Asimîlasyona Erdogan û Xwe-asimîlekirina Kurdan!
 
 
 
  
 
Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com
 
 
 
 
 
Dema ku serokwezîr Erdogan li Almanyayê behsa asimîlekirina tirkan kir ez jî nizanim ji ber çi lê hiþê min çû ser wî zilamê ku dîk diziye: Rojekê zilamek li gund dîkekî didize, ji zikê xwe re noþîcan dike û dû re jî berê xwe dide qehwexaneya gund.
 
Di qehwexaneya gund de sohbeteke germ digere û haya ti kesî ji dîkê ku zilamê me diziye tune. Lê zilamê me di bin hiþê xwe de difikire ku haya her kesî ji dîkê ku wî diziye heye. Kî çi bêje zilamê me dibêje qey behsa dîk dikin û gumanê dibe ser diziya xwe.
 
Serê her kêliyê jî wiha dibêje: “We got dîk…!”
 
Her çiqas ku gundiyên me dibêjin, “Dîkê çi halê çi, ev xwedêjêstandiyo çi dibêje…” jî, lê zilamê me gumana wî zêdetir dibe û xwêhdan di stûyê wî re davêjê. Êdî sebr û tebata zilamê me nayê û bi ser gundiyan de diqîre: “Heyran, wileh bileh min dîk nediziye…”
 
Gundiyên me piþtî çendeke din meseleya dîk fêm dikin û hema di cih de bi stûyê zilamê me digirin.
 
Jixwe serokwezîr Erdogan jî dema ku li Almanyayê qala asimîlasyonê kir, medya û siyasetmedarên Almanan rabûn ser piyan û weke ku dizê dîkekî girtibin di cih de bi stûyê Erdogan girtin: “Dev ji asimîlekirina kurdan berde!”
 
Ez nizanim haya Erdogan ji psîkoanalîstê mezin Freud heye an na, lê dema ku qala asimîlekirina tirkan dike, bi qewlê Freud ji binhiþê xwe dixwaze ji me re behsa asimilekirina kurdan bike. Ji ber ku kerê kor jî dizane ku li Elmanyayê –dev ji tirkan berdin!- alman bixwe ditirsin ku ew ji destê tirkan bêne asimîlekirin.
 
Helbet ez di vir de behsa dirûtiya siyaseta Erdogan nakim, ji ber ku “rû”yekê wan ê veþartî tune: Hem li nalê û hem jî li bizmêr dixin!
 
Lê divê ez bi cegereke peretî gotinê bînim ser dirûtiya kurdên ku xwe bi nal û bizmarên malê asimîle dikin û hebûna xwe ji siyaseta Erdogan re dikin mêrg û çîmen. 
 
Masiyên xwînmij bi eþkere, di nav henekpêkirinên Almanan de kurdan asimîle dikin, lê ev kurdên me jî çawa ku behra kurdayetiyê ji van masiyên xwînmij re vekin di nav mala behra xwe de xwe bi destê xwe asimîle dikin û fatiheyeka Kemalîstan li ser serê me dixwînin!  
 
Masiyên kurdî-mij ên dewletê û masiyên kurdan ên xwe-mij mixabin bivênevê yarmetiya hev dikin û bi vî awayî di bin pireya kemalîstan de digihîjin hev.
 
Almanên ku tevna Freud nas kiribin helbet henekên xwe bi gotinên Erdogan kirin, lê em hê jî nikarin devê masiyên kurdan ên xwe-mij bigirin û bi dengeke bilind ji wan re bêjin: Xwe-asimîlekirin sûc e!
 
“Diz”ên ku îro têne sazî û qehwexaneyên kurdan êdî bi dengeke bilind behsa diziya dîk dikin, lê “gundî”yên kurdan xwe kerr û lal dikin…
 
Heke ji van “gundî”yan be, dê mirîþkên kurdan jî bi dizê malê re parve bikin û dê ji zikê xwe re bixin noþîcan.
 
Ez ditirsim heta hingê tiþtek ji siyaseta Erdogan re nemîne ku bin-zik bike.
 
Heyran dilê xwe nehêlin; bila serê mamoste Freud sax be!

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org