Eskerê BOYÎK

 

P I R R J I N Π  Y A N . . .

 

 

 

Em nû hatibûn Ewropayê. Cînarê me maleke kurdê Bakûr bû, rojekê gotine me, ku mesreveke merivekî wan heye, derheqa me da jî bihîstine û hîvî ji wan kirine, gotine: „ Cînarê xwe jî bi xwera bînin.“  Ez û pîreka xwe jî rabûn wan ra çûn.  Ez teglîfî oda mêvana kirim, pîreka min jî çû nava jina.

Odeke bedewe mezin bû. Li alîkî mobîla delal e pir biha danîbûn, têlêvîzyona mezin e marka here dewî, xalîçê Îranêye bi desta çêkirye bedew, dem-dezgê malêye here bijareye modêrn… Li alyê din jî doþek raxistibûn, sê-çar zilama piþta xwe kutabûne belgiyan, rûniþtibûn, tizbî dikþandin, çay veduxwerin û dûyê cixare tije odê kiribûn. Benda mêvanên din bûn.

-A, eva jî ew yazare, ku min derheqa wî da wera digot,- cînarê min nasya min da wan. Me destê xwe da hev, silav li hev kir. Ez û cînarê xwe jî rûniþtin. Pirs û pirsyar ji min kirin.

Li nav hazira da zilamekî gewdeyî pozberan jorê rûniþtibû. Xanê bû cwamêr pirr xwe hiz dikir. Cilên bedewe qeþeng xwe kiribû, rûyê xwe hildabû, porê xwe çê kiribî, serê simbêla qurtisabdibû, heta buryê xwe jî bi den reþ kiribû. Çiqas jî xwe xweþik kiribû, ku gênc bê xanê, lê dîsa xanê bû ku emrê wî 65-70 î kêmtir nîne. Kêfa wî cî bû, jorva diaxivî. Xweþî û laqirdyê xwe hazira dikir.

Ji hazira yek kenya jêra got:

-Bo, em te nikarin, heyran.- paþê vegerya û ji min pirsî,- tu yazarî, mêrê du jinê wî hebin wê çawabe?

Ez jî dilê sax, min got:

-Wele kûçikaye, se jî mêrê usa çêtire…

Teyê bigota gotina min ava sar li ser hazira da kir, carekê va ker bûn, çavê hev nihêrîn. Reng û rûyê zilamê pozberan tev li hev bû, rabû  odê derket.

-Te devê balte li erdê da,- cînarê min kenya,-xalo, eva çend mehe çûye welêt, xwera keçeke bîstsalî anye li ser xalojnê…

Pêþya gotye: „ Meriv lingê xwe biþimite, kare carke din lingê xwe bikþîne ber xwe, lê zimanê xwe þimitî, rastbûn tune…“

Kêf û þaya wê rojê, goþtê berxa, girîl a mirîsk û elokan, wîskî û vodka li min jî, li wî  jî heram bûn…

Dema me xwetirê xwe jî wê mala mêvanhiz dixwest, jineke navsere nêzîkî min bû:

-Ez heyrana zimanê teme, te dilê min rehet kir…

Jina zilamê pozberan  bû. Gilî edî gihîþtibûn wê…

 

Vê biryara Parlamênta Herema Kurdistanê ya  pirrjinyê, ew çîroka rojê buhurî anî bîra min û pirsek nav min da pêþda hat: „ Gelo, ji parlamêntar, wezîr û payabilindên wê xaka  meye „azad“ çend e  pirjinin?“

 

Ez cwamêra nas nakim, lê bawarim bi vê reqemê we mena girtina vê biryarêye rast eþkere be.

 

Dibe ez weletekî din da hatime dinê û mezin bûme, bi nirx û moralekî din perwerde bûme, loma ew pirrjinî ji minra usa mikur, bê edeb û heta ji gemarê jî gemartir tê xanê…

 

Pirrjinî di nava jinê da kuþtina þexsyet û rûmetê ye, kuþtina hizkirnê ye. Morala zarokan wan  jî saxlem û paqij nîne … Malê usa da gilî derheqa qedir, qimet, edeb, hizkirin, bawarya paqij, namûs û rûmetê da nikare hebe. Kê çi jî bêje, xwe dixapîne.

 Vê dewyê rastîke koletî, bêmafya jinê jî  derkete ser avê…Salê Kurdistanê da bi seda jin tên kuþtin û xwe dikujin…Kê wan dikujin? Kê wan digihînin halê xwekuþtinê? Çima heta niha bêdengî bûye?

Qamçyê namûsêyî zulm, yê zilêm, ku li ser serê jinê heta îro jî bê astengî xebitîye, gelo bênamûsya civakê nîne?

 

Meriv derheqa halê jinê, koletyya malwêran û hinek edetên netê da çiqas jî binivîse dewî nayê…Bê nivîsar jî her tiþt li ber çavan e…

 

Em ji dagerkiran  boy azaya xwe, gel û weletê xwe dêmokirasyê dixwezin, lê dêmokirasya me kurda mala me da, li nav civaka me da digihîje ku?

 

Eger Kurd dixwezin ji nîrê dagerkiran azad bin, bigihîjin armanc û xwestekên xwe, Ala wan jî li nav alên gelên cihanê da bimilmile, meþa dewranê ra rê herin, gerekê xwe ji þûndamayîna fêodalîzmê, eþîretyê, axa-begtyê û olperestya kor xilazkin.

 

Standina her biryareke wa, azaya gelê Kurd gavekê þûnda dêxe, û gel defî li nav herî-çamûra fêodalîzmê dike.

 

Evê yekê gerekê rêvabirên Kurda baþ bizanbin…

 

Çavê cihanê her gaveke herêma Kurdistanê ye.

 

04.01.2009

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org