Birîna Kurdên Tirkînûs

 

Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com

 

 

Ev bîst sal e li ser pêlên wêjeya kurdî nîqaþa nasnameya nivîs û nivîsevaniyê her didome, lê xuyaye ku dê pêncî salên din jî her dom bike.
 
Ji ber ku; ev sedsala em tê de bi xêra þoreþên teknolojîk û bêsînoriya dinyayê rê dide ku hemû nasname û îdentîtetên gir û hûr bi her awayî hevûdu biwelidînin û derkevin ser rûyê hemû nîqaþan.
 
Lê nasnameya ziman û hebûna wê, di vê sedsalê de weke ‘dîn’eke modern qayîþê dikiþîne û gelek nasnameyên biçûçok di nav per û baskên xwe de dihewîne.
 
Netewek bi saya serê nasnameya xwe ya zimanî dikare bi nasnameyên xwe yên din jî yên wekî çand, wêje, mûzîk, dîn, siyaset, dîrok, ax… bi serbilindî bijî. 
 
Mane û hebûna nasnameyan gelek caran wekî pêt û agir e û li bedena xwe jî dikeve. Maneya nasnameyekê li gorî çax û dewra xwe û li gorî wezîfe û þeklê hebûna xwe diguhere.
 
Mesele berî 30-40 salan tirkînivîsiya Yaþar Kemal belkî ji bo hin kurdên bindest û feqîr dengekî mezin bû, lê îro kurdînivîsiya hin ji me kurdan ji bo Y.Kemal bixwe û ji bo civaka me tiþteke mezin û pîroz e.
 
Belkî piþtî 20-30 salên din kurdînivîsî ji bo civaka me bibe wekî nan û avê û ji bo vê yekê ti kes neyê pîrozkirin; dibe ku hingê bi tenê naveroka kurdî bikeve ser pêlên nîqaþan.
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê nasname jî bi xwediyê xwe re balix dibin; lê heta nasname xwe nas dikin bi qewlê Celadet Bedirxan ve emrê xwe xilas dikin.
 
Ji ber ku li ser kursî û maseyên Tirkiyeyê hemû têgeh, fikir û nasname li gorî awirên siyasetê her têne manûpilekirin.
 
Hiþê bindestiyê bi xêra van manûpilekirin û berovajîkirinan hatiye ketiye nava welatparêzên kurd jî.
 
Kurd dema ku bixwazin bi ‘siyasî’ an jî ‘edebî’ ji hev re bibêjin “HIÞ” rûpelên medyaya tirk ji wan re comerd e! Lê mesele girtina rojnameyeke rojane ya bi navê Azadiya Welat jî ji nûçeyên xwe re naxin sê gotin.
 
Çîroka wî peravî li ser tevneke bêbav hatiye rêstin. Em ê kengî di deriyê wî çîrokî re derbas bibin kifþ e zelal e û eþkere ye!
 
Jixwe tiþta herî absûrd ev e ku em giliyê xwe li ba MÊRÊN DIYA XWE dikin! Di siyasetê de nexweþiyên me yên wisa hebûn; lê xuye ye ku ev nexweþî tê dikeve nava hunera kurd jî.
 
Heke tirkek bixwaze giliyê xwe li ba min bike ez ê jê re bibêjim, “Hiþ beeee!” û dû re jî ezê wisa berdewam bikim, “Berxê min, heke tu bikaribî çîroka xwe bi zimanê xwe binivîsî dê xweþtir be…!”
 
Helbet meriv xepara kîjan zimanî bike, meriv fêkiyên wî zimanî ditamije. Ji kurdînivîsî û tirkînivîsiyê re teorî ne lazim in. Bi tenê em kodên serdestan û pê re jî zimanê wan deþîfre bikin bes e.
 
Heke ji nav me hin kes xwe þaþ bikin û bi zimanekî din binivîsin jî, heqê wan ew e ku serê pêþîn tevna çîroka serdestan bipeliþînin; ne ku bi têgehên qewlborî behsa nasnameya nivîsê bikin.
 
Em ê jî wekî her kesî êþên xwe, birînên xwe bi zimanê xwe binivîsin û tu minet di vir de tune. Bi vî ayawî nasnameya welatparêziyê ya “birincî” nakeve berîka tu kesî. Bazara welatparêziyeke sixte ya ku ji siyaseta rojane diherike, bila ti kes tevli nasnameya nivîsevaniyê neke.
 
Heke ez bim di þûna Îlhamî Sîdar de ez ê ji kurdînûsan re bi þêwaza serdestên wekî Dogu Perînçek û Denîz Baykal nebêjim, “kürtçeciler” û ez ê xwe li ber estetîka wêjeyê rezîl nekim; ezê herîkîna sosyolojiya zimanan wekî hin siyasetmedaran tevlihev nekim û wekî hin bindestên ku dû re fetlan didin xwe ezê pehînekî li zimanê xwe yê lalbûyî(?!) nedim; ez ê li ber pirtûkên Helîm Yusuf û hevalên din kurdiya xwe ya lalbûyî(?!) bi ser hev ve bidim.
 
Kî/ê xwe çawa hîs bike heqê wî/ê heye. Lê ji kerema xwe re kefenê nasnameya xwe ya peritî li rihê civaka me ya birîndar nekin.
 
Da ku ez li vir hin tiþtan dîsa dubare nekim, bi izna we ez ê çend gotinan ji nivîseka xwe ya borî dîsa deynim ber kerema we:
 
“…mirov xwe di nav çavikên çerxekê de di nav xelekên sosyolojiya dewrekê de dibîne û piþt re dibe Ehmed Arif, Yaþar Kemal an jî Selîm Berekat.
 
Tu kes nikare vê rastî-yolojiyê bi sloganên siyasî xira bike.
 
Lê heke derdê te kurdînûsî û Bedirxaniyên nû bin, heke kula te ew be ku teyrên feqeyên wêjeya kurdî li ser ezmanên vî welatî dîsa bifirin, riya vê jî eþkere ye ezbenî: Berê her tiþtî divê tu peyva kurdî di bexçeyê xwe de biçînî; paþê divê di guhê civakê de bi kurdî biqîrî, bikenî, bigîrî...
 
Piþtî sebebî, hezkirin, ked, sebir, xwepêþandan, reklam û filan û bêvanê, vêca tu yê hingê behsa kurdiyekê bikî...
 
Wêje û naveroka wê jixwe meseleyeke kûr e, guherbar e; lê ez vê mereq dikim: tirkînûsên ku xwe li ser Amed, Sêrt û Batmanê ferz dikin, ma qey nizanin ku rihê civaka me tiyê kîjan zimanî ye, ma qey ji min çêtir nizanin ku ZIMAN çemê rihê civakan in!
 
Ma qey nizanin ku berhemên wêjeyî ji paþila zimanekî germ dertên.
 
Lê ji ber ku ew li Edîrne û Antalyayê û li Enqere û Stenbolê ji xwe re girseyên hazir ên çepik û reqreqê peyda nakin; tên xwe li siyaseta me ya ku li xwe digere diqelibînin, li ser navê þiîra “Kardeþlik” heta binparzû siyaseta me bi kar tînin; paþê berê xwe didin kewara xwe, bi çîrok û metaforên kurdî ve ji þiîra tirkî re tevnên nûjentir diafirînin.
 
Li ser hebûna wêjeya kurd xwe bi nav dikin, lê hêlîna zimanekî din germtir dikin.
 
Di nav hêlîna wêjeya kurd de hêkên zimanekî din dikin û qibleya nifþên birîndar têk dibin.
 
De vêca were û tovê peyva kurdî li nav nifþên nû bireþîne!
 
De vêca were û wêjeya kurdî di bihurka van sloganên siyasî de bimeyîne û derbas bike!...“
 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org