Bûyerên sala 2006-an!
 
 Evdile Koçer
 
 
2006. Eva hat, li deriyê min dixe.
 
Ez jê re derî vedikim û dawetî hindûr dikim.
 
Piþtî ku em hal û wextê hev dipirsin, dibêje “Eva sala nû hat... de bibêje xwarzî tu çi ji xalê xwe dixwazî...?”
 
Ma ez ê çi bixwazim. Ez lê vedigerînim: “Xwedê ji te razî be Xalê 2006. Bi serê te ez tiþtekî ji cenabê te naxwazim, hema xêr û bereketa 2005an di sala nû de jî bidomiya bo me kurdan bes bû...!”
 
Hinekî xwe aciz dike: “Tu çawa tiþtekî ji min naxwazî xwarzî! Ma qey tu tiþtekî jî ji sala 2006an napirsî mereq nakî...?”
 
“Na xalo na ez mereq nakim, ji ber ku kêm zêde ez texmîn dikim, bê ka di sala 2006an de dê çi biqewime çi neqewime...”
 
“Ê nexwe bibêje em gohê xwe bidin te xwarzî...”
 
Ez dest pê dikim:
 
Stranbêjekî kurd dema ku klîba xwe bikiþîne dê ji ser makerê bikeve û mixabin dê nigê xwe biþkêne... Lê klîba wî bi vî awayî di hemû televîzyonên kurdan de dê rojê bîst danan bêtê weþandin. Meriv di klîbê de kêlî bi kêlî dê bibîne ku bê stranbêjê me çawa çima çilo ji ser makerê dikeve. Dê wisa bêtê hêvî kirin ku ev klîb ji aliyê temaþevanan ve wekî klîba salê bête bijartin.
 
Li bajarekî Elmanyayê dê di nava du saet û bîst deqe û sêzdeh saniyan de bi navê “Bi Xwedê me jî ji Baþûr hez dikir” komeleyeke kurdî bête avakirin. Komele bi vê lezûbeziya vekirina xwe ve dê bikeve nav Kitêba Guenisê! Serokê Komeleyê bi kinc û bergên pêþmergeyan ve dê derkeve himberî çapemeniyê û dê bibêje: “Ez îro pirr sevînçlî me...”
 
Belediya Amedê ji kesên kurdîaxêv dê 100 karker werbigire. Ji bo vê yekê bi hezaran kes dê serî li belediyê bidin. Lê di nav komekê de dê pevçûneke mezin derkeve. Dê bête fêmkirin ku sedema pevçûnê ev gotina Dirêjê Bejinkurt e: “Tiro berî rojekê jî bi tirkî qoniþmiþ dibûya lê niha...”
 
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li Qesra Çankaya ya li Enqereyê dema ku bi alaya Kurdistanê ve derkeve miqabilî medyaya tirkan, ji derve jî Dogu Perînçek dê bi gruba xwe ve belavokan belav bike û dê piþtgiriyê bide Barzanî: “Heqê her miletî heye ku qedera xwe bi xwe tayîn bike...”
 
Diz dê bikevin mala Kakþar Oremar. Hemû arþîv, dosya û xurcezînên Kakþar dê biçin çem û çemmm... Lê dizên ku dê bixwazin arþîvê bifroþin Ajansa Reutersê dê ji aliyê PARASTINa kurd ve bêtin tespîtkirin.
 
Ehmed Altan dê li ser jiyana kurdan romanekê binivîse. Qehremanê di romanê de dê bibe Cemîl Oguz. Cemîl di romanê de –heke bikaribe!- dê dil berde keçikekê û hemû bajarên Kurdistanê dê bigere. Cemîl dema ku bigihîje Botanê dê roman biqede...
 
Roj TV êdî li Þirnex û derdorên wê dê bê satalayt jî bête temaþekirin. Li ser vê yekê bûrokrasiya Enqereyê dê bin gohê hev bikeve. Dê bête tespît kirin ku ev weþan li Zaxoyê bi xêra sêlikên mezin tête temaþekirin. Piþtî ku hikumet nikaribe tiþtekî bike, serokwezîr Erdogan ji raya giþtî re dê wiha biaxive: “Roj TV jî meseleyeka welatê min e...!”
 
Ûlkuciyên faþîst ên Stenbolê dê di derbarê tizbiyê Mam Celal de doz vekin. Ûlkûcû dê ji Koçerpressê re wiha biaxivin: “Kêfa me jê re nayê, em tizbî dixin bahane...”
 
Ýbrahîm Tatlises ji bo Newrozê dê bête Amedê. Li ser pirsên rojnamegeran ên li ser nasnameya wî dê Tatlises wiha bibêje: “Diya min kurd, bavê min tirk lê ez futbolcî me...”  Piþtî vê yekê nêzîkî bîst malper û rojnameyên kurd dê wiha nûçeyên xwe hazir bikin: “Flaþ flaþ.. îbo berî saetekê got ez futbolcî me, yanî dixwaze bibêje ez kurd im lê...”
 
Evdile Koçer
Evdilekocer@yahoo.com

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org