KOMÎTAS
 
Dr. Eskerê Boyîk
 
Gelê Ermenî sala 1970-î,bi þaynetî 100 salya ji dayîk bûyîna ewledekî xweyî
bi nav û deng,hunermendê mezin Komîtas da kivþê.
Komîtas dost û pismamê gelê kurd bûye.Ewî gelek kilamê me, sedsala 19-an da
, ji devê dengbêjan nivîsîye,ji undabûnê xilaz kirye û weþandîye.Dîploma
xwe ya xwendinê ji li ewropayê ser mûzîka Kurda xweyî kiriye.
Dema qira Ermenya, li Stembolê, ew wê zulmê û kuþina hevalên xwe divîne,
ruhê wîyî nazik teyax nake, dîn dibe. Salên dirêj, heta mirinê mala dîna da
dimîne.
Komîtas û serokê êla Hesinya, serokê temamya Êzdîyên Rûsyayê Ûsiv Beg hevalê
heve xwendinê bûne. Gelek cara Komîtas mala serokê Êzdîyan bûye mêvan. Salên
1965-1968-an ez rastî gelek rîspyên wê êlê hatim. Wan derheqa Komîtas da
gilî dikrin û digotin, bi çevê xwe Komîtas mala Beg da dîtine.
Ev kurteçîroka bûyarên rastî ne, ku min li ser hîmê çevkanyên nivîskî û
bîranînan nivîsîye.Sala 1969-a rojnema RÎYA TEZE  û hinek rojnemên zimanê
ermenî da bi terceme  çap bûye.
 
 
Bahar bû.Mêrg-çîman,gelî-gebozê çîyayê þînekê li nav reng û ewazên kulîlka
da xemilî bûn. Xuþe-xuþa  avên belekyê berfê bûn, ku ji bilindcîya cewên
zirave li nava zinara ra, mîna mara dikþyan, tevî avên çevkanyên berpala
dibûn, bi gef û gur xwe davîtine gelyê kûr û bi qerebalix berjêr diherikîn.
Teyrede ji beryên xweye zivistanê dagerya bûn, hêlûnên xwe þên dikirin.
Golên berpala, ku li nav çîm, qamîþ û pelaxa salan da pêçayî bûn, tije av
bûbûn, bin þewqa tevê da dibiriqîn. Li ser wan  werdek,qaz, sûravêlk û
teyredê avîye din bi hewas diçûn –dihatin, qibe-qiba wan bû hêlînên xweye
nav cîma da nû dikirin.
Bahara çîyayê Sînekê buhuþte.
Li nav wê xezaya çayîne bedew da gund û þênên êla Hesinya bela bûbûn.Ew
êleke Kurdên Êzdî ya giran bû. Heta bîst gundî bûn: Eslanlû, Qerextîn, Gundê
þêxa,Sarîblax, Sînek, Taþûþan, Gundê Mexso,Demsxan, Zerîfxan, Germaþiv,
Xan, Qûç, Zor, Gundê Kalo, Qerequ, Qerehêsar, Bendemûrad, Tendûrek.
Wê demê, ew herema li ser hidûd, dikete bin desthilatdarya dewleta Rûs.Ew
çend sal bû þer-dew tune bûn, êle þên û xweþ bû.
Dema þerê Rûs-Osmanyê, serokê êlê Hesen Axa,alayîkê ji zilamên êlê yê here
xurt, xwe dicivaîne û dijî Osmanya þer dike. Alayî bi mêrxasya xwe berbiçev
dikeve.Mêrxwes û xweþmêr bi niþan û mêdalê dewletê têne rewakirin.Dewleta
Rûs bawarya xwe wê êla Kurdaye ser hidûd tînin,tim alîkarya wan dikin.Salên
dirêj ew ji tûrk-bêgar,xerc-xeraca aza  kiribûn, ji bo çêkirina tama alîkarî
dabûn xelqê.Serokatya temamya Êzdîyên dewleta xwe jî dabûn mala Hesen Axê.
Bahara wê salê gund kiribûn mîna pêtekên mêþê hingiv.Gundî li hev diçûn
dihain,zewalê xwe va mijûl bûn,zevyên xwe yê dewyê diçandin.Gund ewqas ji
hev dûr nîbûn.Qelfên sîyara,peya ji gundekî diçûne gundê
din,vedigeryan,qerebalix bû.Xelqê karê derketina zozana dikirin.Lê sebebê wê
qerebalix û çûyîn-hatina xelqê hîmlî hatina qewala bû.
Qewal salê carekê ji zîyareta Êzdîya-Laliþa Nûranî dihatin,Gund bi gund, li
nav Êzdîyan bi def û þibab Tawis digerandin,bi þerbikê þîxadî ava Kanya
Sipî didane xelqê,Berat bela dikirin, xêra þîxadî top dikirin û carke din
niçûn.
Li gundê Eslanlûyê qerebalix zêde bû.Ew gundê axelera bû û mala serokê êlê
Ûsiv Beg jî li wur dima..
Pey hev,ji gundan komên sîyara dihatin,li ber derê Beg peya dibûn,derheqa
hatina qewala da dipirsîn û carke din þûnda vedigeryan.
Li nav mêvana da dostên Bege Ermenî jî kêm nîbûn.Bajarê Îdirê girtî heta
digîhîþta Yêrêvanê û Êçmîadzînê tev hevalê wî û dostê mala wan bûn. Beg
xwendî bû,navbera wi û rewþembîrên Ermenya xweþ bu.Hemin ew û torina mala
Kosa: mala Cewar Axa,þamþadînova mîna malekê bûn.Mala Kosa dewleta Rûs da
maleke Kurdaye here bi nav û deng bû.Ewledê wê teve xwendî bûn,li nav dewlet
û leþkeryê da gîhîþtibûne derecê lape bilind.Çûyîn-hatina wan heta dîwana
Padþê Rûsa ra jî hebû.Herd mal serdewatî û kirîvê heve xûnê bûn.Pismamtîke
bêqelpe þîrin li nav wan da hebû.
Wê demê axaftina teva  derheqa qewala da bû. Xelqê kar û barên xwe dabûn
alîkî,hazirya hatina qewala dikirin..
Ji teva pirtir kêfa Beg xweþ bû.Wan roja,hevalê wî yê xwendinê,Soxomonê
Ermenî,ku êdî li Ewropayê navekî layîq qazanc kiribû,kîjanî ra digotin
Komîtas vardapêt* dihate mêvanya wî.Beg û Komîtas mîna bira bûn.Ji pey
xwendinê ra, salê dirêj bûn,ji hev dûr ketibûn,û hev ne dîtibûn.Beg pir bîra
dostê xwe kiribû.
***
 
 
Wê berbangê Beg zû hiþyar bûbû,li ser girê rex mala xwe sekinî bû,û li rîya
bajarê Îdirê dinhêrî.Esmên alyê rojhilatê va,teyê bigota þereke gevez
avîtibû rûyê xwe, sor dikir.Pencê tevêye nû berê xwe dabûne nav esnanê sayî
û li ser  qotê çîya ra bere-bere peyayi deþta dibûn. Keryê pêz,garanê
dêwêr, hespa,guhdirêja bi qerebalix ji gund dikiþyan berbi cîyê çêrê. Rê
mîna werisekî ji gund derdiket û li nava dûraya qûç û newala da unda dibû.Wê
rê ra mêvanê wîyê bihatana.
Bere-bere giregirê gund jî dora Beg top dibûn,silav didanê û li ser kevira
rex hev rûdiniþtin. Axaftin derheqa qewala da bû.Wê rojê qewalê bihatana.Bi
edet, gotî Êzdî bi def, zurne, dîlan û þabûn biçûna pêþya wan.Roja ewlin
gerekê mala Beg da bi þaynetî Tawis danîna.Mesrefeke giran dibû.Temamya êlê
dihatin dîtina qewala.Li ber derê Beg xulam û xizmetkara hazirî didîtin.Çend
cîya cendekê pêz digrotin,kuçik dadabûn,sîtil li ser rêz kiribûn.
Li dora Beg jî êdî komeke giran civya bûn.Teva cilên xwe,yê þaynetî xwe
kiribûn,dora kolosên xwe þer û poþyên reng-rengî pêça bûn.Dûrva, teyê
bigota ew gir qevzek kulîrkên bedewe.
Li ber derê Beg jî xelq top bûbûn.Dengê def û zurnê dihat.
þêx jî hat.Beg rabû çû destê wî.Wî jî enya Beg ramûsa.
-Tawisî Melek destê mala Axê ser serê me kêm neke.Xwedê te mera xweþ
bihêle.Nanê mala Hesen Axê risqê êlê zêdeke.
-Xwedê  îmanê bide te,kekê þêx,-Beg got,dîsa li cîyê xwe rûniþt,-birê min
îro bûye gula govendê...
Hazir kêfxweþ kenyan,bi sirê rabûn,nêzîkî þêx bûn,destê wî ramûsan.
-Xwedê bext bide we.Toqê Êzdî tim ustîyê weda be...Hewara me þêþims,-þêx
got,paþê vegerya ber bi Beg:
-Begê min her tiþt hazire.Xelq hîvya te ne.Gotî em pêþya qewala da
herin...
-þêxê min,îro mêvanê min hene,ez nikarim bi we ra bêm.Dewsa birê xwe tu îro
pêþya êlê keve.Usa jî kêfa birayê mil cîye...
-Lê tu Beg?Bêyî te qet dibe?
-Tiþt nabe,vê carê bira birayê min wî cefayî bikþîne,-Beg got,-þikir wê
maqûlê êla Hesinya tev dora te ne…A wê apê min Emer Axa,Birahim beg,Ûsivê
Xwedo,þewêþê þewêþ,lawkê meye hazir tev bi teranin,ji gundê din wê
lawikê bên…Berêvrê ezê bêm bigîhîjme we.
þêx qure-qure li bin çeva da hazira nihêrî,yan binhêrin Beg qedrekî çiqas
mezin dide min û dey li hazira kir :
-De gelî cimetê keremkin ! Emrê Beg ser çeva.Em dikarin li ber Beg
xeberdin...
Koma giregiran ji gir berjêr bûn,pêþya xelqê topbûyî ketin,bi
def-zurne,qerebalix çûne pêþya qewala.Ji zaroka girtî heta kal- pîra, mîna
karvanekî dirêjî giran berbi rêya qewalê têra bihatana dikþya.
Beg jî ji gir berjêr bû.Berbi  hespa  çû.Zilamekî dizgîna du hespên
zîn-mûsatkirî girtibû.Beg banz da li ser piþta hespê xwe,zilam jî pey ra
hespê din sîyar bû û berê xwe dane rêya bajarê Îdirê.
 
***
 
 
  Rîya navbera çîya ra faytonek bi hemdê xwe dimeþya.Rê tev kevir-kuçik,çel
û kort bûn.Faytonçî lez nediket,usa dajot ku fayton kêm biteqile.Têda du
zilam rûniþtibûn.Yek zeifî,bejin navîn bû,porê wî ji wede zûtir weþyayî
bûn,serê wi rût bûbû,rûdaneke reþe tenik lê bû.Bi cilê reþ bû,kîjan
oldarên Ermenya yê payebilind xwe dikin.Yê din berovajî  wî xurtî gir
bû,porê dirêje reþ rijya bûne li ser navmilê. Rûdana sixe dirêj û simêlê
mezin dêmê wîyî mezin hê mezin  dikirin.Cilê wî ewropî bûn.
Herd mêvanê Beg bûn.Yê jarikok Komîtas bû,yê din wanekêþê Ermenya yê wê
demêyî eyan Panos Têrlêmêzyan.Herd jî heyr-hijmekar mabûn ji wan dîdemên
xezaya çîyayîne bedew  û bi hewaskar der dora dinhêrîn.
-Komîtas,-Têrlêmêzyan dey li Komîtas kir,-hela van mêrg-çîmana,reng û ewaza
mêzeke, welatê me buhuþte,bavo...
-Lê deng?..Loma jî kilamê kurda þîrinin...Mîna van kulîlka li nav vê xezayê
da dixuliqin... Dinhêrî þivanekî serê çîyaye,haj bayê dinê tune,ne
xwendin,ne perwarda mûzîkê...Lê gava distirê,gava bilûrê dide ser lêvê
xwe...Hunurmendekî ewropî jî li ber hostatya wî qelet kirye...
-Ruhê vana paqij,mîna vê xezayê maye.Mêzeke rengê cilên wan,ye
xalî,emenî,carcîm, kulavên ku çê dikin,gorê wene nexþ...Mirov li nav hezar
miletîda kare rengê van kurdan nazke...Ola Îslamê jî nikaribû deba van, reng
û rewþa wan biguheze,bike mîna ya ereba,tirka yan Musulmanên din...
-Min zarotyê da kilama kurdî hiz kir.Paþê,dema ez û Ûsiv Çêmaranê da bûne
heval,em timê dihatin mala bavê wî,gundê wan.Bavê wî,reme lê be, pir ez hiz
dikirim...Em nava van gund û çîya digeryan,diçûn zozana,min kilam ji devê
dengbêja dnivîsîn...Ewropayê jî,dema xwendinê ez bi zanyarî li ser
sazbendîya Kurda xebitîm...Hewaskarya pirofêsorên Ewropî jî berbi mûzîka
kurdî zêde bû...Ez dema kurdî distirêm ruhê min sivik dibe.Keser,axîn,evîn û
lîrîka tev li hev dibin,tê bêjî çîya dinelin...Ewazekî kûvî dikeve nav û
kilamê,miqam þîrin dike...
-Ew jî mina me ne,Komîtas...Wan jî zulm û neheqî pir dîtine,îlahî Êzdyan...
-Wan deba xwe, jiyana xwe,heta xebata xwe jî tev kirine kilam...
Herd ker bûn.Ker bûn,ku wanekêþ têr renga bivîne,dengbêj jî denga bibihê.
Dîdemên ji hev bedewtir li ber wan vedibûn.Kerî-sûrya mîna moryê jina
girtibûn bedena çîyê.Dengê bilûra þivên dahat.
Niþkêva faytonçi fayton sekinand û bi dengê xwe yê bilindî sert herd
hunermend ji nav mitala derxistin.
-Li van sîyara binhêrin? Cerdevan nîbin?
-Sîyarê ewlin Ûsive,-Komîtas alyê sîyara nihêrî û got,-fesala wî usane.Ew
hespê usa dajo.
-Bege?-wenekêþ pirsî.
-Belê ewe... Ew weke axa-begên Kurda,derheqa kîjana da tu zanî nîne...Ev
mirova rewþembîre.Rewþembîrekî gotina teye.Ermenî me rindtir diaxive.Rûsî
rind zane.Xwendinê pir hiz dike..Bavê wî zû emrê Xwedê kir,Qet pêncî jî tune
bû.Lawê tenê bû,gerekê cîyê bavê xwe serekeþîrtî bikira.Yan na ew jî hazir
dibû bihata Ewropayê, xwendinê...Wîyê pir kar ji bo him gelê xwe,him jî
dostanya Kurda-Ermenya bikira.Axa-begên Kurdên musulman jî pir qedrê mala
wan digrin...Hiþkaya olê jî cem wî tune.
-Min Beg nedîtye lê hevalê me tev derheqa wî da salixyê baþ
didin.Hewaskare, begekî Kurd û...
-Bajo,bira bajo! Em li mala xwe ne.Tiþtê tirsê tune!
Faytonçî fîtande hespa.
Herd hunermenda bi hewas sîyara dinhêrîn.Hespê Beg teyê bigota bin da
direqisî.
Lezekê þûnda fayton û sîyar gîhîþtine hev.Fayton sekinî.Komîtas û
Têrlêmêzyan peya bûn.Beg jî ji hespê banz da erdê,dizgin da destê xulamê xwe
û Komîtas hemêz kir:
-Soxomon,Soxomon,birayê min…
-Ûsiv,Ûsiv…
Herd hevala hev hemêz kiribûn,ji hev têr nedibûn.Paþê Komîtas vegerya ber
bi Têrlêmêzyan :
-Eva jî Têrlêmêzyanê meye.
-Wanekêþ?-Beg got û destê Têrlêmêzyan girt,ew hemêz kir,-hûn ser çevê min
ra hatine. Çiqas xweþe,ku hûn îro nêvanê minin.Kekê Panos ez pir same,bi
lingê xwe tu hatî cem birayê xwe…
-Ez jî þame ji vê dîtina me,Beg.Komîtas derheqa te da pir gotye.Rast bêjim
hevala teva silav te ra diþandin.Me dixwest tu jî bihatayi Polîsê,** cem
me…
-Xwedê mezine,minra çawa li hev hat,ezê bêm.
Hersêk ketine faytonê û berê xwe dane Eslanlûyê…
Herd dostê berê ji hev têr nedibûn,pey hev pirs ji hv dikirin.Komîtas derheq
neferê mala Beg, nas û dosta da yeko-yeko dipirsî.Derheqa dengbêjan dipirsî
ji wan ,kê heye,kê tune ?Beg jî derheqa hevalan,kar û barê wan dipirsî.
-Ez timê diçime Êcmîadzînê,Dêrê,deng û besê nû derheqa we da
dihisim,kovara,rojnema dixûnim,hevala divînim,derheqa te da dipirsim…Ez ji
bo açixyê te pir þa me…Kilamê ,ku te ji dengbêjê me nivîsî bû jî, min
kitêbê da dît…Min xwend li Ewropayê jî te kilamê Kurmancî bîr nekirye,xwera
kirye dîploma xwendinê.
…Rojne buhurî bûn.Hewþa dêra Êcmîadzînê tijî zarokên de-donzde salî
bûn.Dê-bava her yek ji quncekî Emenistanê anî bûn,ku Çêmarana (xwendexana)
Dêrê da bixûnin.Li nav wan da zaroke kurdê Êzdî û yek jî Ermenî,ku zimanê
Ermenî nizanbû hebûn.
Katoxîkos (Serokê oldarên Ermenya yê dinyayê) ketibû halekî dijwar.Anegorî
edet û destûrê gerekê wê mektebê da tek zarokê xaçparêza bixwendana.Lê ewî
Êzdîye…Çawa bike,qanûnêd Dêrê biteribîne ?
Pismamtî û cînartîya herd mileta,bextê wanî mîna hev…Bavê wî Serokê êla
Hesinya ye. Qedirê wan li cem dewleta Rûs bilinde.Bav,Hesen Axa, îro jî
piþt kutaye piþta Ermenya. Dostekî bêqelpî dilsoze…Sibê-duspa pirsê
hevkaryê jî hene…
-Bira bixûne!
Lê yê din çawa bike ?Ermenîye,Êrmenî nizane.
-Gazîkinê bira bê !
Soxomonê biçûk,serê wî li ber da,ber Katoxîkos sekinî.Katoxîkos þivêta ewrê
axlêvêyî giran li ser kurik da xuricî :
-Bêje,çi zanî bêje !
Zarokê tirkî stira.
Reng û rûyê Katoxîkos tev li hev bûn,lê awezê kilamê der-dor hildan,ruhê
Katoxîkos kirine li nav xwe,birine dinya denga û renga ya ecêv.Sûr û sînorê
tu tiþtî,tu astengî li ber pêlên hunermendîya esil teyax nakin…Dilê wî
nazik bû,hemû tiþt bîr kir,ewî jî tê dernexist,çawe ji cî rabû,ew zaroka
sêwî girt,hemêz kir û çevê wî ramûsa:
-Lawo can,Lawo!Lawê minî undabûyî,sêwî…
Herd hîn bûn,bûne hevalê heve nêzîk.
Carna,dema terî dikete erdê,rojê þereke sor davîte  ser pêþa Ararata
kal,herd hewþa dêrê da tenê rûdiniþtin û diketine li nav mitala…Herda jî
dixwestin xwendina xwe li Ewropayê berdewankin…
Ji wan rojan êdî sal buhurîbûn.Herd heval,dîsa li rex hev rûniþtibûn,ewrên
qotê Araratê dinhêrîn û ker rojên buhurî bîr tanîn.
 
***
 
Gelyê,ku rê mîna mara, xilo-xaro têra dikþîya ber bi Eslanlûyê, ji xelqê
kimkimî bû.þer u poþyên dora kolosên mêra,kofî,kember û cilên jina yê reng
- rengî gelî xemilandibûn.Qewala def û þibabê dixistin pêþyê
dimeþyan,xelq bi qerebalix pey wan dikiþyan.Komê Êzdîyaye nû,pêþya wan da
  pey hev dihatin,silav didane xelqê û qewala,destê qewala û þêx radimûsan,
tevî wê qerebalixê dibûn.
Qewal jî hatina her komekê ra disekinîn,duea dikirin:
-Ya Xwedê tu bidî xatirê dura sore,
Kursîya ji batinî da more,
Hêlîna Sultan Êzdîyê minî sore,
Laliþ ava kiribû li jore,
Derge lê danî,Qubet lê bidûre,
Ya Xwedê,tu li bangîna me û Êzdîxan were…
 
-Bira Tawisî Melek hewara Êzdîxanê werê!þîxadî,þêxûbekir,þêþims em banga
xwe li we dikin,hûn vî xelqê feqîrî-belengaz xweyî derkevin,wan ji zordest û
neheqan xweyîkin,-ji pey duea qewala ra dengê þêxî bilind dihat.
-Amîn,-xelqê hevra digotin,qewala jî def û þibabê dixistin û pêþda
dimeþyan.
Fayton li kelê gêlî sekinî bû,Beg mêvanê xwe va peya bûbûn,gêlî
dinhêrîn.Wenekêþ li deftera xwe da wene çê dikir,Komîtas jî bi heyr dengê
def û þibabê dibihîst.
-Min ew miqam nebihîstibu...Tu bêjî pir kevne,Ûsiv?-ji pey guhdarîkirinê ra 
Komîtas ji Beg pirsî.
-Di roja heyîtya Êzdîya da ev miqam,ev def,þibab,ev erf,edet hene…
-Bawarya Êzdîya pir xurte,-wenekêþ kete li nav axaftinê,-tê xanê xelq
hebandina xwe va girêdayîne…
-Kilam û miqamê kurda her yek belgekî dîroka wane…Li cem Kurda xurtayî
sazbendîyê û hisret jî poêzyayê da hene,lê xeberên kilamê hêzbûn û þîrnayê
didine stiranê…Ne ka têkst li pey miqam diçe,lê miqam pey têkistê
diçe.Zelûlyê ra tevayî kurayî,mêranî,bawarî kilamên wan da heye.Kurd kubar
distirên.Lê ev miqamen bi def û þibabê tiþtekî dinin.Tê bêjî dengekî
batinî ji kuraya hezara sala tê…Tiþtekî pîroze.Hisreta xerîbyê,hisreta
jîyanê,hisreta evde suruþtî,-Komîtas got û bi xwe li ser pêþa kevirekî
mezin rûniþt,-ezê wera kilameke nû bistirêm, hûnê bivînin kilamê me herd
gela çiqas nêzîkî hevin.
Ewî kilama ermenya, ya wî bi xwe çê kiribû "Eger tê bêyî,bilbilê xerîb”
stira.
-Xweþ bû,-Beg got û heval hemêz kir,-min zû va dengê te nebihîstibû,-lê
kubir û stirana îcar êdî baþqe bûn…
-Eva min nû çê kirye.Sazbendîya Rojhilatê tev serê min da ne.Ya
Kurda,Tirka,Ermenya, Fariza…Ya Ewropî jî tê digîhîjê,tiþtê ecêv karin ji
wan çêbin…
-Dibêjin,dixwezî opêrake Tirkî çêkî?-Wenekêþ pirsî…
-Vî wedê tevlihev da,gotî,tiþtekî bikî,ku gela bigîhînî hev: bi
bawaryê,dostanyê,bi xweþyê, baþyê…Dinya mezine,xweþe,têra her kesî
heye…Tu tiþt ji miletçîtyê xirabtir nîne.
 
***
Beg seva hurmeta mêvanê maqûl li ber tu tiþtî nedinhêrî.Rojê mesrsfeke
giran dikir,tiþtekî hewaskar,yê Komîtas jê hiz dikir pêk tanî,usa ku mêvanê
wî aciz nebin,rojê xwe xweþ derbazkin.Çûn gonda geryan,dêr,mizgeft û cîyê
kevn dîtin…
Dengbêjên êlê,pey hev dihatin mala Beg diçûn.Komîtas deftera xwe ya kilama
êdî dagirtibû.Wê êvarê jî tev qewal,giregirê êlê li nav dewatê da
rûniþtibûn, govenda kurdî mêze dikirin.
Gund da dewat bû,dewata bê bûk û zeva.
Wekî temamya bedewya dewata kurda nîþanî mêvanên xwe bike,Beg ji êlê
reqasçî,dengbêjen bi nav deng teglîf kiribû.Goma wane pêze mezin da
govendeke giran, mîna keskesorê dikþya. Xortê sergovendîyê desmala destê
xwe ba dikir,tev xortê destê xwe da kilameke govendê distira,serê govendêyî
din du keçên bedew kilam wan vedigerandin.Birek keç-xorta îçke, çerez, qawe
li nav hazira digerandin.
Komîtas tu tiþt nedibihîst,dora xwe tu tiþt nedidît,teyê bigota xeber û
rîtma kilamê ji dilê wî derdiketin.kilamê ra bûbû yek,bûbû kilam.Dilê wî êdî
teyax nekir,rabû,pêþa ebê xwe tov kir, kete destê xortê sergovendîyê, stira
û sergovendî kiþand.Dengê Komîtas ew der û dor hilda, gomê derket û li nava
çîya da perwez da.
Hazir,guþk ker bûn.Govendê pêl dida.Xortê tev Komîtas distira jî xwe ker
kir,tê derxist, nabe dengê xwe tevî wî dengê batinî ke. Tenê dengê mêvan û
dengê keçka êlêye dengbêj dihat.
Keçikê jî xwe ker kir...Xelqê govendê li bin hukumê dengê Komîtas da tê
dernedixistin,ku kilam kuta bûye bê deng dilîzin…
Komîtas jî xwe hisya.Kilamê ew dûr biribû.þerm kir.Ne axir mêvane.Ji
govendê derket, kenya:
-Ez pir reqisîm? Min hûn aciz kirin?
-Çi dibêjî,bira,hêja tu rabûyî.Hela me nû dest pê kirye,-zilamekî rex Beg
rûniþtî got.
Dîsa govend gerya.
Qewal gote Beg,ku mêvanê xwe ra bêje birá dîsa bistirê.
Beg,ku hê li bin hukumê dengê hevalê xwe da bû tu tiþt nedibîhîst.
Xortekî bi sinyê qawa anî.Komîtas bilûra li ber qayîþa wîra dît û jê xwest.
-Kek Ûsiv,-Komîtas vegerya ber bi Beg,-niha ezê we ra miqamê "Lûr de lûr”
lêxim.
Ewî gava bilûr da ser lêva xwe govend sekinî.Ewazê miqamê yê  melûl, mîna
hermiþ nerm ew goma pêze mezin tije bedewî kirin.Hazir heyr-hijmekar
mabûn.Qewalê sere êdî teyax nekir,ji cî rabû,çû serê Komîtas û gotê:
-Tu Pêxemberî.Pêxemberê kilama nî,pismam! þirê dayka te li te helal
be!Hurmet û sîyanet wî miletî ra,ku tu xuliqandî…
 
***
Qewal li nava êlê digeryan.Vê carê Beg li wan ra nî bû.Ew temamya rojê
mêvanên xwe va mijûl bû.Wenekêþ wene dikþandin,Komîtas jî kilamên kurdî
dinivîsî.
Nivro bû.Komîtas, oda mêvna da kilamên nû nivîsî va mijûl bû.Beg derê odê
vekir çû hundur.
-Min jî tirê tu razayî,tê xanê kilam rehetyê nadine te.
Komîtas deftera kilama danî alîkî û herd heval dîsa ketine li nav bîranînê
rojên buhurî…
-Her tiþt mîna xewn derbaz bû,-Beg got,-ez dixwezim Elîxanê birazyê te,
xwendina xwe li Moskvayê tam kir biþînim cem te Polîsê.Tu Ewropayê rind
nasî.Tu birazyê xwe bi xwe ra bive wur.Mêla wî pir li ser xwendinê heye…
Gilî derheqa lawê Beg yê mezin da bû,kîjanî wê demê li bajarê Moskivayê
duxwend.
-Ez birazyê xwe:Elîxan pir hiz dikim.Mirovekî mezinê ji wî derê…Elîxan
aqile.Sed heyf li xwendinê ye,min ew nedît…
-Hîvya Xwedê,emê hela pir rastî hev bên…
-Na,tê xanê we dîsa serê girêfûtka xewn û xiyalên xweye Çêmaranê
vekirye,-Wenekêþ derî vekir û bi ken hate hundur.Ez dixwezim sûretê we
herda tev bikþînim.Hûn çi dibêjin?
-Xwestineke qence,Panosê bira.
Hersêk li pala çîyê ra hevraz bûn,gîhîþtine ber kanyê.Beg û Komîtas li ser
kevirên ber kanyê rûniþtin.Wenekêþ dest bi karê xwe kir…
 
***
Berbang da fayton li ber derê Beg sekinî bû.Karê verêkirna mêvana
dikirin.Beg medekirî bû.
-Îsal payîzê,li Stembolê emê hîvya ta û Elîxên bin,Beg,-Kumîtas got…
-Ezê jî hîvya we bim,-Wenekêþ fikira hevalê xwe dubare kir.
-Emê ese bên,pismamno,emê bên! Lê Soxomon,eva jî birayê meyî Panos,ez çi
zanim,dinya ye,hilketin,daketin heye…Wextê Xwedê nekirî tengasî hebe,ese,ese
cawke.Birayê teyê xwe tera bigîhîne…
Hersêk çûne rûyê hev.Fayton rê ket.
 
***
Sal derbaz bûn.Dinya nerehet bi carekê va li hev ket.Textê padþê Rûs
hilþya.Leþkerê Rûs ji wê deverê kiþya çû.Dest bi qira Ermenya û Kurdên
Êzdî bû.Gundê wê êlê jî wêran bûn.Êzdî revîn,ji çemê Erez derbazî deþta
Rawnê bûn,ketine devê feqîryê,xelayê û nexweþyan.Demeke kin dewleta Ermenya
çê bû.Beg bû endemekî Parlamênt û wezîrekî wê dewletê…
Rojekê,katibê nemek anî da Beg.Beg vekir,xwend:
  "Dewleta Osmanyê bajarê Polîsê da qira dewlemend,zane û xwendevanê me
anî…Komîtas teyax nekir,dîn bûye.Ez jî revyame Ewropayê.
                                                                             
Birayê te Panos Têrlêmêzyan
Bû axîna Beg,hêsirê wî rijya ne li ser kaxazê neme…  
1969.Yêrêvan.