|
E. BOYÎK
PÎREKA HECYÊ CINDÎ: ZEYNEVA ÎVO ÇÛ SER DILOVANYA XWE 26 ê sibatê, 93 salyê da, li bajarê Yêrêvanê, pîreka zanyarê mezin, Hecîyê Cindî: Zeyneva Îvo. çû ser dilovanya xwe
Dayka Zeynev, ew pîreka piremek rêke dûe û dirêj deebaz bûye. Ew li gundê Êngûkê, qeza Qersê tê dinyayê. Pênc salî bûye dema deng bela dibe, ku Roma reþ wê ser êla wanda bigre, tevî êla Êzdiyan ew jî gundê xwe dihêlin, berbi Ermenistanê direvin. Rêva Îvoyê bavê wê dimire. Çar zarokê hûr ustyê dê da dimînin. Pê dihesin, ku ew bes derew e, car din vedigerin gundê xwe. Salekê þûnda êdî bi rastî Roma rêþ tê. Direvne Ermenistanê bajarê Êçmîadzînê. Salne zulm bûn, xelayî, nexweþî, ne star hebû, ne mal. Ermenistan bûbû werê sêwya û bêçaryê. Dayka wê pê dihese ku ji bo zarokên kurda li bajarê Aþtarakê sêwîxane vekirine. Tevî çend dayîkên din zarokê xwe dibine wê sêwîxanê. Zeynevê û birayê wê Bado hildidine sêwîxanê. Herd zarokê din ustyê dê da dimînin. Dê û zarokek ji xelayê dimirin, zaroka din, apanê wê pê dihesin hildidine bal xwe, xweyî dikin. We sêwîxanê da 50-60 zarokê kurd dihatin xweyîkirin. Nav wanda bûn usa jî Cerdoyê Gênco (paþê berpirsyarê rojnema RYA TEZE yê ewlin), Çerkez Bakayêv (Doktorê zimanzanyê) û gelekên mayîn. Sêwixanê da rewþembîrne wê demêye bi nav û deng Nûrê Polatova, xilazkiryê Sêmînarya zimanê Rûsî li Yêrêvanê Elîxanê Serdar û Lazo (Hakob Gazaryan) xudanê pirtûka ÞEMS, ya bi tîpê ermenî dixebitîn. Sala1926 wê duguhezin sêwîxana Celaloxlîyê (Stêpanavan), paþê dibin Îcêvanê. Ji pey qedandina dibistanê ra tê bajarê Yêrêvanê dikeve xwendinxana dersdarhazirkirnê û sala 1934 xwedinxwenê diqedîne. Sala 1931ê ew û Hecyê Cindî dizewicin. Radyoya Yêrêvanê beþê zimanê kurdî bi sipîkêrya wê dest bi axaftina xawye ewlin kirye… Gelek cîya mamostatî kirye. Emekê wê pîreka jêhatî di kar û barê Hecyê Cindî yê zanyaryê da pire. Wê û mêr malbeteke rewþembîrêye rengîn dora xwe civandibûn. Wanra bûne wek dê-bav, þîretkar û alîkar. Rewþembîrên usa, ku navê wan her yekî medenyeta kurdên Sovêta berê dixemilîne. Þeþ keç mala wanda mezin bîne: Firîde, mamosta matêmatîkayê, fîzîkayê, van salê dewyê wê karekî pir mezin kir, him dayka nexweþ xweyî kir, him jî xebatên bavê Hecyê Cindî û yên zilamê xwe yê remetî, helbestvan Fêrîkê Ûsuv da weþandin. Firîca remetî: Doktora bijîþkyê bû, pîreka zanyarê mezin prof. Þekroyê Xudo. Keça sisya Zînê, pêþê xweva kîmîk, pîreka berpirsyarê Radîoya Yêrêvanê beþa zimanê Kurdî, remetyê Ahmedê Gogê. Nûrê, doktora sazbendîzanyê ye, pîreka nivîskar, doktor Tosinê Reþît. (Niha Avstralyayê dimînin). Keça pênca Nazê, pêþekê xwe va mamosta ye, matêmatîk, pîreka doktor profêsor Feyzoyê Egit, matêmatîkê diêeyan, serokê para matêmatîkayê ya zanîngeha bajarê Biryanskê ye (Rûsya). Nazê jî niha wê zanîngehê da dersbêje. Nebî û nebîçirkê dayka Zeynev pirin. Dimîne em rema Xwedê Zeyneva Îvora bixwezin. Biira cîyê wê li rex Hecîyê Cindî ( sala 1990 çûye ser dilovanya xwe), li goristana gundê Pampa Kurda ( niha Sîpan) buhuþt be. Bira serê nebyên wê, dost û pismaman saxbe. Eskerê BOYÎK 01.03. 2007 Gotara
Frîda Hecî Cewarî li ser dayika wê Niviskar: Kulfeta Hecîyê Cindî
– Zeyneva îvo – Zeyneva Îvo,s.1931 DÎKTORA (Sipîkêra)
PÊÞÝN
Rom vedikþe û Þaka sitûxar tevî gundî û zarê xwe vedigerine Êngûkê. Salekê þûnda dîsa ji Romê direvin. Gundîyê wana têne Ermenîstanê, diçine Êçmîadzînê. Li wê derê ewana pê dihesin, wekî bona zarê êtîm Aþtarakêda êtîmxane vebûye. Þaka Ereb tevî 2-3 kûlfeta, tevî zara bi zor-cefakî têne Aþtarakê, diçine wê êtîmxanê. Mezina êtîmxana Aþtarakê kûlfeteke kurde xwendî, egin û bedew - xanim Nûra Egît axa Polatbêgova bû. Ew Zano û Bondo êtîmxanêda qebûl dike, lê Zevo, ku qîza mezin bû û Pêrîþana biçûk qebûl nake. Þakê 2-3 cara ser zarê xweda tê-diçe û wê þûnda, dîya min pê dihese, wekî apanê wan Zevo xwera birine. Þakê û keça wêye çuk ji birçîbûnê û nexweþyê mirine. Zulm bûye… Wê êtîmxanêda sala 1921-ê Elîxanê Serdar Þahînov, kîjan sêmînarîya Yêrêvanêye rûsî xilaz kiribû, û Nûra Êgît axa kar dikirin. Payîza sala 1921-ê Êçmîadzînêda êlîfba kurmancîye bi herfê ermenî çap dibe, û xudanê wê elîfbayê, kedkarê çanda gelê kurda Lazo (Hakob Gazaryan) tê êtîmxanê û bi wê pirtûka “Þems” zarê kurda hînî xwendinê dike. Wê êtîmxanêda heta 50-60 zarê kurd hebûne. Ji wanin: nivîskar, rêdaktorê rojnama “Rya teze” Cerdoyê Gênco, xûþka wî –Tezo, birê wî- Þiko, zimanzan, doktor Çerkez Bakayêv, kurapê wî - dîrektorê Xwendinxana kurdaye pêdagogîyê Biroyê Memo, Xanima Rizgo, dersdara baxçe zara Hisreta Mîrze (Hasmîk) û gelekê din. Çend sal wê ortê derbas dibin. Mêrê meta dîya min te Bondo ji êtîmxanê derdixe dive, lê dîya min –Zano heta sala 1926-a Aþtarakêda dimîne, paþê wana divine Celaloxlîyê (Stêpanavana niha), paþê Îcêvanê û pey kutakirina dibistana hevtsalîyêra keçika tînin Yêrêvanê, wekî karxanada bixebitin. Û se keçêd kurd Zano –Zeyneva Îvo, Xanima Rizgo û Hisreta Mîrze ji sala 1930-da dibine binelîyên Yêrêvanê.
Cerdoyê Gênco wê hingê tevî kûlfeta xwe Yêrêvanêda dima û wexta pê dihese, wekî keçikê êtîmxana wane Aþtarakê anînê þeher, diçe wana dibîne, teglîfî mala xwe dike. A hema mala Cerdoyê Gêncoda Hecîyê Cindî rastî Zeyneba Îvo tê. Hecîyê Cindî û Cerdoyê Gênco alî van hersê keçika dikin, wekî Xwendinxana kurdaye teze vekîrîda qebûlbin. Dîya min gilî dike: “Em Têxnîkûmêda (Xwendinxanêda) hatine hildanê. Me kurmancî bîr kiribû. Lawikêd têxnîkûmê diketine kirê me, mera digotin: “Herkê hûn kurmancin, ji kune, qe kes ji merivê we nayêne bîra we...?” Kete bîra min, min go, wekî navê xalê min Miraze, navê xûþka min -Zevoye, navê birê min - Bondoye. Wî çaxî xortek ji cîyê xwe quloz bû û bi þabûn got: “Ê ne Mirazê Ereb xalê Zevoye, ewana ji gundê me Hekone. Ezê cab bikim -bira bên”. Usa ez rastî Zevo û mêrê wê -Teyo hatim. De ew rasthatin emrê minda þabûna ewlin bû. Þabûna dinê jî ew bû, wekî min û Hecî hevdu begemkir, û payîza sala 1931-ê me hev sitend. Lê berî wê yekê ez pey kûrsa yekêra gundê Pampa Kurdada (niha Sîpan) piraktîka pêdagogîyê derbas bûm. Du mehê havînê baxçê zarada çawa terbîyetdar dixebitîm. Ez Pampêda mala Bekirê Þemoda (apê Hecî dihat) dimam. Ez ji gund vegeryam, û min û Hecî hev sitend.
Hecî deqekê vala ne dima, û ez jî tev dixebitîm. Min korêktorya kitêba û rojnamê dikir, diçûme dersa. Ez xwendkar bûm, ew –dersbêjê Xwendinxanê, xwendekarê Zanengehê bû. Gere me gotar ji bona radyoya kurda hazir kira, wir spîkêrî bikira. Hecî pirtûkê dersa hazir dikir, rêdaksîya “Rîya teze” - da kar dikir. Pey kutakirina Zanengehêra kete aspîrantûrayê, ser dîsêrtasyayê dixebitî... De hatin - çûyîna me jî zef bû. Dihatin ji gunda, bi roja mala meda diman. Nas -nenas dihatin. Dihatin bona
karê xwe: erzekê, þikîyatekî bikin. Hîvî Hecî dikirin -alî wana
bike, û hertim na-na kirina Hecî tune bû. Pêþya wana diket, bi her
teherî wext û qedre xwe xerc dikir, þuxle wana danî sêrî. Wexta pê
dihesya, ku mevanê me zargotinê zanin, digot: “De, kerema xwe, minra bêjin”,-
û dinvîsî”… Me hesab kiriye - ji sala 1931-ê heta sala 1937-a 36
pirtûkên Hecîyê Cindîye dersa, berevokên foklorê, yêd edebîyetê,
tercima (wergerandinê) hatine çap kirinê... Korektorîya wan pirtûka
dupa ewî û Zeyneva Îvo kirine.Ew kar gelekî çetin bûye, ber ku karkirêd
çapxanê ermenî bûn, xeberê me fem nedikirin. Û qinyat jî destnivîsar
diçûne ber destê wan. Ji giþka çetintir, dîya min bîr tîne, korêktorîkirina
“Folklora kurmanca” bûye (1936). “Ew 670 rûpêl bû, û me 5-6 cara
ew pirtûk temiz kir.” Ser pirtûka “Folklora kurmanca” û çend pirtûkên
dersa yên salên 30-î hatîye nivîsarê: “Temiz kirin H. C. û Zeyneva
Îvo”. Sala 1934-a Zeyneva Îvo xwendina xwe li Xwendinxana kurdaye Piþkavkazyêye pedagogîyê kuta dike. Hema wê salê jî Xwendinxana ermenîyaye pedagogîyê ji kuta dike. Peyra Zeyneva Îvo çawa mamosta zimên, paþe ya tebîyetzanîyê li xwendinxanêda kar dike. Di Kûrsêd hildana nexwendîtîyê di nava jinada- dersê zimanê kurdî dide. Xwendkarêd wê bûne Eznîva Reþîd, Almasta jina E. Evdal, Asa Elî, Nazê, Gozê....
Hizkirina dê û bavê min zef nazik û bedew bûyê. “Ezîza dile min”, “kinêza min”, “kubarîya min”, “helal û hevala min...” Van xeberava namê bavê min, ku wextê baþqe-baþqeda dîya minra nivîsîye, destpê dibin...
Pey girtina Hecîyê Cindîra (salêd rêprêsya Stalîn), Zeyneva Îvo ji Xwendinxanê berî didin. Hema wê salê jî (1938) hemû ocaxên çanda me - rojnama “Rîya teze”, radîyo, para nivîskarên kurda, lê du meh dinê Xwendinxane têne dadanê, herfê meyî latînî têne hildanê… Dîya min herdu keçêd xweye biçûkva -Firîcê û Firîdêva tenê dimîne. Saya hevaleke bavê mine êtîmxanê, ew baxçê Yêrêvanêyî zarayî hejmara 60-da çawa terbîyetdar qebûl dibe. Bîra min tê çawa sibe-sibe ker û lal em radibûn, diçune wî baxçeyî, êvara jî tirse-tirs dihatine malê.. Paþê me femkir, ku dîya me ditirsya, wekî dikarin wê jî bigirin, yanê jî me malêva sirgûn bikin. Kesî derî me venedikir. Hevalêd bavê minî nezîk gava çev me diketin, rîya xwe diguhastin. Wede usa bû… Lê heqîyê alt kir. Bavê min, bi biryara dadê, aza kirin...
Zeyneva Îvo ji sala 1942-ada (7-8sala) - havîna li gundêd Pampa Kurdada, Hekoda, Þamîranêda baxçê zara vekirye û xwexwe jî bûye terbîyetdara zara.
Hecîyê Cindî û Zeyneva Îvo penc keç mezin kirine. Her pênca jî xwendina bilind sitendine.Lê du keç bûne doktor - Firîce bû doktora doxtirîyê, dosênt, lê Nûrê (Nûra Cewarî) -doktora hunermendzanîyê.
Sala 1954-a dîsa bi radîyoya Yêrêvanê hate bihîstinê: “Yêrêvan xeber dide, bibhên xeberdana me bi zimanê kurdî”. Dîsa Hecîyê Cindî û Zeyneva Îvo, pey 16 salên kerbûna radîyoya kurdîra, vê carê jî, lê tek wê roja pêþin, spîkêrîyê kirine... Rojnama “Rya teze” 14.05.1996 P.S. Dîya min, kevanîya Hecîyê Cindî –Zeyneva Îvo, çanda
mera kareke mezin kirîye û jarmetike mezin daye Hecîyê Cindî. Naka ew
93 salîye û nexweþe û vê gavê rewþa wêye aborîyê xirabe. Pêwiste, ku gelê me û Kurdistana me Zeyneva Îvo nas
bikin, silavkin û xelatkin.
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org