Eskerê BOYÎK

ZIMANÊ XIYALÎ

 

 

Vê dewyê pir besa zimanekî Kurdî yê standart, yekgirtî, hinek jî  ewqas pêþda çûne îdî besa zimanekî dewletê dikin…
Helbet evan fikirne baþin.
Kê naxweze?
Kê nedixwest ku Kurdistan niha azad bûya, dewlet bûya: bi desthiletdarî, parlamênt û hukumata serê xwe, dem-dezgehên dadweryê, xweparastinê, zanistîyê, perwerdê, çandê, hunermendîyê, tunduristyê, werzîçyê, bi hêzên xweye cûrbicûr, bijartinên dêmokratîk, helaqetyên tevî dewletan, bi gilîkî weke her gelên xweyî dewlet. Zaravekî meyî  axaftinêyî sereke û elfebeke hebya. Kurda teva ji hev fem bikirana, hev hizkirana, ji bo meremekî bimeþyana…
Eva fikirne xwþin lê îro hê xiyalin.
Xiyal û rastî, sed heyf, hê jî ji gelê mera ji hev dûrin.
Rastya gelê Kurd cudaye…
 
Ev halê em têda gunê gel nîne. Bi dewrana dewleta Kurdaye yekgirtî tune bûye. Welat di nava dewleta, ol û mesebên cuda-cuda da preçekirî bûye, qewlên fêodalyê civaka kurd ne ku berbi yekîtyê lê berbi perçebûnê birin e. Ziman û perwerda olê, hîmlî bi Kurdî nî bûye. Perwerda xwendin-nivîsarê nava kurdan da nîvê sedsala dewî da dest pê bûye, (eva 70-80 salin) ew jî bi zimanê dagerkiran e.
Gelo em dikarin bêjin, hama van 50 salê dewyê da, ji mîlyona Kurdan (xêncî Baþûr) çend evdên Kurd perwerda xwendina xwe bi zimanê dê (kurdî) mekteba û zankoya da hildane?
 
Kurd bi çend zaravên usan diaxivin, ku ne ku tenê bi axaftinê lê bi giramêrî jî ji hev dûr ketine.  Ji bo kêranîna çend alfaba Kurd nikarin nivîsarê hev bixûnun.
Kurd usa bi sînor û hidûdan ji hev hatine qetandin, ku mecal tune meriv jîyana xwe da hema carekê here heremên welatê xwe bivîne, êdî ku maye zaravê hev fêrbe…
Halê Kurdayî îro jî li ber çevê hemyane… Hersê dewletên dagerkir da jî ziman û nasnema gelê Kurd qedexe ye, xelk di bin giranya zulm û zorê dane, bi xûna xwe û ewleda cûrekî ziman, zargotin û heyîtya xwe xweyî dike…
 
Rastî eve, de birêzno werên vî halî da Kurdara zimanekî yekgirtî, standart yanê zimanekî dewletê çêkin…
Bi texmîna min niha derheqa zimanekî standart yê yekgirtî yanê jî zimanekî dewletê da axaftin ne ku tenê nezanî ye lê dijî berjewandyên gelê Kurd e. Ew fikira çewt ne ku tenê gel berbi yekîtyê nabe, lê ewê tîþbûn û neyartyê xwe ra bîne.
Sê zaravayê kurdîye bingehîn hene: Kurmancî, Soranî û Dimlikî. (Hewce navînim vê gotarê da têrmînên kurmancya jorin, ya jêrîn û kirmancî bi kar bînim). Vê demê mafê tu evdê Kurd nîne ( ew kêbe jî) astengya pêþdaçûyîna wan ra derxe.
 
Bi dewrana kal-bavên me bi van zaravan nav û nasnema xwe xweyî kirine. Dîrokê da xêncî zimên, gelê me bawarkî tiþtekî netewî pey xwe nehîþtye…
Her yek ji wan zarava heyjelekî pîroz e, ku dora wan civak bi navê Kurd top dibe… Zanyarên me kurdan, eger difikirin gerekê berê ewlin bifikirin derheqa standartkirina wan zaravan baþqe-baþqe… Paþê, demê bi xwe (eger mecal gihîþtin) pirsa yekîtya zimên bîne meydanê.
 
Niha bi hersê zarava jî xwendin-nivîsar heye, edebyet tê weþandin, bi mîlyona evd bi wan diaxivin, dixûnin, dinivîsin distrên, due’a dikin.
Herd zaravayê din nizanim, çawa lê Kurmancî vê demê jî bawarkî nêzîkî rada standartbûnê bûye. Vira kêmasî zimanzanye. Zimanzanî li pey pêþdaçûyîna zimên dikule. Mecal tunene ku zimanzanî pêþdaçûyîn û yekrengbûna kurmancî ra gavde. Giramêreke yekgirtî, ku ji alyê civakê da hatibe qebûlkirin tune. Heta navên têrmînên giramerî yên yekreng jî tunene. Em gelekî di warê ferhengada kesîbin. Ferhengeke Kurmancî ya rastnivîsarê, peyv û koka wan ( yanê koka wê peyvê ji ku tê) ya frazalogyayê û gelekên din ku bibin himê rastnivîsarya tomerî tunene. Eger cîkî jî ferheng yan lêkolîneke zimanzanyêye hêja tê weþendin, ew jî bi menê cuda nagihîje meremê xwe.
Bi heqî gerekê bê gotin di nav rewþenbîrya meda zimanzanên bi þuret, ku çend zimanan bi giramêrî zaninê, karin karne hêja bikin hene lê mecalên wane xebatê tunene. Dezgehek tune ku wan zimanzanan bicivîne û wî karî ser dereca zanestyê, akadêmyê bimeþîne…
 
***

Vê axryê ji Kurdistana Baþûr di warê zimên û zarava da dengên usan tên, ku mêriv dikin nava fikara. Vê carê jî nijarperestya zaravayî li cem birêzên soran  serî hildaye. Berê jî kurmancê ji Baþûr wê derheqê da gazinê xwe dikirin, digotin me bawar nediki.Lê niha ew þovûnîzma „çewt“ li ber çavan e.
Demek pêþda gotin gerekê Baþûr da Soranî bikin zimanê perwerdêyî tomerî… Niha ji: hejmarek nivîskar, þaîr û akadêmîsyanên kurdên soran, daxweza rakirina lehceyên kurdî yên ji bilî soranî dikin, hewar-gazya wane soranî wek zimanê resmî yê xwendin û nivîsandinê li Kurdistana fêdêre ecele qebûlkin.
 
Ev helwesta sorana bi rastî jî tiþtekî ecêvmayînê ye. Çawa merivê Kurd kare vê dema dîrokî ya  seva welêt ewqas nazik da usa bifikire. Gelo ew nizanin vî halê esas da, ku gelê kurd dixweze ser gavek erdê xwe azayê destxe, heçar alya va di nava neyara da dorpêçkirî ye, eger tirsa Amêrîkayê nîbûya, niha weke gurê har wê hicûmê ser heremê bikirana. Dewsa tifaqa gel bi her cûreyî qewîkin, gelê kurd bi tomerî qewata xwe dijî wan bike yek, bi wê xwestinê ew dutîretyê dikine nava gelê Kurd.
Nizanin ku nîvê Kurdayî  pirê li heçar perçê Kurdistanê û ji welêt der kurmancî diaxivin,
Bi mîlyona Kurden bakûr dimlikî diaxivin. Soranî fêrbûna wan bi piraktîkî tiþtê nebûnê ye…
Hela nee’yane gelo li Baþûr jî soranîaxiv pirin, yan kurmancî.
Eger soranî bikin zimanê Kurdistana Baþûr yê dewletê, wê sûreke bilind dikþînin navbera kurdan tomerî û Baþûr.
Eyan e, ku dagerkirê Kurdistanê berê jî û îro jî ewqas ji top û tivingê Kurda natirsin çiqas ji kurmancî.
Gelo hevalê Soran tê dernaxin ku ji bo dijîtya kurmancî nîbûya rêya soranî jî heta îro  venedibû…
Eger Baþûr da kurmancî bê qedexekirin êdî çi firqî di nava sîyasya dagerkirên Kurdistanê û hevalên meye soran da.
 
Ez naxwezim vê gotarê bi girîngya hersê leca (zarava) û wê mîrasa kal-bava bi wan mera hîþtine girankim, ew li ber çevan e û her kes zane. Hersêk ji hebûna gelê Kurd in. Pêwîstya hersêka jî gelê mera girînge. Ji alyê þexsan va cudatî kirina nav wan, yek ji ser ya din ra girtin nezanîye, tênegihîþtin û bi rastî suc e li ber dîrokê.
Ya din jî, eger Soran ewqas girîngyê didine edebyet û kûltûra xwe, çima heta niha hewl nedane wê edebyetê bikine malê temamya gelê kurd, hema bi latînî biweþînin, ku em jî bikaribin berhemên wan bixûnin û destanînê wan ra firnax bin.
 
Navên hinek rewþenbîran, ku bin wê daxwezê da hene dilê min êþandin. Ew wek  þexsyetên Kurd, cem min xweyê cîkî tebyetîyî hizkirî bûn. Min texmîn nedikir ku ji bo hinek berjewandyên arzan, wê ji bilindaya netewetyê ewqas bêne xar û nimz bin.
 
Wê ew rewþenbîrên di çavên gelê meda bilind bûna, eger bi wê daxwezê ji parlamênt, serokatî û hukumata Kurdistanana fêdêre dewa elfebake tomerî û demezirandina çend merkezên zimanzanyê bikirana, ku him li welêt him jî Awropayê zimanzan dor wan bicivandina, zimazanra mecal çêkirana bo pêþdabirina zanestya zimanzanya Kurdî .
 
Xulese, birano, der-dorê xwe, dost û dijminê xwe, qewata pere xwe binhêrin… paþê ji refê xwe  bilindtir bifirin…
 
25.08. 2008
 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org