|
|
- Axxx,
ji destê te!!!
-
-
-
- Evdile
Koçer, evdilekocer@yahoo.com
-
-
-
-
-
-
-
- Axxx ji destê te,
gidiyooo!
-
- Tu bi xêra fikr û
xeyalên çirtovirto ketiyî kerxaneya dinyayê; lê tu nizanî pêlî
derencîkên ked û xuhdana xwe bikî û jê derkevî...
-
- Tu bi xêra soz û bextên
qewlborî di mal de mayî; lê tu nizanî li ser rojeva rih û bedena
xwe bimeþî û jê derkevî...
-
- Tu bi saya serê bîr
û boçûnên þewitî di bîra cîranfiroþan de mayî; lê tu nizanî
pira awir û nihêrînên xwe kifþ bikî û jê derkevî...
-
- Tu bi xêra etarên ku
fikrên kevin difroþin di tenûra îdeolojiyan de mayî; lê tu nizanî
xwe bi ava çilo û berûyên xwe biþoyî û jê derkevî...
-
- Tu bi xêra “çavê
li deriyan xwelî li seriyan!” di diryana global de mayî; lê tu
nizanî “ferhenga kefa destê xwe” baþ bixwînî û jê derkevî...
-
- Axxx ji destê te,
gidiyooo!
-
- Heta
ku tu xwe li ber siya hin kesên din þîn bikî...
-
- Heta
ku tu awir û nihêrînên xwe di nav pencereya çand û hunerê de nehûnî...
-
- Heta ku
tu evdalî û rebeniya xwe mîna ‘Dayîna Xwedê’ pêþkêþ bikî...
-
- Heta
ku tu ‘kirasê xwebûnê’ li xwe nekî...
-
- Heta
ku tu bejn û bala xwe li ber cudahî û rengîniyên xemîrok netewînî...
-
- Heta
ku tu li bin ‘Dara Amatoriyê’ runî û wekî xwelîserên xwelîser
bigirî...
-
- Heta
ku tu gulî û keziyên xwe ji bo gotineke nû kur nekî...
-
- Heta
ku tu wekî Vîctor Hugo nebêjî: “Lo helbestvano, ji min re qala
baranê neke; bibarîne!”
-
- Heta
ku tu di nav zivistana xwe ya þewitî û beravîtî de bimînî li
benda qîvarên biharê...
-
- Heta
ku tu ji xwarina ‘hesudî û çavnebarî’yê nekerixî...
-
- Heta
ku tu bi tenê bizanibî qapil û qaþilên silav û kulavan pêþkêþ
bikî...
-
- Heta
ku tu teoriyên hin canik û camêran wekî ayetên xwe vebêjî...
-
- Heta
ku tu kêla xwe di hin goristanan de ji bîr bikî...
-
- Heta
ku tu gotina “Giyayê hewþê tehl e...”, ji mêrgên mejiyê xwe
navêjî...
-
- Heta
ku tu wekî kêzika gûgerandî di nav sergoyê nezanînê de bigevizî...
-
- Heta
ku tu nikaribî di nav çemê zimanê xwe de soberberî bikî...
-
- Û
heta ku tu wekî bajarên qûnneþûþtî bibî ‘Paytexta Gilî û
Gazincan’, tuyê bi ser nekevî...
-
- Axxx
ji destê van binkeftinên te!
|
|
|