Raporta Konferansa li ser Şêx Fexrê Adiyan

 

Telim Tolan      Dr. Eskere Boyik



Ji 31`ê Cotmehê heya 2 ê Mijdarê, sê rojan, li Mala Êzdiyan ya bajarê Oldenbûrgê (Elmaniya) Konferansekî çandî û zanestî bi tevbûna gelek zaniyar, nivîskar, lêkolînvan û rewþenbîrên Kurd yên bi nav û deng hate derbaskirin.

Mijara Konferansê Şêx Fexirê Adiyan, hîmdarê felsefe û edeba Kurdî bû.
Vê mijare û pisporên amadebûn ahenga 15-saliya demezrandina vê Malê xemilandin. Hêne ji serê salê ve komîta birêvabira giþtî ya Mala Êzîdiyan Oldenburg biryar stand, ku roja 15 saliyê  pêwist e bi konferansekî zanistî û lêkolînî li ser Qewl, Di`a û Beytên me yên pîroz û xasê me yê navpîroz Şêx Fexrê Adiyan derbas bibe. Ev edebyeta dewlemend, ya ku sertaca wê  berhemên Şêx Fexrê Adiyan in, ji sedemin nediyar edebyetzaneyên Kurd balkêþ nekiriye û ciyê xwe yê layîq di dîroka çanda gelê Kurd de negirtiye. Armancên vî Konferansî agehdariya zanyarên Kurd li ser vê xiznê xurtir bikin, van durr û cewahirên giranbuha ji gelê me re derbixînin û ronahiyê bavêjne ser wê çanda bi ziman û ruhê kurdewarî, ya ku her Êzîdiyekî bi serê xwe, bi xûna xwe bi sedsalan xwedî kirine.

Rast e di  30-40 salên dewî de hindek zaniyarên Kurdên Êzdî xebatên hêja  di wî werî de kirine (ji ber devên a lim û qewlvanan nivîsandine, berevkirine û weþendine)  lê belê ew ji goveke Êzdiyatiyê teng derneketiye, ji lêkolînên kûr re nebuye bingeh û ji guhdana edebyetzanîna kurdî  û cihanî re ji derve maye.


Berî 9 mehan komîta amadekar ya vî Konferansî bi þêweyekî vekirî zanyar û pisporên Kurd vexwendî wî kir û  pêþniyaz kir, ku ew bi lêkolînên xwe ve beþdarî Konderans bibin.  Gelekan ev pêþniyaz rind û baþ dîtin û 17 gotarên hêja ji bo Konferans þandin

Bi kêlîkeke bêdeng ji bo cangoriyên 72 fermanan, ji bo cangoriyên vê dema niha û ji bo cangoriyên Kurdistanê û bi Qewlekî yê Şêx Fexrê Adiyan ji hêla qewlbêj Merwan Bapîr Konferans hate vekirin û beþdaran dest bi xebata xwe kirin.


Serokê Malê Têlîm Tolan kar û barên Malê nirxand, derbaskirina Konferansekî wisa bilindî û qîmet dayê û bixêrhatina semînarvan, mêvan û tevbuyên Konferans kir û got:   „Heke em îro bi kûrayî dîroka Kurdan lêkolîn bikin em dê bighîjin wê rastiyê ku fer e navê Þêx Fexrê Adiyan di eynî rêza Edebzanên mezin yên Kurdan Feqiyê Teyran, Melê Cizîrî û Axmedê Xanê bê hildan. Û jiber ku Þêx Fexrê Adiyan bêri wan zaneyan hatiyê cihanê, ew e hîmdarê felsefe û edeba kurdî. U careke din eþkere dibe ku Êzîdiyatî koka Kurditiyê ye!"


Di  Konferans de 17 gotarên giranbuha ji alyê piþporên zanyar yên vê bawariyê hatine pêþkêþkirin. Roja yekemîn bi gotarên nivîskar Dr. Eskerê Boyîk û prof. Dr. Celîlê Celîl (Austriya) hate vekirin.

Roja duyamîn û sêyamîn bi navê birêvabirya Malê bixêrhatina mêvanan hate kirin. Cîgirê serokê Malê Şihap Dag û endemê Komîta birêvabir û rewþenbîrî Kazim Oba bi axiftinên xwe giringbûna vê mijarê careke din bi þêweyekî teybet anîne ser zimên. Nivîskar û lêkolînvan Pîr Xidir Silêman (Dihok), Dr. Xanna Omerxalî (Russiya), lêkolînvan Bavê Azad, Dr. Zûrabê Bûdî Aloyan, nivîskar û lêkolînvan, Resen Hesen Cindî ( Dihok), lêkolînvan Hecî Elo, nivîskar û lêkolînvan Bedel Feqîr Hecî, nivîskar û lêkolînvan Şewqî Şemo Îssa,  nivîskar û lêkolînvan Îdo Babaþêx (Dihok), nivîskar û lêkolînvan Kerîm Silêman (Dihok) gotarên xwe pêþkêþî beþdaran kirin û pirr danûstandin û guftego li ser wan çê bûn.
Emê nêzîk van gotaran di pirtûkeke teybet de biweþînin.

Ji hindek sedeman nivîskar Dr. Tosinê Reþîd (Australiya) û  sazbendzan Dr. Nûra Cewarî (Australiya), nivîskar û lêkolînvan Xêrî Bozanî (Dihok), nivîskar û lêkolînvan Seidê Silo (Dihok) û nivîskar û lêkolînvan Kovan Xankî (Dihok) nikarîbûn amade bibin. Wan gotarên xwe ji me re þandin û  me jî gotarên wan xwendin. Konferans bi guftegoyeke aktîv derbas bû.


Ji me hemuyan re rûmeteke pirr mezin e, ku Wezîrê Herêma Kurdistanê yê berê, Hakim Nemir, rojnemevan û nivîskar Heso Hormî, helbestvan Edîp Çêlkî, nivîskar û lêkolînvan Kemal Tolan û gelekên din mîna Hadî Babê Şêx, yê ku helbestek xwend, li vî konferansî amade bûn. Dîrokzan û folklorîstê Kurdî yê bi nav û deng Prof. Dr. Celîlê Celîl got, ku bi vî Konferansî deriyekî nû li ser  Êzdînasiyê û her wiha jî li ser edebyetzaniya Kurdî  vedibe û ew rûpelên dîroka me ya ji ber çavan winda bûbû ji nû ve têne vekirin.

Daxwaziya beþdaran ew bû, ku hersal li ser vî babetî Konferansek pêk were.
Mêvanên Konferans ev bûn: nivîskar û siyasetmedar  Yîlmaz Camlîbêl, Fetah Tîmar, Hakim Nemir, helbestvan Edîp Çêlkî û gelekên din.
Birêvabirina Konferans: Sadikê Basî, Şewqî Îssa, Alî Toku,  Dr. Xanna Omerxalî, Bedelê Feqîr Hecî û Dr. Eskerê Boyîk.
Xebatên Konferans ji aliyê Kurdistan TV, ÊZÎDA TV, Oldenburg TV, Malperên întêrnêtê: Dengê Êzîdiyan : www.yeziden.de, www.hekar.net, www.lalishduhok.net, www.Kaniya-sipi.de, www.doxata.com, www.lalishcenter.net û ji aliyê hineke din  ve jî mîna Fehmî Ezîz hatine nirxandin.

Du weneyên xeyalî yên Şêx Fexrê Adiyan, ku ji aliyê hunermendên hêja Mîroyê Okê û Kemal Heraqî ve hatibûn çêkirin û di Konferans de hatin nîþandan.

Konferansê ev biryarên jêrî girtin:

1. Di demeke kurt de dê gotar û mijarên Konferans wek pirtûkekê werine weþandin.
2. Di Mala Êzîdiyan (Oldenburg) de dê pêkanîna konferansên zanestî, yên salane berdewam bibin.
3. Bang li wêjevan û edîbên Kurdan hate kirin, ku ew li vê edebyeta dewlemend û fîlîsof û qewlvanê mezin Şêx Fexrê Adiyan xwedî derbikevin.
4. Daxwaz ji zanîngehên Kurdistanê hate kirin, ku ew vê edeba dewlemend di beþên Edebyat û Tiyolojiya Kurdî de bi cî bikin û bixne programên lêkolînan.

Ji Konferansê re ev pîrozbayî hatin þandin:

Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Dihok, PEN a Kurd, KOMKAR Elmaniya, KOMKAR Danimark, Komela HEVALTÎ (Botrop), Bingeha Laliþ (Dihok), Bingeha Laliþ (Xetar), Bingeha Laliþ  Elmanya, Mala Êzdiyan  Holanda, Merkeze Doskerdiya zanîstî e Koçgîrî û Dersîm / Dr. Alî Kilîc/


Navenda Þêwirdariya Êzîdiyan li Elmaniya: Komela Leer, MÊO, Komela Kalkar, PÊC, Nûjin û Bingeha Laliþ Bielefeld.
Wezîrê Çandiniyê yê Herêma Kurdistanê Ebdilezîz Tayib
Wezîrê Herema Kurdistanê


Îsmayîl Bêþîkçî, Roþan Lezgîn, Hesen Şerîf, Dr. Hiznî Haco, Evîn Çîçek, Xêro Akayî, Dr.Tosinê Reþîd, Dr. Nûra Cewarî, Kemîran Reþîd Berwerî ( Birêvabirê Radiyoya Dengê Kurdistan li Dihok), Têmûrê Xelîl, Dr. Gundî Dilberz, Xêrî Bozanî, Xebat Şakir, Seîdê Silo, Kovan Xankî, Silêmanê Elîxan, Selîm Temo, Newaf Mîro

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org