|
Eskerê
BOYÎK Ez tim xwera qirar dikim gotarê wa nenivîsim, nekevim nav qerebalixa Serok û mirîdan, ji bo kes dengê yê wek min nabihî û qîmetê jî nadine fikrên me. Naxûnin jî. Meriv ji nivîsara xwe poþman dibe. Tê kivþê kesî ra fikira me yê bêteref pêwîst jî nîne. Lê ez nikarim nenivîsim. Fiþeka ku Kurdistanê da diteqe, tê bêjî dilê min da diteqe. Ji ber neheqî, nerastî, sextekarya ku di nav sîyasya Kurdî da heye dilê mêriv dêþe. Dibêjin bizinê guhê mîyê girtye, digeze, bere-ber ji bizinê tê. Ez nikarim kar, emel û axaftina hinek serokan bawarkim. Lê nikarim nenivîsm jî. TIRK
HAR BÛNE Ji demezirandina Împêratorya Osmanyê virda, salên þûndarê wê Cimûryeta Tirkyê jî navda, heta roja îroyîn merem-xwestin û sîyasyta hukumdr-rêvabirên wan e sereke ew bûne ku bi mecalên cûrbicûr welat û gelên bin dagerkirya xwe da ji holê rakin, bihelînin, tunekin, bibin xweyê mîrata wan. Gelek tiþt wanra li hev hatye, lê di pirsa Kurdan da ser neketine… Sultanan girtî heta Serokkomar, Serokhukumat, Serokleþker, Serokoldar, Serokpartyên wan: (faþîst û komûnîst, çep û rast) cêrbandinên cûrbicûr li ser gelê Kurd kirine… Meremê wan hemya jî ji cihanê tunekirin, tirkkirina Kurd û Kurdistanê bûye, lê çawa mesela gel dibêje: „Rûyê Kurda ji rûyê wan qalimtir bûye“. Xwestine: Bi zorê, qir û bire, tirsandinê, kuþtinê nebûye Bi dizîva û eþkere, bi destê xwe û destê xelkê, bi destê Kurda bi xwe nebûye Bi hebs û zindanên xezebê, sirgûnkirinê, wêrankirin û þewitandina welêt, xirabkirin û þêlandina þêna û goristana nebûye Bi biratya bawaryê, cînartyê, pismamtyê, zewacê, þûþtina mejûyan nebûye Bi qerf û qara, bêhurmetkirinê, nimzkirin-biçûkdîtina gel, þer û þiltaxên derew, qedexekirina ziman û nasnemê nebûye Bi ruþetkirina rêvabir û serokan, rewakirina bi nav, ritim û nîþanan, nav Kurdan da çêkirina þerê birakujyê, dutîretyê, xiyanetê nebûye Heta bi komkujya, bi weþîtyê, xebitandina çekên qedexe nebye Nabye û nabe… Îro êdî dewleta Tirk bi tank, balafir, top û leþkerên xweyî bi mîlyona li ber rastîkê dilêþ sekinîne, ku ne ku tenê ew lê nebyê wan jî nikarin tunekirna gelê Kurd bivînin… Ji bo wê jî har bûne… Kurd gerekê ji harbûna wan netirsin, ji bêçaryê har bûne. Evdên harbûyî ji heywanê harbûyî ferq nabin, suturyê xwe kevira dixin. Dixwezin cihanê li ser serê evdên pêjber xweda wêran bikin. Lê xêncî þikênandina situryê xwe tu tiþtî nikarin qazanc bikin. Îro dewleta Tirk wî halî dane… Kes êdî vir û derewên wan bawar nake. Rastî, qencî-xiravya Kurd û Tirkan li ber çavan e. Çiqas jî berjewendyên dewletên hakim û Tirkyê hev bigrin, alîkarya tirkan jî bikin, tirka bawar nakin. Pilanên Tirkan tev li hev bûne. Teniþta wan da dewleta Kurda kare çêbe… Soz û qirar, axaftinênê hukumdarênTirk li hev nagrin… Kurda
xewa þevê jî wan birêzan heram kirye, teqisandye.
Xewna xwe da jî Kurda dibînin û vediciniqin… Li
ber dewleta Tirk rê hemû xitimîne… Cî
ji derew, fen, delk û dolabên wan ra nemaye… Gerekî
bi cûrekî pirsa Kurd safîkin, gavekî bavêjin… Ditirsin. Dixwezin
bi teherekî Kurda, kerkin, bixapînin… Kurda
bixapînin, lê cihanê wê çawa bixapînin? Gav
avîtin mecbûrye. Li
vê rewþê da ya dijwer (cîyê tirsê) helwesta rêvaberên hêzên Kurdên
Bakûr û þexsyetên wan e, tifaq û yekîtya wan û gele. Dîsa
dest bi hev þûcdarkirin, hev bêhurmetkirinê bûye. Mirîdên mejûþûþtî
rabûne meydanê… Vî
hale çêbûyîda gerekê tu hêz, tu serok, tu axa û older xwe xweyê
Kurdistanê û gelê Kurd nebînin, nefikirin ku
kirîn-frotina mafên gelê Kurd dest wan dan e. Þerme,
çiqas nav û bextê vî gelê feqîr ra lîstinê êdî bese… Îro
karin serkevîn. Tek
bi yekbûnê, tifaqê karin serkevin. Mifta
serketinê tifaq û yekbûne. Bi
tevayî karin vî nave têrorîstyê,
ku dewleta terrorist ser kurdan
ferz kirye bidine hildan, ku karibin tevayî, tifaq, yekdengî xwestekên
xweye heq daynin ber raya cihanê. Xwestin
jî ne yên hêzekî, serokekî bin lê yên temamya Kurdên Bakûr. Xwestin
ne xiyalî, utopî bin, rêyal bin û konkirêt Hêzên
Bakûr gotî mala xwe da, dewleta ku ew têda dijîn da, tevî wê dewletê
pirsgirêkên xwe safîkin. Ji
bo pirsgirêk ya wan û wê dewletêye. Xelkê sûcdar nekin û þerê xwe
nebin derê xelê… Gerekê
hev û der doran sûcdar nekin, nekevin þaþyan, berjewandyên girûpî, þexsî,
nakokyên di nav hêzan da daynin alîkî, yekbin bi dengekî, bi zimanekî
bi mêranî xwestinên gelê xwe, heqî û rastya xwe daynin ber cihanê… Dewleta
Tirk bixweze-nexweze wê wanra rune ber textê çareserkirnê. Çareserkirinê
jî gotî lava nekin, bixwezin. Tirrs
ewe, ku bêtifaqî kare her tiþtî xirabke… 29.
12. 2007
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org