Bacan, Xiyar, Kartol, Kundir…

 

Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com

 

 

Ne hewce ye ku hûn serê xwe bihêþînin!
 
Du bacanên reþ, sê kartolên girover û kundireke sergolik -bêmane!- berdin nav beroþeke qûnmezin; hinekî xwê û piçekî jî xuhdana xwe tevlê bikin. Û heke hûn milê xwe neþeqînin, hinekî jî beroþê tev bidin heta ku bipije.
 
Heke we nivê din binzik nekiribe, ji kerema nefsa xwe ya mezin re xiyara nîvcomayî jî tûzik tûzik bikin û ligel beroþê deynin ser sofreyê.
 
Ahaaa ji we re ‘Xwarina Neteweyî’ ya me kurdan. Afiyet be babê min!
 
***
 
Du nûçeyên derengmayî yên li ser bacanên sor ên riziyayî, þîroveyeke qewlborî ya li ser kartolên petitî û sê qunciknivîs ên li ser kartol û xiyarên beredayî deynin -bêmane!- ser mîzanpajeka hazir û nazir.
 
Heke xewa we neþeqite, ji kerema navdariya xwe re piçekî ‘EDÎT’oriya wê jî bikin û bixin ber weþanê.
 
Ahaaa ji we re ‘Kovar, Rojname û Malperên Neteweyî’ yên me kurdan. Afiyet be ezbenî!
 
***
 
Çend xiyar, kartol û kundir ên kin û dirêj û pehn û sermezin deynin ser kursiyên nermik û germik. Heke we ji cîranan peyda kir, -Xwedê xêra we binivîse rebîîî!- maseyeke xaromaro jî deynin ber wan.
 
Mîkrofoneke xirabe û çend gotin û hevokên dubarekirî jî ji kerema dilovaniya xwe re jibîr nekin û -bêmane!- bi wan ve bizeliqînin.
 
Ahaaa ji we re ‘Medya û Bernameyên Neteweyî’ yên me kurdan. Afiyet be kekê min!
 
***
 
Hinek kartol, xiyar û kundirên virnî li ber hev rêz bikin. Bacaneke sor ya gulîzer jî deynin ber kêleka wan.
 
Du sê rûpelên vikîvala, qelemeke ko û kravatekê(ji bo hemûyan) jî bidin destê wan. Bi quretiyeke mezin ve, ji kerema hostatiya xwe re wêneyê wan jî bikiþînin û -bêmane!- bixin koxikeka kavil.
 
Ahaaa ji we re ‘Rêvebir, Partî û Saziyên Neteweyî’ yên me kurdan. Afiyet be dilê min!
 
***
 
Çend kartol, xiyar û kundirên riziyayî bigindirînin ser rûpelên vala . Ji kerema huneriya xwe re, van rûpelên vala li hev bipêçin û bi îþkan grê bidin.
 
Heke zehmet nebe, bacaneke sor jî weke serenav -bêmane!- deynin ser serê wê û biþînin çapxaneyê.
 
Ahaaa ji we re ‘Nivîs û Nivîskariya Neteweyî’ ya me kurdan. Afiyet be mîrê min!
 
 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org