|
|
-
Çend
Koçernot ji Bakur
- Evdile
Koçer, evdilekocer@yahoo.com
-
-
-
-
-
-
- Di
vê gera xwe de min fêm kir ku bi rastî jî xwendevanên kurdî birçiyê
pirtûkên baþ û panel û konferansên têrtije ne. Hejmara wan
hindik be jî êdî xwendevanên kurdî nivîskarên ku bûna belayê
serê nivîsa kurdî xweþ nas dikin; navê wan jî yek bi yek dibêjin
bê çawa quncikên rojname, kovar û malperan dagir kirine.
-
- Jixwe
hin xwendevan jî ji gelek nivîskarên ku niha ‘navdar’ in bêtir
têgihiþtî û pêþketîtir in. Mesele êdî gelek ji wan li dij
derdikevin ku nivîskarên kurd-tirk li Bakur bi tirkî panelan bidin.
Rewþa xwendevanên wisa hêviyeke mezin dide ziman û wêjeya kurdî
jî ku pêþeroja wê ronîtir be.
-
- ***
-
- Rewþa
pêþeroja zimanê kurdî li Bakur piçekî þêlo ye. Ji aliyekî ve
bi xêra perwerdeya tirkî, rêzefîlm û jiyana sosyal ya tirkî dike
ku bakur bêtir ber bi tirkî ve biçe.
-
- Bi
taybetî keç û jin û ciwanên kurd bi tirkî radibin û rûdinin;
di nav wan de hejmara kesên polîtîzebûyî ên ‘welatparêz’
mixabin gelek zêde ye; jixwe ev jî dike ku ev tirkîbûn ji hêla
civakê ve weke tiþteke normal û maqul bê dîtin.
-
- Li
hêla din jî bi xêra hin saziyên kurdperwer ên wekî TZP, Kurdî-Der
û hin Belediye û Navendên Çandî zimanê kurdî hêdî hêdî bi
ser xwe ve tê û di civakê de ji xwe re cihekî statûyekî çêdike.
-
- Heke
ev sazî û dezgeh, çalakiyên ser ziman salûwext wekî seferberiyekê
bikin ez bawer im wê hingê zimanê kurdî bibe zimanê civak û
bazarê jî; hingê wê zimanê kurdî bikeve nava saziyên dewletê jî.
-
- Wekî
din tiþta min fêm kirî ev e, niha di nav saziyên kurdan de þerekî
mezin ên tirkîaxêv û kurdîaxêvan heye. Mesela li Sêrtê ez bûm
þahid ku êdî civak siyasetmedarên tirkîaxêv qet naxwaze ku bibîne
û vê yekê aþkere ji wan re jî dibêje.
-
- ***
-
- Sazî
û siyasetmedarên kurd her çiqas ku ji bo kurdî dilxwaz bin jî lê
sîstemeke xurt ji bo kurdî danaynin; loma gelek gotinên wan jî wekî
sloganekê dimîne.
-
- Tiþteke
din jî heye ku civaka bakur mixabin nexwende û ‘gundî’ ye; zêde
pê nizane ka ziman û çand ji bo civakekê tê çi maneyê. Mixabin
gelek ji wan jî belediye û saziyên qerase bi rê ve dibin.
-
- Ez
bawer dikim ku hêj siyasetmedarên kurd tê negihiþtine ka zimanê
kurdî ji bo bidestxistina serkeftinên siyasî jî tê çi maneyê;
gelek ji wan wisa fêm dikin ku zimanê kurdî meseleya du sê nivîskar
û dildarên kurd e.
-
- Dema
ku gotin bê ser zimanê kurdî hemû siyasetmedarên kurd piþtgiriyê
didinê, lê di pratîkê de jî her tiþt bi tirkî ye. Heta ku
siyaseta kurd li Bakur zimanê kurdî neke alaya siyaseta xwe wê
xweasîmilasyon jî her berdewam bike.
-
- ***
-
- Siyaseta
kurd dikare di hemû civîn û çalakiyên xwe yên li Bakur de zimanê
tirkî qedexe bike. Dikare kursên kurdî bide rêveberên xwe. Dikare
medya xwe ya kurdî xurtir bike. Dikare bingeha hemû siyaset û sazî
û dezgehên xwe bi kurdî deyne.
-
- Bi
kurtasî dikare wisa bike ku heta çend salan axaftina tirkî li Bakur
bibe þermeke mezin. Hingê wê hem ziman û çanda kurdî bi ser xwe
ve were û hem jî wê hingê deng û hêza siyaseta kurd xurtir bibe.
-
- ***
-
- Berî
her tiþtî ez dixwazim vê bibêjim, li Baþûr meriv bi kurdî radizê,
li Bakur bi tirkî hiþyar dibe û li Rojava jî bi kurdî xewnan dibîne;
helbet sedem û encamên li her perçeyê welêt li gorî xwe û li
gorî sosyolojiya xwe diguhere.
-
- Li
Rojavayê Kurdistanê her çiqas ku qurm û rihê zimanê kurdî xurt
be jî lê mixabin axaftina civakê hêdî hêdî ber bi erebî ve diçe.
Kurmanciya Zaxo û Duhokê di bin bandora zaravayê soranî ve diçe;
di vir de helbet rola medya û hêza rewþenbîrî ya soranî gelek e.
-
- Li
Bakur zimanê tirkî heta li gundan jî li þûna zimanê kurdî
digire; sûcê herî mezin yê xwendekar, rewþenbîr û
siyasetmedaran e ku di jiyana modern de bi tirkî bi kar tînin. Heke
ez niha bibêjim hinek nivîskarên kurd bixwe jî bi hev re bi tirkî
dipeyîvin, belkî kes bawer neke.
-
- ***
-
- Li
Bakur nivîskarên kurd êþa rewþenbîrtiya kurdî dikþînin; hê jî
fêm nakin ku divê hemû tiþtê rewþenbîrtiya civakekê bi zimanê
wê civakê be; jixwe tiþta normal jî ev e, ji vê re tu teorî û
reçete jî ne lazim in.
-
- Bi
baweriya min nexweþiyeke mezin di bin vê sedemê de veþartiye. Yek;
hin ji wan nivîskaran dixwazin ku rihê xwe yê vala bi awayeke din nîþan
bidin û bi ser zimanê tirkî re riya navdarî û meþhûrbûnê ji
berhemên xwe re digerin.
-
- Du;
ew bixwe jî wekî hin nivîskarên tirk di nava xwe de zimanê xwe biçûk
dibînin û hêj bawer nakin ku meriv dikare bi kurdî jî sohbeta
felsefeyekê bike û berhemeke baþ biafrîne.
-
- Sê;
siyaseta kurd tu qîmetekê nade axaftin û berhemên wan yên bi kurdî,
lewma êdî hemû fikir û têgehên xwe bi tirkî nîqaþ dikin;
jixwe gelek ji wan jî van fikrên xwe bi tirkî jî dinivîsin û di
medya tirkan de belav dikin.
-
- Çar;
di bin hiþê wan de her dem hespê tirkî ji yê kurdî bêtir dibeze
û bêtir xwe têr dike û hwd.
-
- ***
-
- Civaka
ku bi kurdî neherike, wê jê siyaseteke baþ jî dernekeve, wê jê
rewþenbîrên xurt jî dernekevin, wê jê wêjeyeke çak jî
dernekeve û wê jê pêþerojek û tu tiþt jî neyê hêvîkirin.
-
- ***
-
- Nîþe:
Ev çend çavdêrî û koçernotên jor di hevpeyvîna rêzdar Gabar
Çiyan de jî belav bûbûn…
-
-
-
-
-
-
-
-
|
|
|