Çîroka pêlavên vî welatî û çîroka pêlava Hrant Dînk

 

 

Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com

 

 

Pêlavên ku xwe di nava çîrokên diya min de serê xwe didan der an qetiyayî an jî peritî bûn; lê niha tê bîra min ku kesên ku wan pêlavan li xwe dikirin bêyî ku ev tiþt bikeve bîra wan her dem bi serbilindî bi dileke pak ve ber bi xweziyên xwe ve dimeþiyan.

Ew qehremanê ku di pêlava xwe de ava kaniyê ji hevalê xwe re dibir, hê jî li ber çavê min e.

Pêlavên ku diketan nigê min jî an qetiyayî an jî teng bûn, ji ber ku ew ji min re nedihatin standin, ma ez ê çi derewan bikim, gelek caran ji piyê birakê min ê mezin derdiketin û diketan nigê min; dema ku min pêlaveke nû bi dileke tejîtirs ji bavê xwe dixwest jî gelek caran pere nedikir; bi giriyê xwe yê þewitî ve rûdiniþtim ser dûvê xwe.  

Dû re min ê fêm bikira ku ka feqîrî pêlavên çawa dixe malên belengazan.  

Ji bo ku min pêlaveke nû bixista nigê xwe yê ku her dem dicemidî, ez mecbûr bûm ku hêj di zarokatiya xwe de pêlavên hin camêran boyax bikira, heta ku ji min bihata min ê bibiriqanda û bi saya tifa xwe bixista wekî neynikekê.

Nexwe min ê nekaribûya tu carî pêlaveke xweþik ji xwe re bikiriya.

Bi boyaxkirina wan pêlavan ve ez ji nava çîrokên diya xwe yên xeyalî yekser peya bûm û weke ku meriv bikeve nava ava qeþayê ez ketim nava çîrokên rastî ên vê jiyanê.

Rojeke ji rojên Xwedê dema ku li mala me meseleyeka pêlavan vebû, pîrika min bi dengê xwe yê melûl û bi sebra xwe ya meleyketan ve behsa çîroka pêlavên xalê min kir: “Xalê te pêlavên nû di mala me de nehiþtin. Çiqas ku diçe nava rezan, pêlava xwe ya nû bi ya HEVALan diguherîne û bi pelaveke qetiyayî ve vedigere malê...”

Lê xwedê heye ku dema pîrika min van gotinan vedigot çawa ku bibêje “Qedrê pêlavên xwe yên qetiyayî bizanibin...” bi dilekî xweþ ve li çavê min dinêriya. 

Erê rast bû, yê dizane jixwe dizane lê yê nizane baqê nîskan e: Li çiyayên Botanê carinan pêlaveke MEKAPê pehînek li Ezraîl jî dida û rihekî ji mirinê xilas dikir.

Ji wê rojê û pê de pêlav bi reng û sembolên ecêb ve di nava gotinên min de ji xwe re cih vekirin.

Paþê min li gelek welat û bajaran pir mirov nas kirin ku bêyî gohê xwe bidin pêlavên xwe bi ked û xwuhdana xwe ve rêka însanetiyê xwestin paqiþ bikin.

We jî belkî dîtiye ku Gandhî bi pêlavên xwe yên peritî ve çawa berê bindestiyê guherand û çawa rûyê serdestan di ezmûn û berxwedaneke mezin de reþ kir.

Dû re min fêm kir ku pêlav êdî ne tenê pêlav in!

Min bi çavê serê xwe koleksiyona pêlavên wan kesan dît ku bê çawa peyvên “Kurdistan, demokrasî, azadî, wekhevî..” di çala devê xwe de her mezin kirin, lê bêyî pêlavên zêrîn gavekê jî navêtin. 

Min çavê serê xwe dît ku bê çawa piyên EGÎTên xweveþartî yên tazî ji welatê me re deriyê azadiyê vekirin.

Û min vê jî dît ku bê çawa gotinên “Bindest, muxalîf, þer û aþtî...” di devê hin “egît”an de wekî bêhna pêlavan genî dibû û dibû dereweke mezin.

Ez jî wekî gelek kesan bi çîroka pêlavên vî welatî ve mezin bûm.

Dema ku barbarên rênas serkêþên kurdan li Mahabad û Amedê bi dar ve dikirin, weke ku pelçimên payîzê ji dara xwe biweþin, serê pêþîn pêlavên wan ji bedena wan diweþan û di nava gotineke min de bi cih dibûn.

Çaxê ku hemû newal û bîrên welatê min ji birakê min re dibûn goristan, gotinên çîrokeka min digihîþt tenêtiya pêlavên mayî: “...Yek ji wan zilaman, pê destebivirekî kete ser, lê dîsa jî mêrik tu deng nekir. Min ji xwe re digot, qey rih jê çûbû... Hema yekî ji niþka ve dehfek lê da û wî mêrikî serberjêrkî berda nav bîrê. Dengekî nizim ji bîrê hat. Paþê dengekî nizimtir... Û hew... Yekî kin î ji wan çû cotek pêlavên wî jî ji texsiyê derxistin û avêtin bîrê...” (1)

Lê çîroka pêlava qulqulî ya Hrant Dînk hemû çîrokên pêlavên din ên ku xwe bi þibakên hiþê min ve zeliqandibûn yekser dabeland nava xwe.

Ez nizanim ji ber çi, lê ez dibêjim qey ew 100 hezar însanên ku li pey cenazeya Hrant Dînk meþiyan li pey sembola çîroka pêlavên wisa meþiyan! 

Min bi xwe li Stenbolê jî dîtibû ku bê çawa hin insan dev ji pêlava xwe ya “çep, rast, ermenî, kurd, muxalîf...” berdidan û çawa nigê xwe dikirin pêlava dewleta heyî û ya veþartî.

Lê her kesî vê jî dît ku bê çawa kesekî wekî Hrant Dînk bi wê pêlava xwe ya qetiyayî ve bi wê þêwaza xwe ya entelektûelî ve bi wê mûtewazitiya xwe ve rihê 1.500.000 (yek mîlyon, pêncsed hezar!) ermenî ji nû ve vejand û xwest çîroka pêlava wan hêdî hêdî bixe nava civaka faþîst a tirkiyê! 

Helbet ti tiþt ne rihet e ezbenî, wergirtin û lixwekirina pêlavekê jî. 

Îro sê çar mîlyon kurd hene li Stenbolê. Li mizgeft û kargehan û li sûk û kolanan her roj pêlava xwe datînin ber a cîranekî/e xwe yê/a tirk.

Lê pêlavên li ber hev çîroka xwe ya rastî ji hev re nabêjin.

Bifikirin ku kurdekî ji cîranekî xwe re got, “Ev pêlava min ji ber þewitandina gundê min filitiye...!”

Çîroka pêlavên vî welatî, çîroka me ya rastî ye!

 

(1) Evdile Koçer, Mirin, Weþanên Aram, Istanbul, 2006, r. 47

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org