|
|
Çîroka
Xewnþikestiyan
- Evdile
Koçer, evdilekocer@yahoo.com
-
-
-
-
-
-
-
- Ey
siwarê peyvê
-
- Min
bide ber tava gotinên xwe
-
- Da
ku bayê girînas ên gulþevên min wekî xewnên gulberojkên dilþahîk
bikaribe li ber siya lehengên bênav çîroka xewnþikestiyan bihûne.
-
- Da
ku payîzokên þeveqên min mîna wan dilperitiyên bêçare li ber dîwana
xemrevînan çok vedin.
-
- ***
-
- Ey
dildarê baranê
-
- Min
bide ber tava hezkirina xwe
-
- Da
ku maçên dilnas ên hezkiriyên min wekî wan mûrîdên jixweveçûyî
bidin pey þopa hev û xwe di nav konê evîna hev de herdem av bidin.
-
- Da
ku awirên gulçemoka dilbihar bêriya behra hezkirinê bike.
-
- ***
-
- Ey
çemê xweþmêran
-
- Min
bide ber tava xuþexuþa xwe
-
- Da
ku sîsaliya min di bîra xwezîsaliyan de neçe çem û çem.
-
- Da
ku kewara vî hiþî li beyarên korezanan nebe lem û lem
-
- ***
-
- Ey
stêrkên xuricî
-
- Min
bide ber tava gundên þewitî
-
- Da
ku bejna rihê min wekî stûxwariya kopalekî fêrî avjeniya kul û
kederê bibe.
-
- Da
ku bajarê tenetiya min nola bêhnfirahiya Newala Qesaban fêrî
destana serbilindiyê bibe.
-
- ***
-
- Ey
girîna bêmiraz
-
- Min
bide ber tava jarejara xwe
-
- Da
ku kena min ya virnî li ber sebra lorîna te bimeye.
-
- Da
ku tîqetîqa zarokatiya min dîsa serê xwe hilde.
-
- ***
-
- Ey
yara dilbijok
-
- Min
bide ber tava tilîliyên xwe
-
- Da
ku pirpiroka dilê min wekî wan dengbêjên dilþêrînok fêrî meþa
xwenasiyê bibe.
-
- Da
ku çiyayê ciwantiya min xwe ji nû ve þîn bike.
-
-
-
-
-
-
|
|
|