Eskerê BOYÎK

 ÞÊX FEXRÊ ADYAN Û EDEBA ÊZDYAN

YA SEDSALÊN 11-12 AN

 

 

Sedsala yanzda, ji pey hatina Þîxadî ra, Gelyê Laliþê dibe merkezeke zanyarya Xudênasyê, xurtkirin, tomerkirin, rêk-pêkirin, nûjenkirin û pêþdabirina bîr û boçûnê ayîna bawarya êzdîtyêye.
 
Salixyên, ku pirî hindikî gihîþtye me, didine kivþê ku dema  hatina Þîxadî (1073-1162 )  girtî  heta dema Þêx Hesen, yan heta  ferman û êrîþên serokbajarê Mûsilê Bedredîn Lûlû li ser Êzdiyên Þêxanê (1256 ), bawarkî 100-120 salî dijweryên  hiþk himberî Êzdiyên Laliþê û dora wê kêm bûne. Civaka Êzdiyan ra pirî hindikî hewa aþîtyane û mecalên hiþyarbûnê, xwenasînê û efrandaryêye çê dibin. Serok, rêvabir, dîndar û zaneyên mîrtyên Êzdiyan, yên wê demêye bi nav û deng, dora mamostayê xweyî mezin dicivn, sirr, ruh û rengekî nû didin pîrozaya gelyê Laliþa Nûranî.
 
Gerekê bi heqî bê gotin, ew dem, di nav dîroka Kurdên Êzdî da demeke zêrîn, ya gulvedana çand û mejû bûye û tu dema rêvabirya Êzdiyan ewqas xurt, zane û têgihîþtî nîbûye çiqas wî çaxî .
Ez naxwezim berê nivîsara xwe bidim pêkanîna wan guhestinên cîvakî: danîna hîmê hed û seda nû, li nav civaka Êzdyan da baþqekirina çînan, rêk-pêkirina cejn, rê û rism, eyd-erefatan, mêrasîmên olî, pirsgirêkên aborî, guhertina navên xas û babçekan û karên din, xwestin û meremê vê nivîsara min ewe, ku guhdarya zanyar, lêkolînvan û rewþenbîran (ne ku tenê Kurdên êzdî lê temamya Kurdan) bikþînim li ser wê xizna edeba dewlemend e giranbiha, wan dur û cewahirên fîlosofî, ku 8-9 sedsal berê, gelyê Laliþê da hatine efirandin û mixabin ji sedemên cûrbicûr heta îro jî ji guhdarya rewþenbîrya Kurdî der mane, çawa pêwîste nehatine nirxandin û qîmetkirin. Bi gilîkî nebûne malê edebyetzanya Kurdî.
 
Wê demê Gelyê Laliþê da komek qewlvan, helbestvan, fîlîsof, oldar û xwedênasên bi nav û deng,  yen wek Þêx Fexrê Adiyan, Pîr Reþê Heyran, Pisê Cemê, Pîr Xidir, Pîr Hevînd, Þêx Mend, Pîr Þeref û hinekên din pêþda tên û edebyeteke kurdewarîye bi cûre û naveroka xwe barkêþ bi zimanê kurmancîyî xweþ xizneke mezin qewl, beyt, due’a, destan, qasîde, çîrok, xizêmok, payîzok û cûrên edebêye din bi mêlodî û miqam, bi felsefe û hunureke edebîye bilind dihûnîn, pê heykelê felsefa ola Êzdîtyê ya kevnar bi zanyarya xwedênasyêye bê qisûr dixemilînin.
Bi bîranîn û salixyên oldar û a’limên bawarya Êzdiyatyê hesabên wan berheman pir mezin bûye. Dibêjin dema Þêx Fexir devedevî 11 hezar qewl, beyt, qasîde, çawa niha  nav dikin, têkstên bawarya êzdîtyê hebûne…
Vê demê pey zulm û zor, rev-bez, koçberî, ferman, qir- bir, komkujyên dewranaye xezeb ra bi gotina zanyar- êzdîzanan ji wan berheman tek nêzkaya 200 î mane.
 
Ev edeba giranbiha, ku evden Êzdî bi xûna xwe û zarokên xwe 8-9 sedsal sîngê xwe da parastine, ji qedexe, zulm û xezeba dewrana xilaz kieine, eger hêjayî guhdarya anegor û lêkolînên zanyaryêye bibin, edebyetzanya chanê ra bên nasandin, ne ku tenê wê nav-dengê layîq edeba Kurdî ra bînin, dîroka wê çend sedsala pêþxin, lê wê bibin heykelekî edeba cihanêyî nemir.
Ew edeb xêncî oldaryê usa jî gelê Kurd ra heykelekî dîrokîyî kevnar e, bi ziman, cûre, naverok û ruhê kurdewarî.
Efrandarê wan berheman: qewlvan, helbestvan, fîlîsof evdne Kurdên êzdî bûne. Hinek ji wan li nav civaka êzdyan da ewqas hizkirî, bi nav û deng bûne, ku heta niha jî wan wek melek, xas dihebînin. Qube û gorê wan êzdiyan ra wek cîyên pîroz tên dîtin…
Di nav wanda ye herî bi nav û deng Þêx Fexrê Adyan e. Payê wan têkstayî pirê, yên wê demê hatine hûnandin û ji wan yên gihîþtine rojên me, ji alyê wî fîlîsofê dewra xweyî gewre va hatine efrandin, navê wî û þagirtên wî va girêdayîne.
Li nava Êzdiyan da ew navekî pir pîroz e, wek Ferxedîn, Melek Ferxedîn, melekê hîvê tê naskirin, û gelek bîranîn, çîrokên hewaskar, efsene derheqa þexsyet, jîyan, zîrekî û zanebûnên wî da gîhîþtine me.
Þêx Fexrê Adîyan lawê Ezdînê mîr e ji binemala Þemsanyan. Di berhemên wî da navê dê, bav, bira û ewledê wî jî tên bîranîn. Raste salên bûyîn û kirasguhertina wî dîhar nînin, lê eyane ew dema Þêx Hesen (1257 kiras guherye) da jîyaye. Usane ew dem dikive salên. 1190 heta1260-1270 î..
Dema deshiletdarya Þêx Hesen, gava serokatya Êzdiyan ya civakî destê binemala Adanya da bûye, deshiletdarya olî jî dikeve destê binemala Þemsanya. Þêx Fexr tê bijartin wek Extyarê Mergê, Babêþêx. Þêx Fexr dibe Extyarê Mergê û Babêþêxî temamya Êzdyên cihanêyî ewlin.
Qedrê wî ewqas bilind û rola wî ewqas mezin bûye, ku ji bo xatirê wî eger berê Sema dema eyda yekrêz dikþya wê demê vir da bûye durêz.
Lêkolînvan Xêrî Bozanî lêkolîneke hêja li ser Þêx Fexir kirye û nîgarkirina nevsa Þêx Fexir ewqas rind û hêja daye nîþandan, ku ez nikarim tiþtkî jê biguherim, çawa nivîsye ezê usan jî raberî xwendevana bikim: „Dewrêþê xwedênas, pêsojê eþqa manewî ya rêya îmanê, qelendar û extyarê ber derê qapiya mergehê, dîndar, aqildar, sohbetxweþ, serkêþê dîwan û civatan, belevkar û rênasê ol û îmanê, xwedanê xeyal û endêþþa fireh, zaneyê gewhernas, melevanê deryayên: qewl, beyt, qasîdan, çirayê geþ û bilbilê ser çîkên gelyê Laliþê, têniyê ava Zimzim û omedewarê ava kewserê, babçekê aþtîxwaz…“
 
Berhemên Þêx Fexrê Adiyan ku gihîþtine me ewqas bi pirs û pirsgirêkên felsefa xwedênasyê, dinêzanebûnê, xuliqandina cihanê, pêjdahatina jîyanê, sûr û sêrên xezayê, steyrknasyê, helaqetyên evda tev evda, tev xezayê, remê, îman û axretê, qencyê-xirabyê, bûyîn- mirinê, helalyê-heramyê û pirsgirêkên cude-cudaye din  va dagirtîne, usa bi culet û xezayî cawa pirsa tê dayîn, ku meriv ecêvmayî dimîne.
Pêra jî ew bi ziman, naveroka pir zelal, xezayî, tevara têgihîþtî, cûre û ruhê kurdewarî hatine hûnandin. Gelek berhem, tê bêjî ji bo vê demê hatine gotin, piranya pirs û pirsgirêkan ji bo niha jî aktûalin.
Gelekî hewaskare cûre, teqil û mêlodya berheman, kêþesazya helbestan. Dema ew tên gotin tê bêjî meriv di nava hewake batinî-qudretî da rawestyaye.
 
Qewlê Erd û Ezman, Zebûnê meksûr, Þêx û Aqûb, Meha, Dayîk û baba, Qiyametê, Padþayî, Qerefirqan, , Silavên Melek Fexradîn, Gêla çar ziman, Xudanê Malê, Omer Xala, Beyten Cindî, Bilbila û gelekên din berhemên Þêx Fexirin.
 
Ji bo tu belge, bîranîn yan îzbatî ji bawarya êzdiyan, ya berî dema Þîxadî nemane, edeb, bîr û boçûnê wê demê mera li nava teryê danin. Gelo ji van têkstên gihîþtine me kîjan yê berî dema Þîxadî ne? Yan di nava yê kevn da çi guhestin hatine kirin?... Kîjan nû hatine efirandin? Ji mera bi rastî jî e’yan nîne wan zanyar, oldar û  qewlvanan çi guhestin kirine di nav zanyarya wê bawarya kevnar. Ev pirsgirêk e û hewcê lêkolînan e.
 
Dibe hinek pirsgirêk, ( fikira mine) hinek fikir, ku nava ulmê bawarya ezdayetya berî dema Þîxadî da ferih nedihatin makkirin, sergirtî dihatin gotin û ji alyê ol û oldarên deshilat û dagerkir va dijî êzdîtyê dihatine xebatê, ji alyê wan zanyara va hatine xurt kirin, zelalkirin, fikir, cûre û ruhê zanyarya dema xwe dane wan.
 
Çawa di nav naveroka bawarkî temamya têkistên bawarya Êzdiyan, ûsa jî bi tebyetî berhemên Þêx Fexrê Adiyan da pirsa here sereke xudênasî ye.
Hebandina Xwedê  digihîje asta here bilind û ew dibe bingeh, hîm li ser bîr û boçûnê vê olê tên avakirin. Dema meriv Qewlê XUDANA (Padþayî) dibihî tê bêjî oldar û Xwedênasê mezin: wek beþerekî nemir li nav hatin çûyîna dewrana, dem û wedê bê destpêk û dewî da rawestyaye merivayê ra methê Rebê Jorîn, Padþê xwe, Xwedê xwe dide:
 
Padþê min hostaye
Dinya her pê avaye,
Cîyê wî li hemû erdaye.
Padþê minî nûre,
Ewî ji me re neyî dûr e
Li erd û esman behrên kûr e. 
 
Xwedê xuliqdarê her kesî û her tiþtîy: „Padþê min dinya çê kir, bi hed û sed lê kir, benî adem têda xenî kir“. Þêx Fexr pêxember, xas û babçekan himberî Xwedê nake, weke Xwedê nabîne:
 „ Padþê min rebê Silêman e…“ „ Babê nebî Birahîm Xelîl e, bo Xwede xwe kiribû dexîl e, qurrbanya xwe kiribû Simayîl e.““…rebê Mûsa û Îsa û Mihmed e…“ „…rebê Þêxê min î Adîye…“
Padþê min Rebê alem e, rebê jorîn e, rebe heqyye ye, rêber e, xudanê miraz e, rehim e, rêya Xwedayê min raste, kîna kesî li ber tune…
Xwedê hezar û yek nave, bê heval û bê þirîke, erdek tune ku hukumê Xwedê lê nîbe. Her kes bê nhêrandin reng, bawarî, ziman evdê xwedêye,. emelê wî ji alyê Xwede va tê dîtin. Cihanêda evdê bê xwedê tune. Erdek nîne ku hukumê Xwedê lê nîbe (Qewlê Þêx û Aqûb) bêyî hukumê Xwedê pel jî li ser darê naheje. Xwedenasî di vê bawaryê da xezayî ye, suruþtî.
Tawisî Melek melekê qencyê, remê, xweþyê ye. Melekê ewline, ku ji alyê Xwedê va ji durê hatye efirandin: Reyîsê Melekan e…
 
Di bawarya Êzdiyan da Tawisî Melek melekê Xwedê ye, pey gotin û bawarya Xwedê diçe.
Xêncî yekîtya Xwede, û ebûbeta Xwedê ew tu kesî, tu tiþtî ra ebûbetê nake… Qewla Çarþema Sor da wa tê gotin: „Carþema serê nîsanê, gul û çîçek hatine meydanê, Tawisî Melek reyîsê îmanê.“
Tawisî Melek di nav bawarya Êzdiyan da pîrozaya here bilind e, sond e, due’a ye, îman û axret e, hinek têkstada wî digihînin asta Xwedê.
 
Anegorî vê bawaryê ruh li ser dinyayê pêþdaçûyîna mecalên suruþtî, matêryalî pêþda hatye. Qewlêda wa tê gotin:
 
Padþê min kinyat (dinya) ava kir ji durr cewher e
Sipartibû her heft surrêd her û her e,
Tawisî Melek kire serwer e.
 
Yan  „Padþayê minî cebar e, ji durê efrandin çare, ax e, û av e, û baye, û agir e…“
Têkstên edeba Êzdiyan da pir besa durê û teqîna wê tê kirin û wê va efrandina dinyayê, li ser peydabûna jîyanê tê girêdan. Qewlê Þêxûbekir da tê gotin:
 
Ka dirr ji padþêye ya padþe ji dirrê ye,
Aþiqê arîfê zane, werin ji min ra bidin beyan e,
Dirr text e û padþê lê girt mekan e…
 
Dua’aya bawaryê da wat ê gotin:
 
Xwedê bawirî çê kir
Nod neh reng pêra virêkir,
Bi wê bawaryê xwe ji nava durrê cigê kir.
 
Bawarya Êzdiyan da Padþa ( Xwedê ) beramberî Xezayê tê kirin. Ew efrandarê dinyayê, steyrka, erþ û esmên e… Çi li galaktîkayê da heye efrandar Xwedêye. Ewî jî dirrê ev dinya, ev jîyan avakirye.
 
Têkstada bi kûrayî felsefa efrandina dinyayê, mirin-jîyanê, qencyê-xiravyê, xêr û þer tê kirin…Felsefa yekîtya erd û ezmên, di qewla Erd û Ezmên da nava cûrekî sade û kûrayîke zanyarîye usa zelal tê dayîn, ku tu þik nayê navê…
Roj bawarya êzdîtyê da pîroze, ew kanya xuliqandinê ye, nîþana ronayê, zayînê, jîyanê, germê û xweþyê ye. Pîrozaya wê digihîje asta hebandinê. Di nava Êzdiyên Rûsyayê da sonda here mezin Þems e, yanê roj e.Tevî hebandina rojê di bawarya Êzdiyan da usa jî pîrozaya hîvê, steyrka, êgir, axê, avê, esmên, ba, baranê, birûskê, renga, heta xweyîkirina heywên, bêcerkirina axê jî cî digrin.
Ez vê gotara kurt da nikarim hûrgilî li ser her pirsên wê edebê rawestim, berheman teva analîzkim, her berhemek, bi naverok, pirs û pirsgiêk, ziman, cûrê û serecema xwe va kare bibe bingeha lêkolînên zanestî.
 
***

Bi gilîkî, sedsalên 11-12 da bi nûjenkirina ayîna ola êzdyatyê, rojhilatê da hîmê zanyarîke xwedênasye xurt dihate danîn, dibe kitêba Pîroz jî dihate nivîsar…
Nav-deng û qedrê bawarya Êzdîtyê bi þexsyetên Þîxadî, Þêx Hesen, Þêx Fexrê Adyan û hevalbendên wan  ji hidûdên Laliþê derdiket, bajarên wek Helebê, Þamê, digihîþte Tewrêzê, welatê Serhede û cîyên din da bela dibû, hesavê bawarmendan zêde dibû. Hinek civak, þexsyeta berê xwe didan Laliþê û bi bawarî, rezadilî diçûn digihîþtine wê civakê…

Nûjenbûn û xurtbûna êzdîtyê li  ser rêya dagerkirina Kurdistanê û helandina Kurda di nav ereba da ( wek gelek gel û civakên din)  bi rîya olê, dibû kelemekî xurt. Bi serkêþya serokbajarê Mûsilê Bedredîn Lûlû ereban êrîþ birin ser Laliþê, ku wê merkezê nava xûnê da bipelçiqînin û bi zora þûr wê astengê ji ser rêya dagerkirina xwe rakin.
 
Wî zalimî sala 1254 a êrîþ bire ser Ezdiyan, Rêvabirê wan: Þêx Hesen girt kire hebsa Mûsilê, hebsê da jî kuþt,  gora Þîxadî vekir û hestûyê wî þewitand. Bi deha hezara evd hatin qirê. Çi anîn serê a’lim, zanyar û oldaran ne dîhare. Ji pey ra êrîþên kokbiryê dane pey hev…
 
8 sedsalan da, bi hezara êrîþên hovane, yên kokbiryê, yên ji hev xezevtir, ji hundur û derva anîne ser Êzdiyan, êzdiyatî çiqas çû biçûk û kêmhêz bû. Êzdîtî welatê wê da bêcî û herm hate dîtin. Zîyana mezin gihîþte wê edebê.  Ji tirsê Êzdî mecbûr man rastya  xwe dizîva  xweyîkin û li ber xerîba surra bawarya xwe venekin…
 
Dora wan hewake nebawaryê ye usa çê bû, ku ne wan bawarya xwe kesî tanî, ne jî kesî ji wan bawar dikir, rastya wan jî  nedixwestin bibihîn…
 
Cîyê ku þûrê neheqyê dewsa rastyê diþxulî, edî Êzdiyan wê jî ku karibûna bi dengekî bilind rastya ola xwe cihanê ra bigotana, xwe bi rasîya felsefa bawarya xwe biparastana, ji êrîþên  zalim, cahil û nezanan xwe xweyîkrana?
 
Gilî gihîþte wur, qelem, defter, kitêb, xwendin, nivîsar ku di nava têkistên bawarya Êzdiyan da erênî tên ecibandin, evdên Êzdî bere-bere ji wan kûvî bûn, ji alyê oldara va ew heram û qedexe hatine dîtin .
 
Sedsalên 18- 20-î hewaskarya zaneyên Awropî, rojhilatzanya cihanê berbi Êzdyan û êzdîtyê mezin bû. Nivîskar, rêwî, dîplomat, zanyar-rojhilatzan dihatin Kurdistanê, ku rastya vê ola kevnar bihisin, wan bi çavê xwe bivînin û wê sirrê li ber dinyayê vekin… Vê carê jî oldar û deshiletdarên gelên cînar yên xirîstyan û îslam ketine dewrê. Ji bo oldar û alimên Êzdiyan sirra ola xwe, rastya xwe dîhar nedikirin…Keþîþ û melan, serekeþîran derheqa Êzdiyan da çiqas nerastî, derew, qerf û qar zanibûn wek rastiya ayîna dînê êzdîtyê wan zanyara ra gilî dikirin, wan jî dinivîsîn û cihanê bela dikirin. Êdî ez navêjim ji wan nivîskaran gelek misyonêr bûn, armanca wan jî ne ku dîharkirina rastya olê lê qulibandina Êzdiyan bu.
Heta niha jî, gelek cara, bi wan þer û þiltax, nerastya bawarya Êzdyan dinyayê da tê naskirin. Û gelek ji wan nerastyan pirtûkên zanyara da îro jî wek rastî  diwekilin.
Usane nivîsarên biyanyaye derheqa Êzdiyan da nerastî, kêmasî pirin… Nivîskar, zanyar lêkolînvanê êzdîtyê va mijûl dibin gerkê bi çevê rexnegiryê wan nivîsaran binihêrin û paþê lêkolînên xwe da bidine kêranîn.
 
Tek dewya sedsala derbazbûyî, yan weke 35-40 sal berê, bi astengyên mezin, ji zarê a’lim û qewlbêjan nvîsîna wan têkstan rewþenbîrên Kurdên êzdî ra li hev hat. Oldarên êzdiyan nivîsîna wan têkstan gunekî pir mezin  hesab dikirin. (Heta niha jî gelek qewlbêj bi tirs nêzîkî nivîsînê dibin û nahêlin zanebûnê wan bêne nivîsar).
 
Cara ewlin li Kurdistana Baþûr êzdînasên bi nav û deng Pîr Xidir Silêman û Dr. Þêx Xelîl Cindî , Weietê Sovyêta berê da jî Dr. pirofêsorên rojhilatzan Qanatê Kurdo, Ordîxan û Celîl Celîl hinek têkst weþendin.
Ji wê demê virda karne pir hêja di warê berevkirin û lêkolînkirina wan têksta da  hatine kirin.
Lê hê jî edebetzanya kurdî haj wê edebê tunene.
Niha, bawarkî ew xizna edeba kevnar hatye berevkirin.
Pêwîste niha çevê me Kurda vebin û em qencî-xirabya xwe bizanbin, qatî hebûna gelê xwe bibin.
Niha pêwîst bi xemxurî û bê qelpî, berçevkê olî ji ber çevê xwe bidine alîkî, ji kara çanda gelê xwe berbirbirî wê xizna edebî bin. Em gerekê zanyar, zimanzan, edebyetzan, nivîskarên me lêkolînên zanestî ser wan bikin, wan qîmetkin û bi hêjayî binirxînin.
Em: Kurd çawa bi xemxurî nêzîkî edebyeta Kurdaye kilasîk ya sedsalê navîn dibin, ûsa jî gerekê berê xwe bidine vê edebyeta çend sedsal ji ya kilasîk kevntir.
 
14. 04. 2008
 
Çend berhemên Þêx Fexrê Adiyan:
 
 
Qewlê Miskîno jaro
Hey benî Ademo
Miskîno jaro Ademo
Ev diniya mestexaneye
Wek xewna þevaye
Her roj yara hinaye
Ka Þilêmanê hukim dikir?
Ka Bilqîza nav dikir?
Tu jî xweþ bî ewan diniya
Ji xwe re terik dikir.
Ka Silêmanê pêxemberan?
Ka Bilqîza bi zêrê zeran?
Tu jî xweþ bî, ew jî çûn
Nav ax û beran.
Kanê Xidir kanê Elyas?
Kanê derwêþê tizbî û wekaz?
Tujî xweþbî, ew jî dinav
Axê de kirin qeyas.
Benî Adem li vê diniyayê mebe tema
Vî zêr û malî gelek meke cema
Diniya bo resulê Xwedê nema
Ev diniya erdê derwêþ e
Têda di gerin cimle cêþ e
Kesek bi nefisa kibar naçe pêþ e
Mala gorê çende tarî û çende kûre
Tijî mare tijî mûr e
Ya rebî tu dikarî dû aþiqan ji yek bikî dûr e
Werin werin xizim û lêzim
Wê gavê giriya me bê
Dax û sed kovan û keser
Xelikê þêrîn lêvên þekir
Nema bidin xeber
Qewî giriya me bê
Hizin û girî bê fêde ye
Gor û kefen mala me ye
Me girî, me nal
Hêstiran ji rûyê xwe bimal
Ev diniya bo pêxemberê Xwedê nema
Werin werin lezim werin
Emê îro gelek bigirîn
Xelikê mêrga heciya ew mîr dike
Xêr û þeran xefir dike
Daxa dilan bapîr dike
(Daxa di dilan de pîr dike)
 
Qewlê Dayik û Baba
Menid ji þex Fexir pirsîye
Tu bi heqî key îlahiye
Irkana mêrê êzidî çîye ....

Fexir wê ban dike surre
Ji keþkula xwe tîne der durre
Ji mendê xwe re dihûne û vediçirre ....
Firwarek hat ji ‘ezmana
Rêûrisim û hed û sed bo me danane
Yek ji wan , wesiyeta dayik û Babane ....

Firwar hatîye ji ba melekê celîl
Li hemû wexta li hemû bedîl
Ji berî Isa û Musa û Birahîm  xelîl ....

Firwar hat ji ba تzîdê sore
Bi emrê wî lêda more
Li emrê wî bi weste û lê nebore ....

Hizra xwe bike li vê dinê
Bi emrê pedþayî bi tinê
Ewî dana Bab, ewî dana Dê ....

Ez di bêjme we : hûn nekin ji bîr
Ez di bêjme we : xelkê êrifî zana yî jîr
Hûn çu cara bêy Dayik û Baba nekin tekbîr....

Li ser te ye danaye heqe
Li gel Dayik û Baba neken axaftina reqe
Da ser û ziman li ser we nebin þeqe ....

Kesanê dilê wan hiþte
Ewî dilê terîqeta xiwe ji xwe hiþte
Li axretê yî bê pale yî bê piþte ....

Heqe tu li wan bikey silave
غ zîyaretî bî li desit û çave
Li hemû suba li hemû gava ....

Yî þikestîye destê ser rabî
Li dinê û axretê tena nabî
Dê di agirê dojê de terrabî ....

Ew pîsekî sefîl yî rû reþe
Ew gayekî þaþ yî beþe
Mêrê bê Dayik û Baba gava xwe pavêt û bi meþe ....

Neh meha tû xudan kirî
Ji av û agir tû dûr kirî
Xewêt þeva li xwe heram kirî ....

Bab li erda hostaye
Mal bi wî ye rawestaye
Ta’eta wî ta’eta Xudaye ....

Heke tû çil çilî bi rojî bî
Heke tû çilêt dî bi micade û ebadet li pê bî
Fêde nake tu ne li ta’eta Dê û babê bî ....

Heke tû dilê Dayê þayî nekî
غ dilê Babê tena nekî
Fêde nake , heke tû sed salî ebadet bikî ....

Heke Dayik û Bab ji te nebine razî
Tû çend bikî hawar û gazî
Tû çu cara miraz nabî ….

Ne bêje tû Deykeke pîrî
غ bê hizrî bê bîrî
Heke bi wê Deykê nebe , tû naçiye dîwana mîrî ....

Ne bêje pîremêrekî kale
غ zergûnekî bê hale
Heke bi wî babî nebe , tû naçiye dîwana Xwedê te’ale ....

Ew gava nesax di bin
Ew bê desit û pê dibin
Cayize hingî di xizmet da bin ....

Bi destî bigire bi gêrre
Bi Laliþê ve bi hinêre
Rehmekê vêre bi bêre ....

Vêre bi de xêre
غ du’ayekê bike ji melekê cebêre
Da tû þermezar nebî li gel melikan û mêre ....

Ev qewla Bedelê Feqîr Hecî ji cem qewilzanê hêja MERWAN BABIRI  li meha nîsanê 2006 li bajêrê Oldenburg nivîsîye. Gotinêye kû wî jî ELI BABAÞتX wergirtiye .
 
 
Qewlê Qiyametê
Rojekê ji rojan dibî
Terqîn li erþan dibî
Xebare li çiyan dibî
Suniye li behiran dibî
Ne kesê kesan dibî
Ne babê pisan dibî
Ewê rojê xelikê zalim,
li wê derê nuqisan dibî
Ew bû roja dijiwar dibî
Kursiya pedþa li xwar dibî
Qazî bi xwe cebar dibî
Ne sed xwezî bi ruha enkar dibî
Sed xwezme bi ruha ehil qiriyar dibî
Ew bû roja mezin dibî
Qazî bi xwe kerîm dibî
Xelik hemû xetxwîn dibî
Ewê rojê ne sed xwezme bi wê,
ruha derewîn dibî
Ew bû roja li wê dibî
Kursiya padþê li erdê dibî
Qezî bi xwe Xwedê dibî
Sed xweziya wî mêrî kar û emelê wî çê dibî
Herkesekî kar û emelê wî vedibî
Hey nebî ha nebî
Hebîbî ya rebî
(Dilovanê yarê bî)
Himeta seyda nebî
Me û hazir û guhidaran,
li ber dîwana Þîxadî û melik Þêxsin hebî.
(Ji www.Lalish.de)

 

 

  

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org