ÇEND AFORÎZIM JI KONFERANSA EDEBIYATA KURDÎ!

 

Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com

Berî ku ez ji konferansa edebiyata kurd çend aforîzma bineqînim û deynim ser tenûra we, ez dixwazim gotinên xwe bibim ber peravê din û behsa çend ‘êþ’ên din bikim.

Edebiyat û çand hêj nebûye þûrek di destê civaka me ya bindest de. Bindestî, wekî çûnûhatin û dubarekirina jiyana me ya siyasî di destê me de bûye qederek. Divê em di newalên binkeftinê de li xwe werqilin û ji wir ber bi serbixwebûna rih, nasname û azadiyê ve bimeþin.

Ez bawer dikim ku me hê jî fêkiyên qelem û qaxizê bi delalî tahm nekiriye.

Pirs û gotin gelek caran pizotê agir in, heta ku bersivekê ji xwe re nebînîn diqiçqiçin ; lê dîsa jî mirov radihêje qirika van pizotan:

Gelo konferanseke edebî, rewþenbîran çiqasî diguherîne?

An rewþenbîr ast û rewþa konferansekê çiqasî dikarin diguherînin?

Helbet peyva “guherîn” peyveke giran û guherbar e û li gorî kultur û rewþa kes û civakan diguhere.

Lê heger ‘kultur û edeb’ di daw û pêsîra rewþenbîr û nivîskarên civakekê de 10-15 salan eynî bimîne û kirasê xwe neguherîne, ez bawer im konferanseke wekî ya li Amedê wê gelek hêz û teqleyan bide mekanîzma û fikirîna rewþenbîrên wê civakê…

Konferansa edebiyata kurd ya li Amedê jî jixwe di hewayeke welê de derbas bû. Mirov Belediyeya Amedê û kesên di piþt perdeyê de çiqas pîroz bike helbet hindik e, lê heke ew rabin bi dileke paqiþ ji me re bibêjin, ‘Ji xeynî spas û paspasan hûn dikarin çi bidin me nivîskarnooo!’, ez yeqîn dikim ku emê dîsa behsa ‘spas û paspas’an bikin.

Ji ber ku dubarekirin di dawa me nivîskaran de naguhere heta ku civaka

me biguhere. Ji ber ku em nikarin bibin ‘qiblename’ya civaka xwe. Em tenê radibin teoriyên heftserî bi kezî û guliyên civaka xwe ve grê didin. Paþê konferansek welê, dikare ji bo hinekan bibe ‘mît’jî.

Cigerxwîn, Celadet Bedirxan û Sartre û û û… tenê wekî gotinekî þêrîn û sihirane ye di devê me de; lê em fêm nakin ku çalakiya entellektuelî av û nanê civakekê ye…

Jixwe hemû mesele ji vir pê de dest pê dike: Heger ku tu nikaribî ava entellektuelî li civakê bigerînî, dê civak ava xwe li ser te ferz bike.

Ez dihizirim ku ev konferans û çalakiyên bi vî rengî, dê gotin û rihê nivîskarên Swêd û dîasporayê ji niþka ve rake ser piyan. A hingê dê ‘gotin’ bi kêrî pîvazekê bê  û li þûna kundirî û qelebalixiyê bigire. Jixwe nivîskarên ku di konferansê de haziriya xwe kiribûn û hiþê me av dan, vê yekê kifþ kirin.

Di vê konferansê de jî baþ hate fêmkirin ku encax kurd dikarin ‘çîrok’a xwe binivîsin û vebêjin; nexwe dê dîsa gotinên pismamên me yên çermsorî bêne bîra me: “Ew tên çîroka me dinivîsînin û diçin…”

Ez bawer im dayika aþtiyê Sakîne Arat jî ji ber vê yekê gazinc kir û bi kurtahî derdê goristanên me vegot: “Kesî kul û derdên Amed û Helebçeyê nexist edebiyatê, gelo çi derdê we heye nivîskarnoooooo!”

Lê tiþta ku baþ tê xuyakirin ev e: Siyaset û çîna rewþenbîrî, bêyî ku bikevin nav pirs û polemîkan êdî mil didin hev.

***

De vêca em gotinan zêde li vî peravî negirin û biçin peravê dilê xwe û lê binêrin ka nivîskarên me yî pir hêja û giranbuha çi þekirê quloqulo –pardonnn- aforîzma belav kirine:

“Ez ‘SERKEFTIN’a Evdile Koçer ji konferansê re dixwazim!” Ferîdun Çelîk (Serokbelediyeyê Amedê)

“Me du sê heb çêlek dizî bin jî em kurd ne eþqiyane!” Torî

“Bila zaravayê soranî bibe zimanê resmî yê Tirkiyeyê!” Samî Tan

“Ka Îsmaîl Beþîkçi li ku ye, gidîîînoooo!” Vedat Turkalî

“Konferansa bê, divê li zindana Amedê bê li dar xistin” Alaattîn Aktaþ

“Min helbestên te di malpera pîrika te de xwendine, gelo navê pîrika te çi bû?” Hêma Helbestzan

“Ew xuçkên me çima naþtexilin kakacan.” Mehdî Xoþnaw

“Aslýnda þeydirrrr, bu konferans önemlidir, ama biz bir þey anlamadýk, bu anlamda spas dikim!” (Xuçkek diþtexile)

“Ji ber pisîkên Wanê em tirþika pisîkan wernagerînin kurdî!” Firat Cewerî

“Ez çima ketim nav Antolojiya Çîrokan heyran. Sankî ew sebav dê min dovmîþþ bike; bi Xwedê kurd ji demokrasî û bariþê anlamîþ nakin annecîgîmmm...!” Suzan Samancî

“Me li Swêdê biryar girt ku dê navê meha ‘îlonê’ bibe ‘www.diljen.com’” Haydar Diljen

“Hûn fêrî alfabeya erebî nebin, hûnê ji Kurdîzmê jî fêm nekin!” Ferhad Þakelî

“Em dixwazin 365 rojan konferans berdewam bike!” Giyayên Hewþê

“Portreya min gelekî xweþik çêbûye!” Mûsa Anter

“Ez çiqas li bedena Amedê têm, ne wisa!” Nivîsa Kurdî

“Kurdên xas û esîl zaza ne!” Malmisanij

“Nivîskarên ku ji Swêd û binxetê hatine em teslîmî polîsên ber devê derî bikin, da ku ji halê me fêm bikin!”  Þefîk Beyaz

“Kesê/a ku Dihokê nedîtibe, encax bi þahidan dikare bibe nivîskar!” Hesen Silêvanî

“Nivîskarên ku bêhna folklora kurdî jê neyê nexin konferansê!” Þerefxan Cizîrî

“Dê û bavên ku ji zarokên xwe re çîrokên kurdî venebêjin, mehra wan betal e!” Yunis Behram

“Ez dixwazim bi zazakî û koçerkî biþtexilim!” Roþan Lezgîn

“Em birayê biçûk in, lê em dixwazin xwe mezin bikin!” Pîr Rustem

“Ziman ne muhîm e!” (Nivîskarê ku bi erebî dinivîse)

“Ez dixwazim konferansê bi darê zorê temaþe bikim!” (Kameraya polîsan)

“Ziman ne muhîm e!” (Nivîskarê ku bi tirkî dinivîse)

“Romana ewil a kurdî min nivîsandiye, lê min hêj çap nekiriye!” Haþim Ehmedzade