|
|
- 40
Çîrokên li ser Zimanê Kurdî!
-
-
-
-
- Evdile
Koçer, evdilekocer@yahoo.com
-
-
-
-
-
-
- Belê
40 çîrokên me nivîskarên kurd hene, her çil jî li ser zimanê
kurdî ne. Lê bi rastî em ne dîn in û me ji rehetiya canî aqilê
xwe jî nexweriye!
-
- Ji
ber ku heta zimanê kurdî di civaka me de wekî hespê kihêl serê xwe
hilnede tevna ‘çîrok’ên civaka me jî xwe ava nake.
-
- Dema
ku tevna civakekê jî xwe ava neke, meriv nikare ne behsa wêje û
siyasetê, ne jî behsa xewn û xeyalên wê bike. Jixwe tevna ken û
gerînên civakekê li ber van tiþtan gelekî lûks û biha ne û ne
hewce ye ku meriv behsa van tiþtan jî bike…
-
- Helbet
di welat û civakeke normal de kerê kor jî ji van kul û derdên ku em
her dem behs dikin fêm dikin û hewce nake ku meriv 40 çîrokên din
ji wan re vebêje.
-
- Lê
mixabin ev 40 çîrokên me ên li ser zimanê Kurdî li cem hin
siyasetmedarên Kurd bi biþkul û pîvazekê jî nake. Tewww di ser de
wekî dizê malê ew dev ji me bernadin û zimandirêjiyê dikin!
-
- Em jî
gelek caran mecbûr dimînin ku di dor aþê civatê re fetlên nû
bidin xwe û wekî ‘meymûnok’an dîsa ji wan re qala 40 çîrokên
xwe bikin.
-
- ***
-
- Jixwe
dagirkerên welatê me jî hemû çîrokên zilm û zordariya xwe li ser
helandin û tunekirina zimanê kurdî ava dikin; ew ji me baþtir
dizanin ku dema zimanê me hêdî hêdî heliya dê tevna 40 çîrokên
mayî jî hêdî hêdî bipeliþe û bikeve ser axa sar.
-
- Serê
we xweþ be, lê civakek jî dema ku ji 40 çîrokên xwe bû, serê xwe
bi vî awayî datîne ser axa sar ya dinyayê.
-
- Dema
ku zimanê me bikeve ber sekeratê –li Bakur niha wisa ye!- wekî di wê
çîroka meþhûr de heke ku em 40 ew 4 bin jî, ew ji me em ji wan
bikujin jî, dê dîsa em ê bimînin 4 û 4.
-
- Li þûna
ku em ê bi 40 plan û projeyên nû ve bixin hawar û qîrîn, mixabin
em ji vê sekerata zimanî re jî 40 ‘Balgovên germ û nerm’
digerin.
-
- Em 40
babegît bin jî, em sohbeteka kurdî dixin qurbana 4 tirkîaxêvên
sohbet-nedîtî!
-
- Em 40
nivîsên kurdî bin jî, em kovareke kurdî diherimînin û dixin
qurbana 4 tirkînûsên gotinbetal!
-
- Em 40
siyasetmedarên kurdîaxêv jî bin, em bi hev re ‘aqilmend’ekî
tirkîaxêv hildibijêrin û datînin ser serê xwe!
-
- Em 40
saziyên nû jî ava bikin, dê tê de birbir û zirzira 4 tirkîaxêvan
derkeve!
-
- Em 40
pirtûkên kurdî yên ji xuhdana çavên Borges jî bin, dikevin bin
lingê pirtûkeke tirkî ya vîkîvala!
-
- Em 40
çîrokên kurdî yên postmodern jî bihûnin, dê qehremanên wê sedîsed
tirkîaxêv bin!
-
- Û em
navê wê jî datînin, ‘wekhevî, biratî, tolerans, Her ziman
insanek e…!’.
-
- Tewwww
mala minê!!!
-
- Navê
min jî ‘Tolerans’ e, lê ne bi vê ecêb û malxirabiyê gidîîî!
-
-
|
|
|