Eskerê BOYÎK

 

QELENÊ SEFO

(Kurteçîrok)

 

Qereman kalekî bilindî, qemerî, simbêlmezin bû. Wî timê xweþyê xwe pîremêrên gundê me dikir, bûyarên henek ji jîyana wan  bîr tanî. Dikenya, dikenya… kes jê nedixeyîdî. Teva qedrê wî zanibûn û piþt wî va jî digotin: „Xweþ mêr bû, ha!...“

Çawa payîz dest pê dibû, þev dirêj dibûn, cawmêrên mehela me, êvara, li oda mala meda, berev dibûn, ku þevbêrka xwe derbaskin. Êvareke usa bû. Bixêryê da kermê pêz sor bûbûn. Pîremêr li fêzê, ahil û gênc jî binatarê rûniþtibûn. Kêfa Qeremên xweþ bû. Vê carê berê xwe da Sefo. Sefo jî çaxê wî ra bû, lê jê emirtir dihate xanê. Pîremêrekî jarokî, devkenî rem bû.

-Kurxatî,-herd lawê xatîkê hev bûn,- îþev çîroka þerê xwe û zîyê lawikaea gilîke, kurxatyê min çawa da serê ziyê, pirtyê herî mezin jê guhê wî man,- Qeremên bi ken  dey li Sefo kir û çevê xwe hazirara qurincand.

-Êhhh, Qereman, biterikîne, cîwantîbû, çû…

Berê hazira, teva kete Sefo:

-Tu bidî xwetirê Xwedê, me ya te û zîyê nebihîstye…

-Naxweze gilîke, ezê gilîkim, giþk wek niha di bîra min da ne,- Qerman berê xwe da hazira, got û kenya.

-Ne me sond xwer, ku ew surr li nav me herdada bimîne…

-Sonda me seva wê demê bû,- Qeremên axaftina Sefo birî,- 60-70 sal derbaz bûne…Ka hevalê me kê mane…Gilîke, bîranîneke xweþe, bira lawik þeva xwe derbazkin.

Sefo texmîn kir, ku bi xwe gilî neke, Qeremanê bûyarê ji bîr bîne, hezar tiþtî jî wê lê zêdeke, bikene… Qayîl bû.

-Ezê gilîkim Qerko! Ji pey ra jî tu gerekê ya xwe û box bêjî…Te tirê bîra min çûye?

-Çi box? Boxê çi,-îcar hazira berê xwe dane Qeremên,-bavo, gele tiþt li bin van pîremêrê me da hene…

-Tu ya xwe bêje, ezê jî ya xwe…

-Ez û Qereman þivanin, li zozana ber pezê Çavone. Em hela hê li welêtin, çyayê Sînekê. Axatî-maxatya Çavo tunebû, lê êla meda zengînekî navdar bû. Em herd jî xortin, beng-benga meye, þivanê Çavone. Çevê min li ser remetya amojna weye. Ez korbim, remetya Sêvê pir bedew bû. Ji evînê halê min tune. Sêvê jî minra naye raye. Çi dikim gumanekê nade min. Demekê ez ketme pey,  Zerîfa þêx, rema Xwede Zerîfêbe, min avît navê.  Þêxê bi teherekî Sêvê anî ser rêya rast…

Þuxul çê bûye, soz daye, êvarekê, cara ewil, em gerekê rastî hev bên. Kes xêncî Þêxêê nizane.. Qeremên ra jî nabêjim. Him devbelaye, him jî Sêvê keçapa wîye helale, ditirsin kumreþyê bike, ser qîzapê qayîl nebe, halê min lap xirab ke…

Þev, dema kivþkirî, min, xwe ji Qeremên vedizî, cûm. Kêf-kêfa mine, ji þabûnê lingê min erd nagrin, tê bêjî li nav hewêda difirim. Gihîþtime tanga konê bavê Sêvê, ecêveke giran, reþekî weke qelaxa sergîna, pêþber, li ser rêya min sekinye, çavê wî diçûrisin, diheje û berbi min tê. Zîyaye, reþê þevêye, dêwe, çiye, nizanim. Bira xêr-bêr ser weda bibare, kevir-kuçik ser min. Porr li serê min bû jijûn, çokê min sist bûn, qidûmê min þikest… Bi teherekî paþda revîm. Sibê min Sêvê ra caw þand, giva  Qereman þancû bûye, kes li ber guherê nemaye, ez mecbûr nehatime… Usa çend þeva ji pey hev diçûm, por-poþman þûnda vedigeryam, pojê cawek Sêvê ra diþand. Çi bikim, çi nekim? Nizanim… Heyran, rojê kerê pêz berî pala çyê, li tanga konê mala bavê Sêvê didim, rind dinhêrim tiþt tune. Þevê ew zîya tê li ser rêya min disekine. Ketye guhê min, ku kurê Çavo jî çav berdaye Sêvê, destê min erd û esman qetyaye.

-Ruh têda nemabû,- Qeremên navbirî da axaftina wî. Çavê wî zelal bûbûn, qulibî bûn. Fikirîm: „Nexweþîke“ vî heye:  „Kuro, Sefo bêkêfî? Nexweþî?“ Lê na!

Rojekê jî dipirse: „ Qereman, eger þev dêw yanê zîya bê pêþya te bigre, tê çi bikî?“ De hûn xeysetê min zanin, min jî bi laqirdî got: „Ezê lêxim“. Pirsî: „Tê bi çi lêxî?“ Min got: „Pê çomaq!“ „ Ê,-pirsî çomaqê tiþtekî li wî canawirî bike?“ „ Çomaq zexm be, giran be, rind bidî nava herdu çavan, wê wî velezîne erdê û tê ser laþê wî ra derbazbî ! „

Berê min tirê eva laqirda dike. Paþê min tê derxist na bi dil dipirse. Min texmîn kir, ku Sefo dizîva, ne li çiya kevirê hûre reþe mîna þûþa hene, serê wan mîna kêra tûje, wan kevira top dike û serê çomaqê xwe da dikute.

Êvarê, me pez anî guhere, nanê xwe xwer. Texmîn dikim tebatî nakeve Sefo. Fikirîm: „ Hebe-tunebe surreke vî heye.“ Edî êmekî xurt þev derbas bûbû, Sefo, lê: „ Qero, qatî pêzbe, ezê herim teselya konê me bikim, bêm„. Ew çû, min dizîva, hêdî-hêdî, tele-tel da pey…

Min dîna xwe dayê, konê çi, halê çi, Sefo lap alîkî din va diçe. Gihîþte perê zomê, tanga konê Hesenê apê min. Êdî min tê darxist nexweþya kurxatîk çiye… Usane navbera wî û Sêva keçap da tiþtek heye.. Apê Hesen jî li ber derê xwe çardareke bilind lê daye, kûpekî wanî mezinî dewkilê yê bi heryê çêkirî- sirsûm, heye, rojê wur amojna min û bûk pê dêw dikilên, þevê jî bilind girê didin, carcima malêye mezin davêjne ser, herdu alyê carcimê dadiliqin, digihîjne erdê, sellê keþka jî datîne ser, ku kes destê xwe nedê, Apojî cîyê xwe bindda datîne û radizê.

Sefo gihîþte wê tangê, sekinî. Ha pþda diçe, ha paþda. Ez jî ecêvmayî lê dinhêrim. Êmekî xurt usa Sefo ha pêþda, ha paþda diçû, carekê jî hema hicûmî ser sirsûmê Apo kir û heta wî hebû bi çomaq dayê. Bû qirçîn-xûþîn û çardara çêkirî, sirsûm, carcîm li ser apê Hesenî li bin da razayî da hedimî. Qûrîn ji Apo hat. Sefo jî heta wî hebû banz da. Xirtoþe li seyên zomê ket, li ber guhera bû hêwarza rêncberan. Bû teqe teqa tivingên þivanan. Se hatine Sefo. Pak bû seyên me bi minra bûn. Seyê me û yên din gihîþtine hev, hev xeniqandin, Sefo xilaz bû.

Gihîþtime guherê. Hilkehilk Sefo ketye, rengê xwe avîtye. „ Kuro çi bûye?“ Lê: „Qet“. „ Kuro te çima Kûpê mêrik xist, belkî di binda bihata kuþtin?“ Sefo destê minda zarî bû, got hal-hewalê wî, kûp, Sêvê eve…

„ Sefo,- min gotê,- ev yek ne te kirye, ne min dîtye. Ad û qirarbe, ev sûrr devê minra dernayê, ya te û Sêvê jî serîkê ezê bidime wê oxirê…“ Raste Sefo…

-Welle Raste! Qereman weke çiya piþta min sekinî…

-Berbangê,- dîsa Qeremên axaftina xwe berdewam kir,- ez korbim, remetyê bavê min hat, got: „Dijminên me îþev avîtine ser mala apê te, xwestine  Apo bikujin. Mherin, lawik hatine çika em çi dikin…“

Sefo sipîçolkî bûye, kêrê lêxî xûn jê nayê.

Çûm ecêveke giran: du cîya serê apo þikestye, milê wî, canê wî tev heriþîne, reþ bûne. Herd lawên apê min, destê wan li ser qema sekinîne, bavê min ji wan xirabtire. Agir giþka diçe.

Amojna min û dayka min jî destê xwe tewar kirine, ew ji mêra hêrstirin.

-Çi bûye?

-Xwestine Edê me bikujin… Yan îro gerekê koka me bê, yan emê xûna wan firkin…

Niha lawik rabûne, apê Hesen inte-inta wîye, kirinê Sefoye þev têne ber çevê min, nikarim kenê xwe zevtkim.

Þika wan jî li ser gundîkî me ye, evdekî am-tam, hîvyêne, ku ez herim bigihîjme wan û em bavêjine ser konê mêrik. Pak bû lawkê bereka me pê ne hisyabûn, yan na qetleke giran hazir bû. Çi bikim?

-Þika we diçe li ser kê?- min xwe nezanyê danî, giva nizanim dixwezin bavêjne ser konê kê…

Lê filan kes, emê hema vê sehetê konê wî bidine bê…

-Kesî dîtye? Þedê we hene?

-Na! Lê ew nîbe, kêye…Êdî neyarê me kêye?

-Navbera me û çavoya jî xweþ nîne, belkî…, - min xwest him kela lawika hevkî sistkim, him jî çevoya bikime navê, ku rêya Sefo rastkim…

-Na bavo tu çi dibêjî, ya Çavo ez bi çavê xwe jî bivînim bawar nakim, ez ber çevoya da sond duxum,- Apê Hesen axaftina min birî…

-Xudê mala we avake, wekî we kes nedîtye, tu îzbat-þedetî tunene hûne çawa li ser mêrik da bigrin. Belkî mêrik haj pê tune, belkî yekî din kirye, ku destê me û xelkê bike hev. Dibe sirsûm qels ûye þikestye, yan heywanekî xwe lê xistye, welgerandye?...

Ez jî ji gotinê xwe ecêvmayî mam, evana jî hevkî nerm bûn, hatin konda rûniþtin.

-Îþev, carekê-duda bû xurtoþa sa, kurê apê minî mezin xeberdana min birî,- þev, wextekê min bala xwe dayê, seyê ber guherê ewtyan û berbi kona revîn, reþekî weke hirça ji nav kona revî xwe avîte gêlî… Hela min fiþekek jî avîtê…

-Duh êvarê, Sefo jî minra got: „Min qeretûyê tevakî gêlî da dîtye, ez dibêjm hirçe. Gerekê em haj xwe hebin…“ Ez pê kenyam, min go. „Li ber çevê te harye xanê…“ Na tê xanê tiþtek heye, - min jî nizanim çawa navbera me da çîroka hirçê çê bû…

-Gunê kesîkî negrin, hema hirç bûye,-apê min got,- eva çend þeve dora cîyê min kiste-kist, mirte-mirt bû, min xwera nedidît rabûma… Kê zanibû bêxweya hirçê…

-Hirç keþka jî pir hiz dikin,- amojna min kete nav axaftinê.

-Nayê bîra we, wê salê hirçê keþkê obê giþk nebir?...

Xulese, hazira  tiþtê bûyî û nebûyî derheqa hirçê da gilî kirin. Gune Sefo  avîtine ser hirçê… Tiþtekî xêlif tê heye, Sefo?

-Na, wele, her tiþt raste,- Sefo qayîl bû,- gelî cawamêra, ew qeratû li ber çevê min bûbû weke zîya, dêwa. Herdu sellê keþkaye wek du çevê mezin li ber zeraya hîvê diçûrisîn û bi dînayî li min dinhêrîn. Lê dema li ber bê carcim dihejya, min tirê hicûmî min dike, ji tirsê ew bû ziravê min biqete…Hezar fikir serê min ra derbaz dibû: Êdî gornepiþîk, êdî reþê þevê, pîren merivxure sêrbaz, zîya, dêw… De kevirî qulibîbe, kal-pîrên wê dewrê jî, hema mal da rûdiniþtin, li cem zaroka dest bi gilyê usa dikirin.

Evîntî ji her tiþtî zortire. Min teyax nedikir.Dil ez dikþandim, ew ji li ser rêya min sekinî bû. Sêvê jî gotibû: „Îþev hat, hat, nehat êdî bira min ji dilê xwe derxe“. Xemoyê lawê Çevo jî, ji maleke zengîn, cilê baþ lê, hespê kumeyt binda, dora konê bavê Sêvê diçû- dihat, Sêvê dinhêrî. Ji kumreþyê ez lê bûm biteqim. Cîyê sebirkirinê nemabû… Û min dayê… Xwede, roja din Sêvê jî destmala min paþda þand, eva ya min. De îcar tu ya xwe û ya box bêje…

***

Payîzê em ji zozana dageryan: gund. Çend mal bûne „bikirçyê“ Sêvê. Halê Sefo ji dest evînê tune. Birînê apê minî Hesen jî êdî kew girtine, qet naxweze navê Sefo bibihê, xwezgînyê din jî malê kesîbane, ber serê wîra naçin, dilê wî heye qîzê bide Xemoyê lawê Çavo.

Çavoyî dewletî bû. Apo jî hevkî hebûk civandibû, weke 60-70 serî pez gîhandibû hev, dixwest 30-40 pez jî qelen ji Çavo bistîne û hesavê pezê xwe somerekî derbastir bike. Çiqas Çavo zengîn bû, ewqas Sefoyî kesîb bû. Xatya mine feqîr, sê-çar zarokê hûr stû da, jinebî, xebatçî jî tek Sefo, wê qelenê giran ji ku banya? Apê Hesen jî timê digot: „Meriv konê xwe datîne, gere here dewsa konê zengîna dayne“.

Bextê Sefo ra navbera bereka me û çavoya tune bû. Merivatya me gundda pir bû, min jî hêlan dida lawika. Giþk rabûn û gotine apo: „Te Sêvê da kurê Çavo, bizanbe ya me û te çû“.

Çavo jî dît kar xirabin, da zora malê dinê. Herroj buxçek tije þekir, fêkî, îçke dikir, giva dihate dîtina birakê xwe. Navbera wan roj bi roj xweþ dibû. Sefoyê belengaz jî li ber çavê min dimaþya.

Çavo pê hisya bû, ku lawkê me qayîl nînin, ketibû xîretê û ji bo qelenê Sêvê, dizîva sozê sed pezî dabû Apo. Apo jî dema  derheqa qelenê usa giran da bihîstibû, lawên xwe jî dabû qayîlkirinê û soz dabû Çavo. Lê, ku mirovatya me ji Apo nexeyîdin, Çavo ra qayîl bûbû, ku êvarekê bira Xemoyê lawê wî çend hevala va bên, Sêvê bivin, giva revandine… Lawik êdî nikarin tiþtkî bêjin. Keçe revyaye, çûye. Dibêjin: „Reva jinê, edeta dinê.“

Rojekê Sêvê hate mala me, melûle. Em herd jî tev mezin bûne, wek xûþk û bira ne, got: „ Qero, hal-hewalê min û Bavo eve… Giþk min da ketine dixwezin Xemoye devgenî ra bidin revandin.“

Min jê pirsî mêla wê alyê Xemoye yan Sefoye? „ Eh,-Sêvê keser kiþand, - kê devê min dinhêre?“

Min tê derxist dilê wê li ser Sefoye. „ De wekî usane,-min gotê,- here malêra qayîlbe. Lê þeva revê cabê bide min. Birê weyê ji wera rêkê bibîne.“

Êvareke tarî bû. Min û Sefo, du hevalên xwe jî dan ser xwe, çûne ber derê Apo. Min jî anye, cilê xûþka xwe yên bedewe reng-rengî li xwe kirye, serê xwe bi desmalake sor girê daye, temezîke mezin jî avîtye dora guhê xwe,  dêmê min nayê xanê, bûme keçeke bedew. Min xwe hewþa Apo da veþart. Lawika kirine fîte-fît. (Apo û Çavo usan ji hevra qayîl bûbûn)… Min texmîn kir, ku hundur da jî hîvya fîtînê ne. Çawa lawika kirne fîte-fît, derî hêdî vebû, Sêvê derket, derî dîsa hate dadan. Sefo, lawikava Sêvê kirne nava xwe birin, ez ketime quncê ber dêrî, sekinîm. Demekê þûnda, çend qeretûyê din hatin…Dengê fîtîna wan ew mehele hildaye…Xemo û hevalê wî bûn:

-Sêva min, ruhê min,-Xemo milê min girt,- lawikno em çûn!

Niha rêva heneka min dike, destê min paç dike, dixweze min hemêzk… Xidîka min tê, ewe bibe pîrqîna min bikenim. Ancaxî xwe zevt dikim.

Ez birme malê, nav jina… Xanê bû rind karê xwe kiribûn. Keç bûk û jinên çavoya giþk li hev civyabûn, dora min govend girtin, lîstin… Mêr çûne odê. Hev diçin-tên. Odê da kêf bû, texte þayê danîne, kakekaka wane distirên. Keçika xastin min bikine govendê, ez ji cîyê xwe ranebûm, Jinê sere ji pey hev hatine rûyê min. Ez giva bûktyê dikim, xwe dûrî wan digrim. Min sere xwe pêçaye, ku tê dernexin… Ji bextê min ra ji mal tije dûyê çirê bûbû, ancaxî hev didîtin.

Wextekê Xemo hat, gote xûþka xwe, ku destmalê ji ser dêmê min hilde, min bike govendê… Min rind destê wê qurincand, ew ji xwe dûr xist. Destê wê êþya:

-Bo, heyran Xemo dergîstya te  gura me nake. Were  yekê-duda bidê, ez pê nikarim.

Bere-bere jin derketin ez û Xemo tenê man. Xemo çira anî danî nêzîk û rex min rûniþt, ez hemêz kirim û hêdî-hêdî temezya ser dêmê min da alîkî… Gava çav simêlê min ket, çav lê fire bûn, bîna wî ma, çevê xwe bawar nake, çavê xwe nêzîkî dêmê min kir. Min got:

-Pixk!

Bû qûjîna wî, ji cî veciniqî:

-Bavo, bavo!

Ez ecele ji cî rabûm Ew ser piþtê nava makê dirêj bû.. De Qeremyn banzde…

Heta çavoya meselê serwext bûn min xwe xilas kir…

Apê Hesen jî, arxayîn ku Sêvê êdî çûye, û wekî bereka me jî surra navbera wî ê Çavo da nehisin, heydade lawkê me xistibû, evana jî dabûne çomaqa, bi qerebalix berbi mala Çavo diçûn. Mirovê çavoya jî ku ketibûna dû min hema nava gund da rastî  hev tên… Herd alî li hev diqelibin û didine hev… Heta mesela reva Sêvê hev didine serwextkirin serê sê-çara diþkê…

Sibê bavo bezya min, Apo kurava lêne min û Sefo bikujin. Çavoya him ji þermê mal dernayên, him jî pey me herda digrin ku heyfê hildin. Pîrqe-pîrqa gundyane dikenin…

Wê zivistanê wana xûna me xwerin. Qenc bû xatya min jineke mêranî bû. Ez jî navê da bûm…Yan na xilazbûna Sefo tune bû. Qelen jî tune, þivantî jî tune.. Usane kurxatî ?

-Qereman nîbûya herd alya jî wê ez bin pîyê xweda kutakirma…Paþê ecêv hate serê me. Qerko te destpê kirye, tû jî berdewan ke, sohbeta te xweþe…

 

***

Axlêvê me Sêvê teslîmî xatîkê kir û em herd terkeserî dinê bûn. Heftêk bû em, li nav êla digeryan, rêncberî dest me nediket. Tije kesîb-kûsîb, belengaz, xebat jî þivantî-gavantî. De werên  karekî pak destxin.Em þevê gundekî radizan, roj ji me rêya xwe didomand . Usa bû ku em pir ji gundê xwe dûr ketin. De gundê me hidûdên dewleta Rûs da bûn, em ketine nava êlên kurdaye dewleta Osmanyê.

Rojekê, rêva em rastî cwamêrekî hatin.. Pirs-pirsyar me sebebê hatina xwe jêra gilî kir. Wî þiverêke nava çîya nîþanî me kir: „Li vê rera kûrî nava çiya bin. Êvarê hûnê bigihîjne gundekî. Wê þevê gund da razên. Gundê din dûre, rêyên qenc tunene, daristan û gelîne…Gur û hirç jî wek keryê pêz gigerin. Gunde ewlin yê Evdal begêye. Ez þêwrê nadime we, ku hûn li wur rêncberyê bikin. Beg evdekî neheq û dexele, êzdiyan jî hiz nake, neve-neve dibêjin em êzdîne. Hûnê dêstda perîþan bin. Roja din, êvarê hûnê bigihîjin êla Kerem axa. Axayî reme. A, bal wî cwamêrî ji xwera bixebitin, hûn poþman nabin.

Me xatirê xwe ji cwamêr xwest û ketine þiverê. Rêya li nava gelî û daristanara, em pir çun, êdî ro diçû ava ji dûrva dengê sa hat, dû ji bixêryên oda bilind dibû, bîna nên û xwerinê me tesele bû. Evdê birçî bînê zû hildide.

Nêzîkî gund siyarekî wek hirçayî gir, ku dibû  50-55 salî, hespekî gotina we siyar, qet nizanim ji ku hat gihîþte me:

-Gelî birazya, tê xanê hûn xortine xerîbin, hûn diçine ku?

Me got, hal-hewalê me eve.

Eslê me, êla me, navê me pirsî. Me lap navne din da:

-Em birane, navê me yekî Efoye, yê dinê: Cefoye.

-Ez jî Evdal begim. Bextê we lê daye, þivan min lazimin. Weke þesid-hefsid pezên mine stewr hene. Sibê da gerekê derxine çêrê. Tê xanê hûn jî esilzadene. Apê weyê heqekî gotina we bide. Sibê da ezê kerê pêz bispêrme we.

Min û Sefo hev nihêrî. Em nizanin çi bikin, çi cawa wî bidin, çi menyê bigrin, ku yaxa xwe dêst derxin.

-Ha gele birazya hûn çi difikirin. Pezê min gerekê li çiyê bê xweyîkirin, heta serê payîzê havînê. Wî çaxî ezê giþkî bivim birfoþim, heqê we jî bidim… De hûn heqê xwe bêjin?

Ez fikirim heqekî usa bêjim, belkî ji wî ra dest nede, destê xwe ji me bikþîne. Min hesavekî pir giran got, ku bawarkî çar-pênc cara ji heqê þivanên cem me pirtir bû. Sefo ecêvmyî lêva xwe gest, min nihêrî.

-Tu pir dibêjî lê ez qayîlim,-. Beg qayîl bû,- îro rehet bin, sibê da herne ber kêrî. Nanê we jî sutyê min.

Sefo destê min qurincand, dizîva serê xwe hejand, ku qayîlbim: „Xêra Xwedê ye, meriv risqê wa ji destê xwe dike?“

Em bûne þivanê Beg.

Beg pir dewletî bû… Çiqas dewletî bû ewqas tima bû. Xwerina meye rojê çend nanê ce, hinek toraq û dewê sirsûm.

Çar jinê wî bûn, birek zarok. Hemin temamya jin-mêrên gund jêra carîtî û xulamtî dikirin, destê wî da dizêryan.

Gund kasîb bû, xêncî cê tiþt erdê wûr nedihat. Digotin zivistana wer dirêje, havîn kine. Cîyê wan hema zozan bûn. Pêwîstya derketina zozana tunebû. Dora gund qûç û newal, mêrg-çîman bûn, giþk cîyê çêrandina sewal. Tenê kerê pezê stewr, ku em berbûn, þande kûraya çîyê. Ew der weke rêya denekî dûrî gundê Beg bû, sînorê erdê wî û Kerem axê bû. Heta 50-60 hespê wî jî hebûn. Hesp jî anî wur û xweyîkirina hespa jî kire ustyê me.

Çend roja carekê, çend xulamava dihat, nanê me tanî, teselya hespa dikir, hespê bin xwe berdida, hespekî din zîn dikir, banz dida li ser piþta hespê û heta jê dihat dajot. Sîyarekî xurt bû.

De xortanî bû, hewasa me jî hespara dihat. Me keryê pêz berdida nava mêrga, hesp digirtin, tîmar dikirin, wan syar dibûn û dajotin. Hesp hînî me bûbûn.

Navbera erdê wî û Kerem axê da gelîkî ne ewqas kûr bû. Alîkî guhera me bû, alyê din guhera pezê Axê yên sitewr bûn. Du xortê wek meye sivik jî li ber pezê wî bûn. Navbera me û wana pir xweþ bû. Em bûbûne weke bira. Ebûra me ser wan bû. Em qatî hev bûn.

Xulese çendek ma wedê me xilasbe, em heqê xwe bistînin, vegerin.  Me kerî bi çavê xwe ra xweyî kirye, nehîþtye serê guhê pezekê xûnbe, ji xurtbûnê nire-nir ji hogeça tê. Beg jî tê pesnê me dide, xweþ-xweþ bi mera diaxive, laqirdya dike.

Pojekê jî diþa Beg hat, pesnê me da û got:

-Na hun xortine xurtin. Þîrê we li we helalbe. We pez rind çêrand.  Apê weyê tiþtekî wera bêje. Alyê gêlîyî din dinhêrin, guherên Kerem axê ne. Þevekî bikevnê, weke sed pezî jê birkin, bînin. Netirsin, apê we piþta weye… Min filan-bêvanê Kerem axê wa-wa kiro…

Em ketine halekî dijwer. Nemerdtya usa me nikaribû bikira.

Çendekî din dîsa Beg gotina xwe kire bîra me:

-Ha, birazya we tiþt nekir?

Me got giva sirê neketyê. Herþev çar-pênc mêr têne nobedarya guherên wan.

-De,- got,- ez wer a dibêjim hûn pezê wan bînin, yan na ewê pezê me bivin. Pez birin hûn ji destê min xilas nabin.

Em li ser xwe û mirovên Kerem axê guman bûn. Bihatana li ber çevê me kerî giþk bibirana me bihar nedikir. Ji bo wê çendê jî, em arxayîn bûn, me gotinên Beg ji ber tiþtkî hesab nekir: „Bira Beg ha ji xwera bêje, çend rojên me manê. Emê heqê xwe lê bistînin, herin. Çî me xiravya usa…“

Rojên meye dewyêne. Kêfa Sefo xweþe, dikene, laqirdya dike, wek zaroka þa dibe: „ Rind ji mera hev hat, Qerko, îsal emê qelenê Apo bibin, bidinê. Emê li hev bên, saleke din, silametî, dîsa emê bêne cem Begê xwe seva qelenê te…“

Hercar Beg û xulamên xwe berbang da dihatin, lê wê rojê, berê êvarê ew û xulamek tenê hatin. Nanê me da me. Me hespê wî guhest. Weke sed hogiçî ji bo firotinê veqetandin, ku xulam bive gund…

Hogeç li nav wan mêrg-çîmana da xurt û har bûne, vîyalî-wîalî direvin, xulam li wan nikare. Beg hespê xwe syar bû çû, gote min ku ez alî xulêm wî pezî rasterê bikim…

Me pez gîhande nêzkaya gund, ez vegeryan. Heta gihîþtime guherê êdî nîvê þevê bû. Min guherê nihêrî, ecêveke giran. Min ji çavê xwe bihar nekir. Derê guherê vekirye, pez bela bûne, Sefo jî tune. „ Sefo, ha Sefo! „ hewar gazya mine… Vi alî geryam, wî alî geryam, ji guherê hevkî dûr newalê da min texmîn kir deng tê. Gihîþtmê eva Sefoye. Dest û pî, çavê wî hiþk girê danê pînek jî kirine dêv, devê wî jî girê dane. Sefo xwe erdê vedigevizîne ku ji girêdanê azabe, lê nedibû.

Min ben birrîn, Sefo rabû, sekinî.

-Sefo çi bûye?

-Çi bûye, çawa hûn çûn, parava milê min girtin, ez avîtime erdê, dest û pîyê min, çavê min girê dan, pîne kirine devê min, pez birin.

-Kê bûn, te kes nas nekir?

-Na, min kes nas nekir.

-Se jî ne ewtyan.

-Na, sa dengê xwe nekir.

-Usane merivne nas bûne…

Em herd wan qûç û newala ketin, bû hêwarza me, cwamêrê ber pezê Kerem axê jî hatin hewara me. Me pez top kir, hesav kir, kire guherê. Sî hogeç biribûn.

Tarîberbang bû Beg, xulamên xwe va hat. Em ecêvmayî man: „Vî ji ku bihîst, ku ewqas zû hat?“

Beg nebêjî, gurekî har bêjî, edî mecal neda me, çêr, êtî…

-Ew jî qencya min. Bêeslên kurê bêesla! We pezê min kuda þand? Du roja wede didime we, we pez anî, anî, yanê na ezê çermê piþta we rakim…

Kulmek-dudu jî avîte min û Sefo.

Paþê vegerya berbi xulama:

-Kuro Misto, Feyzo ji vir hada hun vî pezî xweyîkin, nehêlin ev kopoxlya nêzîkî kêrî bin.Bira herin, bigerin, pezê min bînin, heqê xwe bistînin, bicemin herin.

Destê me hewa ma. Em li wan gund û obê dorê ketin, cîk nema me nehîþt. Pez tune û tune.

Merivê xêrxwez ji mera gotin: „Hûn çi digerin? Ewî xexa birye, hûnê ji ku bibînin? Ewî ev yek anye serê ewqasa…“

Xulamê wî ji mera gotin, ku Beg gotye, ziyana dane min pêþ heqê wan va, bira van dera bihêlin, herin, yan na halê wanê xirab be.

Nû me tê derxist çima Beg zû heqê mera qayîl bû, çima dixwest em û þivanê Kerem axê bikirana dijmin, çima berêvarê hatin, ez pêz ra þandim…

Em rabûn çûne cem. „Beg,-me gotê,-em temamya salê dil-can tera xebitîne, me kerê pezê te weke çavê xwe xweyî kirye, sutyê hêsîrê ne xar, çavê wan li rîya meye, heqê me bide em herin.

Beg wek gurekî har ji cî rabû, da qamçi û rahîþte me herda, heta qewata wî hebû em dane ber qamçîya. Ji þewata derbê agir ji çavê min pekyan, min xwe nêzîkî wî kir, fesal lê stend destê xwe kire xeneqê û heta min hebû givaþt, qamçî ji dêst ket. Xulamê wî hucûmî me kirin, ew ji destê min derxistin û gihîþtine me herda… Bira xêr-bêr ser weda bibare, kevir-kuçik ser me herda, dereke sax me herdada nehîþtin. Em bi cûrekî  nav wan derketin û revyan.

Xwedê tu heqyê neheqyê nedî. Me patka xwe xurand, lêdayî, di nav xûnê da mewicî ji gundê wan derketin. Demeke xurt me serê xwe kirye ber xwe û dimeþin. Qewata me li wan da naçe. Em du xort, ew gundek, emê çi bikin? Wextekê Sefo sekinî û got:

-Qero, tu here bigihîje malê. Ez pirr ji birayê xwe razîme. Seva min çi ji destê te hat te kir. Eva zevta te jî dere. Xwedê bira roja evdê wek mine sêwî, belengaz reþke, ku reþ kirye. Tiþtek ji min ra li hev nayê. Ezê bême mal çî? Ser gulê sor. Ne qelene, ne tiþte. Bira Sêvê here bigihîje mala bavê xwe, mêrke. Minê hema niha xwe vî gelî da bavîta. Lê gerekê berê Beg bikujim, hemin gelî heye, heye.

Sefo li ser kevirekî rûniþtibû, hêsir jî çava dibaryan.

„Bi rastî jî,- ez fikirîm,- Evdal beg wa neheqyê li me bike û lê bihele…Na emê heyfa xwe hildin, paþê birevin. Ne kes me nas dike, ne jî zanin em ji kune, ku bikevin pey me…“

-Hûn wa Sefo nenhêrin, ha. Sefoyî xurte. Sekinye dibê: „ Ez gerekê bi destê xwe Beg bikujim.“

Ez li ber dilê Sefo da hatim. Me þêwra xwe kir, çi bikin- çi nekin, berê me qirar kir hema wê þevê bikevne mala Beg, Beg bikujin, paþê me go em agir berî lodê wîye gîhê, qelaxê sergîna û mala wî din…Pirs qelen bû… „ Erê me ew yek kir lê kara me wê çî be? Emê dilê xwe rehetkin, lê Qelen?“ Me biryar da bikevin guhera dewarê Beg, çend çêleka derxin û bibin. Heta sibê ew pê bihesin êdî emê rêya xwe biqedînin. Bextê mera gavan razayî bûn. Me weris avîte serê du noginê baþ, fesal ji guherê derxistin, derê guherê dada… De bajon. Me berê xwe da alîkî usa, ku pê bihisin jî, kes nafikire  qesta wî alî bike. Niha, nogin xwe ba gikin, dijwer tên. Xûdan ser me ketye. Me jî xûna xwe daye ber çavê xwe, dajon. Niþkêva li pey me bû repe-rep, tepe-tep. Me nihêrî, taryê da reþekî weke zinarekî, toz û dûman jê quloz dibe, bore-bora wî ye berbi me dibeze. Boxê garana Beg bû. Heywanekî har, meriva dixist. Me zû-zûka werisê ustyê nogina zinêr va girê da, revyan rabûne ser zinarekî bilind.

Box gihîþte nogina, dora wan çû hat, mîna evîndara çavê hev, devê hev alastin. Box bi suturyê  xwe xwest werisê me pê nogin girê dabûn biqetîne, nikaribû, weris kire devê xwe, çût-cût, qetand nogin da ber xwe, berbi gund çûn.

-Ya xêr ev bû,- me herda bi hevra fikira xwe got,- me nikaribû nogin dûr bibirana…

-Qero,- Sefo dey li min kir,- em çima naçine dora hespa. Him sê-çar roja kes haj hespa tine, bêxweyîne, him jî emê xwera wan syarbin herin. Heta pê bihesin emê êdî xwe undakin.

Wê þevê em gihîþtine tanga hespa. Roj me zaxeke zînêr da xwe veþart. Zax li alyê gêlîyî dinê bû, usa ku guher pezê Beg rind dihat xanê. De em çend meha li wur bûn, me ew der qulbiqul zanibû.

Nîvro, Beg dîsa çend xulamava hat. Ew me navînin lê em wan rind divînin û dengê wan dibihên.

-We dît Begê we çi anî serê wan herdu kûçika… Usa çûn qet îz û toza wan jî nayê xanê.

Me tê derxist gilî derheqa meda ne. Wana eþq-eþq bûyarê wê þevê ji bîr tanîn, bilind-bilind dikenyan. Ji bîr tanîn, çawa Beg bi xwe ji parava Sefo girtye, çavê wî, dest û pîyê wî girê dayê, pezê undabûyî birine ku? Çawa nobedar sekinîne ku pez unda nebin.

Bi gilîkî li ser êþ û bêbextya me, mêrika henek-laqirdyê xwe kirin, kenyan, hespê Beg guhestin û çûn…

Me jî bi weris du hevsar çê kirin. Dema êdî þivanên dewsa me kerî kirine guherê, ker bûn, em jî hêdî-hêdî berbi hespa çûn. Hesp hînî me bûbûn, ji me nedirevyan. Me tim destê xwe da xwê dida wan. Li nav revo da du mihînê baþ hebûn, her yekê cenûkî yeksalî jî pey bû. Em timê wan mihîna syar dibûn. Me mihîn girtin, hevsar avît serê wan. Ez yekê, Sefo jî ya din syar bû, de bajon.

Em wek bayê bobelûskê mihîna dajon, herd cenû jî ji pey me tên. Wextekî þevê me bihîst ji pey me dengê lingê hespa tê. Me piþt xwe nihêrî: „ Dîsa tiþt neyê serê me?“ Me nihêrî hespekî jî daye dû me tê. Me þirît avîte sutyê wî. Li nav hespê Beg da hespê þivêta wî tunebû. De bajon. Wê þevê, bawarkî me rêya du roja qedand.

Berbangê em gihîþtine daristanekê. Em kûrî nav daristanê bûn. Cîkî telde,Kanîk hebû, ava zelal jê dikþya, çêra hêþîn dorê davvîte çoka mêriv, me hespê xwe av dan, tewilandin, hevkî rehet bûn. Payîz bû daristanê da  mêwê beyanî pir bû. Em jî birçî. Me sêv, tirþik, karçîn tov kirin, him me dixwer, him ji me torbên xwe tije kirin. Bin dareke gûzê da gûz qalçika va ketibûn. Cîkî –duda me þanê hingiv dîtin. Bi gûza û hingiv em têr bûn. Ça hevkî bû tarî, em hespa sîyar bûn û me ajot. Usa þeþ-heft þeva em çûn. Me texmîn kir, çiqas em ji gundê me çûne berbi gundê Beg, îcar em ewqasî ji gundê xwe alyê dinva çûn. Êdî em natirsin. Roja bazarê me ajote sûka bajarê Gumuryê. Bikirçî pir bûn. Me hespê xwe bihakî baþ firotin, qelenê apê Hesen berîka meda rêketin berbi malê. A, eva jî çîroka me.

***

Ji qelenê qîza ne kesî têr xwerye, ne zengîn bûye, nê jî jê xêr dîtye. Çi ku me ji firotana hespa qazanc kiribû Apê Hesen giþk, quriþ-quriþ ji me stend, bi wî pereyî pez kirî…

Sala din dinya li hev ket. Leþkerê Roma reþ dakuta herma me. Em revîn Ermenistanê. Pezê Apo tev rêda qir bûn, ji xelayî, nexweþya, zulm û zora salên hîjda nefer jî tev çûn, ax û berê sar, Apo tenê ma. Ew jî hat gihîþte Sêvê û Sefo. 

A, bavo ev jî çîroka qelenê Sefo.

 

1983.

  

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org