|
|
Aþtiya
Bariþê
Evdile
Koçer
evdilekocer@yahoo.com
- Min
pir hez dikir ku ez îro zend û bendên xwe vemalim, ji înternet û
ansîklobediyan çend agahiyên nû derxim û ji we canik û camêrên hêja
re qala mane û girîngiya aþtîyê bikim. Lê ji bo xwedê hêviyeke
wisa ji min koçerê xwedê nekin.
-
- Bi
kêmanî lêkolîneke wisa hûn jî dikarin bikin heyran. An jî wekî
min hûn jî bimînin li benda kesekî wekî Can Dûndar(Romantîkê ku
hem li nalê demokratiyê dixist, hem jî bi bizmarê xwe ava Ergenekonê
þêlo dikir!) ka dê çi agahiyên nû bide me!!??..
-
- Ez
niha dikarim pêncsed nivîsan li ser faþîzm û berovajîkirinên
Dewleta Ergenekonê û hezar pirtûkan jî li ser derewên wan ên li
ser ‘Bariþ’a navxweyî û derve binivîsim, lê li min negirin ku
ez nikarim rêzikekê jî li ser maneya aþtiyê û dagirkeriya Hîtler
ya li Polonyayê binivîsim.
-
- Bi
taybetî vê derava roja aþtiyê, dilê min pir dibije ku ez careke din
Ecewîtê wêdetir-çûyî bînim bîra xwe bê ka li ser navê ‘Bariþ’ê
çawa Kibrisê dagir kir û çawa ji “K”ya Kurdistanê nefretê
dikir.
-
- Li
hêla din; ez pir mereq dikim gelo heke em aforîzmayên qatîlên xwe
ên li ser maneya ‘Bariþ’ê berhev bikin gelo dê çend ansîklobedî
bikin. Bila haya saziyên me jê hebe ku lêkolîn û xebateke wisa ji
bo folklora kurd jî pir mûhîm e!
-
- Her
wiha dema ku ez li ser aþtiyê difikirim, helbet ji bilî Ecewîtê þîrheram
tiþtên gelek kambaxtir jî hene…
-
- Mesela
hin kurd hene, ji haziran ne çêtir bin li ser aþtiyê rojê sê dan
24 saetan xuhdanê dirêjînin, lê tu dibêjî qey ew bixwe jî ji aþtiyê
bawer nakin, lê bi tenê ji ‘Bariþ’a Enqerê bawer dikin.
-
- Jixwe
herdem ‘bariþ’a dewletê li ba wan ji ‘aþtî’ya nav mala
kurdan qîmetir bûye. Loma dema keysa wan lê hatiye, bi bahaneyekê ve
benzînê rijandine ser aþtiya navxweyî ya kurdan û bi çend teoriyên
vala ve piþta xwe li ‘bariþ’a dewletê germ kirine.
-
- Jixwe
ev ji gotin û kirinên wan jî kifþ e ku ‘aþtî’ya kurdî cîdî
nagirin û þaþ dinivîsin: Eþtî, Aþîtî, Aþît…
-
- Lê
dema ku peyva ‘Bariþ’ê dinivîsin û telafuz dikin, tu dibêjî
qey li bendê ne ku ji Tûrk Dîl Kurumu(Saziya Zimanê Tirkî) xelatekê
werbigirin.
-
- Ev
sersarî û hiþê kolonyalîst mixabin rê nade ku em kurd jî di hewþa
xwe de ‘AÞTÎ’yê bigihînin, da ku em bikaribin rojekê heke ku
lazim be bidin ber bejna ‘BARIÞ’a wan!
-
- Heke
ku rojekê, bi vî awayî ‘AÞTÎ’ û ‘BARIÞ’ li ser maseyekê
bicivin, belkî tiþtek çêbe. Ew jî belkîîîî…
-
- Neyseeee
bimînin di nava aþtiyê de, lê berî her tiþtî li ‘mal’a xwe…
|
|
|