Çima Emîne Ayna bi kurdî nepeyîvî?

 

 

Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com

 
 

  
Nebejin, “Hema”, nexwe bi serê we ez ê ji we dilê xwe bigirim haaaa. Heta niha min heqê Stî Emîneyê xwar; min gunehê wê xiste stûyê xwe. Lê ez vêga çêtir fêm dikim bê ka hermetê çima bi kurdî nepeyîvî. Wekî her tiþtî helbet sedema vê yekê jî heye ku Stî Emîne bi kurdî nepeyîvî.
 
Heke piçekî din sebra we hebe ez behsa van sedeman bikim. Lê ez dizanim ku her çiqas þêxê me yê neteweyî Þêx Zubêrê Kurdî û gelek mûrîdên wî yên wekî serokê Enstîtûya Kurdî yê Serxet û Binxetê Samî Tan ji van sedemên min fêm jî nekin, lê ez mecbûr im ku li vir aþkere bikim.
 
Heke hûn di ber re pitpitiyê nekin, nexwe werin gohê xwe bidin sedemên koçerê xwe:
 
-  Emîne Ayna helbet heta roja sozdayîna xwe yanî 15’ê Tebaxê fêrî zaravayê kurmancî bûbû; hermetê dixwest bi kurmancî bipeyîviya jî, lê niha dixwaze fêrî zaravayên Zazakî û Soranî jî bibe, da ku dû re Roþan Lezgîn û Ferhad Þakelî gazincan nekin û nebêjin, “Emîne, dixwaze bi tenê dilê kurmancan xweþ bike…”. Piþtî ku fêrî zazakî û soranî jî bû, helbet wê soza xwe pêk bîne û wê wekî Çemê Botanê bi kurdî bipeyîve. Jixwe qesta wê bi kurdî ne tenê kurmancî bû cigerlerîm. Ka zaravayên din? Ka kurdistanîbûna we? Ma nexwe wê yekîtiya zimanê kurdî çawa pêk were, arqadaþlar?
 
-  Stî Emîne helbet kurdî(kurmancî) fêr bûbû û dixwest bi kurdî bipeyîva jî, lê jibîr kiribû ku fonetîka kurdî fêr bibe. Loma niha li ber destê Zana Farqînî, fêrî fonetîka zimanê kurdî dibe. Emîne Ayna ditirsiya ku wekî hin kesan li þûna “Kurdistan” wekî fonetîka Kemal Atatûrk bigota, “Kûrdîstan”. Piþtî dersên Zana Farqînî, dixwaze ku wekî teyrên Feqîyê Teyran li ber civakê jî bi kurdî biçivçive. Hûn jî baþ dizanin ku dema meriv “Δya ‘tîr’ û ‘tir’ê tevlihev bike, dinya jî pê re xira dibe heyran…
 
- Xûçka Emîne ditirsiya ku wekî hin kesan daçekên kurdî tevlihev bikira û pêvajoyê serobin bikira, ma nexwe ji axaftina kurdî rihetir xwarina nan û pîvazan e ezbenî. Loma niha dixwaze li ber destê Rizoyê Xerzî fêrî daçekên kurdî bibe, da ku bi xêra daçekekê pêvajoya dawî tevlihev nebe.
 
- Emîne Ayna berî ku kurdî bipeyîve û soza xwe bi cih bîne, sedîsed dixwaze ku du sê pirtûkên kurdî binivîse. Her çiqas þaþ be jî lê birêz Ayna bi çavê serê xwe dibîne ku hin kes berî kurdî biaxivin, pirtûkên kurdî dinivîsin.
 
- Ji ber pêvajoya xesas û girîng, Emîne Ayna bi kurdî nepeyîvî. Ji ber ku, li gorî hin nivîskarên ku dixwazin bi ser zimanê tirkî de rihê xwe yê vala meþhûr bikin, dema ku meriv bi tirkî bipeyîve û ji Hurrîyetê re bibe manþet, hingê mimkûn e ku aþtî pêk were.
 
- Derdê Emîne Aynayê ne sozdayîna kurdî bû. Hêja Emîneyê, dixwest ku biceribîne ka dema siyasetmedareka kurd sozeke girîng bide û soza xwe bi cih neyne, gelo wê reaksiyona civak û medyaya kurdî li dijî vê yekê çawa be.
 
De vêca niha reaksiyana civak û medyaya kurdî binêrin, dû re hûn ê fêm bikin ka derdê koçerê we ji van nivîsan çi bû…
 
Helbet gelek sedemên din jî hene ku Stî Emîne bi kurdî nepeyîvî, lê va ye hûn jî dibînin ku cih nema, nexwe wê niha edîtor ji nivîsa min re sed mane û sedeman peyda bikin û vê nivîsê bikesixînin. Sedemên din jî hûn ji xwe re texmîn bikin heyran, ma ev jî karekî welatparêziyê ye ku her tiþtî ez bibêjim bavê mino…
 
Bi qewlê zimanzanê Fransî gotî, bi hêviya ku her kes zimanî bi hiþê xwe bi kar bîne, ne bi çîkê xwe…
 
 

 
 
 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org