|
SERSAXÎ
Cawa
wefatbûna Zanyarê Kurdî navdar Ordîxanê Celîl dilê min tije xem kir. Xwedê
xiravke, bayê vê dewrana nerehet usa malbeta Rewþembîrî ya Kurdên
Ermenistanê ji hev bela kirye, ku meriv nikare rojên wa giran da jî kêleka
hev bisekine û wê êþa giran pare veke. Be’sê wa bihîstin, ew jî ya
pismam, heval, nas û dostên gelekî giran li ser mêriv rûdinê. Min
hema roja ewlin da nemeke serxweþyê nivîsî û þande Erêvanê. Tê xanê
negihîþtye destê birayê hêja Celîl û xûþka Cemîlê. Malbeta
zanyarya Kurdên Rûsyayê endemekî xweyî herî bi nav û deng, zanyar û
berevkirekî zargotina gelê me, Kurdzanekî dinêeyan profêsorê fakûltêta
Rojhilatzanyê ya Unîvêrsîtêta Sankt Pêtêrbûrgê Ordîxanê Celîl
unda kir. Ordîxan
ewledê malbeta Casimê Celîl bû, malbeteke rewþembîr, welatparêz, xweyê
emekekî mezin di pêþdabirina zanyarya kurdzanyê û edebyeta Kurdî da. Remetyê
apê Casim nivîskarekî navdar, hîmdarekî malbeta rewþembîrya Kurdên
Sovyêtê bû. Ewledê
wê malbetê bawarkî temama jîyana xwe pêþkêþî pêþxistina edebyet,
tomerkirin, weþandin û lêkolînkirina zargotina gel, kurdzanyê kirine û
kitêbxakeke zengîn ji pey xwe hîþtine. Birayê
hêja Celîl û xûþka Cemîle Bêwext
wefetbûna ewledê gelê meyî hêja, pirofêsor, hizkirye me teva, birayê
we Ordîxan dilê me teva tije xem kir.
Ew
tenê birayê we nîbû, birayê me teva bû. Ew
tenê ewledê malbeta we nîbû. Ew ewledê gelê xwe bû. Ewê
bi karê xwe, bi mîrata ji pey xwe hîþtî wê tim dilê gelê xwe da bimîne. Ev
undayî ya me tevane. Ez,
vê roja giran, êþa we pare vedikim. Bira
sere malbeta we û gelê Kurd saxbe.
Birayê we Eskerê BOYÎK 28.10.2007
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org