Çend pêþniyar bo TRT Kurdî!
 
 
 
 
Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com
 
 
 
 
 
Hûn jî dizanin ku berî çendekê min soz dabû we ku ez ê êdî rexneyeke biçûçok jî li tu kes û kusan negirim; helbet wekî qanûnên resen ên koçeran vêga TRT Kurdî jî yekser ket nava vê sozdayîna min.
 
Loma di destê koçerê we de bi tenê çend pêþniyarên feqîrok mane.
 
Bi destûra we be, va ye ez li vir ji bo TRT Kurdî hin pêþniyarên xwe pêþkêþ dikim:
 
Bila belgefîlmeke mezin li ser kurdên ‘Çavê li TRTiyan, xwelî li seriyan’ bikêþîne da ku serê me 40 mîlyon kurdî piçekî din jî rihet bibe yabooo!
 
Li ber ekranên TRT-Kurdî Serokwezîr Erdogan li ser çêkirina meqerneyan bila bernameyekê çêke. Bi kurdî meqerne çawa têne pêjtin bi rastî ez jî mereq dikim heyram.
 
Heke di ber re aciz bû û carcaran got, ‘Ya sev ya terk et!’ jî em ê xwe aciz nekin û bidin xatirê mezinahiya kurdan. (Gerçî çi hatibe serê me ji ber vê mezinahiyê ye, lê neyseeee…)
 
Heke bikaribe bila li ser ekranê þewitandina komirê jî nîþanî min bike, ji ber ku koçer gelek caran komirê tevlihev dikin.
 
Ji zû de ye min bêriya Ertûrk Yondem û Gûntaç Aktan kiriye, sedîsed niha we jî beriya bejn û bala wan kiriye. Nexwe bila TRT Kurdî wan her du camêran bîne ser ekranê, bi serê we dê xêreke mezin li me bike elahwekîl. Bi vî awayî belkî em dîsa vegeriyan wan rojên xwe yên ‘welatparêziyê’ û belkî hema me bê hemdî jî got, ‘Ya Xwedêêêê!’.
 
Ne min got, niyeta min îro ne rexne ye, lê bi rastî ez mereq dikim gelo dê ev camêr kurdîyeke çawa bipeyîvin.
 
Bila TRT Kurdî li ser kurdên ku dixwazin li TRTê di sê saniyan de legal meþhûr bibin bernameyeke psîkolojîk çêke û bila tê de behsa rihê bindestiya me bike.
 
Bi navê ‘Polîsê Qenc û yê Xirab’ bila rêzefîlmekî dirêj bikêþîne. Polîsê qenc bila derdora AKP û polîsê xirap jî bila tê de derdora Ergenekon bilîze. Hin kurdên feqîr jî bila xwe tê de biçirînin bila wekî dinyanedîtiyan bigirîn da ku bikaribin bibin polîseke xulam!
 
Abdullah Gûl heta hilbijatinên belediyan ji bo ku dilê hin kurdan xweþ bike, bila di bernameyekê de bibêje, ‘Diya min jî kurd e, lê bavê min futbolcî ye!” Piþtî hilbijartinê bila bibêje, ‘Diya min kurdeke keça tirk î misilman e!’
 
Kadroyên ku di televîzyonên kurdan de wekî memûran(karmend) bernameyên sifto û genî çêdikirin, bila TRT wan qet transfer neke, nexwe dê biçe çem û çemmm! (Bi vê hevokê ve neyarên min bûn 3 mîlyon!)
 
Piþtî hilbijartina belediyeyan bila TRT Kurdî ji ber meseleyeke teknîkî xwe bide girtin û bila li ser ekrana xwe jî wiha binivîse, ‘Heta hilbijartineke din ROJBAÞ KURDINOOO…’
 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org