Azadiya Welat dê çawa bête firotin?!

 

  Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com

 

 
Ez dizanim ku dilê me hemûyan dixwaze ku Azadiya Welat li Kurdistan û Tirkiyeyê bi kêmanî wekî Hurriyeta tirkan her roj 500 hezar bête firotin da ku em jî li tax u kolanên xerîban serê xwe bilind bikin û simbêlên xwe yên boq wekî zavayên salê babidin...
 
Lê xuya ye ku “bi xweziyan meriv nagihîje keziyan!”.
 
Ji ber vê yekê jî çend heval û dost ji min hin formûlên nû xwestin da ku ev þoreþa me neþkê(Erê bi gotineke cîdî:ÞOREÞ!) û nebe qurbana hazir û korezanan...
 
Her çiqas ku min ji wan re got, “Heyran bi serê we kim, bi fikrokên min re heta niha ti Kurdistan ava nebûne û ti Turkî Cumhuriyet jî xira nebûne dev ji min berdin ez gorî...”, lê bi qirika min girtin û “Koçererooo mutevazitiyê neke, em ketine ber bextî te 50 milyon kurd li benda fikrên te yên nipûnû ne...” di guhê min de qêriyan...
 
Ya rebî bê lome!
 
Eh madem ku wisa ye, nexwe ez jî xulamê hazir û naziram e.
 
Ya rastî min dikaribû bi du sê gotinên qerase behsa “Tovê Ronesansa Civakê!” bikira û dû re jî hin fikrên fîlozof û milozefên civakên xerîb bireþanda ser, an jî wekî hin kesên ku “olojî” û taq û dîwarên civaka xwe nas nakin bigota, “Divê her kes bi banga dîk û meleyan ve biçe ber bayiyan û rojnameya xwe bikire...”, lê ez tirsiyam ku hin hevalên min bêjin, “Maþeleh Koçeroo, tu çi zûka modern bûyî gidîî...”
 
Ji ber vê yekê ez jî rabûm bi xêra ajansa xwe Koçerpressê li seranserê Kurdistan û dinyayê geriyam û min lêkolîn kir û gihîþtim hin encaman.
 
De ka kerem bikin ezbenî:
 
Di rojnameyeke rojane de sedîsed divê nivîsa hemû seroksaziyên li Amedê bi herfên mezin cî bigire û divê weneyên wan jî bi destê Aral Guler bête kiþandin û di nîvrûpelekê de bête weþandin.
 
Heke bi kurdî nizanibin jî zirar nake! (Jixwe hin nivîskar jî fikrên ku dûmana tirkî ji wan diçe diqulipînin ser bedena kurdî, ma qey kes ji wan re tiþtekê dibêje delala’m!)
 
Nîvtirkiya wan serokan wergerînin kurdiyeke wekî nanê diya min pehtî û bi xemleke xweþik ve deynin ser sofreya rûpelan. Dema ku wisa be, jixwe ne hewce ye ku belavkarên wekî min koçerê xwedê reben û evdal li kuçeyên xalî bigerin û qirika xwe biqetînin.
 
Erê bi serê wan kim ne hewce ye, ji ber ku ev serokên me bi vî awayî dê bi talîmat û fermanan ve û bi salix qoricî û cendermeyan ve dê bikevin pey rojnameyê. Min hesap kir ku bi vî awayî herî kêm dê 100 hezar rojname bi tenê li Amedê bête firotin. Li gor lekolîna Koçerpresê li Amedê nezikî 50 hezar serokên sazî û dezgehan dijîn.
 
Camêrên ku di piþtperdeyan de çêr û xeberên sûrreal ji partiyên kurdan dikin, divê bi wan re hevpeyvînên dirêj bête kirin û di rojnameyê de cî bigire, nexwe dê wekî jinebiyan li her derî pitepitê bikin û dê bikin ku þoreþa me di avê de biçe çem û çem...
 
Dema ku fikrên wan ên miqedes di rojnameyê de cî bigirin -ma hewce ye ku ez bibêjim!- jixwe dê bi qerwaþ û xulaman ve xeberê bigihînin heta þkeftên Kurdistanê jî û dê bikin ku xwediyên çapxaneyên Amed û Stenbolê bi xêra Azadiya Welat nanekî germ bixwin.
 
Hin arqadaþ, heval û hebîbên ku heta doh êvarê jî xepara peyva tirkî û erebî dikirin (yaw ez çima wisa dikevim nav teoriyan ji bo Xwedê!) divê dîwaneke taybet di rûpelên rojnameyê de ji wan re bête veqetandin û divê sedîsed heqê telîfê jî bidin wan.
 
Jixwe piþtî vê yekê, hemû kesên ku bûbûn dayika zimanên din dê di du rojan de ewlad û weledên xwe bavêjin hewþê û dê îlanan bidin her derî: “Duyduk duymadik demeyin bacilar, Azadiya Welat geldi!”. (Hin tiþt hene di zimanên din de xweþiktir in!)
 
Piþtî van îlanan îhtîmal heye ku Azadiya Welat ji niþka ve bicive û biryareke nû bigire ku bibe saetane. Yanî rojnameyeke ku serê saetê carekê dertê. Ez koçerê Xwedê jî dê hingê di guhê mamê xwe Ehmedê Xanî de bikim pistepist: Bazara kurdî êdî ne kesat e ezbenî..
 
Ma rojnameyeke bêyî memik û hêtên Parîs Hîlton û sing û berê Pinar û Gûlþenan dikare çend rojan ser piyan bimîne canekam!
 
Min ê bigota bila videoyên Alî Kirca jî li ser rojnameyê belav bikin, lê ez dizanim ku ev niha ne mûmkin û gengaz e, belkî hêvî ji Xwedê di pê(a)þeroje de!
 
Helbet nivîskarên ku li ser piþta nivîsa kurdî bûne BAR divê neyêne ji bîr kirin.
 
Nivîsên wan ên ku piþta gotinên wan kurmî ne her roj biweþînin, dû re jî li tîraja rojnameyê binêrin, hûnê hingê fêm bikin bê ka ez dixwazim çi bibêjim.
 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org