Çend biryarên nû ji Konferansa Pena Kurd!
 
 
 
 
Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com
 
 
 
 
Konferanseke nû ya Navenda Pena Kurd hefteya borî (1-3.06.2007) li bajarê Hamminkeln a Almanyayê pêk hat.
 
Di Konferansê de hin biryar hatin girtin û ji raya giþtî re hatin eþkerekirin. Lê ligel van, hin biryarên xef û veþartî (secret, geheim, gizli!) jî hatin girtin.
 
Ajansa Koçerpress bi riya sîxur, quricî û cendermeyên xwe gihîþt van biryarên xef. Ji bo ku xizmeteke min jî ji bo gelê kurd çêbe, ez li vir van biryarên xef eþkere dikim.
 
Fermo ezbenî:
 
Hemû darên hewþa konferansê bi helbestên Yildiz Çakarê ve þîn bûn. Wilo nabe babê min! Divê hemû darên Carbekira ku bi destê tirkmancan þewitiye jî bi vî awayî bête þînkirin û kurdîkirin. Ji bo vê yekê divê Yildiz bo van ‘dar’an jî nobetê bigire û ji wan re helbestên kurdî bixwîne! (Yildiz, keko, raneze!)
 
Strana Selwaya gulgulî pir hate ecibandin: “Koçero ronî, heyran navê min Selwa ye, kuro gede navê min Selwa ye.. li sing û berê min evdala xwedê ji te re qesr û sera ye…” Ev stran wekî strana Pena Kurd a fermî hate qebûlkirin.  Dê bi vî navî ji Selwayê re CD-yek bête derxistin. (Selwa, keko, resmên xwe hazir bike!)
 
Ji ber wê gotara xweþik û rindik Aysel Tugluk bi yek dengî wekî endama rûmetê ya Pena Kurd hate hilbijartin; heke bi dilê Stî Ayselê be dê Atatûrk jî wekî serokê rûmetê yê Pena Kurd bêtê pêþniyarkirin. Ji ber xwesteka endaman dê resmeke mezin yê “nemir” Atatûrk jî li hemberî mala Ayselê bête çêkirin; heke mûmkun be dê qebra “nemir” Atatûrk jî bo Amedê bête neqilkirin! (Aysel, keko, em konferansekê jî li ser “nemir”iya Atatûrk ji te dixwazin!)
 
Bi serokatiya Bêrîvan Doskî dê li rojhilatê welêt Partiya Jinên Kurdistanê bête avakirin. Dê Þemzîn Cîhanî jî bibe cîgir. Heta ku demokrasî hate Kurdistanê dê Kakþar Oremar û Lokman Polat firaxên vê partiyê biþûn! Heke ev partî bi ser ket, dê Kakþar bibe serokkomarê Rojhilatê Kurdistanê. Û Lokman jî dê simbêlên xwe ba bide û 3 cîld roman li ser firaxþûþtin û feminîzma jinên Kurdistanê binivîse. (Bêrîvan, keko, ev mesele kûr e!)
 
Ji ber henekên pûç û beredayî dê Evdile Koçer riha xwe berde û dê bibe Kemalîst. Heta ku henekên Atatûrk bi riha Koçer ve þîn nebin, dê neyête efûkirin!
 
Ji bo ku hemû nivîskarên kurd bibin endamên Pena Kurd, dê Zerdeþt Haco her yekî balafirekî ji wan re bikire. Ji bo ku endam bêne konferansan jî dê dilê xwe hê nizimtir bike û ji wan re bixe balafirxane! (Zerdeþt, keko, qewet be ji te re!)
 
Li ser arkeolojiya botîbûn û ne-botîbûniyê dê Zorab Aloian doktorayeke nû bike. Dê ev doktora pêþkêþî wan kesan bête kirin ên ku teriya xwe bi mîrata Botiyan ve dizeliqînin, lê nizanin ji me re behsa ‘aþ’ û ‘çeqçeqok’a kurdayetiyê bikin. (Zorab, keko, ma hewceye ku ez bêjim mast!)
 
Endamên ku klama “Derwêþê Evdî” ji ber bikin li ser xwesteka Mustafa Reþîd dê wekî kurdên esîl bêne bijartin û pereyê endamtiya wan jî neyê standin. (Mustafa, keko, kurd dema ku distrên dikenin an jî digirîn, meriv bêtir dikare li neynika kurdayetiyê binêre!)
 
***
 
Koçernotek:
 
Di dema bêhnvedana konferansê de keçikekê xwest ku bi me re bipeyîve.
 
Em pir kêfxweþ bûn.
 
Min got qey keçikeke Elman e.
 
Piþtî çend pirsên bi almanî ji me pirsî ka em tirkî dizanin an na? Me got “mixabin na!” Me hal û meseleya xwe jê re vegot û me gotê ku em kurdî dizanin.
 
Wa weylê! Keçê tu nabê ku keçika me jî kurd e ji Amedê ye û li gorî xwe kurdî jî dizane.
 
Em bi hev re bi kurdî peyîvîn. Çi qas xweþ e ne wisa ey xwendevanê/o!
 
Lê keçika me serê kurdiya di dilê xwe de ranedikir.
 
Di ber re jî wê çîroka meþhûr vedibêje: “Filankesa min di bêvan saziyê de kar dike!”
 
De vêca were û kêreke botanî li xwe nede porkurê! De vêca were û nebehice kezînekurê.
 
Axxx Bakurê min, çi bû ji te?
 
Piþtî vê meseleyê min ji Bêrîvan, Yildiz, Selwa, Mûrvet û hevalên din re derdê dilê xwe wisa vegot: “Ez dikarim 10 keçên elman di du sê salan de bixim kurd; lê ez nikarim keçeke kurd di deh salan de bixim kurd!”
 
Axxx Bakurê min, çi bû ji te?
 
 
 
 
 
 
 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org