|
Eskerê
BOYÎK Qewlê Þêx û Aqûb Qewla Þêx
û Aqûb gelekî belabûye û bawarkî her herêmke Kurdên Êzdî lê dijîn,
qewlbêj vê qewlê zaninê. Ev qewla wek têkisteke fîlîsofî, civakî
bawarkî her dema tê gotin.
(Malê xweyî mirî da, dema eyd-erefata, wextê gerandina Tawisê û hivd) Qewl ji
alyê gelekava hatye nivîsar û niha gelek varyantên wê hatine berevkirin
û weþendin. Min ev
varyantên jêrê hildane û kirine bingeha lêkolîna xwe: 1. Ordîxan
û Celîlê Celîl, ZARGOTINA KURDÎ, II; Moskva, s.1978; ru 44-49*.
51 sebeqe. 2. Ev
varyanta Pîr Dîma,êzdîyê Gurcistanê, sala 2007 a ji bajarê Tilbîsê
min ra þandye, ku ji zarê qewlbêjên Êzdiyên Rûsyayê hildaye. 55
sebeqe 3.
WWW. Yeziden. de. 4.
WWW. Laliþh. De. 74 sebeqe. 5.
Êzdîneme, weþena Laliþ-2, Almanya. 67 sebeqe. 6.
Kovara LALIÞ, N 8; tebax, 1998; ru. 26; 27; 28; 29; 30. 70 sebeqe. 7.Êzidyatî,
Xidir pîr Silêman, ji bo qutabyan, (1-69) Duhok-1996;
74 sebeqe. Min
hewl daye, ji bo lêkolîna qewlê, varyantên usa bibijêrim, ku ji zarên
qewlbêjên her heremeke Êzdî lê dijîn navda hebin. Varyantên
vê qewlêye jorgotî 55 heta
74 sebeqane. Himberîhevkirna van varyantan nîþan dan ku gelek peyv,
cimle, çapa sebeqan, cîyê sebeqan hatine guhertin. Hinek sebeqe ji hinek
varyantan der mane (hesabê yên usa pir kême). Yan çawa Qewlbêj dibêjin
„kûvî bûne.“ Di
nava salên dirêj da hinek tiþt hatine bîrkirin. Ev tiþtekî xezayî ye.
Civakên Êzdyan, ne ku tenê bi hezara kîlomêtra ji hev dûr bûne, lê
navbera wanda hidûdên berk e bi qezya û kuþtin hebûne, bi sedsalan pêwendyên
wan civakên bi hevra pir kêm yan qet tune bûne. Her herem bin
deshiletdarya ol, dagerkir, kûltûra, ziman û perwerdeke cuda bûye. Merkeza
Êzdiyan bi þandina Qewala û Tawisê pêwendî bi heremên Êzdiyan ra
danye. Rêwîtya qewalan berbi
heremên Êzdiyan gelekî bi qezya û zemet bûye. Rêda eger der-dor li wan
bihesyana û bizanbûna Êzdîne, serda jî oldarin, xêra li nav Êzdyan
berev dikin, diþêlandin û dikuþtin. Dîrokê da bûyarên usa pirin. Bawarkî
85-90 salî Êzdyên Sovyêtê ji her tiþtî birî bûne.Pêwendyê wan
merkeza êzdîtyê ra birî bûye. Bi
heqî gerekê bê gotin, Merkeza Êzdiyan, ye olî û civakî jî, ji ber
sedemên cûrbicûr li ser wê bilindayê nîbûye, ku pêwendî û girêdanên
wê heremên Êzdyan ra hebe û bi rêk-pêk rêvabiryê Êzdyan bike. Têkstên
edeba dînê Êzdiyan wa jî hatine xweyîkirin gerekê meriv þikirbûna
xwe ji Xwedê bîne.. Halê
hebûn-nebûnê da êzdyan ev bawarî û edeb bi xûna xwe bi dewrana
parastin e. Fikir
û naveroka qewlê, cûrê hûnandin, teqil û mêlodya helbestê, zimanê wê
varyanta teva da rind hatine parastin… Varyanta
da, payê sebeqa yên pirê, bi guhestinên pir kêm, bawarkî rêz bi rêz,
peyv bi peyv weke hevin. Eva dide kivþê, ku qewl çawa hatye hûnandin usa
jî hatye parastin. Him li nav êzdiyên Baþûr, him Bakûr, rojava û yên
Rûsyayêda guhestinên mezin û bingehîn nehatine pêkanîn. Qewlê
da, cûrê deylihevkirina ji hev (Þêx û Aqûb) her heremekê anegorî
zaravê wê tê kirin: Þêx
go: Aqûbê mino… Aqûb
go: Seydayê mino…(1), (2), (3) Þêx
dibêje: Aqûbo… Aqûb
dibêje: Þêxê mino…(4) Þêx
dibêje tê Aqûbî… Aqûb
dibêje tê ya Þêxê mino…(5) Þêx
ji Aqûb dipirsîye… Aqûb
dibêjê tê ya Þêxê mino…(6) Þêx
dibêjît: Aqûbo… Aqûb
dibêjît: Ya seyda… (7) Guhertinên
wa zyan nedane ne fikira qewlê, ne têxnîka û kêþesazya sebeqan, ne ji
zimên. Eger di nav dîroka dewrana da guhertinên bingehîn biketana qewlê,
li nav civakên usa ji hev qetyayî û dûrî hev da guhertinên ne weke
hev, ji hev cuda bûna û qewl nikaribû derî zaravê heremê bihata xweyîkirin.
Usane 8-9 sedsal berê qewl çawa hatye hûnandin qewlbêjan bawarkî usa jî
parastin e. Mînak,
ji bo mecalên gotarê imkan
nadin em berfire li ser vê pirsê rawesin , ji her varyantekê emê sebeqekê
bînin û himberî hevkin: Þêx
go: „Aqûbê mino, peza stewr medoþ, Reza
pola mefroþ, Nebe miþteriyê
îman koþ.“ (v. 1) Þêx go:
Aqûbê mino, peza stewrî nedoþ, Rastya
pola mefroþ, Mebe
miþteriyê meryê îman koþ. (v. 2 ) Þêx
dibêje: Aqûbo, peza stewr nedoþ, Rastya
dilan bipûl nefroþ, Nebe
muhubê xelkê îman li koþ. ( v. 4 ) Þêx
dibêje tê Aqûbî Peza
stewr nedoþ Rastya
dilan bi pûl nefroþ Nebe
muhbê xelkê îmanfroþ. (
v. 5 ) Þêx
dibêje te Aqûbî Peza
stewr medoþ, Rastya
dila bi pûl mefroþ Nebe muhbê xelkê îman firoþ. (
v. 6 ) Þêx dibêjit: Aqûbo peza bi stewrî
medoþ, Rastya
dila bi pûla mefroþ, Mebe
mihibê xelkê îman li koþ. (v. 7) Sebeqe
varyanta teva da jî him bi ziman, fikirê, têxnîka hûnandinê weke hev
in. Guhertina çend peyvan bi
peyvên hevbeþ usa bi hostatî hatye kirin ku meriv guhertinê tê dernaxe
jî. Li
nava her heft varyantên lêkolînkirî da sebeqên weke kev, wek vê sebeqa
me anye pirin, bawarkî heta
guhertinên peyva jî rêza da pir çê nebûne. Gerekê
bê gotin zyan tucar negihîþtye fikirê. Êzdî
dibêjin: „Qewl ji îmanê ye.“ Qewlbêj û civak bi cûrekî xofê nêzîkî
pîrozaya wê bûne û parastine Ya
here ecêv, çawa vê qewlê usa ji temamya edeba Êzdiyan da ziman e. Ziman
kurmancya jorîne. (Berê kurmancya Bedînan jî usa bûye). Ew kurmancîye
ku niha Kurdên Bakûr, rojava û Rûsyayê pê diaxivin, dinivîsin, dixûnin.
. Usane
8-9 sedsal berê, bi vê kurmancya meye îro Kurdên Êzdî axivîne. Qewl
û beyt, duea – dirozge , rabûn-rûniþtandina wan tev kurmancî bûye û ewqas wede da kurmancî bê guhertinên
mezin, bi deng û rengê xwe, bi giramêra xwe maye? Hewaskare
, niha dema qewlbêj-oldarên
Êzdiyên Sêxanê malê xwe da, zarokên xwe, hevra diaxivin, axaftina wan
bi zaravê badînanî yê îroyîn e, lê dema derbazî gotina qewlê dibin
bi kurmancya paqij dibêjin. Eva pirsgirêkeke zimanzanyê ye û hewcê lêkolîna
kûre.
Dîsa
ez dibêjim, eger qewl bihatana guhertin, guhertinên gorî zaravayên
hereman bûna û wê ne weke hev bûna. Têkstên
edeba Êzdiyan, bawarkî payê pirê bi helbestkî hatine hûnandin, ji wan
hemû qewl usa jî qewla Þêx û Aqûb helbestin. Qewl,
wek helbest, wek berhema edebî, him bi cûrê xwe, him bi naveroka xwe, him
bi armanc û bi rola xwe ya civakî ji helbest û destanên meye kilasîk
cuda dibin, xweyî xisusî ne. Cûre
neteweyî ye, li ser kok, ruh û bawarya netewetyê (kurdewaryê) ava bûne,
ziman paqije, hukumê kûltûra der-dora li ser kême. Helbesta
Kurdîye kilasîk, ku bawarkî dusid-sêsid sal piy wanra xuliqye, bi sedemên
cuda ew xizna edebê ji xwera nekire hîm, cûre, bawarî ji gelên
deshilatdar hildane û ziman jî paqij nîne. (Eva têma lêkolîneke
edebyetzanyêye berfireye û hudûdên gotareke wa da cî nabe). Qewlê
Þêx û Aqûb ji alyê qewlvan,
helbestvan, fîlîsofê sedsala 12 î gewre Þêx Fexrê Adyan da hatye
hûnandin. Qewl dîaloge di navbera Fîlîsofê mezin û Aqûb da. Lê dîalog
jî ne navbera du þexsên weke hev dane, bi rastî navbera Mamista û þagirt
dane. Qewl
ji xwe felsefa jîyanê ye, têda besa pir pirsgirêkan tê kirin, naveroka
wê pir dagirtîye: þîreta, temya, têderxistinoka girtî heta xuliqandin
û pêþdahatina jîyanê li ser dinê.
Gelo
Aqûb kêye, ku Fîlîsofê mezin ew wek mînak hildaye û jêra ketye gotûbêjeke
usaye kûr. Hinek
dibêjin, ku Aqûbê besa wî qewlê da tê kirin, lawê Þêx Fexre. Dibe
bi navê Aqûb lawekî Þêx hebye. Lê lêkolîn û analîzkirna qewlê ez
jî wek lêkolînvan Xêrî Bozanî ** anîme ser wê fikirê, ku ev Aqûba
lawê wî nîne. Meriv
kare bifikire, ku qewlvanê mezin, ku bîr
û boçûnê xwe dîhar bike, dibe þexsyetekî wek Aqûb pêxember ji nav mêtoloja
rojhilatê hildaye, wek nefsekî xiyalî qewl-helbesta xwe ra kirye obyêkt
û jêra ketye dîalogê. Aqûb pêxember ji mêtolojya yahûdya tê, Încîlê
da jî derheqa wî da heye. Dibe
loma jî qewlê da ew wek Aqûbê
Mûsa tê navkirin. Nava zargotina Kurdan da destana Ûsivê Nebya belabûyî
û hizkirye, kîjanê da Aqûb pêxember bavê Ûsivê Nebya ye, henek fikirên
vê dîalogê fîkirên destanê
tînine bîra mêriv.*** Lê
dema qewlê dixûnî (dibihîyî) ferih tê ber çevan, ku Þêx Fexrê
Adiyan þagirtê xwe ra, ne ku ketye dîalogê, lê wek dersdar, mamosta ku
zanebûnê þagirtê xwe bihese, pirsa jê dike. Sebeqê
da wa tê gotin: Aqûb
dibêjit: Þêxê mino, ezim Aqûbê Mûsa Hey
Fexro yî firisa Tu
rune li meclîsa Yê
wekî Aqûbê Mûsa Þêx
Fexrê Adyan jê bike pirsa.
Aqûb
dibêje: Þêxê mino, Hey
Þêxo ji mala Þêx Þeref e Tu
xudanê kitêban û mishef e, Yekî
wekî Aqûbê Mûsa çîye, Þêx
Fexrê Adiyan li gel bikete gef e. (V. 4) Aqûb
bi xwe newakehevya xwe û seydayê xwe xumukur tê: “Hey Ferxo ji firîsa,
tu xudanê kitêb û meshef e, yekî weke Aqûbê Mûsa cîye, Þêx Fexrê
Adiya jê bike pirsa.” Eyan
dibe lu þagirtê wî ji weletekî dûr hatye, li bal “hostayê” xwe, bi
sala fêrî êzdîtayê bûye û Mamosta “êntyamê“ jê hildide. Aqûb
dibêje tê ya Þêxê mino …………………….
Ez
hatim dê li virbim Heta
roja qiyametê Li
ber qedema Þêx Fexrê Adiya
bi xwe pîr bim. (V. 6.) Vira
gelekî zelal Aqûb dibêje: “Ez hatim e ku heta pîrbûnê, heta roja
qiyametê ber qedemê Þêx Fexrê Adya bim.” Ji
vira ji gereke bê texmînkirin, ku ji gelek mîrgehên Êzdiyan, û ne tenê
mîrgehan û êzdî lê gelek cîya bawarmend hatine bal Þêx û fêrî
felsefa xwedênasyê bûne. Ez
lêkolînvan Xêrî Bozanîra yekfikirim, dibe dayka Aqûb Êzdî jî nîbe.Hinek
sebeqa da peyva hindo, hind hene: Þêx
dibêje: Aqûbo hindo…(V. 4) Aqûb
dibêje: Þêxê mino, hindek û hindo me…(V. 4) Aqûb
dibêje tê ya Þêxê mino hindek û hindû me… (V. 6) Þêx
dibêjê tê Aqûbî Ji
hind heta atîqatê, Dê
kevanek li te bikim xelat e, Dikirê
wî dice welet ber welet e. (V. 4; 6 ) Gelo
Aqûb bi rastî jî ji Hindê ne hatye? Eyane nêzîkî Laliþê cîk heye
heta niha jî jêra dibêjin gundê Hinda. Dibêjin Hind hatine û nava Êzdiyan
da helyane. Bi
texmîna min vê derheqê da, usa jî bi cûrekî sergirtî sebeqên 11; 12;
13; 14; ( 6.) tê gotin, kîderê pirs û caw li ser bav û dêye. Hinek
sebeqên qewlê ji rûva weke þîretane, lê gava serda difikirî
him kurayî û berfireya fikirê va tþtên ecêvmayînê ne. Bi çend
peyvên kurt, pir bi zelal naverokeke ecêb mezin li ber mirov
vedikin. Mînak: Peza
stewrI medoþ, Rastya
dila bi pola nefroþ, Mebe
mihibê îman li koþ, Zêra
navêje zikake, Tove
xwe hiþk-beyara nereþîne, Helalya
xwe bi heramya xelkê mefroþ… Ew
þîretên jorgotî rûva tê bêjî
gotinin ne pir eyan û sadene, lê gava hevkî kûrî nava fikirê
dibî dinhêrî, binê wan peyv û xetên kin û
biçûk da meriv kare hezar tiþtî bifikire. Evana þîret ne usanin
ku demê ra kevn nabin, bên ji bîrkirin. Evan fikir û pirsgirêkên
usanin, ku naveroka xwe tucar unda nakin, heta merivyî heye aktûalin… Qewla
Þêx û Aqûb da pirsgirêke here hewaskar û girîng mineqeþeya li ser
xuliqandina dine û li ser wê pêþdahatina jîyanê ye. Ew pirsgirêk di
gelek sebeqên qewlê da tê girtûgohkirin. Eva pirsgirêka stûneke avabûna
bawarya êzdîtayê ye… Þêx
ji Aqûb di pirsî ye: Tu
bi insîkî û bi cinsî ye, Bi
melekê berî ye, Tu
rastî bo min bêjî ye Nijara
vê dine ji kengî hata kengê ye? Aqûb
dibêje te Þêxê mino …Nijara
vê dinyayê ji þemî bû hetanî bi înê, Li
înê danîn esase, li þemîye kirin xilase, Piþti
bi hevsed salî Heft
surr hatin dewran û kasa Li
çarþembê birîn kirase. (V. 6) Lêkolîna
berheman dide îzbatkirin, ku Þêx Fexr ne ku tenê zanekî dewra xweyî Xwedênasyê bûye lê ewî
usa jî bi kurayî haj zanestyên cihanêye din hebûye, ji bo wê jî tiþtekî
ecêb e, wê dewra fikirandina dogmatîke, mêtafîzîkyê da ew gelek pirsa
da ji mêtafîzîkyê dûr dikeve, tê bêjî ji wê fikirandinê bawar
nake. Li vê sebeqê da Filiþofê dewra xweyî mezin bi dogmatîkî nêzîkî
pirsê nebye. Navbera înî, þembûyê
û çarþemê da “heft sirr hatin dewran û kas e, li çarþembê birîn
kirase”. Usane bi carekê va, bi þiva qudretê her tiþt nexuliqye, heta
ew yek pêk hatye gelek dewran û sirr hatine, derbaz bûne, pêþdaçûyîn,
hej çê bûye, ku çarþembê birîne “kiras e”. Roja
Çarþembê di êzdayê da rojeke muqedes e. Ew roja xuliqandina dinêye,
roja Tawisî Melek hatye ser dinêye. Þêx
ji Aqûb dipirse: “ Nîveka vê dinyayê li ku dibê ye? “ Aqûb
dibeje tê ya Seyda, min zor dîtin yî bi delîl Tê
heyne sidiq û sebîl Nîveka
vê dine Qudis û Xelîl…(V.7.) Ji
vira tê xanê, ku êzdîtyê da hurmetê hemû pêxember û bawaryara tê
kirin. Nîveka cihanê cîyê xuliqandina ola û pêxembera dihesibîne. Êzdî
dibêjin: “Pêxember, pêxemberê Xwedêne”, Ci
ku bi hukumê Xwede hatye çêkirin ew piroze. Fikira
vê pirsgirêkê qewlê da berdewam dibe, Pirs bi cûrekî din tê dayîn: Þêx
ji Aqûb di pirsîye …Axa
ji ber qalibê Adem pêxember may li ku dibêye? Aqûb
dibêje: ya seydayê min bax dîtin meksûr Lê
dixunin bilbil û þarlûl Axa
ku ber qalibê Adem pêxember mayî Pê
avakir Beytu Memûr. (V.7) Sebeqê
da tê pirsîn “ Ew axa
ber qalibê Adem Pêxember ma çi pê hate çêkirin?” Usane Adem Pêxember
jî ji axê ye, Pêxember tev jî evdin û ji axêne…Bi texmîna min, gilî
derheqa þexsyeta Þîxadî da ne. Bi cûrekî sergirtî, nazik û hostatî
tê gotin, ku Þîxadî raste Pêxember nayê navkirin, lê ew jî ji sirr
û axa pêxembera ne. Beytu Memûr ware dayîkbûna Þîxadî ye. Ew bi axa
ber qalibê pêxember mayî hatye avakirin û ji wê axa pîroz jî Þîxadî
xuliqye, ew jî ji axa pêxemberan e. Qewlê
da besa kitêb û defterê jî tê kirin.: Þêx
ji Aqûb pirsîye: Aqûbo
tu bi hisnê key bi cisnîye Bi
melekê berîyê dê rastyê bo min bêjîye, Min
ecêbek dîtîye Welat
û ber welat geriye Ne
e’yare ne mûwe, ne zimane û ne gewrîye Þaristana
qewî bi rûwe. Aqûb
dibêjitê: ya seyda ya te dîtî ne ecêb e, Defter
e û kitêb e Te
heye i’lmê ji xêbe Alimê
wê nema bû çû kitêb e. (varyanta p.x.) Þêx
bi cûre têderxistinokê pirse dide Aqûb. Gilî derheqa kitêb û deftera
da ne. Vira pirs pêjda tê çawa ew xizna edeba olî hatye hûnandin. Gelek
oldarên Êzdiyan dibêjin, ku giva u’lmê Êzdiyan ne yê nivîsarêye,
Xwedê daîye, ji sirrê gihîþtye wan û serê wandane. Eva tiþtê bawaryê
nine. Fîlîsovekî wek Þêx
Fexrê Adîyan nikaribû bê xwendin û zanebûnên dema xweye bingehîn
bigihîþta zanebûnên ênsêklopêdîk û berhemên wa kûr û giranbiha
bie’franda. Bi
texmîna min vê sebeqê da Þêx derheqa zanebûnên xwe da dibêje: …wextê
min bore xwe lebisand, Min
bire meydana û melika reqisand, Min
bi herfekê Aqûbê Mûsa Tirsand… Bor,
yanê hesp, zanebûnên fikrê, li nav mezinan û melîka…Aqûb bi kurt û
tam cawa dersdarê xwe dide: Hey
Þêxo ji mala Þêx Þerefe Tu
xudanê kitêb û meshefe… Usane
Þêx xudanê kitêb û defteran
bûye. Xwendî bûye. Vira
hinek pirs pêjda tên. -gelo
li kîderê, cem kê xwendye? Dibe hema Þîxadî bûye dersdarê wî. -Berhemê
wî hemû bi kurmancîne. Eger nivîsîye. Çawa nivîsîye? Bi herfên çawa? -oldarên
sereke tenê xwendî bûne, yan mektebên wan hebûne? Çawa me
berê jî got qewl bi cûrê pirs û bersîvê hatye hûnandin. Lê ew dîalog
usa hostatî pêk hatye, ku guhdar yan xwendevan ji pirs û cawa a’cîz
nabe, wekilandinên pirs-bersîvaye pirozayîke sade, peyvên zêde sebeqa
da bawarkî tune ne. Cûrê pirsînê û dayîna bersîvê hewaskarin, kurt,
sivik û zelalin. Gelek pirsgirêkên bi fikira xwe va ji hev dûr qewlê da
hatine girtûgohkirin. Ji pirsgirêkekê derbazî ya din bûyîn gelekî
xezayî, nazik pêk tê usa ku zyanê nade yek parebûn û naveroka
efrandinê. Himberîhevkirina
varîyantên qewlê ez anîme wê bawaryê, ku hinek varyanta da weþenvana
bi anegorî xwe peyv guhestine, têkst „serrast“ kirine û xetên hinek sebeqan ji sêxetê kirine çar, pênc, þeþ xet. Guhertinên
usaye bi serê xwe kirin dijî zanyaryê ne, ji bo lêkolînên zanestî
dijweryan pêjda tînin, lêkolînvan karin bikevne nava þaþyan. Carna
mirov difikire gelo ew peyv ya qewlbêj e yan „serrastkirîye „. Mesele di
sebeqên van varyantadan hinek peyv li hev nagrin. Aqûb dibêjite:
ya seyda hero ku roj ziriqî, Nûr ji nûrê
tifiqî, Sem’ûnî kêb ji berî
xuliqî. (a) Þêx ji
Aqûb di pirsîye …Ê bi behrê
xeniqî kêye, Ê ji berî
xuliqî kîye Ê ji berî
stiryîn kîne? Aqûb dibêjtê:
ya seyda ….Wê
deng dike bi nehîne, Ê bi behrê xeniqî Fer’ûne, (b) Ê ji berî xuliqî Þem’ûne. Ê bi berî
stiryan her heft mêrên kafêne. Þem’ûn,
Fer’ûn û her heft mêrên Kafêne, ku qewlê da besa wan tê kirinê kêne? Gorî
efseneyê, Þêx Fexir wek extyarê Mergê û oldarekî buhurtî timê li
gund û bajarên der-dorên Laliþê geryaye. Rojekê çûye gundê xirîstyanan
Ertqûþê. Pîrekeke xirîstyan, ku jêra zarok çê nabin, conyê
de’n yê kevir hildide tê pêþya Þêx Fexir. Bi due’a Þêx ew conyê
kevir jêra dibe zar. Nav dikin Þe’mûn. Di zaravên kurmancya Bedînan
da kevira dibêjin ber. Usane, jI berî
xuliqî Þem’ûne raste. Lê
varyanta 1 ê da bi þaþî peyva berî
dibe behr, varyantên 4; 5; 6 a
da dibe ber. .Nûr ji nûrê tifiqî, Þem’ûnî kib ji berî
xuliqî. ( yanê ji kevir xuliqî) (a) Nûr ji nûrê
tifiqî, hingê Þibhûnî pak be’rê (behrê) xuliqI. (Yanê ji
behrê xuliqî). (V.1) Varyantên
2; 3 da ev sebeqe tunene. Nûr ji nûrê
tifiqî, Þemhûnî kîb ji ber xuliqî. (yanê ji ber
nûrê xuliqye) (Varyant 4; 5; 6) Gorî mêtolojya
cuhya, dema Mûsa pêxember pêþya miletê xwe dikeve ji Misrê direve, padþê
Misrê Ferhûn, bi leþkerê xwe va dikeve pey wan ku wan qirke. Berê wan
dikeve behrê. Behr rê dide Mûsa pêxember û miletê wî, ew derbas
dibin, lê Ferhûnê neheq behrê da dixeniqe. Usane: bi behrê xeniqî Ferhûne, raste. Varyantên
5; 6 a da peyva xeniqî bi dibe xeriqî. Varyantên
1; 2; 3; ev sebeqe tune ne. Ê li
bahrê xeriqî Ferhûne.
(Vîrda xeniqî bûye xeriqî) (Varyant 5) Ê li
bahrê xeriqî Ferhûne. (Vira
dîsa Xeniqî bûye xeriqî)
(Varyanta 6) Dr Xelîl
Cindî jî lêkolîna xwe ya bi navê „Pirsyarêt wunda?! Yan çilonîya têghîþtin
û vekolîna edeba dînî „ da dewsa xeniqî
dinivîse xeriqî.**** Gelo orgînalê da xeniqî bûye yan xeriqî… (Behrê da
dixeniqin, difetisin, naxeriqin). Em mînakeke
din bînin: Þêx
sebeqê da dipirse: Bêje min
jehra marî ji çiye? Payê
varyaaye pirê da, caw wa tê dayîn: „Jahra marî ji xozya filên e, filên xozya xwe havîte, mar di gihîþtê di mête…“
(7). Peyva filên yanê filan merî, filan kes. Navê filan kesî qewlê da
nayê gotin, dewsê peyva Filên e. Lê varyantên (1), (2), (3), (5) da Firêc, Firêz hatye kêranîn. Gelo eva
þaþîye, yan rastîk vê peyvê da jî heye? Mînakê
wa nava qewlên weþandî da pirin. Ji her qewlê niha ji zarê qewlbêjan
gelek varyant hatine nivîsar û weþendin. Bi texmîna me ewê ji xwera maf
dibîne vê yan wê qewlê biweþîne, gotî wê sebeqe bi sebeqe rind hînbe,
bimihîne, varyanta himberî hevke, lêkolînke, rastî û þaþyan ji hev
baþqeke. Vê demê, gava hê ev
edeb pakî nehatye lênhêrandin, lêkolînkirin,, gelek pirs û pirsgirêkê
naverokê, zimên, dîrokê, kêþesazya helbestê, felsefê nehatine safîkirin
bi cûrekî zanestî, akadêmî nehatine
serrastkirin, texmîna min kes gerekê rastkirina“ bi serê xwe têkista
da neke. Bêyî lêkolîn, makkirin û bin têksta qewlê da nivîsar, tu
kes gerekê herfekê jî ji qewlê neguheze. Kesê ku dixweze qewlê (qewla)
biweþîne, borcdare bide navnîþankirin, gelo ew têkist ji ku hildaye,
yan qewl ji zarê kîjan qewlbêjî, sala çenda, kîjan heremê û kê nivîsye.
Eger ew maf ji xwera dibîne hinek peyvan, cimlan yan cûrê cimlan, xetan,
cîyê sebeqan biguhêze, bira binivîse ku ew guhestin ji alyê wî va, seva cî, ser kîjan bingehê
hatine kirin.
Niha weþendina
têkstên Êzdîtyê bûye mode…Hildidin, bê zemetyê bikþînin, tevî
hinek gotin û fikirên tomerîye eyan, çîrokên bê bingeh têkstan
(carna jî bi xwe gelek peyv û cimlan ji varyantên weþandî diguhezin,
yanê rêdaktoryê lê dikin) bêy nivîsara çevkanyan, jorê jî navê xwe
mezin dinivîsin û diweþinin. Li nav têkstên
ku emrê wan 8-9 sedsal û hinek jî dibe bi hezara salane, guhestin bi serê
xwe, nezanî kirin karekî ne ku tenê ne zanestye, lê ne rewþenbîrî û
ne vîjdanîye. __________________________________________________________- *Varyanteke
vê qewla li Komara Ermenistanê, sala 1973 a meha sibatê ji zarê Ahmedê
Þêx Osê li gundê Quruerez (Yêrasxavûn), nehya Hoktêmbêryanê (Armavîr)
ji alyê rojhilatzanên bi nav û deng
Ordîxan û Celîlê Celîl va hatye nivîsar. (Z.K. II, Moskva, s.
1978. rû; 483; 485) ** WWW
Lalish.de; WWW. Yeziden .de. ***
FOLKLORA KURMANCYÊ; Hazirkir Hecyê CINDÎ; 1957; Êrevan. ****
Kovara Roj, Sala…..; rû 15
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org