Evdile
Koçer
Nîvîskar û entellektûel bi her awayî ji halê civaka xwe berpirsyar in. Pêþketin û paþketina civakekê di stûyê nivîskaran de ye. Dema meriv li rewþa civakên wekî ya me binêre helbet ev bar girantir dibe.
Heke
ji nav civaka me pirs û bersivên dubarekirî derkevin, divê em hingê
vegerin ser hiþê çîna rewþenbîrî...
Heke
civaka me bi korezanî, li dîwarên siyasetê ên dijminên xwe bilikume
biterqile û bi devkî bikeve, helbet divê meriv hingê çavê xwe li proje
û formûlezasyonên çîna rewþenbîrî bigerîne...
Ji
ber ku civakek bi awayeke diyalekt bivênevê di bin siya rewþenbîran re
dimeþe; li ber þewqa wan hêvî û daxwazên xwe bilind dike. Û li ber
gotinên wan ên biriqî, hiþê xwe nû û têr dike.
Nivîskar
û entellektûel jî bi tenê jixwe gotinên wan ên nû hene... Ji bo ku ev
gotin hinekî li civakê bigerin û xwe berdin ser çemê civatê, helbet
civîn panel konferans pir lazim in ku bêne çêkirin.
Navenda
Pen a Kurd jî ev çend sal in li gelek deveran civînên bi vî rengî çêdike.
Civîneke wisa jî di navbera 24-26ê vê mehê li Akademiya Klausenhof a li
bajarokê Hamminkelna Almanyayê pêk hat. Divê ez ji dil bibêjim ku di
nav ew qas bêderfetî û xirecirê de, ev civîn gavên pir hêja ne.
A
yekê; Hiþê entellektûelên kurd li hev dide naskirin, awirên kurdî ber
bi hev ve tîne û fikreke Kurdistanî dimeyîne...
A didoyan jî; bi xêra berhem û nîqaþên edebî û hunerî, tovên ronesans û hûmanîzmayê dadireþîne ser bexçeyê civaka me...
Çend Koçernot
ji civînê:
Sohbetek
dûvedirêj li ser entegrasyona kurdên Ewropayê hate kirin. Hate destnîþankirin
ku entegrasyon bi tenê bi kezîzeran re mimkûn û asan û pêkan e!
Zerdeþt
Haco di civînê de ava kurdî, fonem-saft, tabletên dema nehþemê û
CD’yên “Te jî xweþ got, tu jî rast dibêjî lêêêê..” belav
kir. Min xwest ku xwe bidim ber tava karîzmeya Zerdeþt, lê min fêm kir
ku hêj ji min re gelek nanên tenûrê divên...
Kakþar Oremar ji ber ku di hilbijartinên serokkomariya Îranê de bûbû namzet, nekarî tevlî civînê bibe. Me jî wêneyekî wî mezin kir, li quncikekê daliqand û jê re dua û ‘Viel Glück’ kirin. Amînnnn!
Kurmanciya
Munzur Çem wekî çemekî herikî û gihîþt Roj Tv’yê: “Çima nûçeyên
bi zazakî tunene heyran, ma em kurê jinbavê ne...”
Sponsorê
ken û tîqtîqan helbet hûn vêga texmîn dikin bê ka kî bû, lê ya girînê
Murevet Xanim bû: “Hin kes dibêjin ez baþ siyasetê dikim, hin kes xweþik
dikenin, lê ez jî pir spehî digirîm...” Ev gotin bi girînê wê ve
hatin vegotin û nivîsandin.
Piþtî
ku civîn qediya Yunus Behram berê xwe da Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê
û di derbarê Salihê Kevirbirî de doza telîfdayînê vekir. Yunus ji Koçerpresê
re axivî û wiha got: “Çend çîrok û destanên folklorîk ên ku Salih
weþandine, ên kalikê min in û heta niha qet nebe min kevirek jî
wernegirtiye...”
Ferît Xan di civînê de helbesteke nû li ser Mustafa Reþîd nivîsand, helbet wekî her tiþtî bi tenê ji min re got, helbet ez ê jî ji we re bibêjim, ma ez ê tirþiya Ferît Xan çêkim heyran.
“Min te dît li Hamburgê
Destî min da kêrek û du cînavkên netewandî hebûn
Kêrî min wekî diranî Elsayê, mîna kêrî Borges tûj bû
Min bi ser te de baz dida
Kêrî min dibiriqî û diçirûsî
Lê
‘leider’ te min nedidît...”
Dilbixwîn
Dara bi pirtûka xwe ya “Penaber” ve hêviyek nû da edebiyata kurdî...
Ajansa Koçerpress hêvî dike ku Dilbixwîn kurmanciya xwe ji nûçeyên
siyasî vekiþîne û bixe xizmeta nûçeyên çandî û edebî. Helbet bi
ken û tilîliyan ve. Raya giþtî li bendê ye ku nûçeya Avestakurd ya pêþîn
ev be: “Salihê Kevirbirî dema xwest ku bo xizmeta kurd û Kurdistanê û
bo pêþketina çand û folklora kurdî, wêneyekî xwe bide kiþandin sed
darên berûyan birîîîî...”
Fuad
Sîpan di civînê de destê xwe danî ser alaya Kurdistanê û sond xwar ku
dê êdî her roj maqaleyan nenivîse û dê êdî her du rojan carekê
binivîse.
Evdile Koçer
copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org