Çend Dîmen Ji Roj TVyê

 

Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com

 

 

Bi Barzan û Selamo ve em di erebeyê de ne û berê me li Roj TV ye.
 
Hevsarê erebeyê di destê Selamo de ye, vinvina wî ye, lê dema ku gilî û gazinc zêde dibin bi leztir pêlî gaza erebeyê dike, saxî û selametiya me bi çend saetan ketiye destê Selamo.
 
Barzan bi wê tirkiya xwe ya þoreþgerî ve her du destê xwe hildide jor "Ayet el Kursî" dixwîne da ku komployeke azraîlê reben nekeve stûyê me.
 
Ez 10 saliya bernameya Barzan bi çend gotinên klasîk pîroz û þîroz dikim û girîngiya qerf û henekan vedibêjim. Paþê tînim bîra xwe bê çawa Botiyên me li ber "Hindik lê Rindik" zikopiþtoyî dibûn û diketin qolincên tîqetîqê.
 
Selamo pirtûka min "Mirin"ê dide destê xwe û dev ji dîreksiyona erebeyê berdide. Niyeta wî ew e ku "Hindik lê Rindik" berê me bide welatê Ezraîl. Lê ez rê nadimê û jê re dibêjim "Selamo, heke ez Roj TV nebînim û bimrim, diya min dê þîrê xwe li min helal neke... dibe ku min xayîn jî îlan bike!"
 
Welhasil bi analîzên kûr ve em digihîjin Roj TVyê.
 
Li kafeteryayê piþtî çay û qehwe û silav û kulavan êdî ez dixwazim ku piçekî li stûdyoyên Rojê bigerim. Lê hin heval difikiriyan ku ez berê hatime vira; ji xwe hin ji wan jî difikiriyan ku min berê li vir bername çêkirine.
 
Hevalek hindik mabû ku ji min re bigota, "Heval montaja bernameya te bîtmîþ bû!" lê min zûka xwe lê da naskirin û behsa koçertiya xwe kir.
 
Axir êvarkî bi xêra rêbertî û serokatiya Selamo min þîv jî xwar. Lê xwedê heye xwarinên Roj TV yê heta tu bêjî xweþ bûn. Vêca ez nizanim, dibe ku ji ber koçertî û xwarinnedîtiya min be jî... Jixwe nanpêj jî bi dilkeniya xwe ve tama xwarinên xwe jî nîþan dikir. Dest xweþ be hevalê hêja!!!
 
Belkî niha hin kes bifikirin ku ji ber xwarinên xweþ ez ê ti rexne li bernameyên televîzyonê negirim; lê ji ber ku bernameçêker jî rexne li xwe digirtin, ne hewceye ez tayê rexneyê bi derziya xwendevanî ve vekim; jixwe tê zanîn berî pênc þeþ salan min mû bi zimanê xwe ve nehiþtibûn û hin rexneyên sosyolojîk danîbûn ser rûpelên Pîne û Azadiya Welat. Yanî ne hewceye ez dîsa bibêjim "Masttttttttt!"  
 
Bi kurt û kurmancî min li wir bi xêra Evîn Ronî mast jî xwar, (Xwedê mirazê wê bike rebî, Xwedê Berçemeke xweþik bidiyê rebî...) lê ez hê jî li stûdyoyan negeriyam.
 
Min ji camêrekî re behsa qehremantiya botiyan kir û bi vî awayî jê xwest ku min piçekî li odeyên televîzyonê bigerîne.
 
Lê camêr piçekî dilê min xweþ kir û got ku, "Berxê min hinekî sebra xwedê bikiþîne, ji roja ku Roj TV ava bûye ez hatime vira û dixwazim ku li ode û stûdyoyan bigerim, lê xuya ye ku pir karê hevalan heye, tu jî wekî min bikeve dorê...!"
 
Ma tebata koçerên wekî min tê ezbenî. Ez nikarim wekî wî camêrî çend salan li kafeteryayê bisekinim û bikevim dorê.
 
Min xwest bi riya xerîteya googleyê li stûdyoyan bigerim, lê miþkê xayîn û elçaxxxx yê xerîteyê hat ber devê avahiya Roj TV sekinî, min kir û nekir ji derî derbas nebû.
 
Tam di wê hingavê de min hawara xwe gihand xalê Mehmûd (Onder). Min jê re got, “Xalo ez bibim þimika te ya televizyonê, ez bibim berguhkê te yê nûçeyan min li van deran bigerîne...”
Xalê Mehmûd bi wê nazikî û arîstokratiya xwe ve xwarziyê xwe neþkand û ket pêþiya min, her çiqas ku got, “Xwarzî, bi serê te ez jî li van deran baþ negeriyame...” jî,  lê min gotina wî di nivî de birî: Tiþtek nabe xalê Mehmûd, hema tu riya Ofîs û Deriyê Çiyê nîþanî min bike, ezê ji wir bikaribim biçim Batman û Sêrtê jî...
 
Welhasil kelam ez serê we nehêþînim, bi xêra Xalê Mehmûd ez li ode û stûdyoyan geriyam. Roja din jî bi tena serê xwe -ji ber ku Îkram xwe di tiwaletê de veþart!- ez li Radyoya Mezopotamya geriyam.
 
De vêca em werin ser çend koçer-notên min:
 
Çend dîmenên ji Kurdistanê bi wê huneriya xwe ya wênekiþandinê ve ketine ser dîwarên hêwanên televîzyonê. Kurd dikarin êþa xwe bi vî awayî jî vebêjin. Her bijî!!!
 
Gotina herî popûler “FIÞE” ye. Yanî ji tiþta pûç û beradayî re tê gotin. Bi xêra kurdên me yên rojhilatî ketiye devê gelek kesan. Min dîsa fêm kir ku zarava bi herikîna çemê jiyanê ve ber bi hev ve diçin; ne ku bi reçeteyên siyasî.
 
Gotina ku herî zêde tê lûçikandin gurandin û perçiqandin rebena xwedê “MAMOSTE” ye. Gerçî min ayeteke dirêj li ser vê peyva mamoste nivîsandibû, lê xuya ye ku wekî her tiþtê min ev jî pere nekir. Kurd çawa ku rî û simbêl û sazî û dezgehên xwe tevlihev dikin, her wisa bikaranîn û hiyarerþiya peyva “mamoste” jî bin guhê hev dixin. Helal be ji we re!
 
Ma çêj û tama saziyan bêyî civîn çêdibe ezbenî! Heke ez li rastî civînan nehatama dê bi min re gumanên mezin çêbûna Allah wekîl. Lê xwedê heye meriv ji civînên televîzyonê natirse.
 
Jîr Dilovan: Çiqas ku ez li rastî Jîr têm “giyayê hewþê” dikeve bîra min. Nefsa min li ber nefsbiçûkiya wî her dem kedî dibe û dikeve ber taq û dîwaran. Jîrîtiya insan ji tov û prêza wî pêk tê; ev her du jî dibin qibleya meriv. Ahaaa Jîr kesekî wisa ye.
 
Rêþad Sorgul: Di hin nivîsên xwe de her çiqas ku wekî gelek kesan “polîtîk” be jî, lê meriv dikare bê destnimêj jî li pey nimêj bike; ji ber ku ji malê ye, feqe ye, bêyî ku serê meriv bihêþîne henekên jidil û xweþik dike, yanî wekî min û te ye. Wekî wê kurmanciya xwe ya li ser ekranê ye!
 
Helîm Yusuf: Keça wî Lorînê gotin û rihê wî ji nû ve av daye. Ez dibêjim belkî diya Lorîn ya esasî Helîm be; Îþ û emelê van Amûdiyan belî nake. Ma tu nabînî bejna gir û tozên xwe çawa bilind kirin. Aqûbet li serê min ku Xwedê du Lorînan bike qismetê min jî. Amînnn.
 
Dar û Daristan: Teoriyeke qerase heye ku tê gotin daristan ji daran pêk tê; lê gelek caran dara evdal daristana xwe baþ nabîne, ji ber vê yekê jî qedr û qîmeta hebûna xwe nizane û filan û bêvan. Meseleya saziyan diþibe wan stranên ku di ber paletiyê de bi hev re tê strandin. Dema ku hezkirin, kultura bihevrexebatê, ked û afirînerî hebe; jixwe sazî jî hingê gul vedide. Çaxê ku ne wisa be hiþmendiya karmendiyê dest pê dike, hingê poz û çiqilê daran bi awayeke bêmane bilind dibe û dibe partiyeke cihê, welhasil dar bi daristana xwe ve hiþk dibe û serê me giþan xweþ dibe. 
 
Ehmed Huseynî: Di vê civaka me ya nebalixbûyî de rî û kumê wî ji dengbêjtiya wî ya helbestan meþhûrtir e! Lê tiþta ku Ehmed dike Ehmed ew e ku bejna helbesta xwe bi wê gundîtiya xwe ve bilind kiriye. Yanî wekî du sê hêmafiroþan pozê xwe bi gotinên xwe re bilind nake.
 
Eylem: Stranbêja me ya ku bi zazakî distrê. Welatparêza herî dawî; kurmanciya wê her sal pêþ dikeve û ji ya hin nivîskarên kurmanc derbas dibe. Dema ku diweste bêhna xwe li ber ferhenga Zana vedike. (Bilmem anlatabildim mi heval!)
 
Înyat Dîko: Heke Înyat li Parîsê bihata dinyayê niha karîkaturên wî di manþetên Charlie HEBDO de bûn. Lê ev der rojhilat e canekam, carinan serê zarokên xwe jî dixwe.
 
Seyîtxan: Hevalê Seyîtxan, heke ez bibim aboneyê Arcorê gelo ez yekser dibim welatparêz an na? Heke ez bi xêra arcorê bûm welatparêz, gelo ez dikarim di vê hilbijartinê de bibim mebûs?
 
Þemdîn: Wekî awaz û meqamên heyranok û payîzokan emrê xwe li Wuppertalê pîr dike. Êþa xerîbiyê niqutiye ser dengê wî. Axxxx, ev bêrîkirina Kurdistanê jî tunebûya niha me giþan xwe kuþtibû; wekî bêrîkirina yarê...
 
Mihemed Drewþ: Midûrê daîmî yê her du dinyayan. Di meseleyên siyasî û îdeolojîk de “Mehmed”e, lê di henek û genekan de “Mihemed”ê me ye. Her çiqas ku Zaza be jî, redaktorê kurmancên reþ e!
 
Mîrhem Yîgît: Di kitêbxaneya Radyoyê de qafokê ber çemê sirgûnê. Mamosteyê me yê gund. Xwediyê vegotina kûr. Dildarê kitêb û xwendinê.

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org