Berhemên kurdî û pirtûkxaneya dinyayê!

 

 

Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com
 
 
 
 
 
 
Berhem, zaroka herî xwînþêrên ya nivîskar e ku ji ked û xwuhdana hiþî pêk tê; nexþeya ‘xwîn’a nivîskar e ku bi gotinan re diniqute ser rûpelên spî.
 
Dema berhemek bi kedeke mezin ve ji ‘aþ’ê nivîskar derket; hêdî hêdî wekî dildarekê li xwendevanê xwe digere.
 
Berhemeke ku bêhna afirîneriyê jê bê, ku bikaribe peyama dildariya xwe di nav pelên gotinan de radestî xwendevan bike, deriyê berhemên din yê kurdî jî ji xwendevan re vedike.
 
Lê berhemeke kurdî ya fis û rijî ku bêserûber bi ‘ka û qesel’ê hatibe dagirtin, berê xwendevanê kurdî yekser dide ser xwendinên tirkî/erebî/farisî û hwd.
 
Yanî ez bi rehetî dikarim bibêjim ku hin nivîskarên me bêhemdî xwe dibin ‘kujer’ên xwendevanan! Xwendevanek her çend salan carekê destê xwe li deriyê pirtûkxaneya kurdî dide, lê nivîskarek bi wê pirtûka xwe ya rijî ve dibêje ‘teqqq’ û dikuje.
 
Gelek nivîskar li þûna ku bi berhemên xwe ve dixwazin rih bidin wêjeya kurdî, bêhemdî xwe bi wan pirtûkên xwe yên þeht û kulek ve berê çend xwendevanên heyî jî didin ser riya zimanekî din.
 
Xwendevanekî/ê þareza heke ji xwendineke rijî ‘birîndar’ jî bibe, helbet dikare dû re guhê nivîskarî bigire û dersên afirîneriya nivîsê jî bide, lê em nikarin vê hêviyê ji hemû xwendevanên kurd bikin.
 
Berî her tiþtî berhemên kurdî ji xwendevanên kurd re nasnameyek e ku dixwaze neynika rihê xwe bide ber wan berheman. Dilê wî yê ku ji ber sedemên polîtîk li ber þkestîn û serkeftinekê ye, dikare di deriyê pirtûkekê re nasnameyeke xurt ji xwe re ava bike.
 
 Loma xwendevan jî gelek caran bi hestekî welatparêzî li deriyê nivîsa kurdî dixin. Lê meriv dikare van hestên welatparêziyê bi nivîs û berhemên çak ve bizeliqîne û rê li ber piþaftina civaka kurdî bigire.
 
Berhemeke kurdî ya qels û jihevketî dikare ji aliyekê ve xizmeta piþaftinê jî bike. Gelek kurdên ku îro bi tirkî dinivîsin an jî ji kurdî direvin, gelek caran van berhemên kurdî ên qels ji xwe re dikin bahane û naxwazin ku li kurdî vegerin.
           
Dema mirov sosyolojiya nivîsevaniya kurdan bide ber çavên xwe, divê bêtir kurdînûs berpirsyariya xwe bizanibe û li gorî vê yekê tev bigere.
 
Îro pirtûk û pirtûkxaneyên dinyayê ji bo hemû nivîskarên kurd wekî neynikekê ye ku divê her kes xwe û berhema xwe bide ber. Îro tecrûbeya hemû nivîskarên dinyayê bi xêra pirtûkxaneyan gazî kurdînûsan dike, da ku ji nifþê nû re bixine modeleke baþ.
 
Heke pîvan pirtûkxaneya dinyayê be, nexwe têne pênc þeþ nivîskarên kurd dikarin bi berhemên xwe yên çak ve nifþekê bidin dû wêje û zimanê kurdî; nexwe tenê pênc nivîskarên kurd dikarin xwîna xwe ya wêjeyî ji ciwanên ku îro asîmîle dibin re bikine nefeseke nû ya kurdî.
 
Heke pîvan ne ev be nexwe bivê nevê wê nifþa heyî jî berê xwe bide ser wêje û zimanên din. Hingê divê tu kes jî gilî û gazincan neke ezbenî!!!
           
Bi ya min divê nivîskarên kurd bi berhem û tevgerên xwe ve mîsyonertiya kurdî bikin; nexwe em nikarin ji nav vê meseleya asîmilasyonê derkevin.
 
Nivîskar, divê hem bi hewldan û refleksên nûjen ve xepara nivîsa kurdî bikin, hem bi afirînerî û berhemên baþ ve ji xwendevanan re bibin model û hem jî divê pala hiþê xwe bidin xwendinên dinyayê.
 
Heger li bakur bîst nivîskarên kurd di nav civakê de bi vî awayî mîsyonertiya kurdî bikin, dê nifþên nû li xwe vegerin, wê xwîna wan ya kurdî ji nû ve bikele.
 
 
 
 
 
   

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org