Aqilê serdestan barê bindestan: “Zimanê Kurdî têrê nake...!”
 
 
 
Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com
 
 
 
Gava ku aqilê serdest û bindestan di hin qonaxên dijwar de bigihîjin hev û bixwazin þirîkatiya hin kuþtinên nediyar bikin, ne mimkûn e ku êdî meriv bikaribe ava du sê gotinên bejî ji bo fikreke nû bimeyîne.
 
Serdest, bi her awayî –bi þerê xwe yê reþ û spî ve!- bêhn û hebûna zimanê kurdî qedexe kirin û kirin ku qurmê zimanê kurdî birize û bikeve ber taq û diwaran, dû re bi rûyê xwe yê reþ ve rabûn gotin: “Pirtûka we tune, romana we tune, matematîka we tune, tune tune... nexwe Zimanê Kurdî têra her tiþtî nake...!”
 
Bindestên reben û evdal jî, li þûna ku dê rahêjin per û baskên peyva Kurdî û ji xwe re bikin NEFESA HEBÛNA XWE, li þûna ku dê zengîniya zimanê Kurdî ji xwe re bikin þûr û mertal û ber bi azadiya rih û nasnameya xwe ve bimeþin, radibin gotinên serdestên xwe bi meqam û melodiya pepûkiya xwe ve dubare dikin: “Zimanê Kurdî têra her tiþtî nake...!”
 
Serdest, bi sîstem û medyaya xwe ya ku diþibe goristaneke veþartî, bi derew û dek û dolabên xwe yên ku di Akademiya xwe de pijandine û bi taktîk û stratejiyên xwe yên “POST” û sûreal ve bi þev û roj her tecawizî rihê zimanê Kurdî kirin, dû re jî rabûn bi manûpile û berovajîkirinên xwe ve bindestên xwe neheq kirin: “Zimanê Kurdî têra her tiþtî nake...!”
 
Bindest jî li þûna dê wekî adetên berê pozê wan biþewite û þev û rojên xwe ji bo serkeftina rihê zimanê xwe bixin yek, radibin çawa ku ji wê TECAWÎZA VANDALÎ zewq standibin xwe bi devkî davêjin erdê, bi fona zimanê serdestan dikin pistepist û piçekî xwe jî neheq dikin: “Zimanê Kurdî têra her tiþtî nake...!”
 
Serdest, di Ûniversîte û Akademiyên xwe de hemû beþên olojiyê ji folklor, mûzîk û xewnên Kurdan re kirin tirbeke fireh û li gorî hovîtiya xwe fatîhayekê jî li ser xwendin: “Zimanê Kurdî têra her tiþtî nake...!” 
 
Bindest jî çawa ku qîma xwe bi vê tirba fireh anîbin û çawa ku bixwazin li ber dilê serdestên xwe þêrîn bibin zîtikekê li cineta zimanê xwe didin û hêj li berî fatîhaya serdestên xwe dibêjin, “Amînnnnn...!”
 
Dema ku Koçerên wekî min jî bixwazin neynikekê bidin rûyê wan û pêlî dûvikê wan bikin, xwe dicircirînin û gazincan dikin: “Zimanê Kurdî têra her tiþtî nake...!”
 
Welhasil çîroka serdest û bindestan li ba me kurdan jî bi rengê xwe yî veþartî û nepenî ve her xwe dubare dike.  
 
Heta ku ev çîrok wisa xwe dubare bike, meriv jî nikare ava du sê gotinên bejî ji bo fikreke nû bimeyîne...
 
Aqilê serdestan li gelek deveran û pir caran dibe barê bindestan: “Zimanê Kurdî têra her tiþtî nake...!”
 
A baþ ew e ku meriv xwe dîsa bispêre fîlozofê mezin Roland Barthes: “Nexweþiyeke min heye, ez li her derê ziman dibînim...”

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org