarî û alîkarya wê partya Ermenya tinebya jî Sovyêtê seva Kurda navbera xwe û Kemal xirav nedikir.
Þaþyeke rêvabiryê ew bûye, ku baharya xwe bi Îranê anîne. Bihar nekirine ku Îran kare Tirkyê ra bikeve hevkaryê û rêya wan bigrê. Di wê bawaryê da jî xapyan e... Sed heyf ji vê tercûba tel  gelek rêvabirê Kurdan sûd negirtin, piþta xwe kutane vî yan wî dagerkirî... Dagerkir jî dema sirê hat piþta wan li erdê xist...
Þaþî û kêmasîke serhildanê jî ew bu ku nikaribûn biketana nav leþker, leþker bikþandana alyê xwe, ji bo li nav leþker da xortên Kurd jî kêm nîbûn. Sîyasî û piropaganda derva zeyîf bû, tu piþtovanî tune bû... Derdê me Kurda pirin, giranin...
Mêrxasê kurd bûn tevî çyayê xweyî Agiryê, bi dilsaxî û rema dilê xwe dijî neheqî û qelpîtya Qederê... Bêqisûr ber xwe dan, hîmê dewleta zulm û xezevê hejandin û bûn kilam ketine dilê gelê xwe. Du þera da piþta neyarê eskerpir li erdê xistin, bi tivingên sade 9 firok anîne xar... Tek bi alîkarya der agirê çyayê bilind hate temirandin.
Dibêjn pala Girîdaxê, li ser axa ku bi xûna þihîda hatye avdan, çawa qerf dewleta zulmê heykelê pîlotên xwe çê kirye, yên ku serhildanê da tevî firokên xwe ketine ber pîyê xweþmêran …û ser jî nivîsîne: „ Ev qehremanên ordîya Tirkan, li dijî dijminên me, bi mêranî þer kirine. Ji bo azayî û serfirazya miletê Tirk, canê xwe feda nekirine:“
Girîdax, heroj li vî heykelê eksî neyartyê dinhêre û ker, ji kûraya dil keserê dikþîne... Kesera xweye kevn, kesera xweye mezin, kesera xweye kûr...
Kengê dewyê wan heykelên zulmê bên?
 
 
04. 01. 06.

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org