Biryarên nû yên Dadgeha Destûrê!

 

Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com

   

 

Dadgeha Destûrê ya Tirkiyeyê di derbarê turbanê de biryareke wisa da ku erd û ezman pê hejiya; gerçî rengê biryarên wan çi bin jî ji me kurdan re ne xerîb e, lê bi vê yekê re derket holê ku Parlemento êdî bû ‘çeqçeqok’eke fermî ya kemalîstan.
 
Êdî kopalê biryar û qanûnçêkirinê jî bi awayeke meþrû bi tenê ket destê endamên Dadgeha Destûrê. Yanî serê we xweþ be êdî bi fermî Parlemento bû koxikê mala Þêx Mistefa Kemal efendî…
 
Ez bixwe jî wekî we mereq dikim ka dê biryarên nû yên vê dadgehê çi bin. Mesela heke ku ev dadgeh ji bo ku me kurdan bêtir kontrol bike biryareke nû bigire û bibêje, ‘Dê paytexta Tirkiyeyê êdî bibe Amed…’, bi serê xwe û we kim ez ê þaþ nebim, lê divê hûn jî þaþ nebin.
 
Hela ka em bi hev re lê binêrin dê çi biryar û xweliyên nû bibarin ser serê me:
 
- Amadekarên Mîtînga Zimanê Kurdî Qahir Bateyî û hevalên xwe dê bi biryara dadgehê ji saziya zimanê tirkî(tûrk dil kurumu) xelatên zimanî werbigirin. Dê endamên dadgehê þaþ fêm bikin ku qey mîtînga li Geverê ji bo zimanê tirkî hatiye li dar xistin. (Aqubeta vê mîtînga zimanê kurdî li serê bajarên din jî rebî… De Sêrt, de Amed, de Batman, de tu jî gidîîîî!!!)
 
- Ji ber ku bêhna kurdî jê tê dê paþnavê ‘Tûrk’ yê Ehmedê mala Sîno bête betalkirin. Paþnavê nû dê ji hêla Denîz Baykal ve bê hilbijartin.
 
- Kerkûk dê bi Tirkiyeyê ve bê grêdan. Bûka kurdan Gûlben Ergen jî dê bibe waliya Kerkûkê.
 
- Samî Tan dê êdî bi tenê nivîsên mîzahî binivîse. Dadgeh dê biryar bide ku heqê Samî tune ku nefesa gotinên xwe bi darê zorê di gotarên siyasî de biçikîne.
 
- Stranbêj û hunermendên ku bi tenê di bernameyên zindî de kûrtçe koniþmiþ dibin di hilbijartina ewil de dê bibin parlamenterê CHPê.
 
- Piþtî girtina DTPê (Xwedê neke gidî!!! Ji ber ku dê hinek kêmaqil fêm nekin ku ev nivîseke mîzahî ye, yanî þaka heval þaka?!) dê navê partiya nû bibe, ‘Partiya Demokrasiya Ku Jiyan Dike’.
 
- Qebra Atatûrk dê ji Enqerê bo Amedê bê neqilkirin. Di vê neqilkirinê de kesên ku zêde behsa ‘biratî’yê dikin dê wekî çemê Dîcleyê xuhdanê birijînin.
 
 - Kesên ku bi telefonê tevli bernameyên Roj TV’yê dibin û dengê televîzyona xwe kêm nakin dê bêne darizandin û ji hemwelatiya tirkiyeyê bêne avêtin.
 
- Gotinên wekî “kapatmîþ, açmîþ, girmîþ, çikmîþ, koniþmiþ, gorûþmîþ…” dê bi biryara dadgehê bi awayeke resmî bikevin ferhenga zimanê tirkî.
 
- Kesên ku di Googleyê de carekê li xerîteya Qendîlê nihêrtibe û du caran jî di Roj TV de tevli bernameya Dengê Gel bûbin dê bikaribin bibin þaredarên nû yên DTPê.
 
- Gerîlayê ku dîmenên Bezelê kiþandiye dê xelata zêrîn ya kamerayê werbigire.
 
- Ji bo ku di nivîsên xwe yên dawî de êdî behsa rehmetî Atatûrk nake, li ser xwesteka edîtorên Azadiya Welat dê ti biryarên nû ji bo xûçka min Aysel Tuglukê dernekevin.
 
 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org