|
|
- Eskerê
BOYÎK
-
NADOYÊ
XUDO MAXMÛDOV
(1907-1990)
-
 |
Nado
Maxmûdov di nav rewþenbîrên Kurdê Ermenistanê da yê herî
naskirî, xweyê nav û dengê bilind bû. Bawarkî, ji gênctya
xwe heta çû rema Xwedê karên
dewletêye here bilind û cawdarda dixebitî. Zilamekî
gewdeyî, girî dest-pê bû, kurdekî orgînal bi
seke-sifetê xwe. Dêmê wî rem bû bi ken, xerîbdost. Çiqas jî
evdekî bî kursî û dereca xweva bilind bû, di nav serokên
Komara Ermenistanêye mezin
da rûdiniþt, tev wan diçû-dihat, pîreka wî ermenî bû, lê
jêra kurdîtya wî li ser asta ewlin bû.
Nenihêrî
mijûlbûna xwe, topbûn û civînên rewþenbîrên kurd, bûyarên
kurdewarî da timê hazir dibû. Dema gilî dihate ser kurdîtyê
ew hazir bû.
Ez
xwendevan bûm. Di civînên beþa nivîskarên Kurd, êvaryên
xwendevanan û odên rêdaksya rojnema RYA TEZE da çend cara min
ew dîtibû. Rast, ez jê vedikþyam. Bi xeysetê xweyî þermoke
nêzîkî wî nedibûm.
Ez
hê xwendevanekî gênc bûm. nû ji gund hatibûm, ew cwamêrî
emirda çend sala ji bavê min jî mezintir bû. Wezîrê dewletê
bû. Min jê þerm dikir. Paþê jî ez xortekî gundî, ew evdekî
bi deba bajarî… |
Despêka
payîzê bajarê Yêrêvanê pirr bedew e. Ez avayê xwendevana da
dimam. Berêvarê, carna tevî hevala, carna jî tene derdiketm nava bajêr.
Avayê opêrayê nêzîk bû. Li ber goleke biçûk çê kiribûn. Golêra
digotin „Karapî lîç“
kurmancî „Gola Qubeqaza“. Êvara ew der pirr evd
û xweþ bû. Evarekê, ez jî rabûm, tenê çûme wur. Dora golê
kursyê dar danîbûn. Li ser kursîkî rûniþtim. Di nav ava golêye
zelal da qubeqazên çîl qerqaþ weke berfê, teyê bigota ne ku li ser
avêra avjenî dikirin, lê diþûlikîn. Kêfa min ji wanra dihat,
ketibûme nav fikir-mitalê xweþ, niþkêva min dengek bihîst:
-
Birazî, birazî!
Min
rex xwe nihêrî eva Nado Maxmûdov, tev du camêrên Ermenî. Xuya bû
ku ew jî wê êvarê derketine seyranê, ji xwera digeryan. Paþê ez pê
hesyam ku mala Nado jî li wê mehelê bû. Herd hevalên wî jî xebatçyên
dewletê yên payabilind bûn.
Ez
rabûm, sorbûyî, þermoke, nêzîkî wan bûm, min silav da wan…
-Þerm
neke birazî, tu Kurdî, pêþmergê hevalê te, li çyayê Kurdistanê
berê xwe dane dijminê me, ji bo azaya welatê min û te dijî dijmin
þer dikin,- minra bi kurmancî got û ez hevalên xwera kirme nas. Ez
ecêvmayî mam, derheqa min da her tiþt zanibû û yeko-yeko wanra gilî
kir, ez kême, ji kîjan nehyê, kîjan gundî hatime, kîjan meslekî
xwendina bilind da dixûnim,
helbestvanim…
-Xwendin
alîkî, ez helbestê wî hiz dikim.
Niha,
þerma ez sor bûme, xûdan li ser min ra avîtye, nizanim çawa xwe ji
wan xilazkim…
Ew
sala 1963 a bû...
Paþê,
tevî wî evdê maqûl, bawarkî sî salî rîya kurdewaryê û edebyetê
ra em, di tev civaka meye rewþenbîrî, bi pismamtî meþyan, heta sala
1990 î. Wê salê. heyþtê û sêsalyê
da ew evdê maqûl, evdê bi herfê mezin çû ber rema Xwedê.
Evdekî
xêrxwez bû. Ewî ne ku tenê ez, lê gêncê me tev hiz
dikirin. Civakî bû. Ermenistanê da kêm bûn meriv ku ew nas
nekirana. Gundê kurda yek bi yek gerya bû. Çend sala serokatya nehya
ku ez lê hatibûm dinê, nehya Aparanê jî kiribû û bîranîneke xweþ
li nav yanzdeh gundên Kurden êzdî, yên herema Elegezê hîþtibû.
Nadoyê
Xudo Maxmûdov sala 1907 a gundê Yanix, nehya Martûnyê, malake feqîr
ya Kurdên musulman da hatibu dinê. Ew efrandinên xwe, îlahî kurteçîrokên
„Dûajoyê biçûk“,„Salê buhurî“, „Syarê hespê boz“,
„ Çawa ez zar-ziman ketim“ „ Dersdarê minî rem“ û hinekên
din da, halê wî gundê Kurda û zarotya xweye dijwer radixe ber
xwendevana. Ji bîr tîne, çawa bi çi tengasî û zemetya çûye
xwendinê. Bav zû dimire, zarotyê da mecbûr dibe darê rêncberyê
hilde û berxvantî, þivantya dewletyên
gund bike.
Salên
zarotya wî salne pir dijwer û nerehet bûn. Pevçûnên navxuyî
dijminatî dikirin navbera gelên wê herema Ermenistanêye dost:
ermenya, kurda, azerya. Pake ew pirosês pirr nakþîne. Zûtirekê
ordya Bolþêvîka tê û hukumdaryê hildide destê xwe. Bi
demezirandina qaydê Sovyêtê ra her agerê dijîtya gelaye navxweyî tê
vêsandin, her tiþt dikeve rîya xwe. Vî gundî da jî dest bi
guhertinên sosyal-kûltûrî dibin. Ew bi xwe jî dibe þervanekî
guhertinên nû, derdikeve dijî edetên kevne zyandar. Ew yek
kurteçîroka wîye „Edetên zyandar“ da rind tê xanê.
Kurteçîrokê da bi hostatî lê keser nîþan dide çawa xûþka wîye
hizkirî dibe qurbana wan edetan.
Pirsa
xwendina zarokan û hildana nexwendîtya nava xelkên da dikevine rojavê.
Xortê zîrekî jêhatî dikeve nava kar û barên guhestinan. Ji xebata
komsomolyê girtî digihîje katibê nehyê, wezîrtyê û parlamêntarê
weletê Sovêtê.
Fakûltêta
dîrokê ya ûnîvêrsîtêta bajarê Yêrêvanêye dewletê xilaz dike.
Wextekî
dirêj ew wek Katibe yekê yê partya Komûnîsta ya nehyê (komnehyê)
Aparanê û Hoktêmbêryanê dixebite.
Welatê
sovêtêda partya Komûnîstyê tenê hebû. Hukumdarî, rêvabirin giþk
destê wê partyêda bû. Her dera katibê partyayêyî ewlin xweyî û
xwedan bû.
Paþê
dikeve nava hukumatê, tê kivþkirin wek wazîrê debê (Komûnal) yê
Komara Ermenistanê, dewsgirtyê wazîrê Tiransportê yê ewkin û
gelek- gelek karên komarêye bilind û cawdar dike. Bawarkî heta çû
ber rema Xwedê jî dixebitî.
Nado
Maxmûdov çend cara hatye hilbijartin wek parlamêntarê parlamênta
(meclîsa) komara Ermenistanê û Yekîtya Sovêtê. Kê ku sîstêma
weletê Sovêtêra pirî hindikî nas e, zane, ku ev derecên gotî pirr
bilind bûn û hindik digihîþtine wan bilindaya.
Tevî
wan karê xwe ew usa jî nivîskar û dîrokzanekî Kurdî hêja bû.
Sala 1959 bi zimanê ermenî pirtûka wî ya „Gelê Kurd“ hate weþandin.
Ev pirtûka giranbiha 260 pere û têda dîroka gelê me ji demên kevin
girtî heta salên weþena pirtûkê hatye þirovekirin, analîzkiriny.
Rast bêjim ez û kordên Ermenistanê yê nivþên min bi vê pirtûka
hewaskar dîroka gelê xwe ra bûne nas. Pirtûk lêkolîneke dîrokîye
kûr û pirserecem e, ermenîke
zelal û xweþ, ji bo goveka xwendevanên fire hatye nivîsar.
Pirtûk
bi heft para hatye demezirandin: Pêþdahatina kurdaye êtnîkî, erdnîgarî
û aborya welatê kurdan, hesabê binelya, ziman, kûltûra, edebyet,
bawarî. Oçêrkek derheqa dîroka derbazbûyî da ( Dema Xelîfên
ereba, dema Selcûka, dema Eyûbya, bindestya dema monxolan, þerên
tirk û farizan ji bo parevekirna weletê Kurdistanê ).
Para
þeþa derheqa þerkarya Kurda ya miletyê-azadaryê dane dijî zulma
dagerkirên Kurdistanê (serhildana
Êzdanþîr, serhildana Þêx Obêydûle, Þerkara kurdaye miletyê-azadaryê
despêka sedsala 20 î. Herba cihanêye duda û Kurd).
Serê
Hefta derheqa Kurden weletê Sovêtê dane.
Raste
meriv bi çevê îroyîn û zanyarya dîroknasya niha nikare hinek
fikir, pêþdanînên xudanê vê pirtûkê ra qayîl be, lê ev pirtûk
di dema xwe da, bi rastî jî destanîneke zanyarya kurdnasyê bû. Wê
demê, di wî warî da seva xwendevanên kurd valayîk hebû û wê pirtûkê
ew valayî tije dikir.
Çi
jî hebe wê pirtûka dîroka kurdaye hewaskar niha jî aktûalya xwe
unda nekirye û gelek pirtûkên niha yên wî warîda tên weþendin hêjatire.
Maxmûdov
nivîskarekî hizkirî bû. Wî bi zimanê ermenî û kurdî dinivîsî.
Bi herd zimana jî berhemên wî hatine weþendin. Naveroka kurteçîrok
û bîranînên xwe payê
pirê ji emrê xwe hildaye, serbihatyên zêndîne, ji bo wê jî pir
balkêþ û hewaskarin. Nivîskar, ji roja deshilettdarya sovêtê girtî,
heta hedimandina wê li nav wî emrê alozî aktîv da bû û wek çîrokbêjekî
bi þuret, efrandinên xweda, wan bûyaran gilî dike.
Sala
1990 î li bajarê Yêrêvanê, 83 salya emirda Nadoyê Xudo Maxmûdov
çû li ber dilovanya Xwedê.
03.
04. 2009
|
|
|