Çalakiyên ji bo Zimanê Kurdî -2-

 

Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com

 

Hefteya borî wekî zimanzanekî ber mirinê min xwe þaþ kir û bi çend teoriyên qerase ve min behsa xwejinûveavakirina ziman û civakekê kiribû, lê wisa xuya dike ku dilê hin xwendevanan bi van teoriyên min honik nebûye.
 
Berfînê, di e-nameya xwe de bi nîvhenekî dibêje ku, ‘Xwevejandin û xwejinûveavakirina te di gewriya min de ma koçero…’
 
Loma, vê hefteyê min dev ji ‘teoriyên heftserî’ berda.
 
Ji bo ku ‘xwevejandin’ zûka pêk were, ha ji we re çend çalakiyên nû yên ji bo Zimanê Kurdî:
 
Divê Qahir Batayî her meh raporekê pêþkêþî raya giþtî bike ka gelo piþtî wê sozdayîna xwe ya meþhûr xuþka me ya delal Emîne Ayna her roj çend gotinên tirkî -pardonnn- kurdî fêr dibe… Heke ku bo fêrbûna kurdî pratîk lazim be, divê TZP-Kurdî li ber mala Emîne Ayna jî mîtîngekê li dar bixe.
 
Hasîp Kaplan heke ku wextê wî hebe, dê bi pirsiyarnameyekê ve bîne rojeva meclîsê ka gelo di Olimpiyata London ya 2012an de dê sportvanên kurdîaxêv bikaribin tevlê bibin an na?
 
Her wiha dê Sabahat Tuncel jî ji Tayîp Erdogan bipirse ka gelo heta niha çend nêremok, lezbiyen û homoseksûel ji ber kurdîaxaftina fesîh û nazik lêdan xwarine.
 
Ji ber ku kurd hez ji teoriyên komployî dikin, dê nivîskariya bi kurdî ji bo Yalçin Kûçûk û Dogu Perinçek were pêþniyarkirin. Bi nivîsandina komployên van (ne)camêran re helbet dê kurdî pêþ bikeve, qet mereq nekin!
 
Kovara W, dê bi dosyayeke balkêþ ve birîna civaka me der bike: “Welatparêzên tirkîaxêv û Qoriciyên kurdîaxêv”
 
DTP dê ji niþka ve hezar guran bimirîne û dê çend biryarên radîkal bo zimanê kurdî werbigire. Li gorî biryarekê, di hilbijartinên belediyan de bi tenê kesên kurdîaxêv dê bikaribin bibin berendamên serokbelediyeyan. Her wiha, kesên ku nikaribin xaçepirsa Azadiya Welat çêkin mixabin dê nikaribin bibin muxtar jî!
 
Kesên ku di axaftinên xwe de dibêjin “Jiyan dike”, dê Zana Farqînî û Samî Tan di derbarê wan de lêkolîneke dirêj bikin ka gelo têkiliya wan bi MÎT, MOSSAD, CIA Û GRI(îstixbarata Çînê) re heye an na? 
 
Ji bo ku êdî pozê hin kurdên tirkîhez biþewite, dê gotegotek balkêþ bê belavkirin ku generalên ergenekonê yên girtî fêrî kurdiya botanê dibin… (Heya ku ev gotegot li saziyên DTPê belav bibe, jixwe dê ev general jî bêne berdan!)
 
 
Koçernoteke Cîdî:
 
Li þûna DTP heke ku Partiya Zimanê Kurdî (PZK an jî TZP-Kurdî, ferq nake!) bikeve hilbijartinên belediyeyan, helbet dê kurd vê carê rekoreke mezin biþkênin. Ji ber ku hêz û îmana gotinên kurdî ji ya gelek kes û kusên textparêz zeximtir e!

 

 

 

  

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org