|
Eskerê
BOYÎK APÊ
CASIM-100 ( 1908-1998)
Mala
bavê Casim jî revyane Ermenistana îroyîn, li gundên Êzdiyan
yên berpala çîyayê Elegezê.
Ji þûrê xezeba Osmanyê xilas bûn, lê nikaribûn tofana xelayê û
nexweþyan xilas bibin… Wê
demê Ermenistan wêran bûbû, ji her alya va xelkên Ermenî û Kurdên Êzdî
ji qir, bir, zulm û zorê bi teherekî xilasbûyî, serqot, pêxas, birçî,
tazî direvyane Ermenistana îroyîn. Tu mecalê jîyanê li wur ne mabûn,
pêra jî hêzên Roma reþ wek lêyîke mirinêye wêrankirnê dikþyan
berbi wur, dixwestin li ser Ermenistanê ra bigihîjne Bekûyê. Ji
xelayê, nexweþyan, þerên navxweyî û þûrê leþkerê Roma reþ koka
xelkê hat. Ji mala wan tek
Casimê biçûk dîmîne û wî jî evdên
xêrxwez didine sêwîxanê. Berê li sêwîxana Alêksandrapolê (niha
Gumurî), paþê ya Celaloxlyê (Stêpanavan) û Yêrêvanê da dimîne. Çiqas
jî jîyana sêwîxanê bi êþ, telî-tengasî û dijweryan tije bû,
lê dîsa jî sêwîxanêda mecalê
jîyanê hebûn, tevî zaroka giþka dihate xweyîkirin,
mekteba sêwîxanê da dixwend, zimanê ermenî hîn dibû, çand û
edebyetê ra dibû nas, di nava dijweryan da digihîþt, qal dibû.
Gotinên
pêþyan rastin, dibêjin: „ Dewya tengasyan fireyî ne“. Ji pey
derketina ji sêwîxanê, salên
1927-1930 î mektebên leþkerî yên bajarên Bekû û Tilbîsê da dixûne…
Rîya
jîyanê wî berbi karên leþkeryê
nabe. Wan salan desthilatdarya Sovêtyê gelek mecal gelên welête xwe, yên kêmjmar ra vekiribûn ku wan paþdamayîna
dewrana derxin. Kurdê weletê Sovêtêra jî
mecalnen baþ vebûbûn. Lê ji bo wî karî rêva bibin, di nav
kurdan da kadrên zane, yên wî warî da jêhatî û xwendî pir kêm bûn.
Casimê xort jî berê xwe dide wê meydana pîroz. Salên 1931-1932 dibe
berpirsyarê Têxnîkoma (xwendinxana) Kurdî ya
Piþkavkasêye pêdagogyê. Xwendinxanê salên heyîtya xwe da karekî
pir mezin kir, çawa ji bo mektebên gundên Kurdan hazirkirina mamosta, usa
jî kadrên zane ji bo karên nûye kurdewaryê. Sala
1932 ew derbazî weþenxana
Ermenistanê ya dewletê dibe, wek serokê beþa weþenên kurdî dixebite.
Wê demê karekî berfire weþena kitêbên zimanê kurdî dest pê kiribû.
Mektebên gundên Kurda da xwendin bi temamî zimanê kurdî bû. Kitêbên
dersan bi kurdî dihatin weþendin. Bi rêdaktorî û berpirsyarya wî pirtûkên
dersa yên zimên, hesava, fîzîkayê, kîmîyayê, gêogirafîyayê û hvd
têne weþandin. Ew usa jî rêdaktoryê pirtûkên kûrdî yên edebî,
folklorî dike, helbesta, destana, gotara
dinivîse, berevokên berhemên nivîskarên Kurden Sovêtê hazir dike,
wergera ji zimanê dereke dike û diweþîne… Gerekê
bê gotin sala 1934 a 14 nav,
lê sala 1935a 20 nav kitêbê
bi zimanê Kurdî tên çapkirin. Wê demê çapkirina ewqas kitêba karekî
rehet nîbû. Dijweryên
rêjîma dîktatorya stalînîzmê dawî wî
karê wanî kurdewarî tîne. Ew hereket, kel û karê li nav civaka Kurdên
Ermenistanê da destpêbûbû nîvcî da
qut dibe. Ocaxên kûltûrî, çandî, zanîstî, perwerdeyî, ku hatibûn
vekirin têne girtin. Elfeba latinî-kurdî bi qirara Moskvayê tê
betalkirin. Casimê
Celîl berê xwe dide xwendinê, êdî temenê sî salî da, sala 1938 a zanîngeha
pêdagogyê ya ser navê Xaçatûr Abovyan, li bajarê Yêrêvanê,
beþa ziman û edebyetê da dikeve xwendinê. Ji pey qedandina vê zanîngehê
ra bi dûreke usa jî beþa hiqûqê ya Unîvêrsîtêta Yêrêvanêye
dewletê diqedîne, çend sala wê govekê da kar dike, dibe berpirsyarê
Mektebeke Yêrêvanê ya êvarê. Nîvê salên pêncîyî, dîsa,
ronayîke geþ li komara Ermenistana sovêtê wê para gelê me ra vedibe.
Sala 1955 a, dema di radîyoya Ermenistanê da para
axaftinên zimanê Kurdî vedibe, ew sê sal û nîva (ji 1 ê
yanvara s. 1955 a, heta gulana sala 1958a) berpirsyarî li wê parê dike,
paþê dîsa li wurda penc û nîv sala , heta dêkabira sala 1963ya wek
serokê beþa mûzîkayê û edebyetê dixebite.
Kêfa wî jî pir bi kilam û sazbendya gelêrî ra dihat. Digotin eþq û
hizkirina folklorê, xazma bilûrvanyê, dengbêjyê hê zarotyê da
dilê wî da hebûye. Min
nedît, lê ji hevalan min pir cara dibihîst
derheqa bilûra wî da. Digotin bilûra wî heye û xweþ lê dixe. Hiskirna
wî berbi kilam, reqas û sazbendya gel ewqas mezin bûye, ku ew salên sîyî
tevî xebata xweye hîmlî diçe nav kurdên nehya Telînê û koma kilam
reqasê hazir dike. Ew kom olîmpyada rêspûblîka
Ermenistanê da ser dikeve paþê olîmpyada bajarê Moskvayêda bi serketin
kilam reqasê Kurdî derdixe meydana welêt. Radyoya
Yêrêvanê para xeberdanên Kurdî hema rojên xweye ewlin
da dest bi karekî kurdewarîyî mezin kir. Wan salan bingeha dengnivîsa
stiran û mûzîka Kurdî li Mala Radyoyê
da dihat danîn. Karekî pir dijwer û pîroz dimeþya. Wê demê li
nav kurdên Ermenistanê da ne komên dengbêjyê, ne jî dengbêjên profêsyonal
hebûn. Sazbendên (defçî-zurneçî) dewata bûn û evdên dengxweþ ku bi
kêfa xwe, ji xwera li nav heval - hogirada distiran. Bi
rastî jî wan salan, xebatkarên
radyoyê yên para kurdî karekî
pir hêja û mezin kirin. Ji gund û warên kurdan, him dengbêjên dengxweþ,
him jî kilamên xweþ dibijartin, yan tanîn Yêrêvanê bi roja malê
xweda xweyî dikirin, yan ew diçûne cem wan, li ser kilamê, mêlodya wê
bi kolêktîvî dixebitîn, heta stiran dikirne qalibekî hunurîyî bilind,
bi deha cara dicêrbandin, paþê bi radyoyê didan… Ji bo wê çendê jî
stiranên kurdî yên Radyoya Yêrêvanê tê bêjî ji warê
ziman, naverok û mêlodyayê da bê kêmasî ne, kevn nabin û ji alyê her
herêmeke Kurdistanê da bi hizkirin tên
guhdarîkirin. Nîveka
salên þêstî ew derbazî jîyana wa gotî
rehetbûnê dibe, naxebite: karên xweyî nivîskaryê, afrandaryê va mijûl
dibe. Ji sala 1972 girtî, deh sala, dîsa berpirsyarî û rêdaktorya weþena
zimanê kurdî li weþenxana Ermenistanêye dewletê da dike.
*** Eger
ez þaþ nabim di nav nîvîskarên Kurdên Ermenistanê yên wê demê da
helbestvanê herî bi zimanê Ermenî hatye wergerandin û çapkirin Casimê
Celîl e. Salên
1936 û 1953 a du almanaxên berhemên þayîrên Kurd bi zimanê Ermenî
hazir dike û diweþîne, kîjan ji alyê xwendevanên Ermenî va bilind tên
qebûlkirin. Berevokên helbest û destanên wî ewlin bi zimanê ermenî
hatine weþendin: Sala 1954 a berevoka
Elegez, sala 1955 a Beyt-serhatyêd kurdaye evîndaryê,
sala 1957 a Kanya dê.
Efrandinên þayîr hîmlî ji alyê þayîrêd ermenyaye navdar, xêrxazên
gelê me Soxomon Taronsî, Vaxarþak Norêns, Mikirtîç Xêranyan da hatine
wergerandin. Wan him kurmancî û him jî zargotina me rind zanibîn. Tevî
helbestên lîrîkyê, welethizyê usa jî wan berevoka da gelek nîmûnên
zargotina Kurda bi veçêkirina wî cî girtine. Ji wanane Bêrîvanê, Dewrêþê
Evdî, Memê û Eyþê, Sindirnebat, Hikyata Delî Ahned û Delî Hemze, Sêva
Haco, Dim-Dim, Syabend û Xecê û yên din. Þayîr
xwestye ruhê dema xweva wan
girêde, xwendevanê ermenî zengînya zargotina gelê Kurda bide nasandin
û wek zanîna xwe ruhekî nû bike nav wan destanên gele klasîk. Berhemên
Casimê Celîl usa jî bi zimanê Rûssî, gelek zimanên gelên welatê Sovêta
berê û cihanê hatine wergerandin. Sala
1968 a Moskvayêda berevoka wî bi navê „Rê û dirbên wede“ (Dorogamî
vremyon) bi zimanê rusi tê çapkirin…Bi vê berevokê xwendevanên weletê
Sovêtê ye pir mîlyon ra mecal çê dibe efrandinên Casimê Celîl ra
bibin nas. Heta
sala 1960 î berhemê wî bi firetî yan almanaxên nivîskarên Kurd da, (
payê wanî pirê ewî bi xwe hazir kirye û weþendye) yan jî bi zimanê
ermenî çap bîne. Sala
1960 î li Yêrêvanê, berevoka wî
ya halbest û poêman bi zimanê kurdî hate weþendin. Navê wê
berevoka berfire Rojên min bû. Vê
berevokê da tevî helbestên weletparêzyê, derheqa biratî
û pismamtya evdên
weletê Sovêtê û mêrxwesya wan di herba cihanêye duda da dîjî faþîzmê
usa ji destanên Kurdaye gelêrî
Zembîlfiroþ, Memê û Eyþê, Têlî Eyþê, Leylê û Mecrûm, bi veçêkirina
þayîr û destanen wî Nado û Nazê, Sura Bircê, Cibrî û Cemîle
cî girtine. Helbestên „Elegeza min“, „ Berbi çyayê Elegezê“,
„ Berxvanê me“, „ Lûrî“ û gelekên din da
Þayîr bi ruhê xortanyê evînê, bedewya çya û banya, huba dilê
dê distirê. Sala
1966 a Ocaxa
min (bi ermenî) , 1970 î Kilamê
Çîya, 1975 a Oda Kurda
, sala 1980 î Kurdê Bengî, sala 1984 a Kofya
dya min, peyra sala 1989a Bijare (bi kurdî)
hatine weþendin. Sala
1982 a li Stokoholmê ji alyê Roja Nû va berevoka þayîre Zozan hate weþendin Di
jîyana afrandaryêye devedevî þêst sala da wî bi deha berevokên
helbesta, destana, wergera, kitêbên dersa jî pey xwe hîþtin. Wek rêdaktor
navê wî bin sedan pirtûkan da hatye nivîsar. Xisûsyên
helbestvanya wî ne: -zarotya
undakirî, weletê kal- bavan, sêwîtya giran. -kar
û xebata evdên Sovêtê, biratya gelan, alîkarî û piþtgirîya wane bêqelp.. -þêkirandina
wan mecal û mikanan sosyal-kûltûrî, ku qeydê Sovyêtê dane wê para
gelê Kurd. Ji paþdamayîna dewrana, nexwendîtyê ew civak di nava çand
sala da bû civakeke cihanêye pêþketî. Ji gelê Kurdî pirr mîlyon ra bû
guman û hîvî, çira heyîtyê, xwenaskirin û xweparastinê, Vê civakê
welatê Sovêtê da ne ku tenê kurdîtya xwe parastin, lê çand û mêjûyê
gelê xwe derxistin meydana cihanî.
-
herba cihanêye dudan, ew cinayeta zulme xezeb, ku
þayîr bi xwe navda jît, dijweryên jîyana wan sala tem kir, bû
þedê bûyarên tiragîk. Bi çavê xwe dît ku altindarî bi qurbanyên çiqas
mezin gelê sovêtê qazanc kir. Dema derheqa zulm û xwzeba herbê da dinivîse,
pêra jî dibêje , raste me alt kirye, lê gerekê wê altindaryê, wê
edlaya ku bi xûnê hatye destanîn bi xemxurî bê xweyîkirin. -
li nav wan bîranînên bi keser da evîndarî wek ronayîk, wek þemaleke
þabûn û dilxweþyê þewqa xwe dide ruhê helbestvanya wî. -
bedewya xezayê, çiya û banî, cew û kanyê welêt. -
hiskirin û hisreta weletê parçekirî, weletê bindest. Jiyana xerîbyê.
Þerkarya kurdaye miletyê- azadaryê -
evindarya wî berbi zargotin û diroka gel … Naveroka
berhemên wî pircûre û berfireye. Meriv kare van xisûsyan berdewanke. Bi kitêba wî ya dersan „ Lîtêratûra bona dersxana V-VI“ þagirtên
Kurd ji sala 1955 girtî heta salên 1990 dibistana da fêrî ziman û
edebyeta kurdî bûne. Usan jî salên 30 î wî pirtûk ji bo dersxanên þeþa
çap kirye. *** Xeysetekî
apê Casim hebû ku ji her kesî, rewþenbîrên kurde wê demê cuda dibû.
Ew hiskirna wî bû berbi wan kitêb, rojneme, kovar û bi tomerî berbi wan
hemû dokûmêntan ku derheqa Kurda da bûn. Bi salane wî ew hemû berev
dikir, dikire qutya û dida li ser hev. „
Wexta merî derheqa C. Celîl da dinîvîse,- nivîskar Emerîkê Serdar pêþxebera
berevokeke wî da dinivîse,- nikare wê arxîva dewlemend jî
bîr neyne, ku bi hereketê wî mala wî da hatye berevkirnê. Niha ewqas
qinyatê derheqa cimeta meda mala wî da têne xweyîkirinê, ku dikarin mûzêyeke
tam bidine xemilandinê“. Dibêjin carekê cînar ji amojna Xanimê (pireka
þayîr) dipirsin: „ Derê we tim vekirîye,
kilît nakin. Hûn natirsin diz mala we
talankin“. Amojna Xanim bersîvê
wa dide: „ Mala meda kitêb
û kaxazin. Diz jî kitêb û kaxaza hiz nakin.“ Bûyareke
kêfxweþyê û silavkirinê ye, ku lawê þayîr, zanyarê Kurdî bi nav û
deng Celîlê Celîl ew arxîv guhastye
Austryayê bajarê Wîenê û kitêbxana
ser navê Casimê Celîl, li rex Înstîtûta Kurdzanyê, ku profêsor bi
xwe demezirandye. Eva karekî kurdewarîyî
pir hêja u kêrhatîye, pêwîste hemû
dezgehên Kurdî di wî karî da alîkaryê bidin zanyar. Bi wê kitêbxanê
kare dilê Ewropayê da merkezeke arþîv, çand û kûltûra Kurdî ya
dewlemend bê demezirandin. *** Çiqas
jî dijwerî, nerazîbûn, carna jî dilsarî hebûn, lê dîsa jî ew
malbeta rewþenbîrya Kurdên Ermenistanê ku nîvê salên sîyî heta salên
nodî li Yêrêvanê civyabûn û bi hêz, bê berjewandyên þexsî li ser
çand û kûltûra gelê xwe
dixebitîn, di bîranîna min da wek ronayîke here geþ dimînin. Teva jî
bi dil û can xwe pêþkêþî wî karê pîroz kiribûn…Eger nav wanda
dilsarî çê dibûn ew jî li ser tiþtên þexsî nîbûn, li ser pirsgirêk
û dijweryên wî karî bûn. Ji pey salên heftêyî ra rewþenbîrya Kurdî
gihîþtibû, xurt û bi hêz bûbû, mecal jî çiqas dîçûn ji alyê
deshiletdarya komarê va kêm dibûn. Wek kanîke hêdî- hêdî biçike, diçikyan.
Nerazîbûn çê dibûn.Bi sala berevokên hêjaye hazir neneþirkirî
diman. Nivîskar bêhîvî dibûn, diketin pêsîra hev. Lê
çi jî hebû tifaqeke navxweyî hebû. Demê þîn û þayan, eyd û
salvegera wek malbetkê dicivyan. Mezinayî-biçûkayî,
qedirgirtin-maqûlayî hebû. Karê tomerî kurdewarî bû. Niha
ez difikirim, wekî wê demê jî wek niha berhemên zanyar û nivîskaran
wa bi hêsanî bihatana weþandin, mecalê vekirina komela, tîatroyê
hebya, malper hebûna çiqas pir tiþtê bihata kirin… *** Qet
ji bîra min naçe. Sala 1970 î sed salya ewledê gelê Ermenî, hîmdarekî
dengbêjya wane kilasîk, þehîdekî gênosîda Ermenya ya salên 1915-1918
a, xêrxazê gelê me Komîtas xitim dibû. Xelk
pir qedrên mezin û þehîdê xwe zanin.
Ermenîstanê bi heytehol ew salveger didane kivþê. Bawarkî temamya salê
medya wan da gotar û înformasyonên here berbiçev wê derheqê da bûn.
Kitêbên zanyarî, dîrokî, çandî, hunerî
derheqa wî da pey hev dihatin weþendin, sazyên çandî, hunerî,
rewþenbîrî, perwerdeyî, olî giþk wê salvegerê va mijûl bûn. Gund,
bajar, mekteban da êvaryên derheqa jîyana wî, bûyarên serê wî qewimî
saz dikirin, pey hev êvaryên edebî, hunerî,
kûltûrî, konsêrt derbas dibûn… Bi gilîkî wê salê gelê ermenî bî
ruhê wî ewledê xweyî pîroz va dijît… Eyane
ku emekê Komîtas di berevkirin û weþendina stiranên
kurdî da jî pire, li Bêrlînê dîploma wî ya qedandina xwendina
sazbendyê li ser mûzîka kurdî bûye. Usa jî eyan bû, û hela þedê zêndî
hebûn, ku bi çevê xwe dîtibûn çawa ew û
kalkê min ( bavê dya min Ûsiv Beg), mekteba dêra Ermenya ya
bilind da tev xwendibûn, hevaltî kiribûn, gelek caran Komîtas û hevalên
xwe mala kalkê min bûbûn mêvan. Komîtas li wur dewatên kurda dîtibû,
guh dabû sazbend û dengbêjan, bûbû evîndarekî dengbêjya kurdî. (Eva
serhatîke dirêje). Bi alîkarya kurxatyê xwe Ahmedê Gogê min jî ji pey lêkolîn û îzgerya
çend mehaye dûr û dirêj ra gotareke bedewetyê nivîsî û bi zimanê
ermenî rojnemeke Ermenya AVANGARD
ê da weþend. Gotar him ji alyê xwendevanên ermenî û him jî xwendevanên
kurd yên wê komarê va rind hate qebûlkirin. Çendekî
þûnda, ji pey weþendina gotarê ra KGB a Ermenistanê gazî min
kirin…Gotera min derxistin û gotin, ku yekî gilyê min kieye, ku min
berpirsarya rojnena AVANGATDÊ kirye li nav þaþyan, Ûsiv Beg mirovekî
nijadperest, endemê partya ermenyaye nijadperest
Daþnaka bûye, endemê parlamênt û hukumata dewleta Ermnyaye salên
1918-1920 bûye, axa bûye, dijminê weletê Sovêtê bûye, , nizanim çi,
nizanim çi *… Eva
êdî henek nî bû… Eger sala 1937 a bûya xilazbûna min tune bû. Wê
demê jî ew sûcekî sivik nîbû. Karibûn ez bikirama Hebsê. (Paþê ez
pê hesyam nivîskarekî meyî bi nav û deng gilyê min kiribû).
Apê Casim him bi nivîs, him jî bi xwe hat û piþta min sekinî.
Ez xilaz bûm. Qencî
jî xiravî jî nayên bîrkirin. Qencî bi hizkirin, xirabî bi nifir û
nelet tên bîranîn. *** Di
sala 1936 a da endemê Yekîtya Nivîskarê Weletê Sovêtê bû, sala 1954
a wek dêlegat tevî Hemcivîna Nivîskarên Sovêtê ya
duda bûye, du sal þûnda tevî rojên
edebyet û medenyeta Ermenistanê li Moskivayê bûbû, bi mêdala
„ Ji bo baþbûna xebatê“ hatibû rewakirin. Layîqî Hurmetnema
Sedirtya Sovêta Rêspûblîka
Ermenistanê bûbû. Bavê
kurdzanên bi nav û deng remetyê Ordîxanê Çelîl (Dr. Pirof. Folklorzanê
eyan), Dr. Prof. Celîlê Celîl (dîrokzan, folklorzan), Cemîle
(sazbendzan), Zîna Celîl (werger).Zînê xudanê
çend pirtûkane, ku wê wergerandîye ser zimanê rûsî û lîtovî)
…Eger ewledên wî li nav gelê xwe da gîhîþtine nav û dengê bilind,
xizmeta mezin gelê xwera kirin û dikin, emekê bavê wan Casimê Celîl
pire… ____________________________________________ *Bi
rastî Ûsiv Beg wek nûnerê Êzdîya
parlamêntê da hatibû bijartin û endemê tu partya nî bû. Partya Daþnaka
partyake miletî ye. Heta niha jî xêncî Ermenya kes nikare bibe endemê wê.
Ûsiv beg evdekî pir xwendî bûyê û di nava Kurdên Ermenistanê da (êzdî,
musulman) bi hiskirin tê bîranîn). 10.11.2008
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org