Bîsîkleta Evdile Demîrbaþ û Mercedesên Kurdan
 
 
 
Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com
 
 
 
 
Dema min ew wêneyê Evdile Demîrbaþ yê ku bîsîkletê dajo di Azadiya Welat de dît hema yekser min ji xwe re got, “Aha bi xwedê her tiþt ev e: Kurdî jî Kurdistan jî hemû mesele jî ev e…”
 
Hema yekser Gandhî kete bîra min. Gandhî bi siyaseta xwe ya meþrû û sîvîl ve rûyê Ingilîstanê li Hîndîstana dagirker reþ kiribû û piþta wan dabû erdê.
 
Ez bawer im heke ev jiwezîfedûrxistina Evdile Demîrbaþ ya bo kurdî li Hîndîstanê bihata serê Gandhî, belkî Gandhî û hevalên xwe êdî tirkî jî nexistana devê xwe.
 
Ji ber ku Gandhî weke gelek tiþtan li dijî baca xwê ya ingîlîzan jî bi ser çiya û newalên Hîndîstanê re 400 kêlometre bi piyan meþiyabû; li ber behrekê bi awayeke sembolîk xwê çêkiribû!
 
Lê ev qiyameta hatî serê kurdî û hêja Evdile Demîrbaþ bi du sê daxuyaniyên klasîk ve ma û bû wekî vê çîroka hanê: “Em çil bûn ew çar; me ji wan kuþt ewan ji me, em man çar ew man çar!”
 
Ji ber ku ev demek e, bakuriyên me dev ji “aþ” berdane behsa “çeqçeqok”ê dikin.
 
Niha bakurê dilê me di nava ezmûneke mezin de ye û di nava du hêlekanan de diçe û tê.
 
Li milekî hin tirtireyên ku bi hezar dek û dolabên tirkmancî ve bêhna kursiyên Enqereyê dikin; li milê din jî Demîrbaþên ku bi hezar dek û dolabên dîplomatîk ve dixwazin ala kurdî deynin ser kursiyên Enqereyê.
 
Li aliyekî kurdên ku di nava ava germ de bi dîmenên Mercedes û Lîmozînan ve Kurdistaneka wekî Parîs û Stockholmê xeyal dikin; li aliyê din jî Demîrbaþên ku bi bîsîkleta xwe ve dixwazin hêdî hêdî xeyalên Kurdistaneke maqul bihûnin.
 
Li hêlekî þaredarên ku bi vîskî û þereba(noþ birê min!) xwe ve xwedêgiravî bi tirkî(?) qala zengînî û mengîniya kurdî dikin; li hêla din jî Demîrbaþên ku bi bîsîkleta xwe ve zengîniya kurdî îspat dikin û bi qirika xwe ya ziwa û peritî ve peyvên kurdî direþînin ser p(a)êþeroja zarokên Kurdistana me.
 
Li rexekî kumsorên ku bi banga melayî ve kurdî ji bo cineta xwe dixin “proje”; li rexa din jî Demîrbaþên ku di þeva cinetê de jî xewa wan diþeriqe û dixwazin ku mela jî bi kurdî bang bide û li her derî bazara kurdî vebe.
 
Li hêlekanekê aqilsivikên ku dixwazin Amedê bixin ‘Selanîka duyem’; li hêlekana din jî Demîrbaþên ku hewl didin destebirakiya Amed-Hewlêr, Kurmancî-Soranî her xurtir û kurdîtir bibe.
 
De hûn jî rahêjin hêlekana dilê xwe û heta ku qeweta we hebe dehf bidin.
 
Aha hemû mesele ev e: Kurdî jî Kurdistan jî…
 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org