Eskerê BOYÎK
NEHEQÎ Û KURD
 
 
 
 
 
Vê dewyê pêla nijarperestî û dijîtya dewleta Tirk dijî Kurdan gihîþtye asta here bilind. Cihan tev Tirkên harbûyî û halê Kurdan dinhêrin.
 
Neyarê kal û bavan diranên xwe, yên di nav xûna gelê Kurd da zenggirtî tûj kirye, çek û sîlihê cihanê, yên here xûnrêj hildaye û berê xwe daye Kurdan.
 
Weþîtya ku bi dewrana Kurdistanê da, dijî gelê Kurd dike hindik e, niha jî li seranserê cihanê hewar-gazya wîye: „Hewar derdê van Kurdê têrorîst!“  „ Kurd dixwezin milkê min ji min bistînin! Tirkistana min par-parî kin.“  „Hewar, werne hewara min!“ „ Eman derdê PKK ê:“
 
Bi seda hezara leþker, helîkoptêr, balafir, tank û topên xwe birye li ber derê Kurdistana Baþûr civandye, çîye gêrîlayên PKK ê li wurin. Gefa Baþûr duxe yan PKK, yan jî ezê te kavilkim bikim halê Kurdistana xwe….
 
Pêra jî seyên xweye har berdane cihanê, ku nêçîra Kurdan bikin. Kurda bikujin, bitirsînin, rêxistin û þexsyetên Kurdan bêdengkin.
 
Merivên ku pirî-hindikî haj dîroka Tirkan û Kurdan hene, metel dipirsin: „ Baþ, êdî Tirk ji vê zêdetir çi ji Kurda dixwezin?“ Nîvê Kurdistanê ji xwera kirine milk û mal,  Kurd li weletê wan da ji her mafê îsanî merûm hîþtine, heta, nav, nasneme, ziman qedexe kirine,. Nahêlin zarok dayka xwera zimanê dê jî biaxivin. Kurdistan ji bo Kurdan kirine hebs û gola xûnê. Cihanê da êdî cûrekî weþîtyê tune ku nanîne serê Kurdan. Hema di nava van 20-25 salê dewyê da 4-5 hezar gundê Kurda þewitandin, bê Kurd kirin, Kurdistanê wek  „ milkê xwe“ çawa dixwezin usa wêran dikin, kê dixwezin dikin hebsê, kê dixwezin dikujin, bi milyona Kurd ji cî-warê wan derxistin, malwêran, berê wan dan mêtropolan, ji xwera kirin karkirên nanoziko, xelk ji welêtê xwe, ji mala xwe direvin…namûs û navê evdên Kurd kirine dest-pîyê xwe. Bi xwe ev þerê qirêj çê kirin. Bi menya wî þerî Kurdistan wêran kirin. Xelkê Kurdî feqîr çevê cihanê da kirine „têrorîst“. Kurd ji hevra kirin dijmin û neyar… Idî qoriçî, hizbûleçî, êdî nizanim çi û çî ji kurda çê kirin, Kurd kirine qirka hev, ku bi xwe xûna hev birêjin.
 
Niha jî hewar-gazya wane: „ PKK, ha PKK… Ji bo PKK ê em gerekê cihanê serê Kurda da kavilkin.“
 
Lê rastîyê da xwestina wan çiye? Çi dixwezin?
 
Gerekê her Kurdek bizanbe ku xwestina dewleta Tirk dewî anîna PKK ê nîne. Eger wan bixwestana û hevek rem û qedir himberî 20 mîlyon Kurdên hemweletyê wan dilê wanda hebya, gavek di pirsgirêka Kurd da bavîtana, niha zûda dewî vî þerî anîbûn…
 
Paþê jî PKK hezar carî agirbest elam kirye, hezar carî lavaya aþîtyê û biratyê û hevkaryê kirye…Îro jî PKK xêncî hinek mafên kûltûrî yên sivik tu tiþtî naxweze.
 
Çima dewleta Tirk gevekê navêje?
 
Him PKK, him jî ev þerê qirêj Tirkan ra lazimin, ku bikaribin li pey xwestinê xweye gemar herin, wan bikine meine û bikaribin  bi zorê dewyê gelê Kurd û pirsa Kurda bînin… (Lê bira Tirk rind zanibin: pirsa  40-50 mîlyon evd, ku li ser axa pêþyê xwe dijîn wî teherî çareser nabe. „Kê gora hevalê xwe dikole ew bi xwe dikevê“. )
 
Pirsgirêka wane îro Kurdistana Baþûr e. Kurdistana Baþûr wek sitirû ketye çevê  Tirkan, bûye tirs û xof  dilê biçûk-mezin, þovûnîst û komûnîstên wan da.
 
Ditirsin li wur deshilatdarîke Kurdî çê bibe, Kurdên „ cem“ wan jî çav bidine Baþûr, bi rastî rabin, bi rastî dewa mafê xwe bikin…
 
Em bînine bîra xwe û bîra xwedevana hingî Baþûr da desthilatdarîya Kurda çê bûye tevatî nakeve dewleta Tirk,  çiqas kare, çiqas ji dêst tê heremêra astengîya , pirsgirêka çê dike, xirabyê dike. Çevê wê li ser Kîrkûk û Mûsilê ye.
 
Gelo xêncî neyartyê, Tirkan gaveke erênî ya cînartya qenc hindava wê desthilatdaryê da  avîtye? Bersîvaa xastekên serokatya heremê yên aþîtyê, dostanyê, cinartyê timê bi qerf û neyartya bêmaqûlî  hatine dayîn.  
 
Kes gerekê bîra neke, ku heta îro jî wekî pirsa Kîrkûkê û heremên Kurdistanêye din bi erênî nayêne çareserkirin sebebê bingehîn dewleta Tirk e. Pirsa Tûrkmêna da piroblêm pey piroblêma derdixe. Propaganda medya Tirk ya neyartyê dijî Kurdên Baþûr û seroketya wê qet rojekê nehatye rawestandin. Pêvajoya pêwendyê wê yên dizîva û eþkere tevî Îran, Sûrya, hinek welet û rayedarên ereb û girûpên eksî Kurd ra tim berdewamin. Heta sarbûna helaqetyê wê tevî Amêrîkayê jî seva Kurdan e. 
 
Mirov kare bi hezara mînakên neyartyê rêzke…
 
Wek gurekî birçî bisekine nêçîra xwe mêzeke, usa dewleta Tirk li Kurdistana Baþûr dinhêre.
 
Lê çima Tirk êrîþ nakin? Kurd gerekê wê jî rind bizanbin.
 
Bi texmîna min ditirsin, û sebebê tirsê hene.
 
Ya ewlin: xwestina Tirkan û berjewendyên desthilatdarên cihanê vê pirsê da hev nagrin, ditirsin bi êrîþa Herema Baþûr cihanê rakn dijî xwe.    
 
Ya duda: Herema Kurdistanê perçek ji weletekî ereba: Ireqêye. Wekî êrîþeke usa bikin, him weletên Ereban û him jî cihana  Îslamî wê rabin dijî wan..
 
Ya  sisya: sîmpatya raya cihanê ya azadîxwez berbi gelê kurd erênye, tu dewlet, heta hevkarên Tirkan yên neyarên Kurdan jî ketina leþkerê Tirk li  Herema Kurdistanê qebûl nakin.
 
Ya çara: Tirk rind texmîn dikin ku sîmpatya temamya gelê, Kurd çawa li heçar perçê Kurdistanê û usa jî Kurdên dervayî welêt alyê Kurdên Baþûrin.  Di dîrokê da cara ewlin e  tifaq- yekîtîke welatparêzî ya xezayî li nava gelê Kurd da çê bûye.Tirk rind zanin, ku biçûk-mezinê Kurdan hazirin bi her cûreyî, bi xûna xwe, bi serê xwe azadya vî perçê welatê xwe biparêzin.
 
Ya din: Kurdên Baþûr, þerkarya wane dûr û dirêje dijî rêjîma Sadam, qehremanî û fedekarya Pêþmergan nîþan dide, ku ev hêz ne parîkî rehet e, ew hêz kare wek hestûkî hiþk gewrya Tikan da bimînin,.     
 
Bi van û gelek sedemên din Tirk turuþ nakin zorê bokevne wê heremê…
 
Ji bo wê jî karta TÊRORÎZMÊ, ku niha  cihanê da modeye ji xwera kirne çek û dijî kurda didine xebatê. Peymanên navdewletî yên hevkaryê dijî têrorîzmê hene. Nenihêrî PKK tu tiþtekî têrorîstî dijî dewleta Tirk nekirye, dewleta Tirk, bi sîyasya xwe, bi lobya xwe, bi mecalên xweye pêwendyan  sîyasî, bazirganî, aborî tevî dewletan, bi þer û þiltax, delk û dolavên rûvîtyê  PKK ê jî kire nav navnîsana hêzên cihanêye têrorîst û dewleta mecbûr dike þerkarya dijî PKK da jêra bibne alîkar.
 
Bi qalmeqalm, zixt-zora dûr û dirêj, Tirkan ra lihev hat Amêrîkana bikþîne nav wê pilana xweye qirêj… ji bo barêgehên PKK Herema Kurdistanê danin, Kurd jî mecbûr kirin…
 
Eva çend sale, xwestin û meremê Dewleta Tirk ew bû ku Kurdan rake dijî kurdan û tê bêjî jêra lihev tê.
.
Bi vê gavê Tirk dixwezin:
- Kurd bi xwe þerê hev bikin, qewata Kurda bi Kurda bê þkênandin û cihan jî bivîne ku Kurd hê halê bêtifaqya eþîrtyê derneketine, yekîtya wan tune,  perçe-perçene, xwestineke wane tomerî ya rizgaebûnê jî tune, ji bo dewletbûnê hazir nînin.
 
-dijminatyê bikin navbera Kurdên Bakûr û Baþûr, ku eger paþê êrîþê bivin ser Herema Kurdistanê, Kurdên Bakur piþtgirya Baþûr nekin, bêdeng bimînin.
 
-ew qedir û qîmetê Serokê Heremê Mesûd Barzanî, Serokkomarê dewleta Îreqê Mam Celal Telebanî ku nava gelê Kurd da heye bikin bin pirsê, wana bêrûmetkin.
 
-dixwezin bê astengî hêzên xwe bikine çyayên Kurdistana Baþûr. (Kurd gerekê rind bizanbin Tirka hêzê xwe kirin wan çîya, wurda cîyê xwe girtin, êdî dernayên. Ji wur jî êrîþa ser Heremê wê rehet be. Pêþîrojê da jî ew cîyê stratêjîk ji bo cîanîna xewna xwe zevtkirina Kîrkûk û Mûsilê wanra pêwîste.)
 
Bi glîkî halekî pir giran û xeter çê bûye. Çi ku Kurd jê ditirsyan, þerê Kurda dijî hev êdî li ber dêrîye.
 
Ez naxwezim ser menî û sebebên vî halê çêbûyî rawestim, vê pirsê da gunê kîjan þexsyet, teref û hêzên Kurd pire, yê kê kêm e,  filan, bêvan. Ne jî hewcê temî û þîreta heye. Her tiþt li ber çevan e…
 
Neyarên Kurdan, di vê pirsê da, pir þereza û xweyê tercûba dewranaye dewlemendin.
 
Xeysetekî Kurdayî xirab jî heye û cîyê tirsê ye, demên wa Kurd neyarê xwe bîr dikin û dikevin qirka hev. Mirîd radibin meydanê. (Eman derdê wan mirîda!)
 
Niha pirsa here sereke.
Kurd bi xwe, him serokatya Herêmê, him hêzên sîyasî, komele, înstîtût, tevger û hevkaryên kurdan çawa li welêt usa jî der, PKK ê jî navda, gerekê nakokî û nerazîbûnên di nav xweda daynin alîkî, bi tifaq tev bigerin, gura hev bikin, usa ku ziyan negîje wî gav erdê azad, ku hêvî û gumana temamya Kurda ne û pêra jî  van pilanên dijmin vala derxin. Kê jî nekete nav wê tifaqê usane halê çêbûyî dilê wane ew hevkarê dijmine.
 
Gelê Kurd ne kurdên sed, pêncî yan hema bîst sal berêne. Ordîk zane, nivîskar, hunermend, rewþembîr, sîyasetmedar, þexsyet û oldarên Kurd e welatparêz pêþda hatine. Giranî û qîmetê gotina  wan li nav gel da heye.  Ev nivþ bûye þedê gelek bûyarên dîrokî, rind haj  delk û dilabên Neyarê welat û gelê xwe hene,
Bi texmîna min Rewþembîrya Kurd vî halê çêbûyî da ne ku wek temaþevan gere bûyaran temaþekin, lî bi îsaf û vîjdan, bi kara miletyê tev bigerin, bivin hêzeke qewat, gelê kurd ra rastya bûyaran bêjin û rê li ber wan hêz, rêber û sîyasetvanên sexte bigrin, yên ji dijmin pirtir hîvya þerê birakujyê ne.
 
Derfetên vê gavê Kurda ra çê bûne dibe paþê çê nebin.
 
 
Þerê birakujyê wê hêvyên me bikuje.
 
27. 11. 2007 
 
 
 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org