|
Eskerê
BOYÎK (Nivîskar) Kurd
gere Kurdistana xwe biparêzin
Eva çend salin, destê min li ser dilê min, Baþûrê Welatê me u bûyarên dora wê diqewimin dinhêrim. Li ser vî gav erdê Kurdistana perçekirî, bi xûna seda hezar þihîdên Kurd, ronayîke xweþ vebûye, bîna Biharê û Azadyê tê. Ji pey hilweþîna dîktatorya xûnxur, ev perçê dewleta Îreqê: warê ferman û enfalan, werê helebçan, werê zindanên zulmê û xezebê, goristanên tevkujyan bûye meydana çêkirina dibistanan, zankoyan, nexweþxanan, çandinyên zevyên nên, nikandina daristanan, rêyên vegera xerîban. Li nav Îraqa îroyîn da, ku bûye meydana zulmê û xezebê, ev perçe erdê Kurdistanê bûye mêrgeke edil e xweþ, li ku xeysetê gelê Kurd yê xerîbdost û aþîtîxwez rind tê xanê. Eger
qewatên der-doraye dagerkir e þovûnîst û têrorîzna navnetewî nîbûna,
niha gelê Îreqê jî, ji xwera rêke dêmokiratyêye xweþ dîtibûn. Kurd
jî, ku perçekî weletê xwe va, dîroka bêbext kirine þirîk û parek ji
wê dewletê, anegorî destûra Îreqê ya nu tev digerin, dixwezin nav wê
dewletê da, bi cûrê fêdêralî bi biratî, tevî Ereba bijîn. Fêdêralya Kurdan ne ku gelên Îreqê lê dewletên dagerkirên Kurdistanê, cînaran û berê ewlin Tirkan xweþ nayê. Ew, Îran û Sûrya dizîva û eþkere peymana çê dikin, menî û rêbazan digerin, dixwezin ese, bi her cûreyî zyanê bide wê gav erdê Azad. Heta dewletên erebên Afrîkayê jî neyartya Kurda dikin. Ji minra tiþtekî ecêvmayînê ye ji sedî nodên Kurdan musulman in û wê olê va berk girêdayîne, lê çima, sebeb çiye, ji dinya musulmanyê dewletek yan rêvabirek tune alyê Kurda bigre, heqê Kurda xweyîke. Tê bêjî giþk dijî kurdane. Rast eva ji minra têderxistinok e. Eger qewatên hevpeyman û berê ewlin Amêrîka nîbya, wan teva mîna gurên har her alya da wê hicûm kirana… Dinya
Musulmanyê û berê ewlin dewletên dagerkirên Kurdistanê her tiþtî
dikin, mecalên têrorîstî, sîyasî, lobîyên xwe didin xebatê ku Amêrîka
têk here û qewatê xwe ji heremê bikþine. Ez
bawarim ew tev seva vêsandina wê gav erdê Kurdistana Azad e. Vê dewyê, girêdayî Amêrîkayê da hinek guhestinan li dor sîyasya xwedê lê razî BÛÞ, neyarên Kurdan diranê xwe tûj dikin, dewleta Tirk jî êdî eþkere neyartîya xwe ya dijî gelê Kurd venaþêre û ji her provakasyonê ra amade ye. Çawa gel
dibêje: Xwedê bikê þûrê Bûþ
timê li bira be. Lê
her tiþt kare bê guhestin. Her tiþt kare biqewime. Em Kurd gerekê her tiþtî ra hazir bin. Em kurd gerekê vî erdê xwe, vê azaya xwe bi xwe xweyî bikin. Eger em qewat û tifaq bin kes wê me nikaribe û newêribe ser meda bê… Eger
bizanbin ew destê ku dirêjî Kurdistanê be wê biþkê. Wê newêribin
destê xwe dirêjkin… Em dîroka xwe ya dewrana binhêrin.
Pir cara, ji bêxemyê gelê me daye der. Û ew li
ser gel-welêt giran rûniþtye.
Kal-bavên me rûyê dilsaxî, cahiltî û oldarya xwe gelek tiþtên xwe
destê xelkê va berdan e, ji bawarî û sozên derew, biratî, pismamtî û
hevaltya qelp tim xapyane, heta welatê xwe jî kirine meydana hespên sêlcûkên
qûmstanaye çevsor û tiralên rojhilatêye bêbext. Heta îro jî gelê Kurd nîrê wê bêxemî, dilsaxî û cahiltya pêþyên xwe bi tiragêdî dikþîne. Halê
welatê me tomerî wek bêdereke gundaye sade li ber çevê kurda raxistye.
Dost û dijmin wek sipî û reþ eþkere bûne. Dagerkirên Kurdistanê
vê dewra 21 da jî, nikarin wê fikira sade ra qayîlbin, ku
tunekirin, helandin, kokbirkirna vî miletê 40 mîlyonê qewata tu kesî da
nîne. Çi zulm destê wan hat
ser vî erdî, kîjanîra dibêjin KURDISTAN serê gelê Kurd kirin. Hema
nava vê sedsala dewî da bûyarên usa li ser vî erdî qewimîn û niha jî
diqewimin gênosîdê jî wêdatirin… Dîroka
dewranaye xezeb, þansekî rizgarbûnê wî perçeyî da, ji bo gelê me
vekirye. Qederê bext daye vî nivþê me, ku em ne ku tenê bibin þedê bûyaran,
beþdarî wê pêvajoyê bibin, lê karibin emekê xwe jî bikin karê
serketina vê þansê: kê bi çî kare… Belê, mecal çê bûne ku
em, bi destê xwe welatê xwe rizgarkin û bi çevê xwe azadya welatê
xwe bibînin. Çi ku Baþûrê
welatê meda dibe dijî tu kesî, tu beþerî, tu miletî, tu dewletî, tu hêzê,
tu bawaryê nîne. Kurd dixwezin mala xwe da, welatê xwe da, ser erdê
kal-bavên xwe, wek hemû netewa bijîn,
cînara ra bi edlayî cînartyê bikin. Usane
em Kurd, nenhêrin ji me kê nêzîk e, kê dûr e, kê kîjan temenî û li
kîjan perçê welêt dijî, kê
ji welêt der e, kê wur li ser
desthilatyê ye, kê na, kê bi çi bawaryêye, kê endemê kîjan hêzêye,
hêz û bawaryê me xêrxwezê hevin yan na, em gerekê ji bo xwe na, lê ji
bo ewledên xwe, ji bo navê dayik, netew û weletê xwe, ji bo xîret û
namûsa kurdeyatyê, eger pêwîst be em borcdarin bi xûna xwe jî mabe
KURDISTANA AZAD xweyîkin. Ji kurda çêtir kes Kurdistanê nizane, ji kurda çêtir kes Kurdistanê hiz nake. Kê bi çi kare, çawa kare grekê wan destê neyartyê biþkênin, yên dixwezin wê zaroka gelê kurd bixeniqînin, kîjanêra dibêjin KURDISTANA Azad. Hêzên Kurda, gerekê dijîta navbera hevda daynin alîkî, bibine yek û dijî zulma neheq gelê Kurd bikin kulm. Her kurdek, eger xîreta miletyê
dilda heye, gerekê bi mal-halê xwe, bi can û ruhê xwe bibe pêþmergê
parastina wî perçê welêt. Eger em jî dixwezin wek xelkê,
welatê xwe da Azad bijîn, xêncî yekbûn, tifaq û kombûnê neyara tu rê
ji mera nehîþtine. Xêncî me kes Azadya me naparêze! 20. 01. 2007
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org