Belê duzimanî, lê çawa?
 
 
 
Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com
 
 
 
Heke mirov ji aliyê teorîk ve li meseleya duzimanî an jî pirzimaniyê binêre helbet ji bo stewîna rihê însan, ji bo bihevrejîna civakên cîran gelek destkeftî û avantajên wê hene; ji bo tahmjêhilanîna çanda jiyanê gelek deriyên xweþik bi xwe re vedike; berê hiþê mirovotiyê dide ser bexçeyên çandî yên nû.
 
Ji aliyê pratîkê ve jî jixwe li gelek welatên Ewropayê jiyan bi du sê zimanan vedibe û diherike; hiþê hemû civakê li gorî elîfbaya pirzimaniyê tê reþandin; niha li ewropayê turîzma zimanfêrbûnê çiqas roj diçe bêtir balê vedikiþîne ser xwe.
 
Di hêla fermîyetê de jî paytexta Belçîkayê Brûksel bo vê yekê modeleke baþ e. Hemû nivîs û îþaretên fermî yên Brûkselê bi du zimanan in: Bi fransî û hollandî. Li taxeke Brûkselê mektebên fransî, li taxeke din jî mirov li rastî mektebên hollandî tê.
 
Mirov li tu deverî jî li rastî gotinên “biratî”, “demokrasî”, “wekhevî” an jî li rastî hin siloganên qûndiriyayî nayê.
 
Mirov xeyal dike ku rojekê kurd-stenbolistan jî bi awayeke fermî bibe wisa. Helbet çima na? Lê gelo dê çawa bibe?
 
Dema mirov îro li jiyana rojane ya bajarekî wekî Stenbolê dinêre, dilê mirov bi wan gotinên xweþik ên kurdî diþewite.
 
Sîstema civakê ya totalîter ya ku pala xwe dide hiþê dewleta ‘naskirî’, ligel kurdî hemû zimanên hûr û gir di nava çerxa xwe de dihelîne.
 
Mixabin pratîka duzimaniyê ya li li bakur û Tirkiyeyê rûyekî din nîþanî me dike: Têgeha “Duzimanî” gelek caran di devê derdorên xwedî desthilatdar de dibe slogoneka xwexapandinê û ziman an jî zaravayên din dadibelîne nava devê desthilatdariya xwe. Ev yek jixwe li ba hiþê dewleta tirk eþkere ye, lê mixabin gelek caran di pratîka desthilatdariya kurd de jî ev yek peyda dibe.
 
Aqilmendên dewleta tirk wê maneya xweþik a “duzimanî”yê bi xêra medya û saziyên din li gorî desthilatdariya xwe her manûpile û berevajî dikin û bi metodên spî ve pêlî serê zimanê kurdî dikin.
 
Ji bilî çend kesên dilperitî mixabin kurd jî têgeha duzimaniyê ji tiralî û kurdînezanîna xwe re dixin pîneyeke keskesor û ji emrê welatparêziya xwe re dixin balgovên hirî.
 
Tu dibêjî qey hin ji wan têgehên wekî “pirzimanî”yê li gorî xwelîseriya xwe þîrove dikin û dixwazin ji gurîtiya xwe re bixin dermaneke ji cinetê.
 
Lêbelê ji ber tiralî û gundîtiya xwe ji bîr dikin ku em di vê meselê de jî çil ew çar bûn; lê niha ji ber þerê manîpûlasyona duzimanî û xwexapandinê em man çar ew man çar.
 
***
 
Helbet civakek dikare heta hetayê jî bi du zimanan bi pir zimanan an jî bi zaravayên din re bijî; jixwe bi ya min divê civakek hiþ û hebûna xwe û hemû dezgehên perwerdê (malbat, civak, dibistan…) bi vî awayî ji nû ve organîze bike.
 
Lê divê nêrîn û ferqûmeliyeke pozîtivîst ji bo hin ziman û zaravayan hebe; da ku ev bêadeletiya di navbera zimanan de kêm be jî ji holê rabe. Em bêjin xwedê neke ku rojekê aqilê dewletê hate ser divê li bakur teþwîqên mezin ji bo kurdî bê kirin da ku hin tirk êdî nebêjin, “Ne diyo lan bu! –Ev çi dibê kuro!-“ û hez bikin xwe fêrî kurdî bikin.
 
An jî heke rojekî sazî û rêxistinên bakurî ji ‘doþeka mirinê’ zû hiþyar bibin, divê bikaribin qet nebe nav û hebûna xwe bi kurdî biqîrin da ku bikarin di neynikê de li bejna siyaseta xwe jî binêrin.
 
Lê ev psîkolojiya bindestiyê ez dibêjim qey li her der û deverî eynî ye: Kurd jî mixabin hezkirin û fêrbûna zimanekî din û parastin û jinûvevejandina zimanê xwe tevlihev dikin û bin guhê hev dixin.
 
Bi ya min kurdê ku nikaribe guleka çilmisî ya kurdî hez bike, dê nikaribe hewl bide ku ‘gul’eke sor ya tirkî jî hez bike.
 
Hezkirin û bihevrejîna pirzimanan li ser riknê xwebûn û xweavakirina kes û civakan dest pê dike.
 
Jixwe duzimaniya civakekê jî ji zimaneke xweavabûyî dest pê dike heta ku berê xwe bide avakirin û têkiliya zimanekî din; wekî têkiliya hevaltiya civakekî, an jî wekî têkiliya evînekî…
 
Nexwe dê hemû têkilî ne tendurist bin; helbet bihevrebûna duzimanî jî…
 
***
 
Zimanê kurdî ji sîstema zimanê tirkî bêtir mixabin nikare li ber hiþê hin ‘welatparêz’ û ‘xwendekar’ên kurd jî li ber xwe bide. Sersarî û tiraliya van ‘welatparêz’ û ‘xwendekaran’ên kurd dike ku kurdî yekser berê xwe bide goristana zimanên mirî.
 
Em nikarin wekî banga dîkan serê her kêliyê qirika xwe biqetînin û dewletên serdest rexne bikin; jixwe divê em dev ji vê rexneya erzan jî berdin. Divê li ser riknê ‘olojî’ya civakê têkoþîna navxweyî bê destpêkirin.
 
Dê bête bîra me ku kengî xwendekarên kurd mektebên xwe qedandin û berê xwe dan malê, hingê serê we sax be zimanê kurdî jî mir û bû qurbana þekala wan; ji ber ku wan xwendekaran zimanê xwe li mektebê bivê nevê mirandin; xwe berdan pêsîra zimanekî din û rihê xwe bi zimanekî din þêrîn kirin.
 
Lê divê xwendin û xwendakarî ji bo civaka me bibûya avantajeke mezin da ku hem ji tirkan/farisan/ereban bêhtir tirkî/erebî/farisî fêr bûna; hem jî bikaribûna bi xêra wan teoriyên gulgulî zimanê xwe jî bêtir bibiriqandana û bi pêþ xistana…
 
Em bêjin ku xwendekarekî/e kurd li filan zaningehê “Zimanê tirkî û wêjeya wê” dixwîne; heke dilê wî/ê piçekî jî li ser civaka xwe hebe, divê bikaribe ligel wan teoriyan du deqeyan jî bide zimanê xwe. Jixwe dema ku rih û hebûna du zimanan li gel wê zanîna xwe da ber hev, dê bêtir bikaribe bi ser jî bikeve.
 
Lê mixabin wekî gelek kesan xwendekarên kurd jî xwe davêjin ‘erd’ê û vê meseleyê jî dispêrin çend nivîskarên pepûk.
 
***
 
Kurd li bakur her çiqas ku awayek ji awayan tirkî fêr bibin û bi tirkî bipeyîvin jî, lê di nava rihê nifþên nû de fobiyeke mezin heye li hemberî zimanê tirkî. Dema mirov berê xwe dide deþta psîkolojiyê ev tirkî-fobîtî jî rastiyek e. Ji ber ku kurd bêyî îrada xwe, hema bêje bi darê zorê fêrî tirkî dibin.
 
Jixwe kengî ku li newala biratiya kurd û tirkan gureke boz mir û kurd bi dilê xwe fêrî tirkî bûn dê ev fobîtî jî berê xwe bide hezkirina zimanekî din.
 
Berî her tiþtî kurd ne mecbûr in ku li bakur bi zimanekî din bijîn, lê wekî siya panzeran bi vê yekê jî têne mecbûrkirin. Û helbet ne wezîfeyek e li ser milê kurdan ku zimanekî din bi pêþ ve bibin. Lê ev jî rast e ku entelijensiya kurd a ku xatirê xwe ji zû ve kurdî xwestiye bi taybetî di jiyana siyaset û edebiyatê de bi þêwaz û retorîka xwe ya cihê ve aveke nû berdaye ser rihê zimanê tirkî û vejandiye..
 
Mixabin tu nîþaneyeke xêrê li ser erd û beyarên çandî yên tirkiyê peyda nabe ku her du ziman bi hev re bijîn. Rêxistinên herî sîvîl ên tirkan jî di bin hiþê xwe de wekî CHP’ê difikirin û dibêjin, “Sûcê me ye ku em nikarin tirkî fêrî wan (!) bikin…”
 
Heke ev rêxistin piçekî jî ‘sîvîl’ bûna gereke ji þerma mezin rûyê xwe tenî bikirana û serê ewil bigotana, “Divê em xwe fêrî kurdî bikin…”.
 
Heke ew di zimanê xwe yê “biratî”yê de sedî yek jî jidil bûna, qet nebe divê ji me re bigotana, “rojbaþþþ!..” an jî “roj-þaþþþ!..”
 
***
 
Bi rastî ji rewþa zimanê kurdî ya li bakur re hin biryar û kirinên radîkal lazim in; nexwe em nikarin dîsa bi têorî û aqilfiroþiyê emrê zimanê xwe kurtir bikin.
 
Mesele divê hin kurdîhez di nava xwe de tîmên taybet ên gerîlayên zimanê kurdî ava bikin; em bêjin mesele rêveberên dezgeheke kurd dema ku þefeqê deriyê saziya xwe vekir divê bi çavê serê xwe bibînin ku tabeleya saziyê bi navê kurdî hatiye wergerandin.
 
Hunermendên ku di nava civakê kurd de xwe bi tirkî þîr û þekir dikin, divê li ser dîwarên civakê navên wan bêne nivîsandin: “Nanxurê Cilqetîn, îro li filan deverê bi tirkî kuxiya…”
 
Dema ku xwelîserekî sloganeke wekî, “Her zimanek însanek e” xist devê xwe, divê hema di cih de jê bê pirsîn ka gelo ew zimanê xwe dizane an na?
 
Zimanê fermî yên kadro û saziyên bakur sedîsed divê kurdî be; bi ya min heta ku kurdek jî li ser rûyê dinyayê ma divê ev mesele neyê vekirin. Nexwe dê fîlozof û fîlologên dinyayê henekên xwe bi me bikin û dê bêjin, “Aqilsivikên piþtkurmî!”
 
Ez dizanim heta demekê jî dê kurdî li bakur ‘pere’ neke, lê qet nebe divê bi hin rê û çalakiyên ji nû ve li ber dilê civakê þêrîn be.
 
Helbet barê herî mezin dikeve ser hikumeta Baþûr û belediyên Bakur. Parlamenter û belediyên bakur dikarin seferberiya zimanê kurdî bidin destpêkirin: “1001 çalakî bo kurdî…!”
 
Her kes behsa girîngiya wergerê dike, lê gelek camêr hene ez nas dikim wergerên wan di tûrik de dirizin û tu kes xwe nade ber çapa wan.
 
Mirov dikare bi xêra sînema û þanoyên (mesela þanoyên wekî Bavê Teyar…) zimansivik ve teqlekî bide kurdî…
 
Û helbet rola muzîkê jî ya li ser vejandin û zîndîgirtina zimanekî bila neyê jibîrkirin; “Kî ne em” a Þivan bînin bîra xwe…
 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org