Banga Yekîtiyê!?..

 

Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com

 

 

Na na netirsin, bi serê xwe û we kim ez ê ‘Banga Yekîtiyê’ li ti evdê Xwedê nekim. Her tiþtî ji min hêvî bikin, lê ji bo xatirê Xwedê bangeka ji bo yekîtiyê ji min hêvî nekin.
 
Mesele ji min re bibêjin, ‘Here, xwe di tehtê Kemalîzmê re bavêje! Here, bibe serokê Ergenekonê!’, belkî bibêjim ‘Ser çavan!’, lê daxwaza bangeke wisa ji min nekin.
 
Ji xwe va ye ji bilî min 40 mîlyon kurdên din serê her þeveqê banga yekîtiyê li hev dikin û mala xwedê ava ku dilê me giþan dixin yek Kurdistan.
 
Ez bixwe ew çend fêrî vê banga yekîtiyê bûm ku êdî bêyî vê mîratê sebra min nayê! Þeva ku ‘Melayketên Yekîtiyê’ nekevin xewnên min, xewa min diherime! Roja ku ez e-mailên bo ‘Banga Yekîtiyê’ wernegirim, ez înternetê protesto dikim, serê xwe li kompûterê dixim û çêrên koçerî ji Ray Tomlinson(Kesê ku e-mail îcat kiriye!) dikim.
 
Malper, rojname û kovarên ku ez dixwînim, heke çend bangên yekîtiyê tê de tunebin, ez texmîn dikim ku þaþîtiyek çêbûye û dibêjim qey xwedê neke bêyî ‘edîtor’ derdikevin.
 
Gelek caran, heke ez ji wî siyasetmedarê me yê naskirî banga yekîtiyê seh nekim elawekîl dikevim gumaneke mezin! Nexêr, ez dizanim ku ew bi bîdonê xwe yê benzînê ve ‘Yekîtiya Heyî’ jî diþewitîne û simbêlê xwe ba dide, lê hema dîsa jî ez fêr bûme ku çend gotinên li ser yekîtiyê jê seh bikim!
 
Bi salan e bi heyecaneke pir mezin ez çavê xwe li riya berhemeke nû ya stranbêj û nivîskarekî me yê qerase diqerimînim, lê mixabin xweziya min bi bangeke wan ya ji bo yekîtiya Kurd û Kurdistanê di qirika min de dimîne.
 
Lê þaþ fêm nekin, wekî her tiþtî ez li vê meselê jî bi çavekî pozîtiv mêze dikim û ji xwe re dibêjim qey ev ‘Banga Yekîtiyê’ berhemeke wan a herî nû û postmodern e!
 
Welhasil kelam ez serê we nehêþînim, êdî gelek caran hemû hest û hiþê min di derdora vê rastiya ‘Banga Yekîtiyê’ de dikelije û þîn dibe.
 
Mesele wê rojê, eyb e meriv behs bike lê hezkiriya min bi hêsir û zûrezûra xwe ve bi ser min de giriya û got ku, ‘Koçerê min, ev demek dirêj e tu destê min nagirî, êdî tu gotineke nîv-romantîk jî ji min re naxî qurban, ez ditirsim ku tu yê dev ji min berdî…’
 
Min jê re got, ‘Na delala min na, meseleya min bi ser yekîtiya Kurdistanê ve ye, yekîtiya dilê min bi ser bangên ji bo yekîtiya kurd  û Kurdistanê ve ye. Ev du roj e min banga yekîtiyê ji ti evdê xwedê seh nekiriye, ez ditirsim ku tiþtek hatibe li serê van 40 mîlyon kurdên me, ji ber vê dilê min ne rihet e. Lê heke tu serê her þeveqê banga yekîtiyê li min bikî, ez soz didim ku ne tenê bi destê te ez ê dil û kezeb û gurçika te jî bigirim lêêêê!...’
 
Xwedê miraza yara min bike, ji wê rojê ve derdê dilê min fêm kiriye, êdî roja ku moralê min ne wek Zozanê Herekolê be, êdî dema ku biþirîna min nebe qevdek gul û nekeve ser lamên wê, hema di cih de ‘Banga Yekîtiyê’ li min dike.
 
Bi qudreta Xwedê, bi xêra vê ‘BANG’ê hema ji niþka ve xwîneke Kurdistanî tê dikeve demarên min, ez destê wê digirim û ji ber xwe de dibêjim: Bijî Yekîtiya Kurd û Kurdistanê!

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org