Çend dîmen ji sala 2008’an!
 
 
Evdile Koçer,evdilekocer@yahoo.com
 
 
 
 
 
Teyî pêþiyên me gotine, ‘Tiþta çû nede dû!’. Jixwe qet niyeta min jî tune ku ez bidim dû dûvikê sala 2007’an û bi analîzên qewlborî ve îmana we derxim.
 
Werin em bi hev re piþta xwe bidin felekê û berê xwe bidin sala 2008’an û lê binêrin bê ka dê çi biqewime!
 
Bi xêra alim, zana, feqe, þêx, mele, profesor, þivan û gavanên Navenda Lêkolînên Koçer-damusê, min di satil û neynikê de li rewþ û bextê sala 2008’an mêze kir û ji bo xatirê çavên we ez çend dîmen li vir pêþkêþ dikim. Fermo ezbenî:
 
1- 75 parlamenterên ‘kurd’ ên AKP’yî bi stratejiya ku belediyeyên Amedê qezenc bikin dê bibin aboneyên Azadiya Welat; di kulîsên meclîsê de dê rojnameya A.Welat bixin bin çengê xwe û dê bi fors û lotikan ve bikin pistepis, “Kurdên xas û resen em in bavê min…” Li ser vê yekê dê Gruba DTP’ê sê meh û sê þevan civînan bike û dê biryar derkeve ku li meclîsê kovara ‘Ozgur Halk’ belav bikin…
 
2- Ez ê serî li ‘Qanûna Poþmaniyê’ bidim û êdî bixwazim ku di Hurriyetê de li þûna Emîn Çolaþan ‘Koçer-poþman-name’yan binivîsim. Nivîsa min a ewil dê wisa dest pê bike, “Koçerên ku qelî dane þervanan, ne koçer in…”
 
3- Vîdeoya wî siyasetmedarê ku ji bo du kêlo pîvazan xulamtiya ‘Dewleta Veþartî’ dike, dê di Youtubeyê de bê weþandin. Dê di vîdeoyê de bê dîtin ku bê çawa ev siyasetmedar ‘Ayetên Tirkmancî’ difroþe AKP’ê û bi çi rengî ‘Ayetên Kemalîzmê’ dixe nav belavokên DTP’ê.
 
4- Nivîskarekî kurd ji bo ku nivîsên wî nayên xwendin dê du xwendevanên reben dîl bigire û bixwaze bi nivîsên xwe ve li Deriyê Çiyê xwe biþewtîne. Lê Osman Baydemîr dê bigihîje hawarê û dê bêje, “Ez xwendevanê te yê herî dilsoz im, min hemû gotinên te yên kurmancî ji çavê Reyhan Yalçindagê re kirin helbestên zazakî… Heke tu xwe biþewtînî ez ê jî ji bo vê eþqa xwe wî agirî berdim bedena xwe…” 
 
5- Kovareke kurdan ya nû dê bi berga xwe ya ‘Atatûrkê bi þal û þapik’ ve derkeve li himberî xwendevanan. Dê derkeve holê ku edîtora kovarê Stî Aysel Tugluk e… Her wiha dê ev kovar îdîa bike ku Atatûrk kurdiya akademîk(!) jî dizanibû û dixwest teoriyeke ‘Guneþ Dil’ bo kurdî jî çêke.
 
6- Çar esker dê ji GATAya Enqereyê ji hêla PKK’ê ve bêne revandin. Serokfermandar Buyûkanit dê piþtî sê hefteyan di daxwiyaniyekê de îdia bike ku ew 4 esker nûçegihanên ROJ TV ne û Danîmarka û Belçîka dixwazin welatê me perçe bikin.
 
7- Nigê rojnamegerekî kurd dê ji hêla çend gundiyên Þemzînanî ve bê þkênandin û ev yek dê bi kameraya telefona destan ve jî were kiþandin. Gundiyên reben dê di mehkema gel ya DTPê de wiha xwe biparêzin, “Piþtî ku bi tirkî pirs ji me kirin, me jî got qey polîsê sîvîl e û heta ku xwedê qewet da me got þepp û teppp û repppp lê xist… ma nexwe me yê sebra xwedê bikiþanda mîratêêê…”
 
8- Çend sazî û dezgehên kurd dê dîsa bi kampanya û daxuyaniyan ve bejna zimanê kurdî bigihijînin ber erþa Xwedê; lê dê guleke çilmisî jî pêþkêþî parlamenterê Wanê Ozdal Uçer nekin! Dê bête fêmkirin ku tercûmanên kurdî ji bo van saziyên kurd(!) jî lazim in! (Ey felek bo te dinalim, bo çi kurdî diçilmise!)
 
9- Rojnameyeke tirkan dê li ser rojnameyê bombe û xerîteya Baþûrê Kurdistanê belav bike. Gelek xwendevan hêj ku negihîþtineBaþûr dê xwe birîndar bikin û di xwe de birîn!
 
10- Li ser deriyê belediyeyeke kurdan dê gotineke wiha bê nivîsandin: “Çav ji çavan þerm dike, bertîl kevirî nerm dike, pesinandin hevaltiyê germ dike!” Lêbelê, ev gotina kurdî dê ji aliyê polîsên sîvîl ve li tirkî þaþ were wergerandin… (Yê dizane jixwe dizane, lê yê nizane baqê nîskan e!)
 
Not: Ev nivîs di Azadiya Welat de jî hatiye weþandin!
 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org