Eskerê BOYÎK
 

Navbera du dinya de

(Fikireke kurt derheqa pirtûka Þahînê Bekie Soreklî )

   

                                  

 

 

Dest min de ne pirtûka nivîskarê hizkirî Þahînê Bekirê Soreklî “Nemeyek ji bavê min re”. Pirtûk nu di nav weþenên Do de hatiye weþendin. Di nav berhemên pirtûkê de, berhema here berfire û bala min kiþande ser xwe ya kû nivîskar pirtûk pê bi nav kirîye. 

Mêrxwesê wî di navbera du cihana, du þaristaniya, du ola, du kûltûra de sekinye, dilê xwe, ruhê xwe li ber mirovê xweyî herî nêzîk û herî ji xwe dûr: rehmetiyê bavê xwe vekirye, bîr û bawariyên xwe, bîranîn, dîtîn û ramanên xwe jêre pare vedike. Bav wek þimvol hatiye hildan, bav gelê wîye, welate wîye. Mêrxwes nivîskar bi xwe ye, Þahînê Bekirê Soreklî, xerîbê çil û sê salan, rêya bi hezaran kîlomêtra ji bav, welêt, gund, axa pêþiyê xwe dûr, li perrekî cihanê  sekiniye û bi zimanê dayka xwe yê qedexe, ji dûrve welatê xweyî nav qedexe re li dora heqî-neheqiyê, hal û wextê diniyayê, jîyanê  diaxive. Dilê wî, ruhê wî bûye du perçe,  ji herdu aliya jî nikare biqete.  Alîkî hisreta axa kal-bava, welat û gelê wî yê zêrandî, bindest; qedexekirina ziman, nivîs û nivîskarî, heta du’akirina bi wî zimanî jî wek sûc tê dîtin, erf-edetên fêodaliyêye berk, olperestiya hiþk, binpêkirina mafan, ku bûye mercên nav û namûsa malbetan, aliyê din hêlîna wîye nû, ya çiqas jî li nav weletekî dêmokirasî, azadî û pêþdaçûyî de dijî, kes pêþyê nagre, qedexe nake ku bi zimanê dayka xwe yê qedexe binivîse, bi zimanê qedexe cihanê ra biaxive, derd-kul û gazinê xwe bilind bêje, lê dîsa xerîbîye, xerîbî dilê wî dêþîne, dûrî zarotî û civaka xweye. Ustyê mirovê xerîb tim li aliyê welatê wî da xar e.

“Derhanîna keçekê ji gund hêsan e, lê ne derhanîna gund ji wê. Li me jî weha bûye. Em ji welêt derketin, lê welat her di me da ma. Xweþ hatye gotin û heq hatye texmînkirin. 

Alîkî nivîskar malbeta rojhilatêye qedîm e, bi bizmalên edetan berk biheva perçîmkirî, aliyê din malbeta “azad”, ku kare pirr rehet çêbe û usa rehet jî bihedime”. Malbeta usa dibe berbi tenêbûnê, bêhevalyê. Gelê me dibêje: “Tenêbûn kotîbûne”.

Di nava her cimlê nivîskarê de keser heye, derd, êþa xerîbîyê, ku bi mecbûrî bûye qedera wî, ne dikare destê xwe welatê xwe bikþîne, ne jî hêlîna xwe ya li welatekî xerîb de çêkirî...Çiqas jî dixweze ewledên xwe welêt û koka wanva girêde, bi nav û nasnemê, bi bîranîn û çîrokan, bi carekê duda þandina welêt, bi kitêba û wenêya nabe, pevgirêdan berbi sistbûnê diçin. Eger welatê wî jî wek welatên xelkê azat bûya, çûyîn-hatin, pevgirêdan rehet bûna, girêdan jî wa zu sist nedibû, dibe zimanê wî jî zarok hînbûna, wê kêrî wan bihata... 

Nivîskar Rojhilatê, (welatê bavê wî yê dagerkirî-perçekirî jî navdane) û welatê xerîbya xwe dide rex hev û bi keser gazinê xwe, þikyatê xwe, sebebê wê xerîbya xwe, datîne li ber bavê:  “Were binihêre çawa welatekî ku tiþtek lê nebû di nav du sed salan de hatiye þênkirin û pêþvebirin. Û dû re vî welatî û herêma welatê me lê bide ber hev, da bibînî çawa herêma ku Yezdanê mezin hemî pêxemberên xwe ji bo guherindina bedkiryarên daniþtvanên wê þandibûne hîn jî pêdîvî bi pêxemberan heye. Gelo wan pêxemberên rêzdar, ji hizretî Adem bigire ta hitretî Mûsa, hizretî Îsa û hizretî Muhemmed li wê cîhana bêdem û herdem derbarê danîþtvanên herêma wan lê pêxemberî kiribûn de tiþtelî nabêjine? Gelo dezgehên ragîhandinê li wur nînin ku bîr û rayên wanli ser tiþtên weha ragihînin, yan gelo ragihandin li wir qedexe ye, yan pêdîvî pê nayê?”

Bi rastî jî çima Rojhilat, ku bêsîka pêþdahatina þaristaniya cihanê bûye îro biye cîyê þer û dewa, zordestiyê, neheqiyê, belengaziyê û feqîriyê, þûndamayînê û dîktatoryê, çima evd warê pêxembera hîþtî berbi cîyê din direvin ji bo heve azayî, parî nan, rastyê, e’deltê ...

Çima?

Çima pirrin. Nivîskar dixweze  derheqa wan çima de bêrewastandin biaxive, bersîva wan çima bide..

Helbet kîderê evd, wura jî heqî-neheqî, girî û ken, hub û kîn, bûyîn û mirin, dewlemendî û feqîrî. Jiyan usane. Jîyan bê vana nabe, ewin qewlê jîyanê, ew di hemêza hevdanin û bi hevra dimeþin. Wandane felsefa emir. Lê Rojhilatê de destên heqyê, edeletê, dêmokirasyê, qewl-qirar û qanînan, xwedêtyê ku pêþya neheqyê, hovîtyê, zordestyê biigrin bêhêzin. Bi gotina nivîskar ronaya ku pêxemberan bi xwera anîne ku pêþya taryê bigre zehîf û bêtaqet e... “Rojhilata Navîn, þûna ku hemî pêxemberên Xwede lê daketine, da ku xelkê ji nav þevereþê derînin û bigihînin ronayê, hin jî di rastiya rewþê de di nav þêweyeke þevereþiyê da ye, hîn jî adilmendî di þûna stemê de dinale, hin jî kom li dijî komê, carinê bi navê cenabê Xwedê jî, þer dike, hin jî bi mîlyonan kes di nav gola belengazyê de jan vedireþin, hin jî hêz dipeyive û yê mezin yê biçûk duxwe....ku li herêma Pêxemberan mirov xwe di nav mirovan de diteqînin, û bi navê Xwedê”.

Wek zyaretvanekî sondxwerî, evdekî bawarmend, ku here mizgeftê yan dêrê, li ber sîmvol yan sûretekî pîroz  bikeve li ser çoka usa jî nivîskare li ber bîranîna bavê xwe rawestiyaye û dilê xwe yê bi hisret û gazinên bi salan dagertî vekirye, giþkî dibêje, tû tiþtî venaþêre, tu surê navbera xwe û bavê da nahêle. Gelo li vî halê welêtî perçekirî, bindestyê, bimpêkirina mafa de sûcê civaka Kurd, kal-bava nîne, gunê bavê bi xwe jî nîne?...Tu tiþtî nahêvþîne...

Di her peyvê, cimle, fikrê de hizkirin û hizreta walêt heye li nav keser, êþ û jana wîye  xerîbyê de pêçayî, tirsa roj bi roj, sal bi sal ji hev, ji qewm û welet dûrketinê, undabûnê, helandinê .

Gelo çima neme dewsa daykê bavê xwera rê kirye. Dê bêtir nêzîkî dilê ewled e. Law tengasyê da bêtir dayka xwe jibîr tîne, derdê xwe jêra gilî dike. Di nava edebyeta cihanê de jî mijara dê ji ya bavê pêþtir û berfiretir e. Di mercên wa da ew cûre bêtir tê kêranîn...Lê nivîskar hema despêka berhemê da dinivîse: “Em li ber dilê hev û din nirxbilind bûn, lê em têr bi hev re nepeyivîn; em bav û kur bûn, lê me hev û din nêzîk ve nedinasî”. “Nifþê we zarotî di me da kujtibû...” “...lê dema bav û dayan bi bîr dihînin, digirîn, ji ber ku girî di dema zarotyê de þerm bû”.

Nizanim cîyê din çawa bûye, lê cem me, dema zarotya me de, di nav civaka kurda de, þerm bû ku zilam bal dê-bav qewm û pismamê xwe, zarên xwe hilgire, hizke, pê þa bibe, jêra bilîze. Wî edetî girêdana navbera bav û zarokê de sist dikir, perdek dikete navbera wan, kesayetya zarokê dihate bîrkirin, ew bawarî  xwe dida pêþ, ku zarr gerekê bavê xwe þermke, jî vekiþe, jê bitiise... Ji alyê zarokê de bê bersîv pêkanîna  gotina bavê (rast bûya yan þaþ) civakê û bavê re qîmettir bû ji fikir û xwestina zarokê bihîstin.

Dema zarokê tiþtekî bêy xwestina civakê dikir, digotinê: “ Lê tu ji bavê xwe natirysî? “ yanê “ Emê bavê te re bêjin”.

Evî xeysetî valayîk di navbera ewled û bavê da çê dikir, Nivîskar, bi keser wê demê ji bîr tîne û dixweze bav guh bidê...Êdî dema ew jî gihîþtye temenê bavê dixweze wê valayê tijeke.

 

Ev “neme” keser û gaznê Þahînê Bekirê Soreklî bi tenê nîne. Eva xumukurhatina jîyana pirranya rewþenbîr û nivîskarên kurd e. Xerîbî ji wanra bûye qeder, jîyana mecbûrî. Xerîbyê usa kirye ku ew heroj (eger nema wa jî nenivîsin) fikrên xwe ve tim dê-bav, gund û welatê xwe re ne. Ji pey xwendina vê “ nemê” vê berhema delal, ya pismamê xwe Þahînê Bekirê Soreklî, min jî dixwest navê xwe bin de binivîsya.

Berhem bi cûrê monologê hatye nivîsar. Axaftina kure bavêra. Cûrê nivîsara bedewetyê û rojnemevanyê tev li hev bûne, bi hev re bûne alîkar ku fikirên wî zelal bigîhîjin xwendevanan.

Nivîskarî û rojnemevanya vî ciwamêrî, pisporê nivîsara kurdî li hev temam dikin.

Min berê jî çend roman, kurteçîrok û nivîsên din yê Soreklî xwendibû. Ji min re, wek xwendevanekî, berhemê wî timê jî xweþ û balkêþ bûne. Romana “Veger” hevkî giran hate xwendin, lê ji pey xwendina “Nemeyek ji bavê min re” min nikaribû fikira xwe negota...

 

Xwendevanên hêja hûn jî “Nemeyek ji bavê min re” bixûnin, wê we jî xweþ bê.

 

                                                                             

14.10.2009

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

   

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org